Îro dîsan sar û ewrîn e. Ev hewa ji min re çêtir e. Ew baştir li karê min tê. Do bêsebeb komek hest û bîranînên bêwec hatin bîra min. Rijandina hestan jî mîna qurmikê giyayê lakrîç e: pêşî ku ew tê cûn, qet ne xerab e lê paşî tam û çêjek bêyom nexweş dikeve devê mirov. Ez ê dest pê bikim jiyana xwe bi şêwazek sade û aram bibêjim.
Ango me bar kir Moskovayê.
Lê aniha ket serê min ku ma çima çîrokjiyana xwe vebibêjim.
Na, qet nabe... Jiyana min bi ti awayî ji jiyana bêhejmar kesên din ne cuda ye. Mmala dêbavan, zanko, xizmetkarî di karmendiyên asayî de, veqetîna ji karmendiyê, çend kesûkar û dost û nas, hejariyek maqûl, kêfên bê mezinatî, mijûliyên bê heytûbeyt, armanc û hêviyên nebilindfirrm ka fermûn bibêjin ma jiyana kê ne wiha ye. Jixwe ez naxwazim çîroka jiyana xwe vebibêjim çimkî ez pirrtir bo xweşiya xwe dinivîsim; û madem serpêhatiyên min ne ti şadiyê û ne jî xemgîniyê didin min, di wan de ti tiştek nirxdar û hejî agadariyê nîn e. Baştir e ji xwe re rewişt û siriştê xwe ravebikim.
Ez mirovek çawan im? Hûn ê bibêjin: kesek tiştek wisan napirse; rast e. Lê nê (nexwe) ez ê bimirim, bi rastî ez ê bimirim, û diyar e li pêşberî mirinê dê li min bê borîn heke bixwazim bizanim ka ez çi tov teyr im.
Piştî ku min ev pirsa giring ji bingeh ve vekolî û li ser têr ponijîm û bê ti pêdivîtî û pêwîstiyekê ku silbûn û xeyidîna xwe wek wan kesan diyar bikim ên bi tundî bawer piştrast û dilniya ne ji çelengî û fêrisiya xwe, divê ez tiştekî bidim zanîn: ez mirovek bi temamî nepêwîst û nepêdivî me di vê dinyayê de yan jî baştir e bibêjim ku teyrek tam nepêwîst im. Û sibê ez ê bipeyitînimm û îsbat bikim ka çima çimkî îro ji ber persîv û sermayê ez mîna mihan difirrfirrim û sereguhdara min a bermalî, Terentyevna, bela xwe ji min venake:
- Xwe pal de, ezbenî, û têr çayê vexwe...
Dizanim ew çima min aciz dike: dilê wê bi xwe diçe çayê. Çima na? De bila! Ma çima nehêlim rebenê çi jê tê ji min bistîne li van bîskên dawiyê? Hindî ku dem maye.