Îro hewa gelekî xweş e. Germ û sayî ye; tîrêjên rojê li berfa helbar yarî û tinaziyan dilîzin; her tişt dibiriqe, dibe hilm û bixar û dilopan dike; mîna dînan çîveçîva çûçikan e li ber tan û çeperên rengtarî yî hesû; hewayê şil bi şirînî û tirsnakî dilê min nearam dike. Bihar tê, bihar e! Li ber pencereyê rûniştî me û di ser robar re li zeviyê dinerim. Ax sirûşt, ey xweza! Çendî ji te hez dikim lê di kûriya xwe de min diyar kiriye ku ez nikarim hema bijîm jî. Binere, ew nêrçivîkê han çawa çengvekirî xwe hildiavêje; ew dihîqhîqe û her dengek jê derdikeve, her pûrtikek di laşê wî re hêz û şiyan, saxlemî û cançakî ye...
Ev dê bibe çi? Dê nebe ti tiştek. Ew saxlem e û mafê wî heye ji xwe re bistre û bipirrpirre; herçi ez im, ez nesax im û divê ez bimirim û hew. Bêsûde ye ku em zêde wê mijarê bidomînin. Û rondik û hêsirên ji sirûşt û xwezayê re diwerînim jî dûrî aqil in. Ka em li çîrokê bi xwe vebigerin.
Wek ku min got, zaroktiya min nexweşî û bêkêfî bû. Min ne xwişk û ne bira hebûn. Ez li malê hatim mezinkirin. Belê, ma diya min dê xwe bi çi mijûl bikira heke ez bihatima şandin fêrgehek lêrazanî yan jî xwendegehek dewletê? Jixwe zarok bo hindê ne ku sebirê dêbavan bi wan bê. Bi pirranî em li gund dijiyan, carinan em diçûn Moskovayê. Erê min mamosteya xwe ya navmalî hebû. Ji mamosteyên navmalî bi taybetî Rickmannek elman tê bîra min: vemirî, kizgiryok, pirrî kovandar, afirandiyek felekê-jê-standî ku bi êşek bêderman a xerîbiyê û bêrîkirina welatê xwe yê dûr ketibû. Carinan li ber sope û argûnê, li ciyê teng û fetisek, ku mirov ji ber bêhna tirş a bîreya kevn jê sereder nedibû, çavdêr û matîjêkerê min Mam Vasîlî, bi bernavê xwe Makeqaz, rî netiraşî, qazaxek perritî li ber, rûdinişt. Wî bi kaxezan îskambîl dilîst li gel Potapkuskînê cara pêşîn kurkek sîsspî yê ji postê mihan li xwe kirî û li piyan jî gîzmeyên req î dondayî. Ji pişt dîwar Rickmann distrî:
Herz, mein Herz, warum so traurig?
Was bekummert dich so sehr?
S'ist ja schön im fremden Lande
Herz, mein Herz, was willst du mehr? (1)
Piştî mirina bavê min em bi berdewamî li Moskovayê akincî û bi cî bûn. Hingê ez dazdehsalî bûm. Bavê min bi êşa şelal û felcê şevekê mir. Ew şev ticarî ji bîra min naçe. Ez ketibûm xewek giran wek hemî zarokan lê ta di xewê de jî dengek dihat min. Tavil pê hesîm ku kesekî di çingilê min re girtiye û min radike. Min çavên xwe vekirin, Vasîlî li ber sîngê min rawestibû.
- Çi ye?
- Rabe ser xwe, de rabe. Aleksey Mîxaîlîç li ber mirinê ye...
Min mîna şêtan xwe ji nav nivînan hilavêt û bizirîm wir, odeya nivistinê. Bavê min ser ber bi paşve girêl paldayî bû, rûyê wî sor bûbû û bi jan dinalî. Girseya mirovan li ber derî civîbû û tirsayî dixwiya. Dengek ketî li bersifkê pirsî:
- Kesek çûye pey doktor?
Hesp ji govê hat deranîn, çîrrînek ji derî hat, çiraya gov û axurê di odeyê ve li erdê dişewitî; diya min bi temamî şkestibû û digirî lê bê ku maqûliya xwe ji dest bide. Min xwe avêt bersîngê bavo, ew hemêzand û got:
- Bavo delal, bavo delal...
Ew bêliv paldayî bû û bi awayek sosret çavên xwe diteyisandin. Min berê xwe da rûyê wî - tirsek bêçare ez girtim; ji tirsan min, mîna firindeyên bi zorê hatine girtin, dest bi çîpeçîpekê kir. Hê duhêvarê bû ku bavo ez hemêzandibûm bi coşî lê herwiha bi dilek bêkêf, her mîna bizane ku mirina wî nêz bûye.
Bijîşkek xewto, şerpeze û ji bêhna meyê fistewî hat hindir. Dema camêrî bi kêr û çeqokên xwe yên emeliyatê mijûl bû, bavo mir, û roja din, ez, bi kul û xeman aqilsivik bûyî, findek di dest min de li ber maseyê rawestî bûm û bê tiştekî bifikirim min guhdarî nehwirandina strana dengnizm a berdestkê qeşe dikir a ku her carinan bi dengê lawaz ê qeşe dihat sekinandin; carinan rondik bi gep û alekên min de diherikîn ser pistok û bersîngokên min; kêm mabû ku ez ê bifetisîma, min bê navbirr li rûyê bêliv ê bavo dinerî, mîna ku ji wî bendewarî tiştekî bim; dayika min li ser çokan lava û dia dikirin û xwe ta erdê diçemand û tewand; carinan serê xwe hêdîka radikir û dema şanexaç dikirin, tilên xwe şidandî datanîn ser eniyê, milan û zik. Tenê fikirek jî di serê min de tine bû, madê min mîna risas giran bû lê min hest pê dikir ku tiştek erjeng û pirr xerab li min diqewime... Hê hingê Mirinê li rûyê min nerî û ez nîşan kirim.
- - -
1. Stran bi elmanî ye. Kurdiya wê:
Dilo, dilê mino, çima bikovan î?
Çi ye wisan te xemgîn dike?
Jixwe ev welatê xerîb bedew e.
Dilo, dilê mino, hê tu çi dixwazî?