Tişta hatî serê min Xwedê neyêne serê gurên Norvêc. Ev tam pênc salên min qediyan ku min hevsarê dilê xwe teslîmî wê kirî. Tam berya pênc salan, wê soz da bû min ku hevsarê vî dilê reben, şepirze û bêxweyî gundo gundo, malo malo bigerîne bê ma heme bi arîkariya Rebê Alemê li deverkê nahewîne. Lê îro xeberek nexêrê ji min re hatiye dibê Hesînka -ma êdî ezê navê wê xweş bikim û bê Meta Hesîncan- hevsarê dilê te bi dartûya hewşa xwe ve girê daye û ev serê pênc salaye li wir girêdayî ji bîr kiriye.
Rebîîî, êne weke yê ku hem ji dêrê bûyî hem ji camiyê, ez ne zanim ne di’a bikim ne jî nifiran. Heke min zanîbane ezî weke xaltîka xwe Sêvê, bê çawa bi nifirekê kir ku çêleka mala Emerê Silêmên weke pepeqonkê "şîşhmîş"bû û bi du nifiran totlanî ser hev bû, ezî wê dartûyê ji qurm hilkim. Lê ez rebenê Xwedê li kû xaltîka min Sêvê li kû!
Erê bi wê Heca ku hûn xwendevan çûnê kim, ev pênc sale, yanî zêdeyî sêhezar û sêsed rojiye ku dilê min li hewşekê, bi darekê ve girêdayî maye, li ber ba û baranê, li ber sir û sermayê. Ma Hesînka li te qirikê nayê bîra te bê min bi çi xewn û xeyalan ew hevsar spartibû te. Ma tu ji Xwedê netirsiyayî vî dilê rojekê li deştan yekê li zozanan bi darekê ve girêdê? Êne min bi wî dilê xwe karîbû dara hûr bikim. Ne go ez wesfê xwe didim, min karîbû ew çiyayê ku Ferhat bi salan li ber kolandina wî da, di du-sê deqande ser û binî hev bikira.
Lê bere kes şaş fam neke. Heyfa min nayê wê heyfê ku dilê min bi salan bi werîsan girêdayî maye. Heyfa min tê wê heyfê ku yek evdê Xwedê, heme rêzikek jî li ser vî dilê minî dîl nenivîsand. Ewqas hozan û hunermendên me hene yekî ji van çar gotin neavêtin ser dilê min. Yekî ji wan heyfa min ji Hesînka nehiland û dilê min lê hînik nekir.
Ma ez hewara xwe bi kê bighînim? Gazin û giliyên xwe li kê bikim? Bav û kalan ne belesebeb gotine "ku ne mirov pişta xwe bi destê xwe bixwerênê kes pişta mirov naxwerênê". Îca bi destûra we ez pişta xwe bi destê xwe bixwerînim û çend rêzikan li ser xwe binivîsim.
Lê lê yadê min go tu nizanê îro dilê min ketye çi halan
û minê digo ew Hesînka ku min jê re digot “Meta Hesîncan”
ew ku min bawerî pê aniye da dilê min bigerênê li çol û çiyan
De wê qirik û rebenê dilê min girêdaye bi dara tuyan
Ay li minê, li minê, li minê, li minê lê lê yadê
Lê lê yadê min go heyfa min nayê wê heyfê ku dilêm maye girêdayî
Lê lê belê heyfa min tê wê heyfê ku bi dihan nivîskar, hozan û helbestvanên me kurdan heyî
De bawerke yekî ji wan destê xwe ne avête defter û pênûs û saz û zirneyî
De heme ji bo xatirê navê Xwedê du sê gotink li ser min negotin û nenivîsadine wî
Ay li minê, li minê, li minê, li minê, li minê lê lê yadê.
Têbînî: Min muzîka vê tekstê jî daniye. Ew hunermendê ku bixwaze vê strana min bixwîne bere acele pêwendiyê bi Daîreya Muzîka Kezebşewitiyan re deyne.