Ji ber vê qenciya Sadiq, Setok ew wek sadiqtirîn û pêbawertirîn dostê xwe bijart. Ew jî mîna key û padişahê Babîlonyayê êdî nedikarî bê Sadiq tiştekî bike. Lê Sadiq bextiyar bû ku Setok ji nebû. Wî hest pê kir ku xwediyê wî Setok ji dilê xwe çê, dadperwer û hişmend bû. Ji ber hindê, Sadiq xemgîn bû ku Setok jî mîna erebên berê ayîndarî û îbadetî artêşên esmanî, rojê, heyvê û stêran dikir. Carinan Sadiq bi camêrî û xweşmirovî jê re li ser vê mijarê dipeyivî jî. Dawiya dawîn Sadiq jê re got ku ew jî tenê tiştên bêruh in û ji daran an keviran ne zêdetir hêjayî pesnê ne.
"Lê", Setok entî, "ew heyberên ebedî ne û hêjayî spasiyên me yên herherî ne: ew xwerist û xwezayê vedijînin, egera demsalan û di ser her tiştî re jî ew hind ji me dûr in ku em nikarin qedir û qîmetê nedinê."
"Pirr zêdetir sûde û mifa", Sadiq bersiv da, "bo te ji ava Deryaya Sor heye ku eşyayê te dibe Hindistanê. Ma çima ew jî ne bi qasî stêran kevn be? Û heke tu heyranî tiştên dûr î, hingê divê tu heyranî Gangarîdistanê bî ji ber ku ew tam li ser tixûbê xelasiya gerdûnê ye.
"Lê na", Setok got. "Herçi stêr in, ew pirr birqok û ronahîdar in loma ez îbadetî wan dikim."
Ku bû êvar, Sadiq hejmarek find û çirayan hilkirin li ser wê maseyê ya ku dê bi Setok re li ser şîv bixwara. Dema Setok hat, Sadiq xwe avêt ber wan qendîl û şemalan û got:
"Gelî ronahiyên ebedî, ronahiyên şeng û şepal, her û her ji min re dilovan û mihrevan, rehman û rehîm bin!"
Piştî van gotinan ew li ser sifreyê rûnişt û hema li Setok nenerî jî.
"Te niha çi ye?" Setokê matmayî pirsî.
"Ez jî dê mîna te bikim", Sadiq bersivandin. "Ez ê îbadetî van çirayan bikim û dev ji danerê xwe û yê wan berbidim."
Setok di wateya kûr a van gotinan giha. Hişmendiya koleyê wî ket giyanê wî û wî dev ji wan bêruhan berda û êdî tenê îbadetî yê Ebedî kir ku ew afirandine.
Hingê edetek pirr xerab di nav ereban de belav bûbû û hêlîna xwe li Hindistanê jî çêkiribû û hema dê hemî Rojhilat bigirta. Dema mêrê jinekê dimir û jinê dixwest xwe bixe rêza qenc û ewliyayan, wê bi aşkereyî bedena xwe bi ya mêrê xwe re dida sotin û şewitandin. Ev rê-û-resm, ku bi navê "bîjinsojî" dihat nasîn, roşanek pirr şahiyane bû: ew hoz û eşîr, a ku herî zêde bîjinên wê xwe şewitandibûn, a herî serfiraz bû.
Rojek hat ku kesek ji hoza Setok mir, û jina wî ya pirr ji mêrê xwe hez dikir, bi navê Almona, bi aşkerayî roj û gava xwe li ber dengê dahol û zirneyê biavêje nav agirê gurr ragihandin. Sadiq ji Steok re diyar kir ka ew edetê erjeng û pirr xerab çawan dijî her cure hişmendî û mirovatiyê ye ku dibêje bila bîjinên ciwan û hê li bihara jiyanê xwe bisojin û daxwiyand ka çendî baştir e ew bîjin sax bimînin daku zarokan ji civakê re bînin an, qet nebe, zarokên xwe yên heyî xwedî bikin. Bi kurtî, wî xwest bi Setok bide famkirin ku ev edet, heke qet gengaz û mimkin be, divê bê rakirin û nehiştin.
Setok bersiv da:
"Zêdeyî hezar salan e ku jinên me xwedî vê mafê bingehîn in ku xwe bişewitînin. Ma kî ji me dê wisan çavkor be ku vê qanûna bihagiran dest werbide ta vêca hilbiweşîne. Ma çi ji edetên kevn û kevnar baştir heye, hema heke çewt jî bin!?"
"Lê hiş û aqil hê jî kevn û kevnartir e", Sadiq got. "Basa mijarê ji serokhozê xwe re bike, di heman demê de ez ê ji wê bîjinê re bibêjim."
Wî xwe bi bîjinê nasand, û bi pesndana bedewiya wê, ew ket aqilê wê û jê re ravekir ka dê çendî mixabin be ku xwe gor û qrubanî agir bike. Wî herwiha biryardarî û wêrekiya jinikê pesinand.
"Dixwiye ku tu bêpayan ji mêrê xwe hez dikî, ne wisan?" wî gotê.
"Ez? Qet na", ya ereb bersiv da. "Ew zalim, zikreş bû û min gelek zor ji destê wî dîtiye lê dîsan jî min biryar daye ku xwe biavêjim nav agirê wî."
"Belê!" Sadiq got. "Ango diyar e pirr xweş e ku mirov sirpîsax bişewite?"
"Herê mala te, tenê fikira wê jî min ji serî ta binî direcifîne û dilerizîne", jinikê got. "Lê ti rêyek din nîn e çimkî ez wek kesek pêbawer û dîndar têm nasîn. Heke xwe nesojim, ez ê xwe rûreş bikim û hemî dinya dê qerf û henek, tehn û tirraneyên xwe bi min bike."
Sadiq bi sed zor û kotekî bi wê da famkirin ku ew xwe bişewitîne jî dê tenê ji ber xelkê wisan bike û ti sûde û mifayek di xwesotina wê de nîn e.
"Tu dê çi bikî", Sadiq jê pirsî, "heke ev xwestina xweşewotandinê bela xwe ji te vebike."
"Ah!" jinikê got. "Hema bawer dikim ku min ê ji te bixwesta ku bibî mêrê min."
Dîmenên Astarteyê hê jî dilê Sadiq hindî dagirtibû ku ev lixweanîna vekirî ya jinikê ew mat nehişt. Li şûna hindê, ew lezî nik serokeşîr, çîroka ji jinikê bihîstî jê re got û ew şîret kir ku qanûnek wisan dabine ku êdî bîjin nikarin xwe bişewitînin ji berî ku ew saetekê bi xortekî re nepeyivin. Û ji hingê şûnde li hemî Erebistanê bîjinekê tenê jî xwe nesotiye.
Herkes spasdarî Sadiq bû ku wî ev edetê zordar û stemkarane, yê bi sedsalan domîbû, bi carekê hilweşand. Êdî ew bû qencîkerê hemî Erebistanê.