Geş dibiriqî Tu ji esmanan,
ey Atonê jîndar, destpêka her tiştî!
Dema Tu ji qeraxa rojhilat dertê,
Tu hemî dinyayê bi bedewiya xwe dadigirî
çimkî Tu bedew, delal û mezin û bilind î li raserî erdê.
Tîrêjên Te hemêz dikin dinyaya te bi xwe afirandî.
Dema Tu ava dibî li qeraxa rojava,
dinya dikeve tarîtiyê mîna ku miribe.
Hemî dirrinde ji şkeftên xwe derdikevin,
hemî mar bi mirovan vedidin;
tarîtî serdest e,
dinya bi bêdengiyê hatiye niximandin.
Çimkî yê ew afirandiye ava bûye.
Lê dinya ron dibe dema Tu serê xwe dertînî.
Dema Tu mîna Aton bi rojê dibiriqî, tarîtî direve.
Hemî pez û dewar bi dilşadî diçere,
hemî dar û şitil dibişkivin,
firrinde ji hêlînên xwe difirrin,
çengên xwe hildidin daku îbadetî te bikin.
Hemî berxik û karik mîna bireqisin xwe hildiavêjin,
hemî çengdar û bibask dipirpirin.
Ew dijîn ji ber ku Tu ronahiya xwe didî wan.
Keştî jêr û jorî çem diseyirin;
hemî rê vekirî ne dema dibe berbeyaniya Te.
Masiyên robar xwe li ber te hildiavêjin
çimkî tîrêjên te digihin ta kûratiyên avê jî.
...
Ax çend gelek in karên Te!
Ew ji me veşartî ne.
Ey Tu Yezdanê tekane û tenê, ku kes hevparî te nîn e,
Te dinyayek bi dilê xwe afirand dema hê tenê Tu hebûyî:
Te çêkirin mirov, heywan û lawir, mezin û biçûk,
hemî tiştên li ser rûyê erdê heyî
û yên li ber piyan dilivin,
yên li bilindahiyan in
û yên bi çengên xwe difirin,
welatê Sûriyeyê, yê Nubyayê
û welatê Misirê Te çêkirin.
Tu her tiştî li ciyê wî bi cî dikî
û tişta lazim be didiyê.
Çi ya kê be jê re hatiye dan
û rojên her kesî nivîsî ne.
Gel bi gelek zimanan dipeyivin
û dirûv û rengê wan ji hev cuda ye
çimkî Te ew ji hev veqetandine.
Te çemê Nîl li dojehê çêkir
lê Te ew li gor dilê xwe serkêişiya wî kir daku jiyanê bide.
Te Nîl li esman jî çêkiriye
daku ew bi ser mirovan de birije
û çeman, ên boş mîna deryayan, ji serê çiyayan bîne
û zeviyên wan pê av bide.
Ax Te çendî pergalek birêk saz kiriye, ey Yezdanê ebedî.
Fîrawin Exnaton
***
Şeva şirîn a tropîkê
Ew şev şirîn bû, mîna pirraniya şevên tropîkê; jêhatîtirîn pênivîsk û firçe jî nikare xweşikiya wê teswîr bide. Heyv ji nîveka gupika esman dibiriqî, li derdorê perdeyek ewran hebû lê hêdî-hêdî veçopirî û nema. Ronahiya tavheyvê piço-piço li çiyayên giravê belav bû û çiya kirin ji rengê zîvî. Bayan bêhna girtibû. Ji nav daristanan, ji quncikên geliyan, ji rajorî girên bilind dengên vemirî, dengên şirîn û govenda evîna firindeyên hêlîn çêdikirin dihatin. Sayîtî û aramiya şevê ew coş û xoş dikirin. Mêrg û çîmen tijî jiyan bû. Stêr li esmanan dibiriqîn, li ava deryayê diteyisîn û avê jî ronahiya wan diçirisand.
Bernandin de Saint-Pierre
* * *
Stêr
Li şûna mirov bi salan ders û waneyan bixwîne, bila bîskekê li şevek sayî û zelal li gerdûnê û refên stêrên wê binere daku bibe nefsbiçûk. Divê mirov hê ji zarokiya xwe fêrî xwe avêtina ber piyên ebedî bike û bibe guhdarî deng û zimanê gerdûna bêtixûb. Esman hevalê rastîn ê jiyanê ye, ew her heye, dilê mirov aram dike û tîne bîra mirov ku nearamî, dilwasî û kul û derd tiştên biçûk û nemayende ne.
Fritfof Nansen
* * *
Bisekinin ta êvarê
Bisekinin ta êvarê daku hûn bikarin bibêjin ka roj xweş bû yan na - û ta mirinê daku hûn bikarin jiyanê baş binirxînin.
Sofokles
* * *
Bi milyonan stêrên geş
Ma kî dikare berê xwe bide esmanê jorîn û ji dil nebe heyranî wan bi milyonan stêrên geş û ronîdar û liv û lezên wan?
Seneca
_____________
Ramanine Nemir: Di vê xelekê de Kovara Mehname dê tê bikoşe ku her meh hin kurteberhemên zêrîn ji wêjeya nemir a cîhanê ji we re li kurdî werbigerîne. Mehname hêvîdar e ku hûn ê bi alîkarî, pêşniyaz û rexneyên xwe vê xelekê jî geş bikin daku bi dilê we be.