Ev bûn bêtir ji 50 salan ku DYE ji bo siyaseta xwe ya di derbarê Israîl de nerxekî aboriyî bilind didêye. Va dewleta di sala 1947an de hatî damezirandin îroj jî di derbarê wegirtina alîkariya aborî û teknolojiya leşgerî ji Emerîka de cîhê 1em digire. Ziyana aborî ne tenê ji pere û çekên rasterast ji bo Israîl dihên dayîn dihêt, eynî siyaset her weha bandoreke nerênî li peywendiyên dîplomatî û bazirganî yên di navbera DYE û welatên ereb û musilman de dike.
Di nav 25 salên borîn de ziyana li DYE bi encama siyaseta wê ya bi Israîl ve girêdayî dibe ziyana aborî derbas kir, yanê ziyan nema tenê aborî ye. Waşington, Israîl û ziyonîzma cîhanî çi bikin jî nema êdî dikarin wê yekê misoger bikin ku cîhana rojavayî bi dewlet û daniştvanên xwe ve her piştgiriya siyaseta wan bikin, ne jî dewletine ereb û musilman, yên ku berê bi hêsanî yaritî bi DYE re dikirin, dikarin vê yarîtiyê bêyî şert û merc bidomînin. Bi encama têkçûna Yeketiya Sovyêtî û dawîhatina şerê sar, li milê din, welatên ewropayî jî nema xwe wek hevkara xweristî ya DWE dibînin. Li bervaciya wê, siyasetmedarên giregire ewropayî DYE wek mezinhêza tenê di cîhanê de li ser xwe wek tehlûke hest dikin. Jê bêtir, dezgehên ragîhandinê û mîdyaya rojavayî nema wek salên 60an û 70yan berdevkiyê ji Waşington re dikin; yan Israîl wek zaroka delal, cihûyan wek “qurbanên şerpeze” û ereban wek “hov” dibînin. Heta bi dezgeheke wek CNN be nema amade ye wekî ku Israîl û cihûyên emerikî jê dipên bike. Wek nimûne, çiqa CNN wek dezgeheke ji bo Ereban piştgir nehêt hesibandin jî Israîl biryara qedexekirina wê girt û dezgehên satelîtê nema dikarin bernameyên CNN li Israîl belav bikin. Li gor Israîl, bernameyên CNN xwe bêtir bi ser Filistîniyan de xar dikin û Israîl wek neheq diyar dikin. Bi gotineke din, siyaseta emerikî ya piştgiriya bêyî şert û merc bo kiryarên Israîl êdî li pêş çavên cîhanê tazî xuya dike û heta bi beşekî mezin ji cîhana rojavayî be nema amade ye vê siyasetê biniximîne û piştgiriya wê bike. Çiqa Waşington navê Israîl bi kar nehîne û çiqa ew û beşekî ji cîhana rojavayî hîn jî iddîa bikin ku nefreta cîhana erebî û îslamî ya li hamber Emerîka peywendî bi Israîl re nîne, ew bi xwe jî dizanin ku rastî ne wisa ye. Rastî ew e ku nakokî û nefreta hejmareke bilind ji Ereban û musilmanan li hamber Emerîka rasterast yan nerasterast ji piştgiriya wê bo Israîl dihêt. Ji bedbextiya Waşington ziyan li vir jî ranaweste. Nuha ku ew dixwaze tola xwe ji îslamiyên rêhişk hilîne û dîktatorên wek Seddam Husên berbend bike Israîl li serê wê bûye serhevdiyeke mezine. Êdî morala dostine par yên Emerîka jî rê nade ku ew çavan li hamber durûtiya Waşington qurç bihêlin. Heta ji bo wan dewlet û kesên ku ji yên wek Bin Ladin û Seddam Husên nefretê dikin jî ne hêsan e ku piştgiriya planên serokê emerikî yên li dij recîma îraqî bikin, di wê demê de ku hukûmeta emerikî di derbarê kiryarên hukûmeta Şaron yên li dij Filistîniyan de bêdeng dimîne. Çiqa mirov dawîhatina recîmeke wek ya Bexdadê bixwaze jî, aliyê moralî û wûjdanî di mirovî de nahêle ku ew aşkere û bi serbilindî DYE mafdar diyar bike. Hukûmeta George W Buş di derbarê tevdêrên dawîdana karbidestiya Seddamî de hema-hema bêyî heval û piştgir maye. Heta beşekî mezin ji çapemenî û dezgehên ragîhandinê yên welatên ewropayî, Australya, Keneda û hinekên emerikî bi xwe jî êdî qerfan bi siyaseta emerikî dikine. Ji welatên cîhanê tenê hukûmetên Îngliztanê û Australyayê vekirî piştgiriya siyaseta Buş dikine, lê vê piştgiriyê ji partiyên desthelatdar yên wan welatan re serêşiyên mezin afirandine. Heta bi zîrektiya serokwezîrê Brîtanya Tony Blair be nikaribû bi mîdyaya brîtanî, ya ku adeten her li gel siyaseta dervayî ya welêt bûye, bawerkirin bide ku hêrîşeke li dij recîma Bexdadê yeke adilmend e. Li Australya mîdya bi pirranî li dij biryara hukûmetê ye û li dij hêrîşbirina ser Îraqê ye. Li gor hin dezgehên girtina bîrûbaweriya xelkê, 3 ji 4 australiyan li dij wê yekê ne ku hêzên australî di hêrîşeke li dij Îraqê de beşdar bibin. Wisa diyar e ku wêne li gellek welatên Ewropa jî eynî wêne ye. Heta li weltekî wek Almanya be, ku ev bûn 57 sal peywendiyên taybet li gel Waşington hene, serokwezîr Gerhard Schroeder neçar ma di rojên hilbijartinan de li dij cîhgirtina hêrîşeke li dij Îraqê biaxife çimkî pirraniya almanan li dij bûn. Wî va rêya hilbijart li gel ku dizanibû ew ê bi vê yekê karbidestiya emerikî hêrs bike û ziyaneke mezin bigihîne peywendiyên her du welatan. Wek ez dibînim, van encamên berfireh yên li dij berjewendiya DYE ta radeyeke mezin bi kiryarên hema-hema hîtlerî yên Şaron ve girêdayî ne û Waşington nerxekî bêhempa didêye çimkî bêdeng daniştiye û tiştekî ji bo rawestandina wan nake.
Va siyaseta durûyî ya DYE ye ku her weha dibête egera zêdebûna rêhişkiya îslamî û bihêzbûna rêxistinên tundrê yên wek El Qaîde, Cîhad, Hemas û gellekên din. Van rêxistinan û yên li pişt wan siyaseta emerikî ya di derbarê Israîl de bi kar dihinîn û li ser zêde dikin da ku piştgiriyê ji bo xwe, û nefreta li dij Emerîka di eynî demê de, li nik xelkê zêde bikin. Ji ber ku li gellek welatên musilman pirraniya hemwelatiyan perîşan, belengaz, bêhêvî û stuxar in rêxistinên rêhişk ne tenê bi pereyên ji derve hatinî alîkariya xizanên wan dikin, lê her weha di eynî demê de hestên wan bi kar dihînin, mêjiyên wan dişon, hêviya xwegîhandina dem û dewraneke zêrîne di bin ala îslamê de û xewna behuşt û horiyên li dû mirinê di nav hişên wan de zindî dikin. Di eynî demê de yên wek Bin Ladin van balonên hêvî û xewnan li gel alîkariya diravî û çekdarî dixin dest bêtir mirîd û bazirganên fersendan, ji Çêçniya bigir ta beşine Kurdistanê, ji Afrîkayê bigir ta Îndonêzyayê, da ku ew wan li welatên xwe bi kar bihînin û nefreta li dij DYE gelempertir bikin. Bi encamê bi milyonan kesên li welatên ereb û misilman, bi taybetî yên xizan û hewcedar, yên nezan û bêhêvî, yên dilşikestî û ewên li nik wan hestê xwekêmdîtinê geş bûyî dibin piştgirên rêhişkan û dikevin rêya bi nefret û şerûdiyê dagirtî, ew jî bi navê Xwedê. Bi encama vê rastiya tehl û tehlûke recîmên hin welatên îslamî û ereb jî, ji bo parastina desthelatdariya xwe, neçar dimînin ku xwe ber bi radîkalîzma olî yan îslama siyasî badin. Yek ji van recîman ya Erebistana Seûdî ye. Erebistana Seûdî berê yek ji dostên DYE yên herî nêzik bû, lê nema wisa ye. Çima?
Bizavên polîtîzekirina îslamê, û rêhişkiya olî di nav beşine ji xelkê de, ji mêj ve ye hene, lê bi destpêkirina Komara Îslamî ya Îranê re ew êdî bûn siyaseteke dewletiye fermî (Guman tê de nîne ku Farisên neteweperest li aliyekî û yên rewşbaş û dewlemend li aliyê din, wan jî li vir îslam ji xwe re kirin hacetekî ji bo berjewendiya neteweyî yan aborî, lê va gotara ne şûna xwetêkilîkirina bi wê pirsê re ye). Bi taybetî di salên destpêka xwe de karbidestiya şîîye îslamî li Tehranê îslama siyasî û tundrê di nav welatên musilman de bi şêweyeke zîz belav kir. Beşekî ji vê siyasetê nefreta li dij Emerîka bû. Recîma Tehranê Israîl wek egera dijitiya DYE dida, lê egera rast ew bû ku wê tola xwe ji Emerîkaya ku bi dirêjiya 10 salan, di şerê Îranê û Îraqê de, bi çekan û bi şêwene din alîkariya recîma îraqî dikir werdigirt (Wek nimûne, recîma Tehranê li Lubnanê hevkarên xwe yên şîî li dij berjewendiyên emerikî bi kar hanîn û bêtir ji 200 leşgerên emerikî li Bêrûtê dan kujtin...). Recîma îslamiye îranî êdî lingê xwe ne tenê li welatine musilman, lê her weha li welatine ereb jî bi cîh kiribû. Malbata kiralî ya seûdî xwe di nav tehlûkeyeke mezin de hest kir. Ji aliyekî ve neteweperest û çepên ereb, her weha beşekî mezin ji rêxistinên îslamî filistînî, ew wek neyarên neteweya ereb û îslamê bi nav dikirin; ji aliyê din ve hukûmeta Komara Îslamî ya Îranî nuha xwe wek serdara cîhana îslamî hesab dikir, her weha rizgarkirina Filistînê ji xwe re kiribû qulpekî siyasî û desthilatdarî. Dîrokê xwe li vir bi şêweyeke nixamtî dubare dikir û di paş perdeyan de şerekî di navbera îslama sunnî û ya şîî de ketibû rê. Çiqa va şera ne yekî çekdarî gelemper bû jî, ew bi şêweyên rasterast û ne weqa rasterast bû egera rijandina pirr xwîn, ji Afxanistanê bigir ta Lubnanê û ji wir bigir ta şerê di navbera Îranê û Îraqê de. Çiqa pirsa bi sunnîbûn û şîîbûnê ve girêdayî wek egera xwînrijandinê û şerê di nav koman û dewletan de bi şêweyeke aşkere nedihat dayîn jî di paş perdeyan de rola wê mezin bû. Malbata kiraliye seûdî, da ku bikaribe li ser desthelatdariya pîroztirîn xakê îslamê bimîne, divabû siyaseta xwe biguhere û guhert jî. 1: Biryar hat girtin ku ew beşekî ji pereyên petrolê bi Erebên welatine din re parvebike û piştgiriya aborî û siyasî ji bo filistîniyan zêdetir û zîztir bike; 2: divabû ew li hamber Îrana şîî têkeve meydanê û 3: divabû ew siyaseta xwe biguhere û nema wek berdevka DYE bihête xuyakirin. Vê yekê rexnegiriya gellek Ereban li hamber wan da rawestandin. Li milê din, Erebistana Seûdî bi rêyên corbicor pere ji bo lêkirina mizgeftan, medreseyên olî û alîkirina kom û rêxistinên sunnî rêkirin gellek aliyên cîhanê, ji welatine afrîkayî û Kurdistanê bigir ta bajarên mezin yên rojavayî. Bi encama girtina van pereyan rêxistinên îslamiye sunnî dikaribûn di nav xizan û hewcedaran de piştgiriyeke mezin bi dest xin. Di eynî demê de nerxê heyecana ku Komara Îslamî li Tehranê li gellek welatan bi rê xistibû daket. Êdî her du dewlet di derbarê piştgiriya aliyên îslamî de bi hev re ketibûn qerezan. Bixwaze, nexwaze, Erebistana Seûdî li gellek şûnan, heta heke ne bi şêweyeke rasterast be jî, bû hevkar û alîkara rêxistinine rêhişke ku ji aliyê DYE de wek “terorîst” dihên binavkirin. Wek em dibînin siyaseta emerikî di derbarê Israîl de ne tenê bû egera neyartiya îslamî-erebî li hamber DYE, lê her weha bû sedema guhertinên di nav welatên ereb û îslamî bi xwe de û ta radeyekê bandor li siyaseta navneteweyî jî kir.
Ber çend hefteyan karbidestên emerikî ew bizava kirin ku peywendiyên di navbera Waşington û Riyadê de li herqa kevin vegerînin. Bi dîtina min, Seûdiyan ji serokê emerikî re aşkere kirin: da ku ava peywendiyên wan bikaribe car din li herqa kevin vegere û da ku Riyad bikaribe di derbarê hêrîşbirina ser recîma îraqî de alîkariyê bike, yan bi kêmasî çavan qurç bihêle, bi kêmasî piştgiriya emerikî bo dewleteke filistîniye serbixwe pêwîst bû. Wisa diyar e ku hukûmeta emerikî va daxwaza karbidestên seûdî pejirand û ji wê demê û vir de serokê emerikî her dibêje ku DYE piştgiriya Filîstîneke demokrate serbixwe dike. Lê hukûmeta Şaron, hevkarên wî yên oliye rêhişk û ziyonîzma cîhanî ne li gel vê yekê ne. Hêviya wan hîn ew dimîne ku bi kêmasî tevahiya rojavayê çemê Urdun jî bi dest xin. Ew amade ne her tiştê ji dest wan dihêt bikin da ku tevdêrên damezirandina Filîstîneke serbixwe têxin gorê. Li milê din, recîmên wek ya îraqî, îranî û hinekên din nikarin bêyî berdewamkirina dijmintiya li hamber Israîl li ser karbidestiyê bimînin. Her tiştê ji dest wan jî dihêt der dihête kirin da ku pirsgirêka erebî-israîlî nehête çareserkirin. Ji lewre ew rêxistinên rêhişke filistînî bi kar dihînin, rêxistinên ku amade ne ciwanekî yan zarokekî bidin teqandin ji bo xatirê heta brînkirina cihûyekî tenê jî. Van kiryarên nementiqî û nemirovî wek diyariyeke bêyî nerx dikevin dest Şaron û rêhişkên cihû, çimkî ew van kiryaran bi kar dihînin da ku şûnên filistîniyan û bingeha wan ya aborî hilweşînin, nakokiyê di nav wan de gurr bikin û rê li pêş tevdêrên damezirandina dewleteke filistînî bibirrin. George W Buş û Yasir Erefat, her weha tevahiya cîhanê, li hamber vê bêtarê destgirêdayî dimînin. Birêz Buş newêre zextê li ser Israîl zêde bike, birêz Erefat newêre zextê li ser îslamiyên rêhişk zêde bike, welatên ewropayî neheqiya Israîl dibînine lê şerm dikin cihûyên li Ewropa bi dirêjiya sedsalan hatinî êşandin bi şêweyeke ew qas aşkere neheq diyar bikin yan hêzeke navneteweyî li ser dewleta Israîl ferz bikin û beşên manî ji cîhanê yan bêxem dimînin yan jî tiştek ji dest wan nahêt der. Yek ji encamên va şanoya trajîk ev e: Rûreşiya DYE û dirêjbûna temenên hin recîmên neheq û dîktator, ya Bexdadê jî di nav de.
Ev çend meh in her ku Waşington dahola şerê li dij Seddam Husên zîz dike, gavên dîplomatî radine û hêzên xwe ber bi amadebûnê dixe rê, hew dibînî ku filistîniyekî xwe teqand. Va yeka Şaron dîsa li hespê siwar dike û hêzên wî xaniyên xelkê şerpeze bi ser wan de hildiweşînin, bînayet û ofîsên serdariya filistînî tar û mar dikin, firrok û otomobîl û hacetên ku Ewropiyan bi pereyên xwe ji filistîniyan re kirîbûn yan çêkiribûn tar û mar dikin, ji bo kujtina îslamiyekî rêhişk bombeyan bi ser zarok û jinan de betrdidin...! Çiqa dewletên rojavayî hîn jî newêrin yan şerm dikin ku Israîl vekirî bi nav bikin jî, êdî bi sedan siyasetmedar, parlementer û senator nema dikarin bêdeng bimînin. Tew hinek ji wan ji bo egerên wûjdanî, siyasî, yan sedemên veşartî gotinên ku berê nikaribûn bigotana aşkere dibêjine û recîma Seddam Husênî jî diparêzine. Parlementerekî Partiya Labor ya australî di parlemanê de dibêje, “wûjdana min rê nade ku ez piştgiriya hukûmeta emerikî bikim ji bo îddîaya ku li nik Îraqê çekên wêrankirina giştî hene, di wê demê de ku enbarên Israîl bi çekên wêrankirina giştî û yên atomî dagirtî ne.” Bêyî guman Seddam Husên û dijminên waşington bi diyarbûna van encaman ji kêfxweşiyê serxweş dibin. Heta bi kor û kerran be êdî pê dihesine ku Israîl bûye serhevdeya serê DYE, egera rûreşiya wê li pêş çavên cîhana îslamî û nuha beşekî mezin ji cîhana mezin. Wisa jî kesên wek Nêlson Mandêla, ku Emerîka bi xwe dest tê de hebû wî ji girtiyekî bêdeng, şerpeze û bêhêz bike boke û qehremanekî navdarî navneteweyî, dikarin nuha bi hêsanî durûtiya Waşington di dest xwe de bikin qulp û piştgiriya parastina recîma Seddam Husênî bikin; rêxistinên keskan û hinên din ji bo siyaseta li dij hêrîsbirina ser Bexdadê dikarin encamên zêrîn di hilbijartinan de bi dest xin û kesên ku ji bo berjewendiya xwe dostiya bi Seddam Husên re dikirin, lê şerm dikirin piştgiriya xwe ji bo wî aşkere bikin, nuha wek mirovhej û aştîxwazan li rêya Bexdadê diherin û dihêne.
Di dema şerê kendavê de hema-hema dezgeheke radyo û televizyonê, rojname û kovarek li Australya nema ku min bi rêya hevpeyvînan, gotaran û nameyan bîr û baweriya xwe di derbarê pirsa şer û rewşa Kurdan de di wan de diyar nekir. Nuha min xwe veşartiye û ez bersîva kesên di mîdya de li min dipirsim jî nadim. Çiqa berjewendiya Kurdan, û bêguman ya tevahiya Îraqê û herêmê, di têkçûna recîma Bexdadê de hebe jî; çiqa mirov li dij rêxistinên olpereste rêhişk be jî, û heta heke sempatiya mirovî bi beşine siyaseta emerikî re hebe jî, bi encama bûyerên li aliyên filistînî berdewam û durûtiya siyaseta hukûmeta emerikî mirov di xwe de nabîne ku bi dilekî germ têkeve meydanê; mirov ji xwe şerm dike ku vekirî piştgiriya tevdêrên emerikî bike. Wê rojê di dezgeke televizyoniye navneteweyî de pirsûbêjeke di derbarê Emerîka û Îraqê de hebû. Min telefon kir, lê min navê xwe yê durist bi kar nehanî.
Mirov carine li siyaseta Emerikiyan mat û seyr dimîne! Ji aliyê teknolojî de gellekî ber bi pêş çûne, lê ji aliyê siyasî de weqa li paş, heta dikare bihête gotin ku “ehmaq,” mane. Bêyî guman cihûyan roleke aboriye grîng li DYE heye, lê gelo ma rast rola wan weqa grîng be ku dewleta herî bi hêz li cîhanê xwe di dest wan de bike qeşmer?!!!
Ez bi xwe venaşêrim ku keyfa min ji gellek aliyên emerikî re dihêt û li gor min tiştên ku li DYE hatine çêkirin xwedan kalîteyeke bêyî hempa ne. Di nav qanûnên memerikî de jî gellek rê û bendên mirovahî hene, lê siyaseta emerikî ya derve ku pirr caran li ser hîmên ezotiyê û durûtiyê dihêt ristin ziyanê digihînin nav û berjewendiya vî welatê mezin û balkêş. Israîl li milê din, çiqa li hamber Filistîniyan û Ereban hêzdar û serkeftî bêt jî, bi encama siyaseta Şaron ya nemirovî û rêhişkiya cihûyên tundrê ne tenê rêza bi milyonan mirov wenda kir, lê her weha piştgiriya beşekî ne biçûk ji cîhana rojavayî û welatine ewropayî jî, çiqa aşkere nebêjin jî. Parastina Israîl û asayiha ji bo hemwelatiyên wê li ser ser û çavan, ew mafê wan e; lê ma gelo siyaseta Şaron û hevkarên wî yên rêhişk bi qasî ya rêhişkên îslamî ne tehlûke ye?! Ma gelo bêtarên ew dihîne serên filistîniyên bêtawan ew qas ji yên ku naziyan dihanîn serên cihûyan kêmtir in?! DYE çiqa bikaribe bi saya hêz û dewlemendiya xwe daxwazên xwe bi cîh bike jî, ew ê nema bikaribe êdî rêza navneteweyî bi hêsanî bi dest xe, ne jî dê bikaribe di nav Ereban û Musilmanan de bi hêsanî dostan bibîne, heke siyaseta durûtiyê nede aliyekî.