MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Meşal Temo: Bijî wisa serkeftin!
Şahînê Bekirê Soreklî: Serhevdeya serê Emerîka
Adar Jiyan: Takekes û jiyan
Serhat Ronahî: 25 sal Windows
Aram Dihokî: Pêngavên bizavek yekgirtî
Şahînê Bekirê Soreklî: Penaxwazî û qanûnên mirovahî


BIJÎ WISA SERKEFTIN

Meşal Temo *: [email protected]

Gelek pirs û kêşe hene di bin koka hebûn û tevgera kurdistanî de, mirov li ber disekine, bi xwesteka ku gengeşeyeke babetî ji bingehîn raman û helwestên wan kêşeyan bike. Heta ev yek here serî û rewşenbîrê kurd azad be di nerîn û nîrxandina xwe de, divê ji du awayên keleman xelas bûbe .

- Kelema ku girêdayî bi mejî ve û di nav kevanên xwe de gelek pirsgirêkan vedihewîne, ji xwe dest bi tengnerîn û rasteqîniya tekhelwest dike û di tunebûna nîrxemejî re derdikeve.

- Kelema duyem ew hîn dijwarti re ji ber girêdayî bi xelekên partîtiya teng û bîreweriya wê !

Ji xwe xelekên wisa jiyana siyasî a kurdî tijî kirine. Goriya min ev yek terkezeke heta li ser mirovantiyê jî, çimkî bingeha herî mezin ji toqandinê ye ! ango toqandin ne tenê windakirina laşê mirovaye, lê belê herivandin û tunekirina mejiyê mirovan e! Û ya duyem mezintir e di paşmayên xwe de, çimkî ya laş careke tenê di jiyana mirov de diqewime, lê ya duyem her berdewam e û rengreng e di jiyanê de. Lewma nêzîkbûn ji xelkên toqandina nepenî de a ku rapêçayî bi dijwariyeke gewre ye û kêşeke bi saw e! Ji ber wisa diyar e ku nirxandin kêm e û lawaz e di civata kurdî de.

Mebesta min ji vê pêşekê ew e ku dixwazim hinekî li ser hevpeyivîna bi birêz Cemîl Bayik re çêbû û di rojnameya Al Nahar roja 18/6/2002 belav bû rabiwestim. Helbet ez li ser diyarokên gotinên nasekinim, lê li ser nîşanokên hevokan û tiştê nepenî li paş wan xêzan.

Pêşî ezê hin hevokên nimûne ji gotinên mamoste Cemîl ji were raxim û paşê emê li ser nîşanokên wan rawestin.

Birêz Bayik dibêje:

1. PKK rola xwe a dîrokî qedand bi serkeftina serpêhatiya xwe, qonaxa derbasbûyî qonaxa vejîna neteweyî bû û ev pêk hat bi sedema pêşketinên PKKê!

2. KADEK ji bo qonaxa azadiya demokrat hatiye avakirin bi armanca pêşxistina kiryariya demokrat di kişwerên ku ferwerdiya Kurdistanê dikin!

3. Di riya PKKê me vejîna netewî bi dest xist û di riya KADEK de emê azadiya demokrat bi dest xin!

4. Em ne poşman in li ser do û ticar jî poşman nabin !

5. Em bawer in ku azadiya demokrat pêk nayê di riya çareserkirina serbaziyê û guhertin li ser vê bingehê di tektîk û siyaseta me de çêbûye!

6. Em ti carî çareserkirina serbazî nakin bingeh! Lê emê leşkerên xwe bihêlin û biparêzin! Ji ber hebûna leşkeran berevedaniyeke rewa ye jixwebera ye!

7. Em ê çareserkirina aştî û demokrasî biparêzin. Ev ne qelsî ye lê helwesteke pirinsîb û siyasî ye !

8. hilbijartina Ocelan ji bo serokatiya KADEK ê, lagêriya gelê kurd de !! ji ber têkoşîna hemdem ji gelê kurd re ji bo azadiyê sînor dike heyîn, paş- û pêşeroja wî, li ser bingehî ramanê serok “Apo” û serkeftinên ku pêk hatin di têkoşîna wî de!!!

9. Xwesteka Tirkiye ji Iranê min bi dest xwe bike, pestaneke Emrîkî û Cihû ye ji bo Iran berhingariyê bi Tirkiyeyê bike !

10. Ne bes e ku şer raweste di nav kurdan de lê bê pêkanîna demokrasiya kurdî tu car herêm nabe demokrat ! Û me banga aştiyê bela kir li ser kurdan, heta nuha bersiveke erînî nehatiye !

11. Rejîma heyî di herêmê de tu sûdeyê ji kurdan re tê de tune ye, lê herivandina wê tu ziyanê li kurdan nake ! nemaze êrîşa li ser filistîniyan û lêxistina Iraqê !!

Pêşî dixwazim bêjim ku heta nuha gelek berpirsê kurd hene, ku cûdahiyê naxin navbera gotinên siyasî û dirûşim û sirûdan! Ango gotebêja siyasî wêneke ji bername û nerîna siyasî ye . Lê gava gotebêj bibe sirûd, halan û pesindarî perîşaniyeke mezin e. Ji ber diyar dike ku ev kes an ew partî hîn di dema şerê sar de dijî! Hîn idyolojiya xweber û tekan e, gotin û helwestên wî radpêçe. Ji xwe hevpeyvîna berêz Bayik ji vê xelekê dernakeve, ne ji layê tenahiya nerînê û rastqîniya xweberê û ne jî, ji layê sirûdên hatine bi karanîn, ku kesê ne kor û bê mejî be dizane ku li bin guhê zemînê ketin e? û êdî nema tu bihayî dikin!Nemaze ku siyasetmedar di qonaxên awarte de lêvegerek ji xwe re çê neke û nîrxandineke eşkere ji nerîn,helwest,helkewt û bûyerên derbasbûyî şirove û rexneke babetî lê neke. Bawerim ku ew partîbaziyeke rewaye! Ji ber di jiyana mirovan de tenê di olan de, xwedê û pirtûkên xwe rast dimîne, jê pê ve her tişt diherike û tête guhertin. Tim guhertin jî xelas bûneke ji şaşiyên ku helkewt wan dertîne, ev jî yasa û vacayiyê jiyanê ye. Lê angaşt bi rastbûnê, wateya rastbûnê nade, ji ber angaştin wisa ne mêjîyêne û ne jî di zanistiyê de diborin. Çimkî ronahî bê tariyê nabe û ronahî an tariyê bi tenha xwe li ciyekî tu car pêda nabe !Ev reng ji tûjsînor kirinê pêda nabe illem li cem kesê roniyê li cem xwe tenê dibîne ! ew jî weke miriyê serê wî li dîwarê gorê dikeve jî, lê bixwe nahise !! Vêga emê yeko yeko li ser hlwestên berêz Bayik ve bisekinin.

- Dibêje ku PKK rola xwe yê dîrokî qedand bi serkeftina serpêhatiya xwe! Xwezî ji me re wateya serkeftinê jî şirove bikira, qene em ne westiyana di derbarê wê de! keko serkeftin çiye ! berhemên helkewtî ne, an sersaxî ye !Bawerim ku te li berhemên hatin holê nenêrtiye an jî tu çavên xwe digre ! de ka ezê hinan ji wan rêz bikin :

1- bingeha aboriya kurdistana bakur ji binî de herifye û 4500 gund hatin xerakirin û çiya,newal tev şewitîn.

2- 100000 xort yan kuştî an girtî ne,bilî kesê wendakirî!

3- Ocelan di Imralî de ye !

4- Berlemana derveyê welat te herivand!

5- Jihevxistina civata kurdî û pêda kirina nakokiyên xwe bi xweyî, bi sedema têkeliyên neyeksane bi rejêmên dagirker re.

6- Ji serxwebûnê û azadiya kurdisatnê ! vegera parastina sînorê Tirkiya .

Ji xwe ev hin bûyerên serekîne ji serpêhatiya PKK ê ya ku mirov kare navê qonaxa berî girtina Ocelan lê bike! Helbet gava van bûyeran radixim nayê wateya ku gelek xalên baş jî tunene, lê nerîna nîrxandinê ne nerîneke pesindare . Nemaze dixwazim tenê nasbikin di kuve PKKê bi serket! Gelo ev bûyer tev li ber çavên berêz Bayik ne xuyabûn an bîrweriya wî di qonaxa tenahiyê de rawestiyaye! Nexeme keko endamên rejîmên dektator tev têkçûn û windakirina gel dikin serkeftin ! Ma qey berêz Bayik kêmî Tariq Azîz an Mustefa Mîro ye ! ji xwe guhertina mijara têkçûnê rêbazeke li cem bîrweriya idolojîk ya ku tim bêdeng û lebat dimîne, weke olekî li binda muqedsê xwe ye!! Ji ber mejî ne serbixwe ye û belkî jî çûbe betlanê ! Dibêjim tu kes tune ku şaş nabe û di lêvegerê de pîvana serkeftin û neserkeftinê di rade û qewareya wan şaşiyan e.Ma gelo ev miletê perîşan ya ku hewqas bedel daniye ne bihewceyî hema lêborînekê!an dayikê kûştiyên Tirkan tenê yên vê hirmetê ne ji ber bi selikan hatine! Lê xwîna kurdan gelek arzan e, lewma lêborîn jê re ne gereke !

- berêz Bayik dibêje îro roj qonaxa azadiya demokrate û di riya PKK ê me vejîna netewî bidest xist û bi riya KADEK de emê azadiya demokrat avakin! Ji xwe KADEK wê kiryara demokrat di kişwerên ku Kurdistan fermandar dikin! Birastî ev qonax qonaxeke demokrate,lê gelo ji kingî dest pêkirye ! dibêjim kesê siyasetmedar be divê him dûrbîn be û him jî bûyeran bixwîne ne li binda ku bûyer bi zor akamiyê lê bikin û wî bighurin ! vê yeka ku berêz Bayik vedşêre û cilik deke, ma ne cîhan tev zane ku girtina Ocelan hişt guhertin çê bibe, ji ber gava guhertineke normalbûya wê di destpêka salên nodî de biqewimya! Ango guhertinên wisa ne bi bawerîne û ne jî ji serkeftinêne, vajî wisa ne, ji bê çarebûn û têkeçûnê ne, nemaze helwestê ku bûyerên 11ê êlûnê bi xwe re anî û li ser cîhanê pijand! Diyare guhertina ku berêz Bayik dibêje ne bi dilê wan e ji ber hiştina pêşmergên xwe, ango partiyeke siyasî çê bûye ji bo azadiya demokrat !Û demokrasî helwesteke pirinsîbe jê re! Gelo wê demokratiyê bi şerêçekdariyê bîne holê ! an demokratî bi xebata sivîl û aştiyê pêktê! An roleke nepenî ji wan leşkeran re hîn heye !! Keko gotinên te û biryarên kongirê KADEK vajî hevin ji ber kesê hilbijêra serbazî bi kar nîne, leşkeran nahêle ! ya dî jî biryara kongir wisa hatiye ku wê xebat bibe ji bo komara demokrat a Tirkya, ango te xebata xwe sînor kiriye di tirkya yê de ! ji xwe pirtûkên Ocelan di vê mijarê de diyarin û çavên koran vedikin gava doza wî dibe xwendin û lêvgera paşmayên demokrat yê Ataturk!! Ango piştî hewqas dem û ziyan, rola te bû xebat di çarçova demokrasiya tirkan de! Ma de îja ew fedekariya xortan û xwîna deşt û çiya tev pê xemilîn, ji bo çi bû!! ji bo tu tev demokratiya Ataturk bibe ! bi rastî hew jê serkeftin heye !! Gava tu danasînê bi sînorê heyî ji tirkyayê re dike, gelo tê kurdistanê li kûve ava bike ji bo tu kiryarê demokratiyê ya kurdan, bike hilgirê demokratiya herêmê !! An wateya gotina te ku her parçeke ji kurdistanê di riya xebata demokrat de mafên xwe bistîne di kişwera ku ew fermandar dike! Ma ne ev rêbaz ji zûve heye û te tiştekî nû naniye holê, û heta do jî berî girtina Ocelan ev rêbaz li cem we karê xiniz û êlên kurdî bû !Tev wisa jî guhertin başe lê belê tu vegeriyayî ji halan û sirûdeyên xwe !Û veger ji wan dirûşmên qelew û ne mijadî, di dema îroj de giringe û bi demê re ye lê nayête hesibandin serkeftin ! Hîn jî berêz Bayik dibêje em ne poşmanin û poşman nabin! Bi xwe gotineke ne mejî yê ye ji ber kesê bîrwer li ber paşroja xwe disekine û di nîrixîne û waneyan jî hildigre, ango li çewtiyên xwe poşman dibe û wan sererast dike, heta ew çewtî jî bêhimdî hatibin holê ! Ma gelo ev guhertin û vegera ji sirûdan û hilanîna dirûşma kurdistaneke azad û serbixwe! berêz Bayik navê wan dike çi!

- Berêz Bayik dibêje hilbijartina Ocelan, hilbijêra gel e!! Gelo wê kengî partiyê xwedê teknerîn binasin ku ew ne gelin û gel jî ne ewin! Partiyeke ji nav gel raste, lê tiştekî rast tê de tuneye, gava gel dide aliyekî û xwe dixe şona wî! Lewma jî gelê kurd yê li bakur mana Ocelan ne hilbijêra wî ye, lê hilbijêra partiya Ocelan e û ev mirov bi hirmet lê dinêre ! Ango mana Ocelan ne berpirsiyariya gele û sucê gel di vê mijrê nîne! Keko li min bibore gotin û helwestên wisa li cem partiyên kelîjên tenahiyê, paşmayên idolojîkên herivî yên dîrok ew tewandin heye! Dîsa jî di vir de Bayik dibêje ku sedemê hilbijartinê serkeftina nerîn û helwestên Ocelan in ! Gelo kîjan nerîn û kîjan helwest! Yên gava li Sûriyê bû an li Italiya an li Imralî!! Diyare ku têkeliyên ku Ocelan ava kirin li ser bingeha raman û helwestên xwe yên serkeftî tu qûnçikek tune bû ku wî bihewîne, piştî ku ji Sûriyayê derket! Tenê qûncika leşkeran, ew jî qedexe bû li cem Ocelan! Belkî bibêjim ev rola Emrîka yê bû raste ! Lê kesê nerîn û helwestên wî rast derdikevin, bi hûr û dûrbînî têdighêje ku pêvajoya siyaseta cîhanê bi kûve diçe û xwe zincîr nake bi nakokiyên herêmî û berjewendiyên kişwerên dagirker re !!Dibêjim Ocelan di wan helwest û têkeliyên xwe yên dikarîbû di demekê de sûdeyan jê hilgre, lê paşî tev li ser kir û têkçû ! Tev ku di pirtûkên xwe de diyar dikir ku ev têkelî hemdemin û ne weke têkeliyên berê di jiyana kurdistanî de bihurîne ! Keko kesê dîroka raperînên kurdî dinase wê têbighêje ku gelek caran kaxeza kurdî hatiye bikaranîn di nakokiyên herêmê û tim jî kurdan ziyan daye û di dubare kirina Ocelan ji vê serpêhatiyê re! Ziyan û bedel ya herî mezin û dijwar bû ! Ango şaşiya herî mezin û dîrokîbû ! ma gelo ev bobelata mejiyê kurdî yê ku her dibare dibe, de çi serkeftin tê de heye !! dawî jî berêz Bayik dibêje ku rejîma heyî di herêmê de tu sûdeya kurdan tê de tune ye ! Û ev hevokeke tekûze di baweriya min de, lê Bayik di vir de vajî Ocelan dibêje! Ango Ocelan dibêje lêxistina Iraqê wê kişwereke kurdî di başûr de çê bike û wê bibe kelemekî mezin di bin çengê Tirkya de ! Nemaze ku ew kes ne demokratin û ji paşmayên paşveçûnên kurda ne ! Lewra divê em li hember derkevin ! Diyare ku mebesta Ocelan parstina tiştê heyî di herêmê de! An li gor wî sûdeya kurdan tuneye gava rejîm biherivin! Vê yeka ku berêz Bayik berevajî Ocelan dike!

Bi rastî mirov gava li derdora xwe nenêre û serpêhatî di ser derbasbin û sûdeyan negre, dikeve mijarek û xelekek ji ne mijadiyê û ji helkewtê derdikve û pêwîste bêjim hege Tirkan rewşenbîriya kurdan herivandin ! Diyare ku berêz Bayik vê herivandinê di çesipîne, gava doza xwendin û lêvegera paşmayên dektatoriya Ataturk tîne ziman ! Û navê wê dike demokrasî û doza virekirina wê jî dixwaze! Tenê pirsekê dixwazim bikim, gelo hege Ocelan ne di Emralî diba wê helwest ev ba !!

Bawerim serkeftinên wisa di welatê me de pirin, ji ber partiya Ba’es her serkeftîye? tev ku welatê Sûriyê di aborî,civakî û siyaseta xwe yê hûndir de têkçûye û zemîna xwe jî ji Cuhewan nevegerandiye lê dibêje em serkeftîne !! Ez jî dibêjim bijî wisa serkeftin !!!!.

Qamişlo
22/8/2002

____________________

  • nivîskarekî kurd e ji Sûriyê, yek ji damezrînerê Navenda Celadet Bedirxan a rewşenbîrî li Qamişlo ye.

  • ji berhemên çapkirî :
    - Gotina dawî ( bi erebî )
    - Nerîn û helwest ( bi erebî )

    di bin çapê:
    - Rûpelên zemîna welatekî bê welat ( bi kurdî )
    - Gopalê sor ( çîrok , bi kurdî )
    - Nerîneke rexeneyî di diyaroka paşketina siyasî kurdî li Sûriyê ( bi erebî).

  • Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem
    Arşîva Cegerxwîn?


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1