MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Meşal Temo: Bijî wisa serkeftin!
Şahînê Bekirê Soreklî: Serhevdeya serê Emerîka
Adar Jiyan: Takekes û jiyan
Serhat Ronahî: 25 sal Windows
Aram Dihokî: Pêngavên bizavek yekgirtî
Şahînê Bekirê Soreklî: Penaxwazî û qanûnên mirovahî


Penaxwazî û Qanûnên Mirovahî

Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]

Dadgeha Australî ya Bilind xwe di van rojan de bi pirseke pirr grîng ve mijûl dikêye. Proseya dadmendî xwe têkiliye biryarên hukûmetê yên di derbarê penaxwazan de dike. Rojnameya Sydney Morning Herald vê proseyê wek yeke dîrokî bi nav dike. Hejmareke ji parêzgeran wê bizavê dikine ku biryarên di parlemanê de di derheqê mafên penaxwazên neqanûnî de derbas bû bûn bêhêz bikin. Van biryaran sala borîn, li dû gihîştina keştiya norwêcî TEMPA bi barê komeke ji penaxwazan, di parlemana australî de hatibûn pejirandin. Li gor biryarên di parlemanê de hatinî girtin, dadmendiya welêt maf nîne li dij biryarine hukûmetî yên di derbarê muhacirtiyê û penaxwaziyê de derkeve. Lê parêzger û piştgirên penaxwazan dibêjine ku girtina biryarên wisa li dij rêberiya dewletî ya welêt e, yanê li dij derstûrê Australya ye.

Li welatekî demokratî wek Australya karê hukûmetan ne hêsan e. Ji aliyekî ve gellek biryarên di parlemanê de dihên pejirandin divêt her weha di senetê de bihên pejirandin. Lê carine, li gel ku nûnerên partiya hukûmetê di parlemanê de pirranî ne jî, di senetê de pirranî di dest partiyên muxalefetê de ye. Wisa jî partiya li ser karbidestiyê nikare hemî daxwazên xwe bi cîh bike. Ji aliyekî din ve, carine wilo dibêt ku rêxistineke biçûk hêza kontrolkirina biryarên di senetê de bi dest dixe. Wek nimûne, di seneta australî de ne partiya LIBERAL ya li ser karbidestiyê, ne jî Partiya hevrike mezin LABOR, xwediya pirraniya senatoran in. Balans di dest 7-8 senatorên ji rêxistina Demokratan û ya Keskan de ye. Ji lewre her du rêxistinên mezin divêt li gel wan têkevin bazarê. Jê bêtir, dadgeha bilind carine maf heye xwe têkiliye karê hukûmetê bike, heke hemwelatiyek, yan komeke ji hemwelatiyan, li dij biryarke hukûmatî derkeve.

Ev hemî li aliyekî, di van demên dawîn de, li dû ku bidestxistina penabertiya siyasî dijwar bû û li dû ku welatên rojavayî bi encama zêdebûna hejmara penaxwazan pejirandina wan dijwartir kirin, egerine nûşêwe ji bo daxwaza penabertiyê hatin holê, wek guhertina olê, pirsên xwe bi namûsê ve girê didin, homoseksueltî û hinên din. Wek nimûne, di van demên dawîn de mirovine mafê penabertiyê li Australya daxwaz kirin li ser bingeha ku ew berê muslimanên şî-î bûne û dû re bûne behaî, yan berê musilman bûne û dû re bûne bûdî... û ji lewre jiyana wan li welatên wan di tehlûkeyê de ye, bi gotina wan, û bi encamê li gor qanûnên navneteweyî wan maf heye mafê pannabertiyê bi dest xin. Li welatine rojavayî, li milê din, hejmareke ji jinan daxwaza penabetiyê kirin ji ber ku bi du canan in, yanê hamîle ne; çimkî keçên ku li welatên wan nezewicîbin û bi zaro bibin dihên kujtin. Ji bo Kurdan jî egerên nû hene. Wek nimûne, berê hema-hema hemî Kurdên başûr, her weha kesine nekurd ku xwe wek “kurd” didan nasîn, li gor hinan, mafê penabertiyê bi encama stemkariya recîma Seddam Husên dixwaztin. Nuha ku beşekî mezin ji herêmên kurdî di dest Kurdan bi xwe de ye welatên rojavayî vê yekê wek astengeke li pêş penaxwazan bi kar dihînin. Bi encamê hejmareke ji penaxwazan egerên nû bi kar dihînin, wek “reva ji ber gef û stemkariya partiyên kurdî bi xwe,” yan Îslamiyên rêhişk, bi gotina wan.

Bivêt-nevêt pirsa penaxwaziyê di nav çend salên borîn de bû egera afirandina kirîzên neteweyî û navneteweyî. Wisa diyar e, çiqa welatên rojavayî, Australya jî di nav de, astengan li pêş penaxwazan zêde bikin jî, ew ê nikaribin deriyên xwe bi tevahî li pêş wan bigirin, penaxwaz qanûnî dibin yan neqanûnî, bi taybetî nuha ku qaçaxcîkirina bi wan ketiye dest mafya û diravên jê dihên ji yên qaçaxîkirina bi narkotîkê bêtir in.

Eger çi dibin jî, her mirovekî maf heye ku ji bo xwe jiyaneke baştir hêvî bike. Hinek ji van mirovan, bi taybetî yên “zîrek” ji wan, û hinên ku pere û fersend di dest de hene dê her tiştê ji dest wan dihêt bikin da ku xwe bigihînin welatekî ku bi dîtina wan ê paşerojeke bi bextewerî ji bo wan û zarokên wan misoger bike. Dîtinên wan di cîh de dibin, yan na, ew tiştekî din e. Li gor wan, li welatên wan bi xwe hêviya bidestxistina jyaneke baştir nemaye. Eger siyasî dibin, nakokî û lihevdan dibin, şexsî û ezotî dibin, yan belengazî û perînşantî dibin, bi milyonan mirovên li welatine Asya, Afrîka û Emerîkaya Latînî xwediyên xewnekê ne ku xwe bigihînin welatekî ewropayî, DYE, Keneda yan Australya. Wisa diyar e ta ku bêhêvîtî li welatên belengaz, nedemokrat, yan bindest hebe dawiya penaxwazan ê nahêt.

Belkî dem êdî hatibe ku welatên dewlemend alîkariya yên belengaz bikin, bi hêviya ku li wan welatan hêvî geş bibe; yan alîkariya wan welatan bikin ku demokrasî û aştî di wan de nîne. Lê gotin hêsan û kirin dijwar e. Dijwarî ne tenê ji aliyê welatên dewlemend de ye, wekî ku gellek kes bawer in. Ma gelo guherandina mentalîte û siyaseta welatekî wek Îraqê hêsan e? Ma gelo ji welatên perîşan û belengaz û stemkar û nedemokrat kî maf bide welatên biyanî ku guhertinên hindirî ji wan bixwazin? (Hele em nuha tew behsa pirsên wek zînayê, fetwayên olî û mafên hemoseksuelên nêr û mê nekin). Ji bo çêtirkirina rewşa aloz ya li gellek welatên belengaz, paşvemayî, stemkar, yan nedmokrat guherandina tevahiya siyaset û qanûnên cîhanî û navneteweyî pêwîst e, her weha guherandina mentalîte û lênerîna ramyarî li nik kesan, civatan û dewletan. Bi gotineke din, wisa diyar e ku kêşeyên xwe bi penabertî û penaxwaziyê ve girê didin ê bidomînin. Lê pirsa grîng ku îroj dihête pêş çavan ev e: Gelo ta kengê qanûn û zagonên mirovahî yên di derbarê penaberan de dê li welatên rojavayî zindî bimînin, heke hejmara penaxwazan danekeve?

(8/2002)

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1