MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Meşal Temo: Bijî wisa serkeftin!
Şahînê Bekirê Soreklî: Serhevdeya serê Emerîka
Adar Jiyan: Takekes û jiyan
Serhat Ronahî: 25 sal Windows
Aram Dihokî: Pêngavên bizavek yekgirtî
Şahînê Bekirê Soreklî: Penaxwazî û qanûnên mirovahî


TAKEKES Û CIVAK

ADAR JIYAN: [email protected]

Mirov, digel heyineke ruhber û aqilmend, heyineke komelayetî û civakî ye jî. Hin rewşên awarte ne têde, tu mirov nikare li derveyê civakê tevbigere an bi tena serê xwe bijî û hebûna xwe bidomîne. Dîsa tu mirovê/a xwedî hiş û raman nikare bibêje “ez têra xwe heme” an “pêdiviya min bi tu pêwendiyên mirovî nîn e.” Heke tiştekî wisa hebe jî ne rast e; çimkî ev nêrîn, nêrineke bêvac û deremantiqî ye.

Di jiyana mirov a komelayetî de, peywendiya navbera takekes û civakê tiştekî xwezayî û çarenîn e. Belê ev têkilî her carê bi awayekî xwe dide der. Çendî ku hewcedariya takekes bi civakê heye, hewcedariya civakê jî ewqa bi takekek heye. Lewma divê pêdiviyên civakî li ne ser hîmê berjewendiyên hin kesên bijarte û desthilatdar; divê li gora sûd û fêdeya takekes û civakê bête danîn . Di bingeha pêwendiyên takekes û civakê de hebûna perjewendiyên takekes û civakê tiştekî asayî ye. Belê çawa ku takekes her gav pêdiviyên xwe dispêre pêwendiyên civakê, divê civak jî takekes tenê li gora berjewendiyên hin kesan nede xebitandin. Di pêwendiyên civakî de beramberiya perjewendiyên takekes û civakê tiştekî asayî ye. Bi awayekî din, çawa ku mirov nikare bibêje têkiliyên takekes û civakê li ser riknê perjewendperestiyê hatiye danîn; mirov nikare bibêje hemû têkilyên takekes û civakê bi tevayî ji vê yekê bêrî ye jî. Bi rastî civak û takekes her gav hev û din temam dikin. Ango, ne civak dikare bê takekes hebûna xwe bidomîne û ne jî takekes dikare li derveyê civakê li gora dilê xwe jiyaneke birêkûpêk pêk bîne. Belê rewş û çawaniya civakê her gav bi hev û din ve girêdayî ye. Takekesên kemilî rê li ber civakên têkûz û şareza vedikin; her wiha civakên azad û şareza jî, kesayetiyên pêşverû û bêhempa diwelidînin.

Di her warê jiyanê de takekes û civak bi hev re dijîn. Pêwendiyên takekes û civakê, ji rêzgirtinê û hezkirinê bigirin heta dexisandinê; ji kirîn û firotinê bigirin heta danûstandinê ; ji silavdan û hevmerhebakirinê bigirin heta hevpîrozkirin û hevşermezarkirinê; ji hevparastinê bigirin heta pevçûn û hevkûştinê; ji alîkariyê bigirin heta fedakariyê... û hwd. bi her awayî didome. Carekê, di navbera hemû mirovên dinê de peywendiyeke beramber heye. Pêkan e ku tevê mirovan bi awayekî mirovane li hev bikin bê şer û qewxe; hem li ser welatê xwe û hem jî li ser rûyê dinê aştiyê pêk bînin û bi hev re bijîn. Çimkî, mirovên dinê, heman xwezayê, heman roj û hewayê û heman erdzemînê parve dikin. Bidestxistina vê yekê rasterê girêdayî pêwendiyên takekes û civakî yên tekûz û kemilî ye. Ev bar jî dikeve ser milê mirovên şareza û pêşketî .

Bêgûman hest û ramanên mirovane yên herî çê, her gav li ser hîmê fedakariyê bilind dibin. Belê mixabin ne pêkane ku mirov bibêje têkiliyên takekes û civakê yên îroyîn bi vî awayî didomin. Wekî mînak: Mîrov nikare behsa hebûna hezkirin an alîkariyeke bêgerew bike. Bi heman awayî qencîtî û lêxwedîderketineke bêgerew jî ewqa ne pêkan e. Ji ber “qencîtî” û “fedakarî” derî menfeetperestiyê ye, mirov zêde nêzîkî vê yekê nabin, berevajî wê her ku tê jê direvin û bi dûr dikevin.

Pêwendiyên takekes û civakê îro ro li gora perjewendiyên kesane û menfeetperestiyê pêk tên. Her çend ku mirov nikare bibêje hemû mirovên dinê, bi menfeetperestî nêzîkî hevûdin dibin jî dîsa bi gelemperî têkiliyên takekes û civakê li ser hîmê berjewndperestiyê hatine danîn. Berjendiyên kesane li aliyekî têkiliyên mirov û civakê hemû li gora pêdiviyên rojane dirûv digirin.

Pêwendiyên mirovan ên îroyîn li gora hin feraset û azîneyên bingehîn têne danîn. Çewtî û rastiya wan li aliyekî, mirov dikare wan bi vî awayî bine zimên:

1. Her mirov ji bo ku pediviyên xwe yên rojane pêk bîne, xwe dispêre hêzekê. Her wiha çavsorî gefxurî û zordestiyên ku ji destê wî/ê tên bi saya wê hêzê pêk tîne. Hemû têkiliyên wî/ê li gora vê ferasetê teşe digire. Ev azîneyeke hovane û dûrî şarezahiyê ye. Yên ku rêz û hurmetê nadin mirov û dixwazin ku her gav mafên mirovan binpê bikin, di vê (katagoriyê) komê de cî digirin.

2. Ji bo ku daxwazin xwe pêk bînin, parsê dikin ango xwe dikin parsekên têkiliyan. Bi lavayî û bergeriyan ji mirovan rêzgirtin û hezkirinê dixwazin. Ev jî azîneyeke xwespêr û heşifî ye. Mirovên ku vê azineyê bi kar tînin, bi feraseta ku “ez bi tu awayî mafê xwe ji tu kesî naxwazim û ez tucar mirovan nalebikînim. Li hemberî vê qenciya min , divê hûn jî qenciyekê bi min bikin” Heke hûn min zêde ne êşînin dê baştir be” tev digerin. Kesên ku di civakê de hebûn û nebûna wan ne diyar e dikevin vê katagoriyê. Yên ku xisar ji wan nayê belê qet tu fêde jî ji wan nayê, ev in.

3. Ji bo ku daxwazên xwe pêk bînin, bi riya danûstandinê dikevin nava têkiliyan. Ev mirovan jî li hember xwestek, daxwaz û pêdiviyên xwe, daxwaz û pêdiviyên mirovan bi cî tînin. Tucar bê berjewendî û menfeet tev nagerin. Berî ku bi mirovan re têkiliyê daynin , di kar û xisara xwe de difikirin. An jî di bi mebesta “çiqasî fêde an jî çiqasî xisar li min bibe” tevdigerin. Ên ku di kevin vê katagoriyê, bi giranî kesên perjewendperest, egosantrîk û ezperest in.

4. Ji bo ku şadanî, aramî û geşdariya mirov û mirovahiyê pêk were bi mirovan re têkiliyê datînin. Ew kesan, tucar di berjewendiyên xwe yên kesane de nafikirin. Bi fedakarî tevdigerin. Armanca wan alikariyeke bê menfeet û bêgerew e. Xerabî ne karê wan e. Tenê li qenciyê digerin. Zêde tu alîkariyê jî naxwazin. Ew, her gav berjewendiyê gel, civak û mirovahiyê di ser berjewendiyên xwe yên kesane re digirin. Armanca wan serkeftin, serfirazî û şarezahiya gel, civak û mirovahiyê ye. Çendî ku hejmara wan kêm be jî yên mêrxas, wêrek, fedakar, mirovhez, aştîxwaz û têkoşer di vê kategoyê de cî digirin.

Bêgûman daxwaza her mirovî/ê ew e ku di civakeke hêmîn, şadîman, aştîbûyî û lihev de bijî. Belê ne mimkun e ku hergav ev daxwaza mirov were cî an jiyan li gora dilê mirov pêk were. Divê mirov têkiliyên xwe li ser hîmê fedekarî û qenciyê dayne merc û derfetên xwe ji bo jiyaneke azad, aram û bextewar seferber bike. Heta mebest û feraseta mirovan li ser hîmê rastî û duristiyê neyê danîn û mirov bi hestên aştiyane tevnegerin, zêde ne mimkun e ku tu pêwendiyên li hev, azad û aştiyane pêk werin. Û heta ku takekes û civak jî pêwendiyên xwe li gora wekhevîyeksanî, hezkirin û rêzdayinê daneynin ne mimkun e ku aştî û azadî bibe para mirov û mirovahiyê.

Carekê, mirov bixwaze-nexwaze her gav di nav têkiliyeke civakî de dijî û hebûna xwe didomîne. Madem ku li ser rûyê vê erdê dijîn hemû mirov bêgavin ku hev û din re nav têkiliyeke germ û jidil de bin û pêywendiyên xwe bi awayekî erênî bidomînin. Çimkî rêya jiyan û cîhaneke aştiyane û jiyaneke lihev di têkiliyên şareza û mirovî re derbas dibe.

Her çend ku takekes û civak yekser bi hev re di têkiliyê de bin jî hin caran ev têkilî dikevin xwe ji civakê bi dur dixin û ji bo ku bi tena serê xwe bijî. wan ji hev û din sar dibe û . Ji ber ku mirov heyineke civakî û gerdûnî ye, ew bêgav e ji dorhêla xwe ya nêzîk ber bi dorhêla xwe dûr ve têkiliyên xwe xurtir û duristir bike. Têkiliyên mirovan ji malbatê dest pê dike. Peyre tevlî malabata xwe bi gel û civakê re pêşve diçe. Têkiliyên gel û civakan rasterê bi herêm Bo wê mirov hemû bi awayekî di nav têkiliyeke hevpar de ne û nikarin xwe ji vê têkiliyê qut bikin.

Qe nebe têkiliya her mirovî/ê bi xwezayê re heye. Nirxê mirovan yê herî girînng û hevbeş xweza ye. Hemu mirov wekî niştecihên heman gerstêrkê, di bin tirêjên rojê û sîwana ezmên de bi hev re dijîn. Çend kesên, serdest , kedxwar û şerûd ne tê de, hemû mirov xwîşk û bira ne. Netewe, ol, nîjad û zayenda mirovan çi dibe bila bibe bêgavên ku li hev bikin û bi hev re bijîn.

Sûketin, xeydandin, şer û pevçûnên navbera mirovan ne tiştekî jênager an rêbazeke neguherbar ya civakî ye. Di bingeha van tiştan de perjewendiyên çend kesên/hêzên mêtinger heye. Bo mirovan karesata herî mezin çavbirçîtî û mêtingerî ye. Mixabin, mêtingerî îro wekî hêzeke diyarker rola xwe dileyize. Û dîsa mixabin têkiliyên navbera mirovan jî ji aliyê vê hêza bêxêr, bêkêr, bêsicn û xêrnexwaz de teşe digire. Belê dîsa jî mirov dikarin bi hev re têkiliyên germ deynin û bi rêxistin, rêzgirtin û piştevanî tev bigerin. Bi vî awayî dikarin vê pergala yekalî li alî bikin û bo cîhaneke serbixwe, azad û hevpar diyarî diwarojê û mirovahiyê bikin.

Têkiliya mirov ya herî girîng û watedar, têkiliya wî/ê ya bi xwe re ye. Carekê, divê ku mirov bi xwe re têkeve têkiliyeke erênî û bi xwe re li hev be. Peyre têkiliyê bi derdor, civak û cîhanê re deyne. Divê alavên têkiliyê yên ku mirov di dest xwe de digirin bi awayekî sûdewar û erênî bixebitînin. Bêgûman alavên têkiliyê, di heman demê de alavên hilberînê ne jî. Divê mirov van alavan, ne ji bo şer û pevçûnê; bo aştî, yeksanî û şarezahiyê bikar bînin. Di derbarê vê yekê de perwerdekar û mirovhezê navdar Leo Buscalýa dibêje “ Bo ku hûn wêneyekî çê bikin, alavên we hene. Hûn dikarin bi wan alavan hem wêneyê dojehekê hem jî wêneyê bihuştekê çê bikin. Ew di destê we de ye. “ Rast e mirov dikarin alavên hilberîne hem bo cîhaneke dojehî, hem jî bo cîhaneke bihuştî bikar bînin. Çendî ku alavên hilberîne di destê serdest û kedxwaran de bin jî, mirov dikarin bi alavên ku di destê wan de ne, di riya avakirina bihuştekê de bikar bînin. Ango, li şûna ku mirov cihanê le hev bikin dojeh; edikarin jiyanê li hev û din bikin bihuşt û bi hev re tê de rûnin û bi hev şa bibin.

Mirov dikarin çi bikin ?

Mirov dikarin pêşî bi xwe re paşê bi malbat, xizm, cîran, dost û hevalên xwe re li hev bin û li dijî neqenc û dilxeraban bibin yek û li dijî dijminê mirovahiyê rawestin. Mirov dikarin, berjewendiyên xwe yên biçûk û kesane fedayî yên mezin û yên mirovahiyê bikin. Mirov dikarin bi hev re bikenin û ji dil silavê li hev bikin. Mirov dikarin di her warî de, li gora merc û derfetên xwe alîkariya hev bikin. Mirov dikarin, ji xeynî kedxawaran bi hemû mirovan re bidin û bistînin. Mirov dikarin ji bilî radest û mijokdaran, ji hemû mirovan hez bikin. Mirov dikarin li hev guh bidêrin. Mirov dikarin, çendî ku ne pejirînin jî rêzê ji ol, bawerî û fikr û ramanên hevûdin re bigirin û hev û din baristan (tehemûl) bikin. Mirov dikarin her gav li şûna nehêniyan, cara caran erêniyên hevûdin jî bibînin. Dîsa mirov dikarin, hevûdin bi pesinînin... û mirov dikarin gelek tiştên din yên baş jî bikin.

Mirov dikarin çi nekin ?

Mirov dikarin hevûdin nekujin. Mirov dikarin hevûdin neêşînin. Mirov dikarin dilê hev nehêlin û hevûdin nexeyidînin. Mirov dikarin paşgotina hevûdin nekin. Mirov dikarin li ser tiştekî beredayî ji hevûdin nedexisin. Mirov dikarin derew û durûtiyan nekin. Mirov dikarin xwe di ser hev re nebînin. Mirov dikarin hevûdin biçûk nebînin. Mirov dikarin hevûdin zivêr nekin. Mirov dikarin qeşmeriyên xwe bi hevûdin nekin. Mirov dikarin neheqiyê li hevûdin nekin. Mirov dikarin fesadiya hevûdin nekin Mirov dikarin bêbextiyê li hevûdin nekin.... û mirov dikarin gelek tiştên din yên xirab jî nekin.

Îcar bo ku mirov diakaribin van tiştan bikin nekin, divê xwediyê bîrdoz, raman û feraseteke tekûz, zanistî û mirovî be. Ev yek jî pêjinkarî hestiyarî û fedakariyê dixwaze.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1