MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Meşal Temo: Bijî wisa serkeftin!
Şahînê Bekirê Soreklî: Serhevdeya serê Emerîka
Adar Jiyan: Takekes û jiyan
Serhat Ronahî: 25 sal Windows
Aram Dihokî: Pêngavên bizavek yekgirtî
Şahînê Bekirê Soreklî: Penaxwazî û qanûnên mirovahî


Çima pêngavên bizaveka yekgirtî ya seranserî bo rizgarkirina Kurdistanê heta niho nehatine havêtin?

Aram Dihokî

Ev dêrên wek pirsyar li serî hatine kirin, yan jî carina wek xeyal û hizir, çi ez yan her kesek Kurd ji xwe diket. Erê gelo eger û sedem çi ne ku heta niha Kurda bîr nekiriye li vê çendê, yan eger hat bit kirin wek pêtivî û pêwîst nehatiye kirin û ji Kurd milê xwe daye ber vê çendê.

Wek diyar û ron du egerên serekî hene, ke her êk ya dî timam diket. Egera wek heta niha Kurd çavtirsiyayî bû ku daxwazkirina azadbûna Kurdistanê bi bizaveka êkigirtî. Helbet zêdetir egera derve ye, çimkî her bizaveka yan her parteka Kurdî vê daxwazê biket bi her aydulujî* bit. Em dikarin bêjin ku ew part yan layen dê dinyayê hemiyê li xwe kete dijmin, bi taybet ew welatên Kurdistan dagir kirine wek Turkiya, Iran, Surya û Iraq. Helbet ji bilî ku welatên Ewropa û Emrîka ke ew ji bi rengeke diyar dijî vê bîrkirinê ne.

Welatên Kurdistan dagir kirî bi vê êkê ne razî ne, çimkî axa Kurdistanê bi milkê xwe diniyasin û bo wan kevnî û dîroka dêrîn ne giring e. Ya ew bawer dikin ew e ku qirinê çûyî bi rêkeka edaleteka nêvnetewî tixûb lêk vekirî ne û çi heq û hiqûq kesê nehatine xwarin.

Helbet welatên rojava, bi taybet Emrîka hevalînî û dostaniya wan li ser binyatê parastina berjewendiyên xwe ye. Ya ron e ku peywendiya xwe di gel welatan hemiya têk nadin daku Kurd azad bibin. Ew rengê peywendiya Emrîka peyda kirine, pewendiyeka mukim e û berjewndyen wan têne parastin wek gulekê, belki çi car Kurd neşên wê bikin ya ku hindek ji welatên navçê bo dikin.

Vêca bi vî awayî her bizaveka Kurdî rabit bi hilgirtina diruşmê azadiya Kurdistanê, pê nevêt ku de berûbiyava lê teng kin û berê wê din xirabiya yan heta digehine qonaxa gunehbarkirine bi terorê be, evca ne giring e ev parte çi îdeolojî (aydûlûjî) heye ( Demokratîk, Komunîst, Ayînî, Millî, Maoyî… hd). Bi her hal diruşmê azadiyê nahêt qebûlkirin.

Egera duwê egera navxweyî ye. Pênevêt ger ev pêngave bêt avetên, ya ji hemiya fertir (giringtir) û baştir ewe ku partêt siyasi hest bi vê êkê bikin û kongireka netewî bêt girêdan û bi hevkariya hemîn, bizava êkgirtî ya rigariya Kurdistanê peyda bibit ji şiyan û hezên hemi layen (alî) û parça. Daku kêşa Kurdî bête li qelem dan wek pirseka nêvnetewî û pitir bête ber behs û xeberan. Lê pirsyar eve ye bo çi partêt Kurdî nevên vê pêngavê biavêjin?

Ya ron e çi partên Kurdî ne amade ne desta ji parta xwe berdin û xwe demic ken di gel bizava mezin a rizgarîxwaza Kurdî. Helbet mesele li vêrê mesela kursîkê ye, rastgob in di gel xwe ka gelo ew kijan rêberê Kurd amade ye serokatiya xwe bi cih bihelit. Ev e arêşek here mezin e di nav rêzên part u komela milletê me da.

Ev reftare çi xweya diket, wesan diyar dibit ku hebûna û mana part û destelata zor giringtir e ji mesela peydabûna bîrek millî di nav Kurdan da. Rast e Kurd daxwaza Kurdistanê dikin lê ne bi rengeke bîreka millî, belkî li ser binyatek hizbîperêsî yan heta radayekî em dişên bêjîn li ser binyatek nîvnavçeyî yan parçeparçeyî û xizmayetî û eşîrî lewan em dikarin bêjin heşta bizava Kurdî rûyê bizava millî ya Kurdî maç nekiriye.

Bi peydanebûna vê bîrkirinê dibite egera sivikbûna kêşa me li cem hemî welatên dinyayê. Pê nevêt dinya dê wek xwe ket û dê berdewam hez ket ku berjewendiyên xwe biparêzit, dibit bi sedan salên dî jî ne Emrika û ne welatên rojava di gel kêşa rizgarbûn me nebit. Erê gelo divêt her em bi vî awayî xebat û daxwazên xwe bibîne serî.

Dinya û Kurd ji rastiyekê dizanin derbareyî heqê Kurda, ew jî ew e ku kurd ne Erebin, ne Faris ne jî Turk in. Xweya ye ku Kurd milletek cida ne ke bi dirêjiya dirîke xwidan ax, çande û zimane xwe ne ku cida ne ji van milletên dorber. Li vêrê diyar dibit ku Kurdan heqekê şer’î û qanûnî heye ku daxwaza serxwebûna xwe biken.

Bo bi destveînana vê bizavê ji sê pêngava dest pê biket. Bi baweriya min hemî pêngav ji me Kurdan divêt dest pê bikin:

  • Kurd divêt qeydên tirsa daxwazkirina rizgarkirina Kurdistanê bişkênin û divêt bigehine wê rastiyê ku eve mafê me ye û divêt baweriyeka mikum me bidestveanîna van mafan hebit.

  • Fer e (giring e) li ser milletê me her çi zûtir xwe bigehînin peydakirina bîra millî û xwe bişon ji hemî bîr û bocûnên parçeyî û navçeyû û eşîrî.

  • Partên siyasî yên Kurdî fer e xwe li ber hevdu bişkênin û bên xwar ji ser rikên xwe, ji bo pêxemeta avakirina bizava êkgirtî ya Kurdî. Herwesa divêt xweya bit bo berpirs û partên Kurdî ku parastina text û kursîkê bi hîç rengekî xizmeta gelê wan naket. Ji bilî duberkiyê u jêkcidabûnê bo me çê naket, ke ew jî derdeseriyeka me ye ya kuşinde û dêrîn e.
  • Serbora bizavên dinyayê aşkera kiriye, ku hîç milletek bi cida cidayê ne gehiştiye azadiya welatê xwe. Dijminên serxwebûnê hemî çax û zemanan hebûne, derman jî hemî deman êkgirtin bûye. Kurd ji hemî êkbirin bo vê çendê, di gel hemî dinyayê vê êkê dibêjin:
    ( Kurda heta niha çi bi çi ne kiriye çimki çi dema êk nebûne ).

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem
    Arşîva Cegerxwîn?


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1