Dema êvar bûbû şev
û xewê rûyê erdê niximandibû,
ji nav nivînên xwe derketim
û çûm perava deryayê
û ji xwe re dipeyivîm:
- Derya ti car nanive
loma ew xemrevîn e
bo giyanê bêxew.
Dema giham peravê,
mij êdî daketibû
ji gupikên çiyayan
û erd diniximand mîna rûpoşekê
ya rûyê keçzeriyan bedew dike.
Li wir mam û min li pêlan dinerî,
guhdarî dengê wan bûm
û li ser hêza di wan de veşartî diponijîm
- li ser wê hêzê ku di bahozan de dilive,
bi çiyayên agirîn re belav dibe,
di gulan re dibişire
û di çem û robaran de bi xumxum û lemelem e.
Piştî bîskekê li xwe zivirîm
û min dît ku sê kes
li ser zinarê li rex min rûniştî bûn
û mijê ew perde kiribûn
lê dîsan jî ew nediniximandin.
Hêdîka min ber bi wê tehtê ve gav avêtin
mîna ku hêzek nenas
min ber bi wir de bibe.
Çend gavan ji wan dûr rawestîm
û min fekir wan
çimkî li wî cihî tiştek sihirbazane hebû
ku daxwaza min asteng dikir
û çeng û bask didan aşop û xeyalên min.
Tavil yê pêşîn ji wan rabû
û mîna ku ji kûratiya deryayan be peyivî
û got:
- Jiyan bê evîn mîna dara
bê gul û bê fêkî ye.
Û evîn bê bedewî mîna gulên
bê bêhn û fêkiyên bê tov e.
Jiyan, evîn û bedewî
sê beşên serbixwe
yên kesatiya azad û bêtixûb in.
Wî wiha got û li ciyê xwe rûnişt.
Piştî wî yê duyem rabû
û bi dengek ji hurmîna avê got:
- Jiyan bê serhildan mîna
demsalên bê bihar e.
Û serhildan bê dadperwerî mîna
bihara li beyaristanê ye.
Jiyan, serhildan û dadperwerî
sê beşên serbixwe yên kesatiyê ne
û ew ne dikarin bên guherandin û ne jî veqetandin.
Wî jî wiha got û li ciyê xwe rûnişt.
Yê sêyem rabû ser xwe û dengê wî
mîna birûskê bi gurmîn bû
dema wî got:
- Jiyan bê azadî mîna
leşê bê ruh e.
Û azadî bê raman
mîna dilek matmayî ye.
Jiyan, azadî û raman
sê beşên serbixwe yên kesatiya herherî ne
û ew ne diruxin û ne jî wenda dibin.
Paşî ew her sê rabûn
û wan bi dengek bihêz û bibandor got:
- Evîn û hemî encamên wê,
serhildan û hemî akamên wê,
azadî û hemî rûvedanên wê
sêpêkiya Yezdan in
û Yezdan canê ebedî yê
cîhana bitixûb û têgihbar e.
Piştî van gotinan bû bêdengek
ku bi pirpirîna çeng û baskên nedîtbar
û bi liv û lebatên afirandiyên ron dagirtî bû.
Min çavên xwe miçandin û min bihîst
ka çawa wan gotinan di guhên min de deng vedida.
Ku min çavên xwe vekirin, min tenê derya dît,
deryaya bi mijê niximî.
Min xwe nêztirî zinar kir lê
min tenê xîçek dûkêlî dît
ku ber bi esman ve hildiket.