Awazên serberdayî xewnên me kedî kirin îşev
Li kolanên xewle sofiyan temenê xwe şûştin
kurmên xwîndar vemaliştin xezeba bê
Minminîkan xwe kuştin.
Dayika çar zaroka
Çar cara da ber hêlma xwe gul
Çil cara xwe avêt ber bextê felekê
Her mirin derket di remildanka wê de.
Evîndarên bejnrîhan
Di nameyan de rastî bêjeyên rûreş hatin
Silavên hogirî xurifîn
Jinên hamle beravêtin.
Rewş wisa ye niha li vî welatê jar
Roj diqerise, deng jehrdadayî,
Di awêneyên reş û spî de
mala minê...
havîn; hêvî lê westiya yî.