Bêguman mirov nikare hunera kesên wekî Îsa Berwarî bi çend hevokan bîne zimên. Di lîteratûra stranbêjî û kilambêjiya başûrê Kurdistanê de, bi taybetî jî li herêma Behdînan, li bajarên wekî Dihok, Musil û Zaxoyê rol û girîngiya Îsa Berwariyê dengzêrîn û awazxweş, zelal û berbiçav e.
Îsa Berwarî di sala 1933'yan de li gundekî nêzîkî şarê Mûsilê ji dayik bû û niha jî jiyana xwe li Mûsilê dewam dike. Wî bi taybetî bi tomarkirina kasetên xwe yên bi Mihemed Arifê Cizrawî û Eyşe Şan re di nava kurdên bakurê Kurdistanê de, cihekî taybet girtiye.
Wekî agahiyeke dawîn jî mirov dikare bibêje mala îsa Berwarî ku li Mûsilê bû bi xwe, ji bo tomarkirina stranbêjiya kurdî wargehekî pîroz bû di dema xwe de.
De biqedimin ser çend destegul ji kilamên ku îsa Berwarî di qewan û kasetan de gotiye...
Yar Gicilokê
Yar gicilokê gicilokê
Yar gicilokê baranê
Yar gicilokêm bihar e
Yar gicilokê baran e
Yar gicilokêm bihar e
Can gicilokêm bihar e
Dest qotî li belgê dara
Yar gicilokê baran e
Xew xweş e ligel yara
Yar gicilokê baran e
Yar gicilokê payîz e
Yar gicilokê w baran e
Can gicilokêm payîz e
Yar gicilokê baran e
Te qotî ji belgê gûze
Yar gicilokê w baran e
Zef xweş e ligel qîz e
Can gicilokê w baran e
Yar gicilokêm bihar e
Yar gicilokê baran e
Yar gicilokêm bihar e
Can gicilokêm bihar e
Hesenan û Heyderan
Hayê hayê hayê wayê
Dê can wayê wayê wayê
Guhê xwe bidine qendan û belayê
Vê dinyayê
Ne heyf û mixabin e
Ku heft mêr bêne kuştin
Serat û çine tiştek tune
Tiştekî serad kayê
Heft mêr bêne kuştin
Serat û çine tiştek tune
Tiştekî serad kayê
Hê kes ji yekî razî nebûye
Hesenan û Heyderan sond dixwin
Bi Qûran û telaq û
Bi încîl û bi Zebûr û bi Tewratê
Heyfa min tê wê pozê reş vê erdê biqelînin
Maqûlo dayê vê dinyayê hayê hoo....
De hêêê maqûlo hayê li vê dinyayê
Bêje hayê hayê hayê
Piştî Reşoyê Evdêl
Bila nemînim li dinyayê
Were kurê Yuxenê file
Min got de Reşo
Mîrê mino Reşo
Axayê mino Reşo
Berê xwe bidê
Girê Girzenginê
Girekî pan e
Leşkerê Heyderan û Hesenan
Hatine dorê dane
Gulê Marûmê
Gulê Marûmê çavbelekê
Haêêê haêêê
Lo lo te nabînim
Dê îca keçê gulê malxirabê
Pane ne kaxez e ne mektûb e....oy
Way way gulo
Lo lo wez nexînim
Inca gelî hogiran û hevalan
Bila bê lome bî.oy
Oy ji derdê Gulî ay ay.
Lê lê Gulî.
Bêje wele tavila tavil ay ay ay.
Her welato.ay
Bêje piştî te ne soz e lo lo..
Lo lo lo ne qeniyato
Way way.
Erge talihê min û gula
Min ê şînvekirî ho ho
Lo gawir hato
Erge talihê min û gula
Min ê şînvekirî ho ho
Lo gawir hato
Bêje gula min a çiya bilind in..
Wey wey gulê way way ay
Lo berfê sipî kir.......
Birehîmê Mistê
Dê le Hamûdo birano
Rizgan nifa mamo
Mihemed Elî temam di rêzê de man
Reş ava bo
Birehîmê Mistê di van çaxan
Dikuliyaho
Reysê kozika dizanibû
Qesasê serê Romiyano
Şevgerê şevê yo
Qesasê serê Romiyano
Şevgerê şevê yo
Qaçaxê dora siyo
Tu rabe elbekî ji
Elbê mecîdiyayo
Sibe ye ji kura dilê mir re
Bavo sibe nabî
Şevekî siwarê mala bavê min
Ketine înada hev
Kes ji wan ji înada xwe
Peya nabin
Esmera min
Esmera minê bê dînê
Bê sûcê bê qerarê
Ji destê felekê
Ez hatim bûme şivanê
Mala babê te jî
Malxerabê tu xwedî pezî
Ez jî şivan im
Ezê pezê mala babê te diçêrînim
Minê terka heval û hogirê xwe jî kirî
Kul û derdê dilê min pir in
Kul û derdê dilê min tu car vala nabin
Heta ez te nebînim
Esmerê vê sibê digotî kuro
Gotî kuro bê sûco
Bê qewlo bê qeraro
Fayde nîne fayde nake
Tu wê bera xwe bidê
Wê derê sê kanî ne
Berê xwe bidê her sê dirêj in
Lê Dayê
Lê dayê sibe ye ji kula
Dilê min û te re
Hoy hoy bayê sar tê
Hoy hoy hoy
Sibe ye ji kula dilê
Min û te re bayê sar tê
Minê bera xwe dabû
Ku termê babê Emê
Ji Şamê tê
Girê dabû ji şirîtê
Heyla min porkurê
Ber bi mal tê
Çawanê termê babê Emê
Girê dabûn darê darşirîtê
Heyla min porkurê
Ber bi mal tên
Termê wî xweşmêrî
Danîn li eywanê
Miê destê xwe birî
Bedenê wî gerandibû
Xwîna sar tê
Zozan
Keçê dînê Zozaniyê
Te cerg û hinaw li min belav kir
Dilê min helandî mal xerabê
Heta kengê malxerabê
Ezê rûnim le hêviyê
Xwezî ji xêr û mirazê Xwedê re
Mirazê me hasil bûba
Ez bûbûma malxê
Tu jî kebaniyê
Zozan Zozan ay Zozaniyê
Zozanên jorî bîst û sê ne
Bîst û sê ne
Keçê dînê reş dînê
Keçê dînê reş dînê
Reben dînê reş dînê
Keçê dînê reş dînê
Reben dînê reş dînê
Bejna xwe veşêrîne
Bejna xwe veşêrîne
Heger rojê nebînim
Bêlome bit ne dîn im