Navê wî yê tekûz Danyêl îshaq 'Hey e, ew li bajarê Koyê hat cîhanê. Wek ew ji min re got ku ew 14-salî bû dema 1951´ê gehişt îsraîlê, "anku bûna wî 1937 bû". Babê wî bazirganekî pir xweşpergal bû, ji lew re gelek stiranbêj di mala wan de distirîn, wek stiranbêjê navdar Tahir Tewfîqî û y.d. Ew di biçûkatiya xwe de gelek stiranên kurdî yên resen ji binemala xwe û hem jî ji hevalên xwe fêr bûn. Min heyrana "Erê gurê" du caran nivîsî û li pey texmîna min kêmasî jî têde gelek in, wesan cara siyê jî min tomar kir, lê dîsan kêmasî hene û carina peyvên heyranê ji bîra wî diçûn.
1- Hewa: Hicaz
Of, le gulê, le soregulê, le narincê, le tirincê, le lîmoyê
Mala min mala babî min ey hawar, wey be 'am şir'î xoyan debirdewe kin pîreşewbayê
Pîreşewbayê marwêran debêjê: Eger emin bizanim çi şir'ian bizanim, çi herfan lêk bidem ştaqman bew xarey nîne ke wetanî le sûretî Leylayê
Ay le min way
Of, emin na wêrim deng û sedayê xerîbemarwêranê xom herînim, le tirsî bejneka birind û du çawê berek bibêtewe metirsî û hawar û xefret e
Ay eman, ay eman, ax kiçê babim, kur debêjê: Memkê ew babanwêraney le bo min bimênê, be wan fincan û fexfûryan ke wetanî le dîwanxanekan pêy dexonewe qawe le ger herame-şerbet e
...
Ay le min way
Of, emin be gerekî jêrî da deçmewe xwarê, le 'amî der û cîranan depirsim daxwa şew çi mecar e
Ay eman, ay eman, ba le bot ne mênim, Kîj derê: hetîmelawo mecarî nîweşewêm lê be ser çûyne
Dem le ser naskê rûmet im herbigre, besim şemame û şemamebendî baxelan bigûyne
Ay le min way
Of, emin na zanim, ne şew e, ne nîweşew e, ne beyanî berdawe, kerebabek be dengekî barîk le gerekî jêrî dexwînê
Emin na zanim ne sipî ye ne sor e, ne şîn e ne mor e, hawar yekî le marê ne mînê
Ke ew le wadey şew û nîweşewê na zanê bo çi emin le ser sîng û memkî ew ciwaney be xeber dênê
Ay le min way
2- Hewa: Hicaz
Ke min be gerekî jêrî da deçmewe xwarê, depirsim le 'amyan, le der û cîranan, ne şew e, ne nîweşew e, kerebabêk le ser gerekî dexwînê
Emin na zanim ne sipî ye ne sor e, ne şîn e ne mor e, ke ew le wadey şew û nîweşewê na zanê bo çi emin le ser sîng û memkî ew ciwaney be xeber dênê
Babçîne wek pîreşewbayê, pîreşewbayê bîzanîbam hîç herfan û nuqtan muştsq ew xaley nîne
Ay le min way
Erê gulê, kîj debêjê: kure hetîme lawo, de tu dem le ser naskerûmetê min herbîne
Besim şemame û şemamebendî baxelî û demek bîne
Kur derê: kiçe hetîme lawo, emin besim şemame û şemamebendî baxelî to nîme, xemî...
Be heft gulley... germebirîn e
Ay le min way
Erê gulê, Of, emin na wêrim deng û sedayê xerîbemarwêranê xom herînim, le tirsî bejneka birind û du çawê berek bibêtewe metirsî û hawar û xefret e
Kur derê: kiçê hetîme lawo, min xemî şemame û şemamebendî baxelî to nîme, ke wetanê bûytewe fincan e, le meclîsan, le dîwanxanan e, pê dexonewe qawe û ereq û şerbet e
...
Le min way