Dibêjin ku du mêr diçûn gundekî, li semta mêrekî rûniştî hatin û yekî silav kirê. Mêrê rûniştî silav jê wergirt û got:
- Werin rûnin bêhna xwe vedin, cigarekê bikêşin û paşê oxira xwe xêr bikin "oxir bikin".
Wan gotê:
- Me ji te minet e, em ne şên rûnin, êvar e, li me dereng e û gundê em diçinê “em dê biçinê” jî pirr dûr e...
Tibabekî jê dûr ketin, ji nû mêrê silavnekirî gote yê silavkirî:
- Kurro hey malwêran te çi kir? Te çire silav kir? Ma te ne zanî ku ew file ye?
Yê silavkirî got:
- Kurro tu çi dibêjî? Tu ji dil dibêjî an tinazan dikî?
Yê silavnekirî got:
- Bawer bike ku min ji dilê xwe got.
Yê silavkirî got:
- Pa te çima hingê ne got?
Yê silavnekirî got:
- Ma min dê çi bikira (Ez da çi bikim)? Min hew dît ji devê te derket! Hema min got:
- Ma çi ji ber çi çûye?
Mêrê silavkirî hêrsê girt û got:
- De tu hêdî hêdî herre, ez jî diçim silava xwe jê distînim û têm.
Demê gehiştê, dît ku mêrê file jî diçe, gazîkirê:
- File, ho ho file! Mêr ho mêr!
Mêrê file li xwe zivirrî, dît ku yek ji wan her du mêrên ku dîtin, li pey têt û destê xwe lê dihejîne, li cihê xwe rawestiya ta hat cem; bêhnçik bû, hilehil (hilkehilk) li ser dilê wî ket, bi kotekî bêhna wî dihat û diçû. Mêrê file ku hayê wî ji çi ne bû, ji xwe dipirrsî:
- Gelo vî mirovî xêr e? Çi ji min divêt?
Paşê bi nermî gotê:
- Ha bira te xêr e çi li te rûdaye?
Nezanê nezanan gotê:
- Ne bêje min bira! Ez ne birayê te me! Ez vegerriyam … bîne û … dirêj ne ke, ez ...
Mêrê file gotê:
- Bêje ka te çi divêt? Min tiştek ji vê ezeza te ne zanî.
Zanayê zanayan gotê:
- Ez hatim silava xwe ji te bistînim!!!
Mêrê file bi ernekê dijwar û dilê şkestî bersiv da:
- Silav silava Xwedê ye! Ma te tiştekî xwe daye min baxuyê delal?
____________________________
Ev çîroka folklorî ji pirtûka Dibêjin hat wergirtin.
Dibêjin
Nivîsîn: Sebrî Botanî (1925-1998)