Dengê çem û geliyan, deşt û zozanan koça dawîn kir
Îsa Berwarî mêvanê Mihemed Arif e!
Hunermendê navdar ê peyv û awazên şirîn ên dengbêjiya kurdî Îsa Berwarî roja 20.7.2002 li bajarê Mûsilê çû ber dilovaniya Xwedê. Ev zêdeyî 50 salan e ku Berwariyê 79-salî mirî di xizmeta folklora kurdî de bû.
Îsa Berwarî sala 1933yê li Mûsilê çavên xwe li jiyanê vekirine û yekemîn strana xwe li sala 1950yê bo radyoya kurdî ya Bexdayê daye tomarkirin. Ji berî vê tomarkirinê wî dengbêjê navdar û yekta Mihemed Arif Cizirî nasiye û ta dawiya jiyana Cizîrî wan dostaniyek germ a hunerî bi hev re kiriye.