MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Enwer Karahan: Cîran
Serhat Ronahî: e-sms-kurdî - gotinên şirîn, gotinên evîn
Voltaire: Felek
Anton Çexov: Keşîşê reş


KEŞÎŞÊ REŞ

Anton Çexov

IX

Kovrîn pişk û kursiya xwe ya serbixwe bi dest xist. Hatibû biryardan ku waneya merasîma vekirina roja duyem a meha berfanbarê bê lidarxistin û daxwiyaniyek jî li ser wê li bersifk û korîdora zanîngehê hatibû daliqandin. Lê wî wê rojê bi birûske û telgrafê ji berpirsê fermî yê xwendekaran re ragihand ku nikare ji ber nesaxiya xwe waneyê bide.

Xwîn ji gewriya wî dihat. Bi kuxînê re her carê piçikek dihat lê di du-sê mehan de bû ew qas ku rewşa wî bêyom xerab bû û ew ket rewşek xewbarî. Vê êşê ew hema qet neditirsand ji ber ku dizanî ku diya wî ya biheştî jî bi qasî deh salan, belkî zêdetir jî, ketibû ber vê vê êşê lê dîsan jî jiyabû; nojdaran jî ew dibawerand ku ew êş ne zêde taloke bû, û ew şîret dikir ku hêrs nebe, jiyanek asayî bijî û kêm bipeyive.

Meha rêbendanê waneya vekirinê ji ber heman sedemê hat paşvexistin û li reşemehê êdî dereng bû ku dest bi kursê bê kirin. Diviyabû ji bo sala bê were paşvexistin.

Kovrîn êdî ne bi Tanyayê lê bi jinek din re dijiya. Jin du salan ji wî mezintir bû û mîna ku Kovrîn zarok be sereguhiya wî dikir. Kovrîn sernerm bûbû; wî bi dilxwazî xwe radestî her tiştî dikir û dema Varvara Nîkolayevna - hevjîna wî - rêwîtiya Krîmê pêşniyaz kir, wî ew jî pejirand tevî ku pêşbînî dikir ku tiştek baş dê pê ve neyê.

Ew êvarê gihan Sevatopolê û li otêlekê rawestîn daku bîna xwe vebikin û roja din rêwîtiya xwe bidomînin Yaltayê. Herdu jî ji ber west û mandîtiyên rêwîtiyê kerixîbûn. Varvara Nîkolayevna çay vexwar, ket nav nivînên xwe û piştî kurtebîskekê di xew çû. Lê Kovrîn xwe pal neda. Hê bi saetan berî ku ji malê bi rê bikeve, nameyek jê re ji Tanyayê hatibû lê ta niha jî bisteyî nekiribû û newêrîbû wê vebike; name niha di paşila wî de bû û bi awayek neşîrîn ew nearam dikir. Bi dilpakî, di kûriya dilê xwe de, wî zewaca bi Tanyayê re wek şaşîtî dihesiband, bi xwe razî û xweşnûd bû ku niha jê dûr ketibû, û bibîranîna wê jinê, ya ku hêdî hêdî bûbû bermayiyek pîroz, a bi dest û bi pî û xwedî çavên biawir, çavên hişmend, - tenê berketin û poşmanî dixist dilê Kovrîn. Destxeta li ser zerfê nameyê anî bîrê ka wî berî du salan çawa bi bêdadî û stemkarî tola valatiya xwe ya giyanî, nerehetiya xwe, tenêtî û bêkesiya xwe û dilnexweşiya xwe li kesên tam bêgune û bêtawan hilanîbû. Di ber re hat bîrê ka wî çawa teza xwe û hemû nivîsarên xwe, yên ku di dema nesaxiya xwe de nivîsîbûn, çirçirandibûn, û çawa pirtikên hûrkirî û avêtî li ber ba pirpirîbûn û bi dar û gulan ve zeliqîbûn.; di her rêz û xetek wan nivîsan de wî armanc û daxwazên sosret û bêbingeh, gef û tehdîdên aqilsivik, bêşermî, dilwasiya meziniyê dîtibûn, û hemû yekê wisan lê kiribû mîna ku ew naveroka guneyên xwe bixwîne; lê ku dawiya dawîn lênivîsk û defter hatibû dirandin û di pencereyê re firîbû derve, wî serdanser hest bi mixabinî û dilmanê kiribû, çûbû cem jina xwe û pirr tiştên xerab gotibûnê. Ax Xwedêyo, wî bi çi awayî Tanya îşkence kiribû! Carekê, ku xwestibû janê bide Tanyayê, wî jê re gotibû ku xezûrê wî rolek neyînî di pêwendiyên herduyan de lîstibû çimkî ji wî xwestibû ku bi Tanyayê re bizewice; ev gotin bi bêdestî kesekî çûbû guhê Yigor Semyonîç, ew bezîbû hindir, ji ber şaşbûn û bêhişbûna ji sedema van gotinan nikarîbû zimanê xwe jî bigerîne, bi piyên xwe pêqutkane kiribû û nedikarî dengekî ji xwe derbîne mîna ku şelalê zimanê wî girtibe û tele bûbe. Dema Tanyayê li bavê xwe temaşe kiribû, bi dengek dilperitîn qîjîbû. Ev bûyer nikare bê vegotin.

Bi tenê vê destxeta nas ev hemû bîranîn vedijandin. Kovrîn çû şaneşînê; ba nerm û germ bû, bîna deryayê dihat. Ji rûyê kendavoka bi sosret bedew heyv û herwiha şewle û gulopên hawirdor diteyisîn; reng wisan bû ku dijwar e bê teswîrdan. Ew tevheviyek nermîn a keskî û şîniyê bû; geh wisan dixwiya ku avê xwe dixîfand boriyek şîn, geh jî wer dixwiya ku heyv darijiye û li şûna avê wê çivanek û kendavok dagirtiye; - wek giştî ger lê bê nerîn - çi ahengiyek rengan, çi rewşek aram, tena û berz bû!

Dixwiya ku li qata jêrîn, di bin şaneşînê ve, pencere vekirî bûn çimkî deng û kenê jinan zelal û xweş dihat. Îhtîmal e li wir ji bo şevborkekê li hev civîbûn.

Kovrîn dawiya dawîn bisteyî da xwe, name vekir û, ku vegerî hindir, dest bi xwendina wê kir:

"A berî bîskekê bavo mir. Ji bo wê yekê ez spasdara te me, te ew kuşt. Baxçeyê me wêran bûye, niha xerîb û nenasan xwe lê kiriye xwedan, ango tam mîna bavê min ê reben ditirsî qewimî. Ji bo wê yekê jî spasdara te me. Ji hemû dilê xwe te dinifirînim û hêvî dikim ku tu bikevî ber xezebê û ew zû te biruxîne. Ax çi qas derd û kulan dikişînim! Janek bêhesret dilê min dişewitîne... Lanet li te bibare! Min tu wek kesek nerêzî, kesek jîr dihesibandî, min ji te hez dikir lê diyar bû ku tu dîn î..."

Kovrîn nedikarî xwendinê bidomîne, name çirand û pirtikên wê avêtin. Nearamiyekê, ya ku dişibî tirsê, ew girt. Varvara Nîkolayevna li pişt perdeyê raketibû, tenê dengê nefesa wê dihat; ji qata jêrîn deng û kenê jinan ta wir dihat lê Kovrîn wer hest dikir ku ji bilî wî benderuhek di hemû otêlê ve tine bû. Ji ber ku Tanyaya xemê dil lê helandî di nameya xwe de xezeb lê barandibû û hêvî kiribû ku ew biruxe, wî rewşa xwe tengav û dilgivêş hîs dikir û her bîskekê çavên xwe zîqî derî dikirin mîna ku bitirse ku ew hêza nenas, a ku berî du-sê salan ji wî û xizm û lêzimên wî re bûbû sedema belayên mezin, dîsan bê.

Wî ji serboriyan dizanî ku dema mejî nerehet be, baştirîn derman kar e. Diviyabû li ber maseyê rûbine, çawa dibe bila bibe, seqbêrî û hişê xwe bide ser tenê tiştekî. Wî ji gîrfanê xwe yê sor lênivîskek deranî ku karek berhevkî yê biçûk li ser nexişandibû û tam ji bo wê yekê heke bi rê ve bêsebr bibe bi xwe re anîbû. Wî xwe da ber maseyê û dakûrî gelale û miswedeyê; zû wer diyar bû ku rewşa wî ya aram, sernerm û rêkûpêk vedigerî. Lênivîskê bala wî kişand ser pele û eceleya dinyayê jî. Ew fikirî ku divê mirov ji bo her xweşiyek ku jiyan didiyê, yên herî asayî û bêwate jî, çi qas bihayek giran bide. Loma, wek mînak, ji bo ku bikare di çilsaliya xwe de pişk û kursiya xwe bi dest bixe, ji bo ku bibe profesorek sade daku paşî bi zimanek sistopisto, nexweş û giran û di ser her tiştî re jî raman û helwestên biyanî û xerîb bileqleqe, - bi kurtî ji bo ku bigihe pileya xwendayek navincî, pêdivî bû ku ew pazdeh salan bixwîne, bi şev û roj bixebite, li hember nesaxiya giran a giyanî li ber xwe bide, êş û jana zewacek biserneketî bikişîne, pirr celeb bêhişiyan bike û ziyanan bigihîne xelkê ku baştir e niha wan tiştan neîne bîra xwe.

Kêm mabû ku lênivîskê dê dilê wî rehet bikira lê nameya çirandî li erdê bela xwe ji dalepîn û konsentrebûnê venedikir. Ew ji ber maseyê rabû, pirtikên kaxezê civandin û avêtin derve lê bayek sivik ji deryayê ve lê da û ew li ser milbendê pencereyê belav kirin. Dîsan nearamiyê, ya ku dişibî tirsê, ew girt û dîsan wer dixwiya ku ji bilî wî di hemû otêlê ve benderuhek tine bû... Ew çû şaneşînê. Kendavokê bi çendîn çavên şîn î vekirî, şîn î tarî, rengê pîrozeyî û jîndarî agirîn li wî dinerîn û bala wî dikişandin xwe. Bi rastî jî hewa germ û fetisînok bû, avjenî- û melevanîkirin dê pirr bi kêrî bihata.

Li qata jêrîn li bin şaneşînê serdanser dengê kemanê hat û du dengên nermîn ên jinan dest bi strînê kirin. Tiştek nas di stranê de hebû. Di wê romansê, ya ku dihat strîn, de basa keçek dîn û şêt a bi şevê hin dengên razdar û sirr ji nav baxçe dibihîstin, dengên ew qas bedew û seyr bûn ku wê ew wek ahengek pîroz hesibandin ku ji aliyê me yên mirbar de nayê têgihîn... Nefesa Kovrîn xîrikî, di dil de hestek têrxem hebû lê di heman demê de kêfxweşiyek sosret, kêfxweşiyek şirîn, a ku ji mêj de ji bîr bûbû, di sînga wî de dest bi jenînê kir.

Peykelek reş î bilind, ê ku dişibî bahoz an bazivrokê, li aliyê din ê berava kendavokê xwiya bû. Ew bi lezgîniyek erjeng di ser kendavokê re ber bi otêlê ve dilivî û her bîsk biçûktir dibû; hema Kovrîn negiha xwe ji rêya wî vebide jî. Keşîşê pêxwas, serkol, serspîbûyî, birûreş, dest li ber sîngî, di ber wî re virrî û li nîveka odeyê rawestî.

- Çima ji min bawer nakî? wî bi lomekî ji Kovrîn pirsî lê bi nermî lê nerî. - Heke te bawer bikira ku tu bilîmet î, pêdivî nebû ku te ev herdu sal wiha bi xemgînî û tijîkulî biborandana.

Kovrîn niha dîsan bawer kir ku bijartiyê Yezdan e, bi jîndarî hemû suhbetên wî yên bi keşîşê reş re hatin bîrê û wî dixwest bipeyive lê êdî xwîn ji devî rasterê diherikî sîngî û, ku nizanî çi bike, bi destên xwe sînga xwe gerandin, û xwînê devzendik şil kirin. Wî da xwe ku bangî Varvara Nîkolayevnayê, ya ku li paş perdeyê nivistî bû, bike, tê koşî û ji devê xwe derxist:

- Tanya!

Ew ket erdê û gava rabû ser destên xwe, dîsan bang kir:

- Tanya!

Wî bangî Tanyayê dikir, gazî baxçeyê mezin û gulên wî yên xunavê şilkirî dikir, bangî park, darçamên wê yên rîşgij, bangî zeviya şilêl, zanista xwe ya sosret, xortaniya xwe, bisteyî û wêrekiya xwe, kêfxweşiya xwe, bangî jiyana xwe, ya ku ew qas bedew bû, dikir. Li erdê li rex rûyê wî çavên wî bi lîçek mezin a xwînê ketin û wî di lawaziya xwe ya zûhatî de nedikarî peyvekê jî bi lêv bike lê hestek bextiyariyê ya bêwêne, bêsînor hemû bûneweriya wî dagirtibû. Ji bin şaneşînê ve dengê serenadê dihat lê keşîşê reş ji wî re dipistî ku ew bilîmet e û dê tenê ji ber hindê bimire ku bedena wî ya lawaz teraz û hevsenga xwe ji dest daye û êdî ew nikare xwe li ber barê bilîmetiyê bigire.

Dema Varvara Nîkolayevna şiyar bû û ji paş perdeyê hat, Kovrîn miribû jî û bişirek bextewar î pak li ser rûyê wî mabû.

1894

[DAWÎ]

ji fînî: Husein Muhammed

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1