Dîsa şevek dirêj bê xewn, dîsa tenê li TE difikirîm, dîsa êvarê giriyam, dîsa sibe bû, min digot belkî her tişt bi dawî bû, lê ev hat hiş û mejiyê min; Ez ji TE dîsa hez dikim, ez bê te nikarim
Hîva li ser ezman tenê bo te dibiriqe û dibêje; MIN ji bîr meke, Ew bo TE agahiyek tîne û zirav zirav guhê te de dibêje; Di xewnên xwe de min bibîne
Ez kûr kûr wêneya te mêze dikim, dixwazim TU li vir bî, lê TU ne li vir î, ji min dûr î, birîna min kûr e.
Tu evîn hez dikî, ji evîn evîntir evîna min e, ji hezkirina min hezkirintir dîsa hezkirina min e
Tu pirr keçik dibînî û tu bawer dikî ew ji TE hez dikin, lê tu bizane, ji min zêdetîr kesek ji TE hez nake
TU STRANEK DEH CARAN GUHDARÎ DIKÎ Û TU TEZE DIBÎNÎ EW STRAN ÇIQAS XWEŞIK E, TU ZILAMEKî NAS DIKÎ, TE BELKÎ EW HER ROJ DÎTIYE; LÊ TU TEZE DERDIXÎ; TU JI WÎ HEZ DIKÎ Û EW JÎ EZ IM ---{@
Ez ji te pirr hez dikim, dilê min bo TE pirr germ dibe, nizanim çawa ji te re bêjim? Nizanim tu jî ji min hez dikî an na?
EZ SÊ GULAN BO TE DIŞÎNIM; GULA ZER BO BAŞBÛNA TE; GULA HÊŞÎN BO DÎSA DÎTINA TE, Û GULA DAWÎN JÎ hêdî-zirav BI TIRS DIŞÎNIM Û DIBÊJIM; EZ JI TE HEZ DIKIM, çavreşa min ---{@
Eger tu hêsirek çav biba, ez ti car nedigiriyam, ji bo ku ez te wînda nekim, lê min nikarîbû hêsirên çavê xwe bigirta ? Ma min te wînda kir ?
EGER TU LI EZMANAN MÊZE DIKÎ Û TE DÎT, STÊRKEK KET, TU BIZANE; EW EZ BÛM; MIN JI BÎR MEKE
Ez ji te hez dikim, ez nikarim dilê xwe bisekinînim, ew bo TE lê dixe, EW dibêje, ma emê kînga bizewîcin?
ROJA TU JI DAYIK BÛYÎ; ROJEK BI BARAN BÛ; LÊ RASTIYA XWE BARAN NEDIBARÎ; EZMAN DIGIRÎYA ÇIMKÎ EW EZMAN STÊRKA XWE YA XWEŞIKTIRÎN Û RINDTIRÎN WINDA KIRIBÛ; EW JÎ TU BÛYÎ
WEXTA TU LI BA MIN BÛYÎ, EW DEMEK GIRANBIHA BÛ; WEXTA TU ÇÛYÎ, MIN WÊ ÇAXÊ DÎT; TU NE GIRANBIHA, TU NEKIRÎNBAR Î.
Min bo çi ev SMS nivîsand ? YEKÎ GOT TE EZ JI bîr kirime, MA EV RAST E ?
HÎV LI DOR ERDÊ DIGERE, ERD LI DOR TAVÊ Û ez jî li dor te digerim
Min gulek bêhn kiribû, derziyê gul min birî, xwîn rijiya, min nivîsand, EZ JI TE HEZ DIKIM
BÊHNVEDANEK , ez ji te hez dikim, TU JÎ BÊHNA XWE VENADÎ ?
Ez çavê xwe digirim û li TE difikirim, TE dibînim, ez destê xwe didim ser lêva xwe û li TE digerim
ROJA MIN DEV JI TE BERDA; EW ROJ MIRINA MIN E, DESTBERDANA JI TE Û MIRINA MIN YEK IN
HEZKIRINA TE BO MIN SIVIK BÛ; LÊ BÎRKIRINA TE PIRR GIRAN E
…SMS-ek bo TE, ez Te maç dikim, ger tu bixwazî, ez Te her dem maç bikim, vê SMS-ê dîsa bixwîne; EZ TE MAÇ DIKIM
EGER ŞEV BE; TARÎ BE; TE STÊRKEK BI DERD Û KUL DÎT, TU BIZANIBÎ EW EZ IM
MIN QET ji bîr meke, qet ji bîr meke, eger te min carek ji bîr kir, wekî carek din min meke serê xwe û heta mirinê ji bîr bike
TU NE PIR DÛR Î ; NE JÎ PIR NÊZÎK Î ; NIZANIM , TU LI KÛ YÎ ?
Tê bîra te, TE gotibû, « TU ji min hez dikî? » Îcar bersîv didim TE, NA ez ji te hez nakim, biborîne ::)
XWEZÎ EZ BA BAM, MIN EW PORÊN TE BIWEZANDA; EZ TAV BAM; MIN CANÊ TE HÎNIK BIKIRA Û EZ HÎV BAM; MIN HER ŞEV LI TE MÊZE BIKIRA.
Bê xewn nikarim rakevim, bê hêsir nikarim bigîrim, bê ronî nikarim bibînim û bê TE nikarim bijîm –{@
MIN QET FIRÎŞTEYEK (MELEKEK) NEDÎTIBÛ; MIN TU DÎTÎ, EZ DIZANIM FIRÎŞTEYEK ÇAWAN IN; EW FIRÎŞTEYEK AZRAÎL JÎ BE; DÎSA EZ JÊ NATIRSIM, JÊ HEZ DIKIM.
Pirr sivik e, ez bêjim, ez ji TE hez dikim, lê pirr giran e, ez bêjim EZ te berdidim
Wexta ez serê sibe zû hişyar bûm, tavê li çavê min xist, min dizanî, tu jî hişyar bûyî, çimkî, TU tava ronayiya çavê min î
QET BI STÊRKAN BAWER MEKE, ÇIMKÎ EW DIBIRIQIN Û DIÇILMISIN; QET BI GULAN BAWER MEKE; EW BÊHN DIDIN Û DÎSA HIŞK DIBIN; LÊ BI MIN BAWER BIKE; DILÊ MIN TENÊ YÊ TE YE Û EZ JI TE HEZ DIKIM HETA MIRINÊ