Sadiq rêya xwe li gor stêran dibir. Komstêra Oryon û Sîryusa birqdar serkêşiya wî kir ber bi Kanopusê de. (1) Ew ponijî li ser wan gogên ronahî yên bêsinor, ku di çavên me de tenê çirûskok in û di heman demê de ew zemîna me, ku di rastiyê de tenê niqteyek e di bala û fezayê de, ji me re wisan mezin û gewre dixwiye! Herwiha ew ramî ka çawan mirov tenê mîna pêşû-mêşûyan in ên ku li ser pirtikek teniyê hev dixwin. Wisan dixwiya ku bextreşiya wî li ber van hemî bûneweriyan ne ti tişt bû ji ber ku hemî Babîlonya jî hema ne ti tişt dixwiya. Lê dema ew li rewşa xwe û dilê xwe vegerî, ew ramî ku dibe ji ber wî Astarte hatibe kuştin jî niha, bala û feza ji bîra wî û ber çavên wî çûn û wî di hemî xweza û xweristê de ji bilî Astarteya li ber mirinê û Sadiqê qehirî zêdetir tiştek nedît.
Bi vî dilî, di nav van fikir û ramanên geh li felsefeya berz û geh jî dîl û esîrên êş û janan de, geh li jêr û geh li jor, wî xwe gihand ser sinorê Misirê. Xulamê wî yê qenc û çê ji berî wî gihabû bazargehê daku jê re xane û şevgehekê peyda bike. Di heman navberê de Sadiq li nav baxçe û gulistanên derdorî bazargehê digerî. Di cî de wî li ber rêya mezin giriyê jinekê bihîst ku gazî erd û esmanan dikir ku li hewarî wê bên. Herwiha wî zelamek hêrsbûyî, yê bela xwe ji wê jinikê venedikir jî, dît. Zelam ew girtibû jî. Jinikê xwe avêtibû ber pî û lingên wî jî lê dîsan zelam li wê dida û gotinên pîs lê dibarandin. Ji kerbên zelamê misirî û lêborînên berdewam ên jinikê, Sadiq derxist ku zelam çavnebar û jinik jî nesadiq bû. Lê ku Sadiq seqbêrtir li wê jinikê nerî, ku bêmînak bedew bû û hinekî dişibî Astarteya bextreş, ew di ber jinikê de ket û kerbên wî ji yê misirî vebûn.
"Hewar!" jinikê got Sadiq. "Min ji destên vî zalimî azad bikin; min xelas bikin!"
Piştî Sadiq ev gazî û hewar bihîst, ew lezî xwe xist navbera wê jinikê û yê cenawir. Wî hinekî zimanê misirî dizanî û ji mêrik re got:
"Heke pirtikek jî ji mirovaniyê di te de hebe, dest nede vê bedew û bêhêzê. Ma tu çawa diwêrî vê şahesera xwezayê biherîmînî ya li bin pî û lingên te, li ber dest û lepên te ye û ji bilî bi rondik û hêsirên xwe nikare bi ti awayek din berevanî û bergiriyê li xwe bike?"
"Ahaa!" yê cenawir qîrî, "ango tu jî ji wê hez dikî! De ez ê tolê li te jî hilînim!"
Wî ew jin, a pirça wê di dest wî de, berda, dest avêt rima xwe û rabû bi wê sîngê yê biyan bişeqîne. Lê yê xerîb, ji ber ku hê xwînsar bû, bi asanî xwe ji ber êrişa yê hêrsbûyî veda. Wî ji nêzî serikê asinî yê rimê girt. Yekî xwest rimê vekişîne, yekî jî xwest ji dest wî derbîne. Di wê kêşê de rim şkest. Yê misirî dest avêt şûrê xwe û Sadiq jî yê xwe, û ew pev çûn.
Yê misirî sed derbe jî veweşandin lê Sadiq xwe ji wan vedida aliyekî. Jinikê, ku li ser giya rûniştî bû, sinceqa pirça xwe durist dikir û li wan dinerî. Yê misirî ji dijberê xwe bihêztir bû lê Sadiq ziringtir bû. Sadiq kesek bû ku bi biryara mejiyê xwe şer dikir lê yê misirî kesek qehirî bû û liv û tevgerên wî tenê li gor kêfa tolhildana wî bûn. Dema yê misirî xwest xwe biavêje Sadiq, Sadiq ew girt, vegivaşt hemêza xwe û xist erdê, şûr danî ser sîngê wî û soz da ku zerer û ziyanekê negihînê. Lê yê misirî ji kerb û kînan xencera xwe deranî û bi wê Sadiq birîndar kir. Hingê Sadiq qehirî û bi şûrê xwe sîngê wî şeq kir. Qajewajek bitirs ji yê misirî hat û ew mir.
Sadiq çû nêzî jinikê û bi sernermî gotê:
"Wî ez neçar kirim ku bikujim. Min tola te hilda. Niha tu êdî ji bihêrstirîn kesê min dîtî azad î. Ez çi ji te re bikim?"
"Mirin bo te, pîjeyê heram!" jinikê got. "Mirin bo te! Te evîndarê min kuşt. Xwezî min bikariya dilê te vebiçirrînim!"
"Lê, xanima delal!", Sadiq got. "Ma ev çi evîndar bû ku te hebû! Wî bi hemî hêza xwe li te dixist, û xwest min jî bikuje ji ber ku ez li hewara te hatim."
"Wey xwezî wî hê jî li min bida!" jinikê bi nalîn got. "Sûc û binasên min in. Xwedê bike ku ew her li min bide û tu li şûna wî li erdê mirî bî!"
Sadiq, ku ji herdemê zêdetir qehirîtir û bihêrstir bû, jê re got:
"Xanima delal! Tevî ku tu pirr bedew î jî, heqê te lêdan û lêxistinek jidil e; ewqas tu bêhiş î! Lê hema bila bimîne."
Ew li hêştira xwe siwar bû û berê xwe da bazargehê. Hê çend gavan nemeşîbû, li dor xwe zivirî ji ber ku dengê çar şandiyên lezgîn ji Babîlonyayê dihatin bihîst. Hespên wan bi zîn û hefsar bûn û bi çargavkî dibezîn. Yekî ji wan, ku ew jinik dît, gazî kir:
"Ev tam ew e! Ew tam dişibe wêneyê ji me re hatiye dan."
Yê mirî ne xema wan bû, wan bê virde-wirde jinik girt. Jinikê dîsan hewar kir Sadiq:
"Vê carê jî li hewara min were, ey xerîbê dilgewer! Ji ber gotinên min li min negire. Li hewara min were û ta gorrê ez a te me!"
Lê êdî dilê Sadiq hew pê şewitî. Wî got:
"Hewara xwe bigihîne kesên din! Êdî tu min naxî xefik û davikên xwe."
Jixwe ew birîndar jî bûbû, xwîn jî dirijî û wî bi xwe jî pêwîstî bi alîkariyê hebû. Herwiha yekûna wan her çar şandiyên lezgîn, ên ku dixwiye ji alî Miwebder de hatibûn şandin, ew zivêr dikir. Loma ew bi lez siwar bû ber bi bazargehê ve bê ku tê bigihe ka çima wan her çar şandiyên lezgîn ên babîlonî êrişî jinikê kiribû. Hê jî kêmtir wî dikarî xweza û rêwişta wê jinikê fam bike.
werger: Husein Muhammed
__________________________
1. Orîon komek stêrên zelal e ku ji du stêrên mezin (Betelgeuse û Rigel) û tîrêjek dûr (Orion Nebula) pêk tê. Sîrîus geştirîn stêra esman e. Kanopus yek ji mezintirîn stêrên esmanê başûrî ye. Bajarek bi heman navî li Misira kevnare, li nêzî Îskenderyayê, hebû.