MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

"Jiyan" - filmek nû li ser zarokên Helepçeyê
Asrîn Masîfî jî bi dû Fatîme Şahîndal ve!
Kovara "Kevan" dest bi weşana xwe kir


Asrîn Masîfî jî bi dû Fatîme Şahîndal ve!

Tê gumankirin ku keça kurd Asrîn Masîfî ji alî bavê xwe de hatiye kuştin. Dixwiye ku mesele "namûs" e.

Asrîn Masîfî, ku keçek kurd a 21-salî ye, li Swêdê wek pêşkêşkera bernameya Mozaik a televîzyona dewletî ya Swêdê SVT tê nasîn. Asrîn Masîfî herwiha xwendekara kompûter- û agahînasiyê bû.

Berê di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku Asrînê xwe kuştiye lê bi bedenkelêşiyê (otopsî) diyar bû ku wê xwe nekuştiye.

Bavê Asrînê yê 48-salî bi şika kuştina keça xwe û xwişka Asrînê jî ya 19-salî bi alîkarîkirina di kuştinê de yan parastina yê tawankar hatine girtin. Di lêpirsîn û îfadeya polîsê Stockholmê de herduyan bi tundî haşatî li tawanbariyên dijî xwe kiriye.

Asrîn li dawiya meha avrêlê (nîsanê) li mala xwe mirî hatibû dîtin. Bavê wê û xwişka wê, ku heman demê di eynî xanî ve bûn, gotibû ku Asrînê xwe xeniqandiye lê piştî bedena wê hat kelaştin, diyar bû ku wê bi xwe xwe nekuştiye.

Angorî agadariyên di çapemeniyê de belav bûne, bi îhtîmalek mezin kuştina Asrînê ji ber destgirtiyê wê yê australî ye ku herduyan xwestiye bi hev re bizewicin.

Hêjayî gotinê ye ku kuştina Asrînê ji ber "namûsê" ne diyardeyek yekta û nedîtî ye. Li destpêka îsal bavê keçek bi navê Fatîme Şahîndal keça xwe li Uppsalayê kuşt. Berî demekê keçek din a kurd bi navê Sonay Mihemed li Danmarkê kuştî hat dîtin. Polîs guman dike ku destê malbata wê di kuştina wê de heye.

Çavkanî: Rojnameya swêdî Aftonbladet

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1