Di vî filmî de pênc sal piştî kîmyebarandina li Helepçeyê, kurdek amerîkî, Diyar, bi amanca bicihkirina xaniyekî bo zarokên sêwî- û bêkesmayî diçe Kurdistanê. Çavê Diyarî bi keçikekê dikeve ku dehsalî ye û sêwî maye. Navê wê Jiyan e û ew ji kîmyebarandinê filitiye û rizgar bûye lê gep û aleka wê ya rastê şewitiye. Diyarî sêwîgehê bi Jiyanê nav dike.
Di heyama mana xwe ya li Helepçeyê de, Diyarî gelek kesên xelkê bajarê Helepçe yên rengareng dibîne ku ji alî bedenî (fizîkî) û/yan derûnî (psîkolojî) de bandor û karîgeriya kîmyawiyê li wan pirr diyar e. Yek ji wan kesan Şerko ye ku take xizm û lêzimê jîndarmayî yê Jiyanê ye. Şêrko kurek dazdehsalî ye û hemî kesûkarên wî jî di kîmyabaranê de jiyana xwe ji dest dane. Şêrko di xewn û xeyalan de dibîne ku rojekê bi Jiyanê re bizewice, û gulên Jiyan li ser berga kovarekê dibîne, tên xewn û xeyalên wê.
Di ser avakirina sêwîgehekê re, Diyarî çirûskek hêvî û xweşiyê dixe jiyana Jiyanê û Şêrko. Mixabin ev xweşî û şadî ne dirêj e. Ku Diyarî vedigere Amerîkayê, herdu zarok dîsan dikevin bêhêvîtî û tarîtiyekê – tarîtiya derûnî ya Helepçe bi seranserî girtiye.
Diyarî soz dide ku dîsan vebigere Helepçeyê, lê bi çûna xwe ew Jiyanê bi çavên bi rondikan dagirtî dîsan li wî cihî dihêle ku ew yekem car lê dîtibû – di hêskek (colankek) bi darek bi tenê ve li ser girkek bi tenê.
Rejîsorê filmê "Jiyan" Cano Rojbeyanî ye û film ji alî şirketa "Evînî Films" de derketiye.