Li bakurê welêt bi navê KEVAN kovareke wêjeyî û çandî a du mehane dest bi weşanê kir. Li bajarê Mersînê bi navê Serhat Hemdem, Zana Serwer, Rifat Arya û Yeqîn çar xort piştî xebatek zor û dijwar ku çar mehan domand bi piştgiriya Weşanxaneya SÎ bi navê KEVAN kovareke wêjeyî li Stenbolê derxist. Di sergotarê de hatiye nivîsîn ku ”Di pêvajoya ku nîqaşên ‘bi zimanê zikmakî perwerde’ tên kirin de, derxistina kovareke Kurdî dikare hêsan, guncav û lazim bête dîtin... Ger ku wêje ji bo yek tiştekî hebe, ev tişt rastkirin û durustkirina rêya jiyaneke bi rûmet û bedew e… Kevan kevanekên xwe ji tiştên negotî re, ji bo xwendevanên xwe yên hêja vedike”.
Di nav rûpelên kovarê de ji bilî nivîskarên li bakur dijîn sê nivîskarên başûr û rojhilatê welêt jî hene. Çîrokek Oscar Wîlde jî li zimanê kurdî hatiye wergerandin.
NAVEROK
4 Sergotar
Hew 5 Mehabad Karadaghî
Guherîn û civak 6 Berken Bereh
Zelaliya Peymanê 12 Xemcivîn
Li Riya Luksembûrgê 13 Gêrard de Nerval
Pîrên bi Nepen 14 Fevzî Bilge
Ku Çû Be 18 Arjen Arî
Dem,Dîwar û Nimre 19 Meşal Temo
Navber 21 Çiya Mazî
Êvar û Tiştên Din 22 şêrzad Hessen
Nepeniya Bêperde 24 Dîlber Hêma
Ey Yezdan 25 Îlhamî Ozer
Mîrzayê Bextewar 26 Oscar Wilde
Çûyîn 33 Osman Mehmed
Nîşeyên Serberdayî
(Derbirîn) 34 Cîhan Roj
Henek... Henek... 37 Gellac
Evînnameyek Gazinokî 39 Merdan Newayî
Çirên Nemeyandî 41 Bamed Serdar
Zerya 43 Bozo Heyvaro
Pîrebok 44 Ridvan Karaaslan
Wext û Van Deran 48 Serhat Hemdem
Gava Dawîn 50 Zana Serwer
Wê Bê 55 Yeqîn
Odeya Mar 58 Nûman Evdiljekîm
"Êş"a Berken Bereh
û Helbesta Kurdî 61 Adar Jiyan