MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nûçe
  • Newroz li Amedê
  • Peyama Newrozê ji Bûroya Kurdî ya Brukselê
  • Serleşkeriya tirkan, kurdan bi xiyanetê sûcdar dike!
  • Ecevît dixwaze bibe dostê kurdan?!

  • PARTIYA ECEVÎT DSP DIXWEZE BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE TÊKILIYÊ ÇÊ BIKE
    Ragihandin: FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    KURDISTAN-DUHOK, 26.03.2005

    Ji berpirsiyarekî bilind ya Partiya Demokirata Kurdistan li Duhok hate ragiyandin ku paritiya Bulent Ecevît DSP dixweze bi hukumeta başûrê Kurdistanê re têkiliyê çê bike. Divêt berpirsiyarên partiya Ecevît DSP îro (26.03.2005) ji bo serdana başûrê Kurdistanê bihatana. Lê ne diyar e ka ew çima nehatin. Mimkûn e ji ber sedemê daxwiyaniya serleşkeriya Tirkan di 22.03.2005an de ku çend zarokên Kurd li Mersînê xwestibûn ala Tirkan bişewitînin. Di daxwiyaniya serleşkeriya Tirkan de wiha dihate gotin:

    Türk Milleti engin tarihinde iyi ve kötü günler görmüş, sayýsýz zaferler yanýnda ihanetler de yaşamýştýr. Ancak hiçbir zaman kendi vatanýnda kendi sözde vatandaşlarý tarafýndan yapýlan böyle bir alçaklýkla karşýlaşmamýştýr.

    (“Gelê Tirk di dîroka xwe de pir kêm rojên baş û ne baş dîtiye, li kêleka serkeftinên bê hejmar, îxanetî jî jiyaye. Lê belê ti demê li welatê xwe ji aliyê qaşo hemwelatiyên xwe ve rastî pêkanînek tiştek wiha bi alçaxtî nehatiye.”)

    Û wiha berdewam dike:

    Hem bir ülkenin vatandaşý olmak, havasýný teneffüs etmek, suyunu içmek, karnýný doyurmak hem de o ülkenin en kutsal ortak deðeri olan Bayraðýna el kaldýrmaya yeltenmek, gaflet, dalalet ve hýyanetten başka bir şekilde tarif edilemez.

    (“Tu yê him bixwezî bibî hemwelatiyê welatekî, hewa wê bîhn bikî, ava wê vexwî, zikê xwe têr bikî him jî destê xwe rêberî qîmeta herî bilind ya pîrozweriya hevpar re rakî, ev gaflet e, delalet e û îxanet e ku bi awayekî din nayê tarîf kirin.”)

    Wek tê zanîn Bulent Ecevît mirovek şovenîst e û ji despêka siyasetê heta niha dijminahiya Kurdan dike û siyaseta Tirkan ya Kemalîst diparêze. Ger ji destê wî bihata, wê di dema şerê li dijî Sadam êrişî başûrê Kurdistanê bikira û Kurdistan xerab bikira. Lê ev hetwanê(merhemê) Eecîvt di qirika wî de ma. Dema Ecevît dest ji siyasetê ber da, cara yekem bû got, ku bavê wî Kurde û li ser kevirê gora bavê wî Kurdîzade dinivîsîne.

    Daxwaza partiya DSPê ku dixweze bi başûrê Kurdistanê re têkilî çê bike tiştekî nû ye û eger ew li hember Kurdan dirust tevbigerin, ev tiştekî pozîtîv e.

    Lê ez bawer im, DSP dixweze hesabên xwe ji bo pêşerojê bike. Çimkî ew jî êdî dizanin ku li Rojhilata Navîn ti tişt bê riza gelê Kurdan nameşe. DSP dixweze bi serdana Başûr xwe bi Kurdên bakur ve şirîn bidin xwiya kirin, da ku ew di hilbijartinên pêşerojê de li Bakûr pêş de herin, ser bikevin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1