Newroz, ango „roja nuh“, di 21 Adar de tê pîroz kirin. Ev cêjn ji aliyê hemî gelên îranî tê pîroz kirin, ji bo ku ew destpêka beharê, ya jîn û hêviyê ye. Lê ji bo gelê kurd, Newroz rêzayê (mana) wê yê din jî heye : li gora efsaneke kevnar – di sedsala 7mîn Berê Îsa û dema Medan (bapîrên Kurdan) de – şahekî gelek stemkar (zalim), DEHAK, hebû. Ew gelek nexweş bû, ji bo ku du mar – sembola neqenciyê – li ser her du millên wî derketi bûn. Ji bo ku van maran hêsa bike, wî her roj du zarok didan kuştin û mejiyê wan dida her du maran. Rojekê, gel êdî nema kari bû vê stemkariyê bikişîne. Bi pêşengiya hesinker KAWA, xelk çû koşka Dehak, ew kuşt û şah FERÎRDÛN danî ciyê wî. Piştre, hemî cuhan hilkişiyan çiya û li dora agir stira û dîlan kir.
Di ola kevnar a Kurdan – Zerdeştî – de, agir, tav û ronahî sembolên QENCIYÊ bûn û tarî jî sembola XERABIYÊ bû. Xwedêyê Qenciyê AHÛRA MAZDA û nîşana Xerabiyê jî EHREMEN bûn. Efsana Newrozê serfiraziya Qenciyê li ser Xerabiyê, ango ya gelê kurd li ser stemkarî û pelixandinê nîşan dide. Li nîvê ala kurdî ku sor, sipî û kesk e, taveke zer heye. Newroz cêjna neteweyî ya kurdî ye, ne cêjneke olî (dînî) ye. Li her derê cihanê, Kurd wê her sal bi stran û dîlanan pîroz dikin.
Hukûmetên iraqî (heta ketina Saddam Huseyn di 2003 de), sûrî û tirkî ji salan de ye ku dixwazin vê cêjnê bikin a xwe û wê weke cêjneke fermî (resmî) û neteweyî pîroz dikin. Amanca wan ew e ku zanava (identité, kimlik, hewiye) kurdî têk bidin (xera bikin). Iraq navê wê dikir „cêjna dar“, Sûriye dike „cêjna dê“ û Tirkiyê dibêje „Nevruz“ (tîpê „w“ di tirkî de nîn e) û dixwaze xelk bide bawer kirin ku ew cêjneke tirkî ya kevnar e.