MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nûçe
  • Newroz li Amedê
  • Peyama Newrozê ji Bûroya Kurdî ya Brukselê
  • Serleşkeriya tirkan, kurdan bi xiyanetê sûcdar dike!
  • Ecevît dixwaze bibe dostê kurdan?!

  • SERLEŞKERIYA TIRK, GELÊ KURD BI ALÇAXÎ Û ÎXANETÊ SÛCDAR Û TEHDÎD DIKE
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    KURDISTAN-AMED, 24.03.2005

    Serleşkeriya Tirk bi daxuyaniyekê di 22.03.2005an de ji bo sedema, çend zarokan di pîrozbahiya Newroza Mersînê, di 20.03.2005an de ala Tirkan şewitandine, qiyametê radike ser piyan û grûbeke zarokan wek alçax û îxanetkar bi nav dike. Serleşkeriya Tirk di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

    Türk Milleti engin tarihinde iyi ve kötü günler görmüş, sayýsýz zaferler yanýnda ihanetler de yaşamýştýr. Ancak hiçbir zaman kendi vatanýnda kendi sözde vatandaşlarý tarafýndan yapýlan böyle bir alçaklýkla karşýlaşmamýştýr.

    “Gelê Tirk di dîroka xwe de pir kêm rojên baş û ne baş dîtiye, li kêleka serkeftinên bê hejmar, îxanetî jî jiyaye. Lê belê ti demê li welatê xwe ji aliyê qaşo hemwelatiyên xwe ve rastî pêkanînek tiştek wiha bi alçaxtî nehatiye.”

    Û wiha berdewam dike:

    Hem bir ülkenin vatandaşý olmak, havasýný teneffüs etmek, suyunu içmek, karnýný doyurmak hem de o ülkenin en kutsal ortak deðeri olan Bayraðýna el kaldýrmaya yeltenmek, gaflet, dalalet ve hýyanetten başka bir şekilde tarif edilemez.

    “Tu yê him bixwezî bibî hemwelatiyê welatekî, hewa wê bîhn bikî, ava wê vexwî, zikê xwe têr bikî him jî destê xwe rêberî qîmeta herî bilind ya pîrozweriya hevpar re rakî, ev gaflet e, delalet e û îxanet e ku bi awayekî din nayê tarîf kirin.”

    http://www.tsk.mil.tr/guncel/diger_faaliyetler/basinaciklamasi_22032005.htm

    Serleşkeriya Tirk bi van gotinên li jor di şexsên çend zarokên Kurd de, ku xwestine ala Tirkan bişewitînin li gelê Kurd heqareta dike, wan bi alçaxtî û îxanetiyê bi nav dike û biçûk dixîne. Lê serleşkeriya Tirk bi zanetî sêv û hurmeyan tevlihev dike, ku Kurdan sûcdar bike. Di binê vî mantiqê de mesele ne sê zarok in, ew dixwezin hemû gelê Kurd bi van gotinên “alçaxtî û îxanetiyê” têxin sûcdarî şewitandina ala xwe.

    Serleşkeriya Tirk bi van gotinan him qanûn û peymanên navneteweyî û him jî qanûn û peymanên xwe yên huqûqê bin pê dike. Ger ez ne şaş bim, ev cara yekem e di dîrokê de Tirk ji Kurdan re dibêjin, “qaşo hemwelatî”. Çimkî dewleta Tirk heta niha dinya-alem bi gotinên vala, ku Kurd hemwelatiyên Tirkiyê yê yekem in dixapand û hê jî dixapîne. Loma bi bîr û baweriya min, daxuyaniya serleşkeriya Tirkan tiştekî jî zelal dike, ku ne em ji wan re dibin û ne jî ew ji me re dibin, gotinên bê bingeh û derew qaşo biratiya Kurd û Tirkan jî pûç derdxin meydanê. Ez niha li Amedê me û gelê Kurd vê daxuyaniya serleşkeriya Tirk ji xwe re wek heqaret dibîne.

    Serleşkeriya Tirk dibêje, goya Kurd hewa wan bîhn dike, ava wan vedixwe û nanê wan dixwe. Ev gotin bi serê xwe alçaxtiya herî hezin e, ku ew bi vê bê mantiqsiziyê êrişî gelê Kurd dikin. Gelê Kurd bi keda xwe kar dike, bacê jî dide, bi destê zorê her tiştî dide wan, dîsa jî qîma xwe naynîn û serleşkeriya talanker vê carê jî raste rast ji Kurdan re sixêf û çêran dike.

    Ewên welatê min, axa min, hebûna min, jiyana min, zimanê min, çanda min, û hemû heyiyên min qedexe bike, bin pê bike, biçûk bike, ji her alî ve tecawizî mafê min bike, nikare min wek hemwelatiyê xwe bihesibîne, ev hemwelatiyeke bi zordariyê ye û Kurdan ti carî ev di dilê xwe de ne hesibandiye, ne pejirandiye. Lê di daxuyaniya serleşkeriya Tirkan de tişteke nû heye. Serleşkeriya Tirkan bi vê siyseta xwe ya talankeriyê nikare bi ser bikeve. Wan êdî winda kiriye, dem ne dûr e, ku wê li Amedê ala Kurdistanê li jor li ba bibe. Jixwe ji niha de jî ji bilî cihên fermî yek aleke tirkan li ti dera Ameda rengîn tine ye.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1