Ez li nemiriyê geriyam
Min evînê dît
Di evînê de
Min tevahiya xirabiyan
Ji bîr kir
Cîhana evînê
Cîhaneke din e
Jiyana evîndaran
Jiyaneke din e
Evîndara min
Weke stêrka ezman
Di dilê min de
Dibiriqe
Weke ku evîndara min
Ne ji vê dinê, lêbelê
Ji ezman, ji bo min
Ji bêdawiyê veqete û were
Êşa evînê di dilê min de
Ji ber rûkenîna wê naêşe
Ez di nav tenêtiyê de bum
Hatina wê ji bo min bû hêvî
Roja ku min wêneya wê dît
Ew qet ji heşê min derneket
Weke ku ez û evîndara xwe
Ji sedsalan ve hev nas dikin
Evîna me ya ku sed sal berê nîvco mabû
Niha didomiya, ji nû ve şîn dibû
Di demsala biharê de
Ew carek din bo min bû hêvî
Toximê axa qerecdaxê
Tîrêjên roja Zerdeşt pêxember
Ava çemê Dijlê
Wê ji bo min hilbirandibû
Min şeva din
Evîndara xwe
Di xewa xwe de dît
Min wê hemêz kir
Min çiqas bêriya wê kiribû
Xwîna min pir lê keliya
Dilê min pê şewitiya
Ez ji halê wê re giriyam
Min ji evîndara xwe re
Behsa evîna me ya şîn
Dilê me yê bi evîn
Hêviyên me yê şadîyê kir
Ez û ew
Em birçîyên axaftinê bûn
Me ji hevûdu re
Behsa derdên xwe kir
Em bi dil û can peyivîn
Me dîwarê nav xwe xirab kir
Astengan ji hole rakir
Em rehet bûn, şad bûn
Evîndara min
Nîvê dilê min e
Hebûna jîyana min e
Hêvîya pêşeroja min e
Di jîyana evîndaran de
Hêz û qûweta evîndaran
Evîna wan bi xwe ye
Evîn bêdawiye, nemir e.