doh,
min êşêk dikişand
navê wê nizanibû.
birîna min
kûr,
rîya min
dûr,
remanên min
hûr
bûn.
îro,
navê êşa xwe dizanim
lê,
bêtaqet û mecalim
çinkî hêj jî
nizanim
ku ez nezanim.
ŞEVGER
şev tarî û zilomat
zaboq bêdengin
gerîm li çar alî
bi hawar û qêrîn
min gazî te kir,
bilez û bez
çome vî alî û wî alî
lê deng ji te
nehat.
şev tarî,
sekinîne firozîyên nigebanan
vemirîne fanosên zaboqan
bêbextîyê da birin dengan
bêwate man sitêrkên li asîmanan
dîyare
wê zordarî
bibare.
şev tarî
li te digerim
li her alî
ho birayo,
ho çirayo
bo bêdengî
key tu bêzarî?
XEWN Û XEYAL
doh,
şevêdî
min wî
di xewa xwe da
dî.
Go;
tu careke dîn
têkçoyî
min te dî
lê te min
nedî.
Min go;
ke ev fantazî ye?
bêdaxwaz û xwezî ye,
hêvî, hêj nerizî ye
xewên şevan şîrînin
wê rojêk
bê
ezê
te bibînim.
EVÎNA DIL
tu wek helbestê delalî
wek rubaran bi coş û zelalî
bi qerîn û hawarî
bi şax û şepalî
wek evîna dilan
narîn û kubarî
wek hesretê bêxedarî
bi axîn û zarînî
hêvî bû qatix
li cem te
sedem vî ye
hêj jî
bi mecal û fesalî.
EVÎNA TE
evîn sedem te
bi rûmete
tîrêjên tavê
bi te
xwedan watene
melodîyên çivîkan
sedem te li min
xweş tên
min,
ji te sitand tema
berbangên
bêdeng.