MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Bêrî Bihar: Pihînekê li şikalên xwe bide (2 helbest)
  • Bedirxan Epözdemir: (7 helbest) Êş
  • Azad Avcî: Demsalên koçer
  • Lokman Polat: Evîna nemir
  • Yasîn Husên: Piştî cigare vemirî (3 helbest)
  • Ebû Niwas: Beniyê kîrê xwe (10 helbest)

  • Du helbest
    Bêrî Bihar: [email protected]


    Havîn

    Pihînekê li şikalên xwe bixe,
                   Wê lingên te neêşin.
    Lingtazî bimeşe,
                   gol bi gol.
    Hizrên hûrkeviran, di binê lingên te de 
                   xişîniya bêdeng, kerr.
    Kûlîlk vedidin dilopên xwêdanê li ser çermê te,
                   Dilopên xwêdana kedê.
    Hestên te dicivin bi destên te yên şewitî,
    Ewên ku bi kela tavê, 
    di, beroşeke bi tenî de dipijin.
    Wê bêhna şewata te bê te.
    Di kelekela tîrmehê, an jî ya tebaxê de.
    Li benda te ne xewnên rengîn 
    yên di tasa dewê qerisî de 
    li bin dara botafê.
    
    Dinya mirov xera dike,
    şewata lingên zarokan ji erda kelijî.
    Li bênderan 
    Bê hedan
    Bê sî, 
    Bê av, 
    Bê xwedî.
    Ewên, weke qalikên hêkan pêşerojşikestî,
    Ewên, hêvî di dawiya lîstika wan de wendayî.
    
    Jinek,
    çend jin,
    derbas dibin di ber guhên gumanên berkel,
    Di mêjiyên bihelkehelk li binê siyekê dirêjkirî,
    Di lêvên wan de tahma axaftina bêdengî.
    şîr dikele, dike bipijiqe ji pêsîrên wan.
    Lê divêt ku ew pêşî zikên mêrên xwe têr bikin.
    Bêhna hestên wan yên, şewitî pozê mirov digizgizîne…
    
    
    Ew bûne dîmenên herdem û hizrên havîna dijwar 
    di binê lingên me de. Ji bo xwedê kesek tasek av nade devên wan.
     Ewên lêvçiriyayi, panîqet, piştxûl û ji xwe bêhay an jî bihay
     lê dest û ling girêdayi, bimaldarî, zarok û nan…
    Carên ku me pêlî ser kevirên ji tava havînan kelijî kir,
     herdema ku mêjiyê me ji tava havînan kelijî, bila bên e
     bîrame ewên stûxwar û kedkarên jiyanê.
     Jin: 
    Bila ji bîra me dernekevin bi her 
    hizirkirina keviran di binê lingên me de,
    Ewên serhişk û berxwe, ber canên xwe neketî,
     ku di pekin ji binê lingan û dîsa didin dû şopên wan…
    Bila ji bîra me de bin bi her hilmandina jiyanê re…
    
    

    îsî

    Stêra piçûk,
    Çiqas xweşik diîsî,
    Çend stêr diîsin li dora te?
    Tije dibe bi roj bi ronahiya rojê,
    Dibiriqî di şevtariyan de,
    Diîsî li ser serê erdê.
    
    Tenê li welatê rojê tu
    nîşangeha sibehek xweş û ronahî yî.
    Li şevên vî welatî tu,
    Biîsî, bibiriqî, biçirûsî jî,
    Sibe,
    Dîsa bi baranên ronahiya derengmayîn dest pê dike.
    Li vî welatî,
    Ne tengezarên hev in,
    Şevînî, 
    tarîtî, 
    stêr, 
    sibe û ronahî 
    heya roj jî ne tengezarê tarîtiyê ye 
                      di dema tîrêjdayinê de.
    Bi bêhnek fereh li benda meşîna reşayiya ye.
    
    Stêra piçûk,
    Gelo çend stêr diîsin li dora te ?
    Heye ku hûn ji çirisandinê aciz bibin?
    Çend stêrên aciz hene li dora te?
    
    Ji bo çi tu ji jorê hatî xwarê?
    Gelo tu yê çawa seredariya,
    Mijokên çirûsan bikî?
    Qey te dil heye destûra mijandina çirûsên xwe bidî.
    
    Tu yê bêriya hevalên xwe û leyîstikên we yên îseîsî nekî?
    Gelo tu yê ji geremola xwarê aciz nebî?
    
    Here stêrê, here jor,
    Ji nava îsiniyên bingemar here,
    Here piçûkê here,
    Bi jor ve, bi rojên xweşdîwa ve
    û ji xwe,
    Li xwarê tu xêr nemaye...
    
    Bêrî 23 berçile 2004
    

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1