Rûviyek mê spêdeyek tav û xweş têjikên xwe digerrandin.
Ew pêrgî şêrek mê hat. Mêşêrê tenê têjikek hebû.
Mêrûviyê gotê:
"Ma te rebenê pê çênabe ji yekî pêvetir biwelidînî û xwedî bikî?"
Mêşêrê bi nermî bersiv dayê:
"Te garranek têjikan heye. Lê ma ew çi ne? Rûvî ne!
Lê binere yekaneyê min: şêr e."
Ya giring ne çendî lê çawanî ye.
|
|