MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Zarok
  • Leşker (wergerrandin: Zagros Haco)
  • Karik û Gur
  • Mêrûvî û mêşêr
  • Çivîk û Qirrereşk

  • LEŞKER
    Ji folklorê fînlendî
    wergêr: Zagrosê Hajo


    Dibêjin, ko carekê yekî leşker çaxekî dirêj ji şah re leşkerî kiribû û piraniya temenê xwe di nehtoriya wî de derbas kiribû. Lê dema ew pîr bû, serleşker rabû û bêyî ko tiştekî jî bidiyê, ew ji leşkeriyê avêt. Leşker firaxkên xwe li hev civandin, ew kirine bexçikekê û çû da ser riya malê. Ji ber neheqiya lê hatibû kirin gelekî mezin bû, ew pir tore bûbû û dilê wî pê dişewitî. Ji ber êşa dilê xwe dest pê kir, sixêf kirine serleşkerê xwe û di nav sixêfên xwe de jî got:

    - Laneta şeytên li serekê min be! Hema dikarîbû mûçeyekî piçûk yê pîrbûnê bide min, ma wê çi qewimîbana? Piştî van salên dirêj hew ti kar jî ji min tê û êdî şerm e, ez di vî emrî de rabim herim devê xwe li ber xelkê xwehr bikim û parsê bikim.

    Ev got û ji xwe re ji ber kul û derdên dilê xwe bi melûlî girî. Gelek neçû ji nişka ve dît ko mirovek kete devê riya wî de, silav lê kir û got:

    - Tu çima sixêfan dikî, camêr? Ma çi bûye ko tu wilo dil bi kul î û mirûsê te kiriye?

    - Ma ez çilo sixêfan nekim û ne dil bi kul bim, piştî ko tiştên hatine serê min. Dinya li ber çavên min reş bûye û ez ji rojên li pêşiya xwe ditirsim. Û çîroka xwe tev ji mêrikê xerîb re got.

    - De va hey serekên te dev ji te berdane, çima tu nayî û ji min re kar nakî?

    - Ezê gelekî dilxweş bama ko karek ji min hatibana, lê tu dibînî, ez kal bûme û hew ti kar ji min tên.

    - Karê min ti kar jê re nave, lê dive ko tu bi ya min bikî û ez çi ji te re bibêjim dive, ko tu ji gotina min dernekevî.

    - Ev çi kar e, ko ti kar jê re navê?

    - Beroşeke min heye dive ko tu her û her ardû bidî bin û tu her agir di bin de gur bikî. Lê şertekî min heye. Ew jî ev e, ko dive tu ti caran devê beroşê nevekî û li hundurê wê nenerî.

    - Kî wê ardû bêne?

    - Ardû wê li ber destê te be û wê xwarina te jî hazir be, lê şertekî minî din jî heye, ew jî ev e, ko ta tu di ber karê min de bî, dive ko tu ne serê xwe bişoyî û ne jî cilên xwe biguherî! Û bi ser ve kir:

    - Heke te qîma xwe anî û sê salan li cem min kar kir, êdî ezê mûnetê tevaya jiyana te bi te dim.

    Leşker pirsî:

    - Ma berî niha kesekî din li cem te karkiriye?

    - Na, û bi tenê dive haya te ji beroşê hebe.

    Dilê leşker hinekî xweş bû û da hê qenc behwer bike, pirsî,:

    - Ma bi rastî têra min xwarin li cem te heye? Ez navim ji nêza bimirim?

    - Belê, netirse camêr, xwarin gelek e!

    - Baş e min qebûl kir, lê piştre dive, ko tu min dîse vegerênî vî cihî!

    - Xwe li ser pirsa vegerê jî netirsêne û pişt rast be, ko ezê te vegerênime vî cihî bi xwe.

    Dawî leşker qebûl kir û bêhna wî gelekî bi vî karê nû fereh bû. Lê hema ko wî navê xwe li ser pelika levkirinê nivîsand, wî dengê gurmênîkeke mezin kir. Bummm!!? Û xwe di hundurê çiyayekî mezin û bilind de, li ber beroşeke li ber kelan diçû, dît. Ew beroş pir mezin bû û bi qelpaxeke mezin nixumandî bû. Mirov nikarîbû bibîne, ka çi tê de ye. Serekê nû jê re şirove kir, da çi dive bike û çi dive neke. Leşker soz da, ko wê daxwazên wî bi cih bike û wî bi rastî jî soza xwe bire serî. Leşker ti caran qelpaxa beroşê nehilda û li hundurê wê nemeyzand û wî bê zexelî agir di bin de geş dikir. Wî ne rûyê xwe şişt, ne neynûkên xwe birîn, ne rih û simbêlên xwe kurt kirin, ne pora xwe şikinî û di her sê salan de ne cilên xwe jî guhertin. Her sê sal derbasbûn bêyî ko ardû bikişênê û bêyî ko zanibe ka kî jê re têne. Dawî serekê wî hat û di rûyê wî de dihate xuyakirin ko ew bi karê leşker dilxweş e. Silav lê kir û pirsî:

    - Kar çawa bû? Ma tiştek li te kêm ket? Ma haya te bi dilpakî ji beroşê hebû û te li hundurê wê temaşe nekir?

    - Ti tişt li min kêm neket û min ji binî jî li hundurê beroşê nemeyzand.

    - Ez dizanim ko te soza xwe bire serî, win her çi leşker in, win hînbûyê rastîyê ne û di karê xwe de saxlem in. Ezê perê te dime te, lê tu çi dibêjî, ko tu hê sê salên din jî li cem min kar bikî?

    Leşker xwe da paş û da zanîn, ko ev tenêbûn û ev karê yekrû pê giran in û kir ko bibêje: Na, ez nema li cem te kardikem. Lê serekê wî pê ve giha û got:

    - Tu Bimêne! Ezê kiriya te bêhtir bikim, da tu karibî ji xwe re jinekê bênî û maleke weke dilê te dive ava bikî. tu çiqasî zêr û zîv bixwazî, ezê bidime te, û heke tu bi min bişêwirî, ka tê çi ji wan zêr û zîvan bikî, ezê nehêlim, ko ew ti caran li te kêm bikevin.

    Leşker qîma xwe anî û levkirina xwe nû kirin.

    Ew dîse vegera karê xwe û du salên girover derbasbûn wî bi dilpakiya berê agir dibin beroşê de gur kir, lê di destpêka sala sisiyan de kete dilê wî de, ko li hundurê beroşê binere. Rabû qelpaxa wê hinekî hilda û li hundurê wê meyzand. Wî dît…kambaxa tiştên, ko wî dîtî… Wî dît, ko beroş tijî mirov e, ew bi wan mişt bû. Wî hin ji wan mirovan nasdikirin, lê bêhtirên wan nasnedikirin. Yek ji wan mirovên di beroşê de serekê wî yê berê bû. Li gora kambaxên ko dîtibûn jî wî agir di bin de kêm nekir. Kînên di dilê wî de, yên li dijî sereleşkerê wî, wilo kiribûn ko ew hê agir xweştir bike.

    Di dawiya salê de serekê wî dîse hat û gotiyê:

    - Ma te soza xwe bire serî?

    - Erê, min bire serî, lêbelê careke bi tenê min li hundurê beroşê meyzand û min tiştên tê de dîtin, lê min agir ji berê dijwartir kir.

    Ne xem e te çi di hundurê beroşê de dîtibe, lê ez ditirsim, ko te kêlîkinan agir di bin de vemirandibe. Û hê got:

    - Tu navê sê salên din li cem min karbikî? Tu çi bixwazî, ezê bidime te?

    - Na, na, ez divim dinyayê ji xwe re bibînim, ez ji biteniyê gelekî behnteng bûme.

    - Hê min mirovên saxlem weke te, rast û baş nedîtine. Win leşker nîşana paqijî û rastiyê ne. Bi rastî ez hêvî dikim, ko tu karibî hê sê salên din di ber karê min de bimênî… ma tu çi dibêjî?

    - Na, ez hew divim, ez pîrbûme û nema ez dikarim karê te bikim.

    Serekê wî di ber xwe de got:

    - Ez dibînim, ko nema kar dike, û divê ez soza xwe jê re pêkbênim!

    Ew ajote odekê, du kiwarên mezin tê de bûn. Ya pêşê tijî zêr bû, ya din jî tijî zîv bû. Wî gotiyê:

    - De ta tu dikarî ji xwe re zêr û zîv hilêne…!

    Piştî paşil û berîkên xwe dagirtin serekê wî bi şekekê ew bire cihê ko jê anîbû û dîse qewîtî lê kirin, ko qirêja xwe paqij neke, da zêr û zîvê wî kêm nebin. Leşker qîma xwe anî, serek winda bû û leşker bi riya xwe de çû.

    Bi rê de geha bajarekî. Gelekî birçî bûbû, rabû berê xwe da mala pêşî, ya ko kete devê riya wî de. Li deriyê malê xist, xwediyên malê devê derî jê re vekirin û çavên wan pê ketin. Riha wî ya dirêj û qirêj, gijola pora wî, neynûkên wî yên wek neperûşkên balindeyên kelaşan, çermê wî yê reş û cilên perpitî û gemar; ji wan wa bû, ko ew şeytan bi xwe ye, bi ser wan de girtiye. Hemû ketine odekê û ji tirsan derî li xwe asê kirin. Rabû wî berê xwe da maleke din û yeke din, lê hemûyan wek mala pêşî berê xwe jê guhertin û berdanê.

    Reben ma bê çare, lê birçîbûnê dilovanî pê re nekir. Dawî ew çû mêhvanxanekê, wî goman dikir, ko xwediyên mêhvanxanan mirovine kur in, hez ji peran dikin û bi peran daxwazên rêwiyan pêktênin û li çilobûn û çawabûna wan napirsin. Lê hema ko ew kete hundurê xwaringeha mêhvanxanê, mirovên li wir, her yekî bi aliyekî de bazda. Xwediyê mêhvanxanê bi xwe jî xwe di odekê de veşart û lîwana mezin ji leşker re hişt. Leşker çû li ber maseke mezin rûnişt û kulmek zêr ji berîka xwe derxist û danî ser masê. Hêdî hêdî zêr dihijmartin û dihişt ko çinge çinga wan di lîwanê de bela bibe. Wî dizanîbû, çawa ev deng wê xwediyê mêhvanxanê dîn bike. Bi rastî jî girêza wî li ser wan zêran diherikî û dilê wî li ser wan diêşa. Derî hinekî li xwe vekir, da qenc behwer bike, ko ev zêr di nav lepên vî hovî de ne. Leşker pêjna wî kir û bê ko berê xwe bidiyê bakir:

    - Were, bê tirs were! Ez jî weke te mirov im, guh nede qirêja min. Ez birçî me, xwarinekê ji min re bêne! Bihayê wê ezê vê koma zêran bidime te. Xwediyê mêhvanxanê bi ser de hat, lê bi zorê lingên xwe li dûv xwe dikişkişandin. Wî ji leşker pirsî:

    - Tu ji kû ve tê û bi kû de diçî, nenaso?

    - Ez leşkerekî kevn im, piştî ez kal bûme, ez ji leşkeriyê hatime der. Vêca ez divegerime welatê xwe.

    - Malava, min berî te gelek leşkerên kevn dîtine, lê nayê bîra min ko yekî weke te bi qirêj di nav wan de peyde bûbe. Ma di leşkeriyê de we wilo bi qirêj dihêlin?

    - Na, çaxê ez leşker bûm, ez ne bi qirêj bûm. Na, ma gelo ji leşkeran paqijtir kes heye? Lê van şeş salên dawî, min li cem mirovekî kar dikir, di nav van salan de wî nehişt, ko ez xwe bişom û cilên xwe biguherim.

    - Wey bavo!... Ew çi mirovekî dîn bû, ko nedihişt tu guh bidî xwe. Ew li kû bû û karê wî çi bû? Ma tu çi dibêjî vêca tu rabî, herî xwe bişoyî û cilê xwe biguherî, va te êdî dev ji karê wî mirovî berdaye?

    - Ez nikarim bersiva te bidim, lê ez gelekî birçî me, ka xwarinekê bide min, ez ji nêza ketime.

    Parîk nan anî, danî ber û bihayê wî nanî zêrên li ser masê tev maliştin û avêtine berîka xwe. Piştî leşker xwar, cihekî razanê jî xwest. Xwediyê mêhvanxanê xwe neda ber daxwaza wî û got:

    - Li min negre! Rêwî çav li te bikin, êdî ne li cem min dixwin û ne dirazin, karê min wê bê birîn. Ez nikarim te li cem xwe bicihkim.

    Lê piştî xweş behwer kir, ko evê li ber wî ji tuxmê mirovan e, got:

    - Baş e, lê bi şertê ko tu xwe bişoyî û cilên xwe biguherî?

    Leşker qîma xwe neanî û got, ko serekê wî destûra wî nade. Xwediyê mêhvanxanê ma matmayî û pirsî:

    - Wekî te dev ji karê wî berdaye, tu çima bi ya wî mirovî dikî?

    Leşker mirûsê xwe ji pirsa wî kir û got:

    - Ev tiştekî nehînî ye, di nav min û serekê min de ye. Lê heke tu sûnda mezin ji min re bixwî ko tu hişkere nakî, ezê li te mukir werim.

    Piştî ko wî soz da û xurcikek sûnd xwarin, leşker got:

    - Ji ber ko ewê ko min li cem kar dikir, soz bi min re daye, ko heke ez xwe neşom û kincên xwe neguherim, wê berîkên min ticaran ji zêr û zîv vala nebin, ko ez çiqasî ji wan bibim jî. Serekê min ne kesekî weke herkesî ye. Wî ez bi awakî ecêb xistime hundurê çiyakî bilind û li wir ez şeş salan mam. Gelek hêvî û lavlav ji xwediyê mêhvanxanê kirin, da cihekî razanê jê re çêbike; û ew bi zêran tema kir. Xwediyê mêhvanxanê hinekî di xwe de pûnijî, piştre got:

    - Baş e, şertê serekê te giran e, û hêja ye ko tu xwe li ser bikî. Ezê odeke başqe ji te re bibînim. Her kes te li cem min bibîne nehesanî ye. Dive pelikên te jî hebin, da ez zanibim, ko tu ne sêwelek î.

    - Netirse lo! Ez leşkerekî kevn im û pelikên min hene.

    - Çima naxwe tu navegerî welatê xwe û li wir najî?

    - Rê dûr û dirêj e. Her kes xwe ji min divede û direve. Hemwelatiyên min jî wê wilo bin. Tevlî van zêrên gelek jî ezê ji nêza bimrin. Zêr nayêne xwarin. Piştre dibe ko di nav van salên dûr û dirêj li welatê xerîbiyê, êdî xwedî û hevalên min jî nemabin. Vêca her erda xwedê welatê min e.

    Xwediyê mêhvanxanê xizan û deyndar bû û neçîra xwe di vî mirovê zêrweşên de dîtibû. Kozikeke piçûk nêzîkî serşokê dayê, leşker bi dilxweşî ew bir û got:

    - Ma gelo şahiyek mezintir ji vê bêhtir ji mirovekî kal re heye? Tiştê herî gerek ji kalan re ew e, ko hestûyên xwe di şevên zistanan yên sar û dirêj de germ bikin.

    Leşker di kozika xwe de ma, xwediyê mêhvanxanê jî jê bêhijmar pere distandin. Wî deynên xwe hemû dan, xan û man ava kirin û bû zengîn û maldarê bajêr. Her kes dima matmayî, ka çaw xwediyê mêhvanxanê karibe di çaxekî wilo kin de hevqas semyanî bide hev. Xelkê dev ji xwediyê mêhvanxanê nediberda, jê dipirsîn, ka ev xêrê ji kû bi ser ve bûye. Wî çare ne dît û dawî serpêhatiya xwe bi leşker re ji wan re hişkere kir. Serpêhatî di cih de, weke ko agir bi pûş keve, bela bû. Ev serpêhatî berbi guhê qeralê welêt jî ket. Ew jî di bin deynan de mabû û temayî kete dilê wî de, rabû şiyande pey leşker, da ji wî rastiyê zanibe.

    Leşker ji fêhtiyan neçû, xwe şanî qerêl neda. Qeral dîse şiyande jê re, lê vê carê bi hêrz. Tirs ket dilê leşker de û ji xwe re digot:

    - Ezê çawa herime dîwanê û xwe şanî qerêl bidim? Ez xwe paqij bikim, yan bi van kincên qirêj herim?

    Çavên xwe girtin û weke yekî ji xwe re limêj bike dîse ji xwe re digot:

    - Serekê min, tu li kû yî? Tu li kû yî?

    Lê hema ko çavên xwe vekirin, dît ko serekê wî li ber rawestaye û dibêje:

    - Here, û netirse! Bi gemara xwe ve here! Ti tiştê nebaş bi te nayê. Ez xweş dizanim çima qeral te dixwaze. Ew di bin deynan de maye û çavê xwe berdaye zêrên te. Ew behwer dike, ko karibe wan ji te bistêne û pê deynên li xwe bide. Here, û zêran jê re birijêne! Ew di tengasiyeke mezin de ye. Lê dive tu vê ferzendê jidestê xwe neberdî. Ber bi titiştî newe, ta ko keçeke xwe nede te. Ez dizanim ko keça mezin û navê te nakin, lê dilê ya piçûk weke keleheke asê li ber hêza min hatiye girtin. Heye, ko te bike. Bere li bîra te be, ko her û her ezê bi te re bim, lê tikes wê min nebîne.

    Serek ji ber çavên wî winda bû. Wî da pey nehtorvanên qerêl, û çû. Ew li ber destê qerêl rawesta û got:

    - Ez im ew leşkerê kevn. We ez xwestim qeralê minî mezin, va ez li ber destê we me.

    - Leşkero! Min gelek tişt li ser zêrên te yên diherikin bihîstine. Ma ev tiştên ji min re hatine gotin rast in? Û çima tu wilo qirêj î?

    Belê ezbenî, ew rast in...Û jê re li ser serpêhatiya xwe ta bi derziyê ve kir.

    Qeral got:

    - Leşkero! Bibihîze! Zêrin ji min re divin... tu naxwazî alîkariya qeralê xwe bikî?

    - Bi dilxweşî ezbenî, lê bi şertê ko win destê keçeke xwe bidine min?

    Qeral veciniqî û kûr li leşkerê kal û qirêj meyzand. Dawî got:

    - Ez nizanim, ka gelo keçên min wê qîma xwe bi te bênin? Lê ezê ji wan bipirsim.

    Bakire keça xweyî mezin, ew hat. Dema qeral jê pirsî, ma ew leşker nake, tirs pê ket û berî dilê wê biêşe bi xwe re geha bibêje:

    - Ti kes vî cenawerî nake!

    Qeral bakire keça xweyî navê û çi ji ya mezin pirsî bû, jê jî pirsî. Wê got:

    - Xweştir e, ko win min bikujin, lê min nedine vî hovî.

    Dawî keça piçûk hat û bi torevanî got:

    - Ezê daxwaza qeralî pêk bênin, ezê wî bikim.

    - Eger bi rastî tu dixwazî min bikî, dive tu vê diyariyê ji dest min bigirî û winda nekî?

    Wî destmaleke neqişandî ji berîka xwe derxist. Ew dirand û kire du parçe, yek da keçikê, yê din dîse vegerande berîka xwe. Serekê wî ew wilo hîn kiribû. Ji cem qeral vegera malê, dît ko serekê wî li benda wî ye û di bin lêvan de dibeşişe, wî got:

    - Te pir baş kir. De rabe xwe bişo û veşo, here baştir cil, hesp û galîskekê bikire û vê carê weke mîrekan dîse here cem qerêl!

    Leşker li gor fermana serekê xwe kir. Êdî hew dît ko ji nişkê ve vegera weke xortekî tosinî ciwanî bê hempa. Di galîska zerîn de, ya ko xortekî çeleng dajot û hespên kehêl dikişandin, çû keheha qerêl. Serekê wî jî xwe kiribû berdesîkekî tosin û li rex rûniştbû. Li ber dergehê kelehê peya bû û weke mîrekekî ji welatekî dûr, ko hatiye destê keçeke wî bixwaze, xwe pêşkêşî qerêl kir. Qeral bi hatina vî mêhvanê giranbiha gelekî dilşah bû û xweşhatineke mezin jê re çêkir, nexasim piştî, ko çav li xeml û zîna wî û hesp, galîsk û berdestikên wî kir. Qeral bakire keça xwe ya mezin, da mîr lê meyzêne. Keçik hat li ber destê bavê xwe rawesta. Dema çavên wê li mêhvanê bavê xwe yê delal ketin, ne bi dilekî bi sed dilî, dil ketiyê, lê mêhvan pêça xwe nedayê û berê xwe jê guhert. Keçika navê jî wek ya mezin destvala vegera. Dawî keçika piçûk hat li ber bavê xwe, bi torevanî rawesta û got:

    - Qeralê minî mezin! Nabe, ez nikarim mêhvanê we yê delal bikin! Ez bi dergistî me. Min soz daye dergistiyê xwe û ez soza xwe li erdê naxim!

    Mîr li xwe nexweş anî û got:

    - Ev kî ye û ji kû ye û çi mîrek e, evê win xwe li ser dikin, ka çiqas zêr û gewher diyarî dane we?

    - Ew ne mîr e û ji kû hetiye jî, ez nezanim? Lê min soza xwe daye, ez jê navegerim.

    - Ezê we di nav zêr û gewheran de bihêlim, winê bi min re navmezin û cihbilind bijîn. Ka çi daye we, dive ez zanibin?

    Keçikê ti çare nedît û got, ko leşkerê qirêj çi daye wê. Serî di ber de û bi fehtîke mezin parçê destmalkê derxist, danî ber mêhvanê bavê xwe. Her kesê li wir lal man, çaxê ko wî jî perçê din ji destmalkê derxist û demî ber parçê keçikê. Her dû parçe ji hev bûn. Mîr bi dengekî bilind bakir:

    - Ez im ew leşker, ez im zavayê te.

    Helbet dilê keçika piçûk ji şahiyê firî. Leşker têra qerêl zêr û zîv diyarî dan û çi kesê di kelehê de hebû wî jî para xwe stand û dilxweş bû. Ji keça qerêl ya mezin û navê pê ve. Kînê dinanên xwe di nav dilên wan re derbas dikir û dikola. Roja din keçika piçûk ji leşker re diguhestin, herdû xwîşkên wê xwe ji serê banê kelehê de avêtin û mirin. Dengê şeytên ji dûr ve dihat.

    - Ha...ha...ha leşkero, te yek ji xwe re bir! Lê min dido pev re birim, ha...ha....ha!

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1