Karikek li ser banekî bû. Lê nerî ku gurek di ber xanî re dibore.
Karikê dest bi êrişa bi gotinên nexweş kir gurî:
"Diz û bikujo! Tu li nav malên camêran çi dikî!? Tu çawan diwêrî li cihên xirabiyên te tên zanîn bigerrî?"
Gurî gotê:
"Hema her dijûn û sixêfan bêje. Ji dûr ve her kes wêrek e!"
|
|