MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Gelêrî
  • Cankurd: Serdarê Gûzan
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (beş 3, roman)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (beş 3, roman)
  • Husein Muhammed: Carine divê em zalim bin daku qenc bin

  • PILINGÊ SERHEDÊ (roman, beş 3)
    Eyüp Kiran


    Alayên E’şîran dê li darkevin

    Ev du sal bûn, dihat qal kirin ku alayên eşîran wê li darkevin. Vê havîna berê yên diçûn Erzeromê û yên diçûn Mûşê, Ezirganê xeber dianîn, digotin “Osmanlî dike ji eşîrên Kurda alayên eskerî li darxe. Ew ê ban serekê eşîrên mezin kin û vê erkê bidin hinek eşîran.” Xormekan meraq dikir gelo ew ê ji kîjan eşîran li dar kevin, ew ê çer bi esker bin, çi silehan bidin wan, ew ên herin ku derê, pirs pirr bûn û kesî rind nizanî bû.

    Derbiharî bû, zivistan dijwar derbas bûbû, ava qazyaxiyê, şekir, xwê û wekî din hinek ihtiyacên tekuze qedyabûn. Loma ji Gundê Qasiman qefleyek bajarvan çûbûn bajarê Erziromê û ji Erziromê vegeryabûn. Ji bajarvaniyan yek Ûskil bû û Îbrahîmê Talo mêvanê wî bû. Edet were bû, ku yek ji bajêr bihata meriv diçû mêvandariya wan. Şekir û cixara bajêr li cemeatê dihat bela kirin.

    Îbrahîmê Talo ji bo xêrhatina ji bajêr li ser kulavê Ûskil bû. Wekî din jî gelek mêvan hebûn. Şekirê qul hat belakirin û qutiya titûnê li ber peya hat gerandin. Îbrahîm Axa got: “Ûskil te devê me bi şekir şêrîn kir, va ye em cixara bajêr jî dikşînin, li bajêr çi hewadîs hebû, bîna herbê heye tuneye, hela ji me re qal bike.”

    Ûskil got : “Keko wele em li ser dikana Olaşê Çawîş bûn. Wî digot dibêjin dikin ji e’şîrên misilmanan alayên siwarî li darxin, bîna herbê jî heye, guman heye Ûrisê bavêje ser Osmanî, Ermenî li Stenbolê, li Wanê, li Bîlisê, li Mûşê, li Sasonê û li Hezo rehet nasekinin, va ye li van deran jî tevdiran digerînin, royê pê de mezinên wan ji qonsolosa Ûris dernakevin, tew hinek Ermenî hatine bajêr em nasnakin, nezanin ji ku derê jî hatine, me jî di bajêr de hinek grûbên însanan didîtin, digotin vana ermenîne, dîsa digotin li Bîlisê û li Wanê dest bi isyatê kirine, ew û Koçerên Xerza pirr li hev dixin. Gelek mêr jî ji hev kuştine.”

    Îbrahîm Axa got: “Hela-hela Ermenî jî zanin mêran bikujin.” Îbrahîm dîsa domkir: “Ewê çawa alayên eşîran li darxin, ji kîjan eşîrên bê damezirandin. Wê li ku şer bikin, ew ên herin kîjan cepheyî.”

    Ûskil got: “Keko wele hişê min jî neçû ser, wan digotin me guhdarî dikir. Ez dibêm belkî Qeymeqamê Gimgimê niha zane, wê çer li darxin, ji kîjan eşîran li darxin.”

    Îbrahîm Axa got: “Ev zûda ye ez neçûme Gimgimê, sibe ez ê biçim, qeymeqam, ew niha mutleqe zane û wê ji min re bibêje.”

    Îbrahîm çû cem qeymeqamê Gimgimê

    Sibehî Îbrahîmê Talo li Şengalê siwar bû û çû Gimgimê. Wî jî alayên eşîran pirr meraq dikir. Nîvro bû, Îbrahîm xwe Gihand Gimgimê. Li ber mala Selîmê Reqasan peya bû, Selîm li qawê bû, zaroyên malê hespa wî kişandin tewla hespan. Îbrahîm Axa berî da navendê û çû qawa Memil, Selîm li wir rûniştibû. Îbrahîm Axa û Selîm dest dan hev, hal xatir pirskirin şûn de Îbrahîm got: “Ero Selîm ez hatime Qeymeqam bibînim, li ciyê xwe rûniştiye an na?”

    Selîm: “Erê erê rûniştiye, do bervî Xamirpêtê çûbû û vegeriya, îro Cibran diçûn maqama wî, paşê derketin çûn, ez bawer dikim bitenê ye, ka em tev herin cem.”

    Herdu bi hev re çûn cem Qeymeqam. Katibê wî çû xeber da qeymeqam û Îbrahîm Axa û Selîm ketin meqama qeymeqam. Qeymeqamê nu jî î çerkez bû, Zekî Paşa şandibû Gimgimê. Peyakî kin î tije bû, stûyê wî kurt bû. Li ser gepên wî tamarên sor xuya dikirin. Papaxê ji postê guran li serî bû.

    Selîm û Îbrahîm Axa destê xwe dan qeymeqam û li ser kursiyan rûniştin.

    Qeymeqam pê hal pirskirinê şûn de vegerya ser Îbrahîm û got: “Îbrahîm Axa ji ermeniyan çi xeber heye?”

    Îbrahîm Axa got: “Wele qeymeqam beg ez çi bibêjim, ên cîran û nêzikê me rind in, nav re hinek koç dikin hema ez nizanim diçen ku, mêrika feqîr in, xire-cirê naxwazin, di halê xwe de ne.”

    Qeymeqam got: “Na Îbrahîm Axa na, ya hûn radikevin, tiştekî nabînin, ya jî hûn ji qasna nabêjin.”

    Îbrahîm Axa got: “Qeymeqam Beg xebera me ji tiştekê tuneye û em hewqas bi ser hevûdu de jî naçin-nayên. Nexwe em zanibin emê çima veşêrin, ma lawên bavê me ne.”

    Qeymeqam li Selîm mêze kir û dîsa vegerya ser Îbrahîm Axa, got: “Îbrahîm temam min ji te bawer kir ku haya we ji tiştekî tuneye, lê ku hûn zanibin ew çi dikin baş e. Ermenî gewî bûne, bong bûne. Ji xwe ji akinciyan re tiştekî nabêjin, akincî ji wan re neastengin, lê mêrikan koçer, axler, beg, şêx û wekî din serokên kurdan di ber xwe re kirine. Mêrikan zanin ku ki li ber wan astengin. Xenzîran ev çar-pênc salin li hember Dewleta E’lî Osmanî û li hember ometa misilman tedarekekî pirr dijwar dimeşînin, hinek deverên ku lê hindikin vala dikin, hinekan tije dikin. Hêzên çekdar li darxistine, ew qomîtecî dibêjin, bi diwêlên mezin weke Ûris, Îngilîz, Frensiz û Emerikayê re têkilî û hevkarî danîne. Van dewletan piştgirî daye wan, ermeniyan perwerde dikin, wan bi çek dikin ku serî hildin û li ometa Mihemed xin. Li navbera Bîlisê, Sason, Mûş û Hezo nêzikê sed peyayê koçeran kuştine. Yekê nav Serop heye, serokê wan e, xwîn di zikê Serop te tuneye, peyayê dikuje, serê wan jê dike, dibe davêje nav zaroyên gundên xwe û dibê haydê pê bi gogê bilîzin. Xeber ji Bîlisê çûye Serayê. Evdilhemîd pirr qeheriye. Alayek eskerê nîzamî şandiye Mûşê. Îcar Derseadet dike ji misulmanan bi taybetî ji e’şîrên kurdan alayan li darxe.”

    Îbrahîm Axa û Selîm pel pel guhdariya qal kirina qeymeqam dikirin. Îbrahîm Axa hatibû ku li darxistina alayên e’şîra fam bike, qeymeqam jê re qala hewldanên û tevgerên ermeniyan kiribû, herdu jî ecêbmayî mabûn. Îbrahîm Axa got: “Wele qeymeqam beg em di îş û karê xwe de ne, Xwedê zane heta niha me tu zerar ji wan merûvan ne dîtiye, lê hinek malên wan ji cem me bar kirin, me jî fam nekir ji bo çi bar dikirin. Îcar em vegerin ser alayan, ev alayan wê ji kîjan e’şîran li dar kevin, ewê çawa li dar keve, em bi tiştekî nizanin, zaroyê diçin Erzeromê dibêjin, hema hişê mi naçe ser, min got ez ji te xeberê bigrim.”

    Qeymeqam got: “Îbrahîm Axa hîn rind belî nebûye, qumandanê mezin, Zekî Paşa ewê li darxe, ban kîjan eşîrê ke ez jî nizanim, kengî bankirin emê xeberê bidin we, hûn meraq nekin, hûn û Cibran xwe bi xwe pevneçinin, li ermeniyan miqate bin. Baqilbin, Ermenî dikin bi piştgirtiya Ûris ve serîhildin û li vir dewletekê ava bikin, çima em ji welatê xwe derxistin wê we jî ji vir derxin, yan jî we qir bikin. Îcar Dewleta E’lî Osmanî pirr mezin e, dewletek cîhanî ye, hemû tedbîran digre, wê berga Ermenî û Ûris jî bigre. Ji wê hêlê de jî bêqisawet bin.”

    Îbrahîm Axa dîsa bi meraq û bi qisawet ji qeymeqam xatir xwestin, ji cem qeymeqam rabû û berî da mal, Gundê Qasiman.

    Alayên Hemîdiyê li darketin

    Evdilhemîd erka damezirandina alayên e’şîrên kurdan da Mehmed Zekî Paşa. Zekî Paşa bi eslê xwe î çerkez bû, bi gotinan neviyê Şêx Şamîlê Mezin bû, bûrayê Evdilhemîd bû û qumandanê Arteşa Osmaniyan ya Çaremîn bû. Navenda arteşê li Ezirganê bû. Zekî Paşa nêzîkê sî-çil serekên eşîrên kurdên sunî tesbît kirin û hewale şandin pê, berê li Trabzonê paşê li Ezirganê civand û ji wan sî û şeş alay li darxistin. Cara duduya tev çûn Stenbolê. Li Stenbolê paşayekî li ser hewldan û planên ermeniyan konferans dan serekên e’şîran û ew perwerde kirin. Bi gotina wî ermenî dikin bi alîkariya ûrisan, kurd û miletên din ji welêt derxin û dewletek serbixwe ava bikin. Di civînan de gelek layîha hatin xwendin û mizekere kirin. Paşê serekên eşîran bi Zekî Paşa re derketin huzûra Evdilhemîd. Evdilhemîd ji wan re got: “Vê qisa min cara û cara ji bîra nekin, ez ji kurda pirr hez dikim, gelek qerarên sirgûnkirina mezinê kurdan min sekinand, ji eskerî kirina wan, ji beş û daylan dayina wan gelek qanûn min şûn de vegerandin, hinek jî rakirin, ku hûn îdraq bikin ez ji kurda re bavtiyê dikim, van gotinên min ji hemû kurdan re bibêjin.”

    Evdilhemîd her serekekî e’şîrê bi xilat kir. Wan jî yek bi yek destê wî maç kirin.

    Serekê e’şîrên kurdan ji cem Evdilhemîd der ketin, her yekî bi awayekî pesnê wî dida:

    “Law Wele mêrik eynî ji me re bavtiyê dike.” “Law siltan gotiye a wisa be.”

    “Law çi merûvekî şêrîne.”

    “Law waliyan em xwarin, îcar ewê çer bikin?”

    “Wele êdî muteserif nekarin ser navçîkê lawê te re bazdin.”

    “Miletê me yê pirr pê şa bibe.”

    “Emê îcar zora qomiteciyên filan bibin.”

    “Qomitecî çiye lo?”

    “Qomitecî belûgên ermeniyan e, isyatin, sed-dused peyayê bi çek û rext bi hev dikevin û digerin, ji kurdan kî bi ber wan keve dikujin, nîvê pirr jî davêjin ser koçerên me, ser hev de dikujin.”

    “Hila hila, li cem me feqîr in, em bi zor wan dikin misilman, me dêrên wan hemû kirin mizgeft, pepûk in, royê pê de xwe davên deriyê me, îcar tew navçîkê wan rabûye.”

    “Herçi heye Evdilhemîd em ihya kirine, êdî emê serbest li zozanan, li berrî û deştan bi sileh bigerin, walî qeymeqam, qadî, mutesarif, mistentîq wê nekaribe tiştekî ji me re bêje.”

    Her serekekî eşîran bi rewşa nû kêfa xwe dianîn, dikeniyan û dianîn ser zimên ku: “Evdilhemîd bavê kurda ye.”

    Erê, ji wê demê şûn de serekê eşîrên kurdan bi hezkirin navê Evdilhemîd ‘Bavê Kurdan’danîn. Êdî di cemaatê de navê Evdilhemîd derbas nedibû, digotin ‘Bavê Kurdan’.

    Îcar mesele hat ser tesbît kirina navê alayan. Zekî Paşa bi Dersaadetê şêwirî û pêşniyaz kir ku navê van hêzên eşîran jî ‘Alayên Hemîdiyê’ danîn. Her alayek ji nêzîkê hezar siwarî pêk dihat. Hespa sîwêr ji wî bû, çek dewletê dida wan, lê wan dikarîbû çekên xwe yê taybetî jî bi xwe re bigerandana. Her alayek qumandarê wê bi rutba mîralaytiyê erk û meqam digirt, jê re digotin: ‘Mîralay’. Her alayek ji penc bêluga dihat ava kirin. Her bêlugek ji nêzîkê dused leşkerê çê dibû û qumandarê bêlûkê jî rutba yuzbaşitiyê bi xwe ve dikir. Talîm û terbiya wan ewê ji hêla sûbayên dewletê ve bihata kirin. Lê arteşên dewletê wisa şerpeze bûbûn êdî bi halê xwe de ketibûn.

    Li Welêt, demek şûn de ji Xormekan re eşkere bû ku ji bo damezirandina alayan ji herêmê hew ban Cibran tenê kiribûn. Ji mala Xelîl Mahmûd Beg û ji Mala Temir jî Maqsût Beg çûn Ezirganê cem Zekî Paşa. Zekî Paşa damezirandina çar alayan da e’şîra Cibran. Mahmûd Beg rutba Paşatiyê girt û bû Mîralay Mahmûd. Mintiqa ewlekariya Xinis, Kanîreş û Gimgimê da wî. Bi erkdayina Zekî Paşa re li Gimgimê Mahmûd Paşa bû serekê Lîwayê jî. Çar alayên hemîdiyê bi vê lîwayê ve girêdayî bûn. Li navenda Gimgimê Sencer Îbrahîm Beg, li Kanî Reşê ji Gundê Tokliyan Maqsût Xalit Begê Cibrî bûn mîralay. Alaya çaran jî ji Cibriyên Bûlaniqê li darket û mîralayê wê jî Selimê kurê Fezo Beg bû.

    Pê eşkerebûyina vê encamê Xormekan pirr qiherîn, tengijîn, hinekan kêmanî di xwe de didîtin, çimkî dewleta Osmanî Kurdên Qizilbaş û yên sunî ji hev gerandibûn. Zekî Paşa ban serek e’şîrê Qizilbaşan nekiri bû. Ji Dêrsimê hinek serekê e’şîrên Qizilbaşan çûbûn cem Zekî Paşa gilî û gazinên xwe kiribûn, gotibûn: “Emrê alay damezirandinê hûn nedin me yên li darxistinê wê tahdê lime bikin.” Zekî Paşa gotibû: “Na na hûn bêqisawet bin, min hemû temî kirine, nekarin çipiska xwe bi we bikin, ku neheqî li we kirin xeberê bidin min, ez ê îfada wan bigrim, jixwe min wan şîret kirine. Ew ê li hember Ûris û li hember niheqiyan alîkarên dewletê bin. Bi xêr salek din şûn de emê bi wedin jî.”

    Xormeka diketin şike ku gelo çima Dewleta Osmanî ew û Kurdên Sunî ji hev gerandibûn, Osmanî erk dabûn misilmanên sunî û nedabûn elewiyan.

    Di eslê xwe de ji Yawûz Selîmê simêl pale û vir de Osmanî ferq û nîfaqek dijwar xistibû navbera kurdên henefî, şafîî û kizilbaşan. Jixwe berê seba erda, seba çêrê, seba zozanan, av û delavan wer bi hev re pevdiçînîn, îcar bîr û baweriya dînê Mehemed, ji hev gerandina Osmanî jî bûbû sedema pevçûnê. Osmanî li kurd û tirkên elewî heqeret dikir, bi çavekî duijminatiyê mêze dikir. Wexta erkek bida begên kurdan berê li mezheba wan mêze dikir, pirr mecbûr nemaba cara erk û îdare nedida dest elewiyan. Carna li hinek e’şirên Elewiyan, wele carna jî li yên tirkman dihat xezebê, rebena ji ber Osmanî mal û milkên xwe terk dikirin û koçber dibûn, diçûn. Diçûn derên wisa ku şopên xwe winda dikirin, ya Osmanî şopa wan winda dikir, yan jî êdî dev jê berdida, çimkî êdî zirar jê ne dihat payin, ji bo Dewleta Elî Osmanî. Burada kaldým

    Di vê bûyera dawiyê de jî bi taybetî dewleta Osmanî Kurdên Elewî û Sunî ji hev gerandibûn. Çaxa Zekî Paşa dikira serekê e’şîrên kurdan bicivanda ser hev, berê gelek xulasa, layiha û mizekere amadekirin dabû. Gorayê van layiha û mizekereyan ku nîvê pirr ji aliyê çerkezan de hatibu amadekirin, kurdên elewî bi ermeniyên herêmê re dostaniyek xurt danîbûn. Deh sal berê çaxa arteşên ûris herêm dagirker kiribû, ermeniyan alîkariya ûrisan kiribû. Îcar çaxa arteşên ûris şûn de vegeriyan, arteşa osmanî vegeriya ser ermeniyên ku aliyê ûrisan kirine. Wê hîngê hinek kurdên elewiyan aliyê ermeniyan kiribû. Dibû ku di şer de elewî aliyê ermenî û ûrisan bikin û ji paş re li arteşên osmanî xin. Loma cûdatî xistibûn navbera kurdên elewî û sunî, jixwe deh sal berê çaxa ûris ajotibû ser Erzeromê û Qersê, hinek hêzên Ermeniyan jî ji paş re li arteşa osmanî xistibû û hinek kurdên elewî jî pî dabûn ber ermeniyên cîranên xwe.

    Du-sê meh di pê li darketina Alayên Hemîdiyan, bêlugên hemîdiyan dest bi çalakî û tevgêran kirin. Li herêmê bi hovîtî digeriyan, jixwe mezintir kes nedidîtin. Baweriyek wisa bi wan re çêbûbû ku xwe pirr mezin didîtin. Li hev diciviyan, ref davêtin û li zozanan digeriyan. Li gundan, li şêniyan, li konan, li ebran bi zor dibûn mêvan. Bêxebera mîralayên xwe ji nav xelkê terş berev dikirin, davêtin ser gundan, him talan dibirin û him jî qîz direvandin, pirr xurt û no bûbûn. Li merûya dixistin, dibirin, eşkalên xwe diguherîn û li ser neqebên teng û asê de karwan dişêlandin, husûmetên xwe yên berê bi saya çekdariya alayan gorayê menfeatên xwe çareser dikirin, welhasil çi finêskên pîs hebû dikirin. Leşkerê Hemîdiyan gundî û koçerên do bûn û îro erkek mezin ketibû destê wan. Alayên Hemîdiyê li yek deran mîna gurêhar bûn. Bi pirranî serdar nexwendî bûn û nezan bûn. Ji wan wetrê dewletê ji wan re her tişt serbest kiribû. Serbest serbest çekên xwe didan ser milê xwe û di nav koçeran de digeriyan. Hinekan tew ji ber xwe diçûn ser malan û terş dixwestin. Çaxa xwediya nedidîn û çavên wan bibiriya talan dikirin. Eger çavên wan talan kirin jî nebiriya îcar diçûn cem qumandarên xwe û hezar fesatî dikirin. Gelek car qumandaran ji wan bawer dikir û bihêzên mezin davêtin ser zoma, malê xelkê bi zor didan ber xwe û dibirin. Eger xwediyê malan liber xwe bidana icar şer derdiket û gelek car xwediyê mal dihat kuştin.

    Alay li darketin şûn de, îşê eskerê nîzamî jî sivik bû. Pişta eskerê nîzamî ji herêmê qewîn bû şûn de ew jî pirr no bûbû, êdî hinek herêm didan ber xwe, tahrîr û tahzîr dikirin. Ji xelkê hêzên çekdar bûbûn refîqê wan, êdî serbest digeriyan û beş û daylan hîn serbest dixwestin, eynî şewat bi xelkê dixistin.

    Kurdên li derveyê alayên hemîdiya mabûn û fileyan xof girtibûn, eynî qutifî bûn. Kêmasiyek mezin di xwe de didîtin.

    Berê ermeniyan bi dewlemendî û bajarvaniya xwe hinek tahde li kurdan dikirin, îcar bi vê erkê kurdên hemîdiyan bi ser ketin, xwe û ermenî ji hev qetandin û êdî xwe mezin dihesibandin.

    Ermenî tew yekcar ketin tatelê. Yên cîranê hev li hev rûdiniştin û bi hev di şêwirîn, ka li hember van hêzana çi bikin, xwe çawa biparêzin. Bi rêvebira rêxistinên xwe yên siyasi ji hêlekê de wan jî hêzên xwe yê çekdar hîn xurt kirin, ji hêlekê de jî temsîlciyên xwe şandin bajarên mezin, bi taybetî Stenbolê û nav diwêlan.

    Berê jî hinek serek eşîran bela xwe di fileyan dabûn, kurdan niheqî lê dikirin, îcar tew kurd bûbûn leşkerên dewletê, êdî kî karîbû wan bisekinanda?

    Halbûku berê dinê ji ermeniyan re çi xweş bû. Dezgayê wan li heremê pirr rind bû. Têcir û bazirgan ermenî bûn, esnaf û hunermend ew bûn, li bajaran dikkan û çarşî di dest wan de bû, nav wan de hinek malbatê cihû jî hebûn. Kîjan gund rind bûn ew lê rûdiniştin. Kurd gundî, akincî û koçer bûn. Derd û belayên hezar salan Kurdan kişandibû, bi erîşker û dagirkeran re Kurdan şer kiribû, Ermeniyan hertim rehet mabûn.

    Van demên dawiyê hinek merivên ermeniyan ji Ûris dihatin, hinek ji Frengîstanê dihatin, hinek jî ji Îngilistanê û Emerîka dihatin. Xebera xwe digihandin wan ku dewletên diwêl ji bo damezirandina van Alayên Hemîdiya Dewleta Osmanî gelekî şermezar kiriye. Lê Osmanî gotiye, nexwe Ûris arteşên xwe ji Qazaxan li dar nexistiye, ez ji dike mîna wan li darxim û ez seba can û malê ehlên xwe li dardixim ne ji bo zor û zilmê.

    (Dê bidome)

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1