MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Gelêrî
  • Cankurd: Serdarê Gûzan
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (beş 3, roman)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (beş 3, roman)
  • Husein Muhammed: Carine divê em zalim bin daku qenc bin

  • Serdarê gûzan
    Cankurd: [email protected]


    [Ez vê çêrokê dîyarî nivîsevan û çêrokbêjê hêja Helîm Yûsif dikim]

    Li ber deriyê tirênê, ku fişfiş û xupxupa wê dihat û amade bû bo birêketinê, Miho yê Seydo destê xwe yê rastê li milê Egîdê Orfelî xist, ku kesekî dora pêncî salî bû, gir û qanat bû, simbêl badayî û çavmorikî bû, û gotê: “De here, bira. Haj xwe bike û bi ya min be gava tu gihayî gund, girafêta xwe ji histoyê xwe derîne û têxe berîka saqoyê xwe.”

    Egîdê Orfelî keserek kûr kişand û bi nermî got: “Ma kesek bi min re nayê?”

    Mihoyê Seydo seriyê xwe carekê hejand û got: “Heger tu ji bo namûsê ketiba zindanê, wê teviya gund bihata pêşiya te. Ma dema kê ji dizê gûzan re heye? Bi ser da jî te li xwediyê gûzan xist, te ew xist xistexanê.”

    Egîdê Orfelî bi rûyekî ne xweshiyar li wî nêriya û got:“Ma tu jî nizanî min bo çi gûz civandin?!”

    Destê xwe avêt çenteyê xwe, xatrê xwe ji Miho yê Seydo xwast û hêdî hêdî ber bi gundê Hejaran ve çû. Miho yê Seydo jî li tirênê suwar bû, çavdêrê tirênê puf pîka xwe kir, tirên bi rêket, xupxup û fişfişa wê bilindtir bû, dûmanê reş bi ezmanî va hilkişya û dekên wê yên hesinî leztir û siviktir geriyan û hêdî hêdî ji cî liviya…

    Berî ro biçe ava, ew giha nêzîka gund, ro li paş pişta wî bû, siya wî bi ser newalekî kûr ve pêda bû. Paş şeş mehan di girtîgehê da, cara yekem e, dilê wî xweş dibe, ew berken bû û baweriya xwe carek dî bi xwe anî..Siya wî gelek mezin bû, ew dirêjtir û qalantir bû. Siya wî giha aliyê newalê yê dî. Xwe wek dêwekî dît û di xwe da dilşad bû, ku hemû kes û sewal û dewar û çivîkên di newalê da, hemî dar û zinar di bin milên wî da bûn… Lê gava çaved wî yên piçûk li dara gûzê ketin, xweşiyariya wî bû kewekî di xefletê da hatiye dîtin, reviya, firiya û ji ber çavan winda bû.

    Hat bîra wî, çawa wî ji dara gûzê dawek gûz berhev kir, hinek fiç û hinek tijî, hinek gir û hinek piçûk, hema bila gûz be. Ewan li ser tehtekî kevirî yê dûz danîn û li ber wan, li ser koka darek birrandî rûnişt û demek dirêj, ewan wek leşkerekî, rêz bi rêz, û deste bi deste li rêz danîn, ji taştiyê da ta bi paşnîvro, bi wan re peyivî, bê ku gûzek bikare ji ciyê xwe bilive. Gava yek ji wan ji cî dilivî, yekser dihat tawanbarkirin, ew davêt ser zevînê û bi solê xwe pêlêdikir, xirçinî bi gûzê diket û hew. Tevî ku piraniya axiftin û gotina Egîdê Orfelî vala bû, tevliheviyek mezin tê da hebû, carekê ji rojhilatê û carekê ji rojava disapirand, lê dîsa jî kesekî ji leşkerê mezin nikanî bû tiştek bigota, lora ku gûz tev wek hev in, çi sax û çi fiç.

    Dawî xudanê gûzan bi ser wî da hat, xwe avêt ser Egîdê Orfelî, gotinên ne baş bo wî gotin û li wî da. Egîdê Orfelî ji wî tika kir, ku ew jî li gel gûzêd xwe danîşe û guhdariya gotinêd wî bike, lê ew kesekî nezan bû û dilê wî tune bû guhdariya bêvacekî bike, ku bi gûzan re dipeyive.. Egîdê Orfelî ji wî girtir û bi hêztir bû, gava dît leşkerê wî ji ber çavan belav dibe, ji ser hev diçe, gelek xeyidî û li xudanê gûzan xist, sê parsuwên wî şikandin, xûn û xirar bi ser çaved wî da herikandin û hestiyêd wî jê re nerm kirin. Bû hewara gundiyan, cendirme hatin, bi kulman li seriyê wî dan, ew girtin û bi xwe re birin mexferê.

    Ne li wir û li dadgehê kesek baş tênegihîş mijara li hev danê, lê dîsa jî dadmend şeş meh girtin danê…Mafparêzê wî tenê ev gotê: “Rast, ez nizanim, ez vê carê di ber çi da berxwedanê dikim. Ezê carekê bêm ba te bendexanê, ku tu hêdî hêdî ji min re vê yekê ji ser hev derînê.”

    Lê niha, vaye gundê Hejaran û “Nezanan”… û vaye Serdarê gûzan… ev ceng wê bigude..

    Egîdê Orfelî bi rast zanatir bûye, di girtîxanê da şeş meh bi xwendina romanên Curcî Zeydan, Dostoyêfskî û Yaşar Kemal derbas kirin, bi ser de jî gelek pirtûkên li ser Felsefê xwendin, xwe bi şanowên Shakespeare gêro kir, bi sergotina Ibin Xeldon û dûroka Ibin Xelkan..Tenê pirtûkên Ibin Teymiye yê Heranî ne xwendin, ji ber ku pirtûkêd wî di bendexaneyê da qedexe bûn. Felsefeya Marx û Engels û Lînîn berê ji nên pirtir xwariye…Carekê an du caran jî vegeriya Qurana pîroz û çêrokêd pêxemberan xwendin. Ew gelek bi kesaniya hezretî Mûsa hiker bû, lora ku Mûsa wek mêrxasekî bi hêz di Qurana pîroz da hatiye nasdan. Xewna wî ya mezin jî ew bû, ku rojekê ew gelê xwe bigihîne hişyariyê,weku Mûsa gelê xwe di Sînayê re, li pey xwe biriye.

    Ne ew amade bû, bi gundiyên nezan re bipeyive û ne ewan têdigihîştin gotinêd wî. Diya wî jî kehr bû, hîç tiştek ne dibihîst..Egîd bi xwe jî bermayê şivanekî hejar bû, ji zincekê pê ve ne mal û ne dêrîn, Lê belê ji teviya gundiyan heşartir bû.

    Dara gûzê jî êdî bû taboyek ji wî re, nema ber bi wê newalê diçe..Da kes nebêje, vaye Serdarê gûzan dîsa diçe diziyê. Lê viyana di hinavêd wî da hîn gurr û geş bû. Divê ew gundiyên xwe hişyar bike, divê wan ji nezaniya dûrokî ya cotkarî û zevînkariyê azad bike.

    …….

    Pêxemberê musilmanan demekê diçû şikefta Hîraê, li wir bi tenê xwe katek dirêj ji roja xwe derbas dikir, diramand, li ser pêdakirina zevîn û ezmanan, li ser xudîkên Ereban û pût û hîmîn wan ên pirtir bûn ji sêsedî pirs ji xwe dikirin…

    Başe, gava tu dixwazî bibî pêxember, divê tu wek wan bijî û wek wan bikî…

    Rojekê Egîdê Orfelî tûrek nan, pîvaz, îsot, xûyê, çar kabik penêr û satilek av hildan, çoyekî ji çoyêd bavê xwe yê rehmetî rakir û berê xwe da şikeftekê li çiyê. Ji ber ku çiya bilind bû, ew paş katekê giha wir, carekê li paş xwe nêrî, dît ku gund nizim dixuye û mirovêd li nav gund jî wek gêreyan piçûk bûne. Di ber xwe da keniya û got: “Min digot, hûn piçûk in, we ji min bawer ne dikir.”

    Ew derbas bû hindirê şikefta, ku banê wê nizim bû, pilindir malika xwe tê da ristibû, û di tariya şikeftê da agirdanek hebû, hîn li wir arî û kutikin nîvsotandî hebûn. Carekê çavên xwe di şikeftê da gerandin û çû li ser derek wek sewkiyek bilind danişt. Çov, satila avê û tûrikê nanê xwe danîn tenişta xwe û cigareyek ji qutîka xwe pêça û bi hesteyekî pûşî agir vêxist, kûr û dirêj dûmanê wê kişand, dûman berda û ket nav pêlên zireya raman û xewnan.

    Demek dirêj derbas bû, Egîdê Orfelî di cîhanek fantaziya bê kenar û kevî da rabû û daket, firiya û nişt, carekê bû Rostemê Zal û carekê bû Cenbelî, seriyêd şahên Iranê firandin, hêrişa Cengîzxan û Tîmorleng û Iskenderê Mekdonî rawestandin…Hîtler, Stalîn, Mosolînî û Ataturk di ber kabêd wî re weku qeşmerin piçûk yek û yek beziyan û reviyan..Agir bi teviya şar û bajarên cîhanê ket.. û di nav alavên bilind re rûyê Egîdê Orfelî weku yê Lînîn, Mao Tsî Tung, Kîm îl Song û wek yê Zerdeştê Kal geriya..

    Hêdî hêdî dilê wî nerm bû, ji wan hilgavtinên xwe yên pêlpêlî dahat û bû bêdengî, tarî bêtir bû…xiştxiştek ji derve hat. Tirsê dilê Egîdê me girt. Dibe ku mîrî wehyê Cebraîl be, lê dibe jî hirçekî çiya be..Eger Cebraîl be, wê çi bibe..Ma Egîdê Orfelî rast amade ye bibe pêxember?! Eger hirç be, rewşa wî têkdiçe..Ma ewê bi çovekî çi li hember hirçekî birçî bike?. Kabêd wî sist bûn, tiliyêd wî lerizîn, mijangêd çavên wî livlivîn..Ya Elîyo! Min bi te û te bi Xwedê!.. Lingêd wî bi ber satila avê ketin, av rijiya, xwarina wî ji nav tûrik firiya, nav ariya agirdanê, arî bi ser çavêd wî da pijiya..Lingo qurban!...

    Egîdê Orfelî carek dî li paş xwe ne nêriya û ta dawiya jîna xwe wê nizanibe, ka ew xiştxişta ji derveyî şikeftê di wê rojê da hatiye guhêd wî ya çi bû. Mişkek bû, çivîkek bû, an hirçek..Rast Cebraîl bû an jî tev xewneka genî ya di hişê wî da hat pêda kirin?! Ji Xwedê pê ve kes nizane. Lê nema ew carek dî ber bi şikeftê ve dinêre.

    Wilo nabe babo…Divê ez tiştekî bikim, nekirina karekî min dikuje, ez bê xebat dimirim, ewê bimire dixin gorê, çaldikin…Mixabin, ez ji tariyê û ji kurmikên, ku govdeyê mirovan dikolin û goştê wî dixun ditirsim. Lew re divê ez bilivim..Histobariya min a mezin jî ewe, ku ez van nezanan, van keran.. heşar bikim, eger min ne kanî, divê ez jinêd wan, an van çêlêd wan ji dest wan bigirim û wan hşar bikim.. Evana namûsa xwe tenê di nav lingêd xwe da dibînin û dizanin, ne di mejî û hişê xwe da…

    Ramanekê wek birûskê li mejiyê Egîdê Orfelî xist…

    Roja dî ji xew rabû, pariyek nanê sêlê daqurtand û qurtek ava kaniyê hilda ser xwe û çû geliyekî li binê gund, çû li ber devê bîrekê rawesta, bazingê devê bîrê, ku ji kevirekî mezin hatibû birrîn û çêkirin, ji cî livand, bi zor hilgirt, da ser zikê xwe yê bi pirç, û bi herdu zendên xwe yên rostemî hilgirt û di rûyê qiracê re, li hember gund , hêdî hêdî bi jor ve hilkişiya. Gundî temaşa dikin, bang li hev dikin, tiştekî seyr e, kes nizan e bo çi Egîdê wan, ku nav lêkirine Serdarê Gûzan, bazingê kevirî yê devê bîrê hilgirtiye û di qerêc re bi jor ve dibe…Paş katekê ew giha tenga mala tev li jor, lê belê hindik mabû çavêd wî ji cî derên, damarêd histoyê wî wek tiliyên mirovan qaling bûbûn û gulmêd wî werimî bûn, pufpuf û fîşfîşa wî bû wek ejderhayekî efsaneyên kevin. Bazingê kevirî danî, bi destekî di nav lingêd xwe da wek dekê erebeyekê girt, soliqa xwe kişand, bayekî hênik li rûyê wî yê xûdayî da, bihna wî fireh bû, tîrê piştê wî ji êşeka xwe azad bû, carekê li gund nêriya û got:“ Niha wê bibêjin: Ev dîn bûye..“ destê xwe ji ber bazikê kevirî dan yan, kevir ber bi jêr ve tol bû, bi xwarê ve lezkir û çû..paşê hîn leztir, çû li zinarekî ket, bi banî ve hilgavt û dîsa hate xwarê, bû du parçe, her parçeyek bi aliyekî ve firiya.

    Gundî man lal û kehr..Her yekî tiştek di seriyê xwe da pêda kir..baş tênegihîştin..Lê belê xortekî xwendevan têgihîşt. Ew qîriya: „Sîzêf..Sîzêf..“ Gundiyan li hev nêriyan, ber bi wî ve çûn û ji wî pirsiyan, ka ev Sîzêf çî ye û kî ye…Paş ku lawikê xwendevan ji wan re çêroka Sîzêf ê efsaneyên yûnanî hewalda, seriyêd xwe hejandin û her kesek ber bi mala xwe ve çû, bê ku tiştekî ji wê bûyerê rakin.

    Wê şevê dayika Egîdê Orfelî dema xwe bi zêtkirina pişta kurê xwe derbas kir, lê nalînêd wî ne dihatin guhêd wê yên kehrbûyî ne.

    Egîdê Orfelî roja dî çû li geliyê li kevirekî biçûktir geriya, ku hilde ser milê xwe û di qerêc re bibe hembera gund, lê belê gundî tev çûbûn karêd xwe li nav zeviyan û temaşevan ji şanowa wî ya jîndar re tune bûn.

    Carekê jî ew çû aliyekî xwarê ji çiyayê, ku şikeft tê da, bi xwe re benek bir, çû ber zinarek mezin, ben kir du qet, her qetek bi aliyekî zinarê va girêda û di seriyê wî qetî da qulpek çêkir. Sîngê xwe tazî kir, destêd xwe xistin nav wan qulpan, pişta xwe da zinarî û rûyê xwe da royê û rawestiya. Demek dirêj derbas bû, ew li hîviyê bû, ku qertelek ji ezmanî ve dakeve û sîngê wî binikilîne, biçirîne…Di seriyê wî da çêroka Promisios ê yûnanî hebû, ku di efsaneyê da agirê ji xwedîkê mezin Ziyos didize, bo ku bîne ji mirovatiyê re, ew tê girtin û tawanbarkirin bi wê şêweya hov, ku ta ebed qirik tê sîngê wî dinikilîne, bê ku ew bikare berxwedanê di ber xwe da bike.

    Obek qereçî di ber wî re derbas bû, ji hev pirsiyan:“Babo, bo çi ev hejara wilo girêda ne?“ Mezinê wan bersiv da:“Ev karê Kurdan e..Dilê wan li ser hev hişk e. Bihêlin ev bi me da ne ketiye.“

    Ta roava çi qertel ji ezmanî ve daneketin..lê ji nav golek avê mirîşkek avî derket, carekê basikê xwe pirpirandin, av ji xwe daweşand û di ber lingêd Egîdê girêdayî re xwe lolijand û kire qirqwirq û derbas bû, bê ku li wî jî binêre.

    Roja dî, gava Egîd têgihîşt, ku kesek ji gundiyan tênagihe ew çi dixwaze bibêje an çi dike, baş bi xwe re mijûl bû, tûrek nan, pençek mûj, du serî penêr û pîvazek gir xistinê, satilek dew jî hilgirt û berê xwe da newalê, ku dara gûzê tê da..Di ber xwe da got:“ Ez dibînim ji leşkerê min, ji gûzên min, bêtir kes ji min fêhm nake…“

    Ji wê rojê pê ve Egîdê Orfelî venegeriya mala xwe…

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1