MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Gelêrî
  • Cankurd: Serdarê Gûzan
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (beş 3, roman)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (beş 3, roman)
  • Husein Muhammed: Carine divê em zalim bin daku qenc bin

  • WENDABÛN (roman, beş 3)
    Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]


    (Di sal 1985 de hatiye nivîsandin û di sal 1987 de li Almanya hatiye weshandin. Lêniherîneke nû: 2004)

    Roj nuha bi qasî du ruman ji aso ber bi jor kişiyaye. Ji birçîna roviyên zikê min dinaline. Ewran êdî ji asîmên bar kirine û roj ronahî û germahiya xwe li tevahiya van doraliyan belav dikêye. Ez ji xwe dipirsim, “Gelo kengê roj vemire?” Ev roja ku bi milyonan sal ronahî daye cîhanê, jiyan afirandiye, ew ê kengê gerdûnê têxe şevresiyê?

    Ey Zerdeştê bavekal! Tu çiqa mirovekî zana û rind bûyî! Te digot ronahî hebûn e û ji bo xatirê hebûnê mirov divê qenciyê bike. Ma sûda kiryara çê çi ye heke bi encama tirsê yan ji bo bidestxistina cîhekî di behuştê de bête kirin? Xweziya min bi dilê wî mirovî be yê ku rindiyê ji bo xatirê mirovahiya xwe dike. Zerdeşt, bavo! Me tu wenda kirî û te jî em! Em bi darê zorê ji te hatin bidûrxistin û ketin nav oleke biyanî ya ku hebûna me da hejandin, agirê çandekê di me de gurr kir û yê çanda me jî da melûlkirin. Em îroj li ser erdê welatê xwe keviran diavejin gorên bapîrên xwe yên mêrxas, ewên ji bo parastina erf û toreyên gelê xwe û li dij hêrîşgerên biyanî bi şûran, ruman, tîr û kevanan ber xwe dabûn. Em seri li ziyaretên bi paçik û çarşef dixin û ji bo xatirê terîqetên şêx û weliyên ola biyanî hev dikujin. Erê, Zerdeşt! Çavên me birijin, em tew bi zimanên wan jî çê-çê nedizanin! Li welatê me seyda û şêx bi cîh bûn û mirîdên xwe fêr kirin çawa şîşan di xwe re kin, serên xwe di kuç û dîwaran de lêxin, şûjinan di gupên xwe re kin… Haya mirîdên wan jê niye ku li hin beşên cîhanê “seyda” û “şêxên” ji olên din jî bi van dek û dolaban mirîdan dixapînin, ku li hin şûnan hîn îroj jî yên şilftazî hene ku bi hebûna yek Xwedê ne bawer in, lê dikarin li ser êgir bimeşin. Ew jî serên xwe di kevir û kuçan de lêdixin. Erê, di nav gelê me de hîn gellek kes nedizanin ku mirovê xwe bi ser û binê xwe ve, bi giyan û raman, bike xulamê seydayekî, mêjiyê wî heye ku xwe şaşomaşo bike, rastî û nerastiyê ji hev dernexe, û heye ku heta bi hestê janê be jî di giyanê mirîdên mêjîşuştî de nema xwe bilivîne, çimkî van şêwe kesan serxwebûna xwe ya şexsî bi tevahî teslîme seydayê xwe dikin û bi hêza wî bawer dibin. Ji lewre dikarin xas li ser êgir bimeşin, yan tew êgir berdin bedena xwe û xwe ji bo xatirê seydayî bişewitînin.

    Bibexşîn, Zerdeşt! Amanc ne ew e ku olên xelkê di çvan de biçûk bikim. Dizanim ku di her olê de çakî û rindî jî hene, dizanim ku pêxember li gor xwe di amancên xwe de dilpak bûne, Iê ola em tê de ji bo gelê me çi serfirazî li gel xwe nehanî. Bi sedsalan e gelê me di siya vê olê de hatiye hingavtin, bi dehsalan e ku bi darê zorê kirasên biyanî li wî dikine û pirr ji me di bin kirasê nû de roj li dû rojê gêj bûne, ne ji dest wan hatiye xwe li kerês wînin, ne jî keras li wan hatiye.

    * * *

    Ez birçî me, weqa birçî me. Birçibûn çiqa dijwar e! Yê birçî dikare goştê brayê xwe jî bixwe. Ber çend salan balefirek li ser çiyayekî Emerîkaya Navend ketibû xarê, hin mirovên tê de miribûn, hin jî zindî mabûn. Li dû çend rojan, dema jiyana yên zindî bi encama nebûna xwarinê ketibû tehlûkeyê, wan dest pê kiribûn goştê Iaşên hevalên xwe yên di bin berfê de hatibûn veşartin bixwin. Erê, birçîtî dikare her tiştî bi mirovan kirin bide. Carine şoreşgêran jî diafirîne. Şoreşgêrên zikbirçî rêhişktirîn şoreşgêr in, dikarin xwe bidin hember tankên polatî. Ma ew ê çima ji mirinê bitirsin?! Lê ne tenê zik birçî dibin; birçîtiyên din jî hene û yek ji wan birçîtiya çandî ye, dema mirov nedikare têr bi zimanê xwe bipeyive, pirtûkan di derbarê dîroka neteweya xwe de bixwîne, di Iîztik û dîlanên xelkê xwe de cîh bigre, nameyan ji dê û bav, ji xûşk û bra, ji heval û hogirên xwe re bi zimanê wan binivîsîne, guhdare stranên dengbêjên milletê xwe bike da ku bikaribe serê xwe hilde jor û bibêje, “EM hene! EM jî EM in!” Ev birçîtiya jî yeke dijwar e û êşa wê ji janeke giyanî bêhtir yeke nefsî ye.

    Ey ziko, ziko, Xwedê te di erdê reş ke, ziko! Tu bixwî-nexwî her bi lome û gazinc î! Birçîbûna îroj ya zikê min bêhempa ye, tirsê dixe dilê min, sistiyê dixe tamarên min; birçîbûna îroj çîrokeke Apê Zirrikî dihîne bîra min. Dema zarokên gundê me nanê gênim diavêtin ber segan, Apê Zirrikî dixeyidî û çîroka zarokên zikrepitî, yek ji çîrokên Sala Xelê, ji me re digot. Wey hawar! Sala Xelê bi xwe re çi bêtar hanîbûn! Lê hinek çîrokên Sala Xelê yên mirov dikenandin jî hebûn û yek li wan ya diz bû. Li gor Apê Zirrikî, di şeveke wan salên bi jan û perîşaniyê dagirtî de ciwanek ji beşekî kon bang bavê xwe dike û dibêje, “Bavo, min dizek girt.” Bavê wî lê vedigerîne, “Gune ye lawê min; hinek çortan bidê û berde, bila di riya xwe de here.” Lê Iawik car din bang bavê xwe dike, yê ku dixeyide û dibêje kurê xwe, “Kuro, ne min got berde, bila here!” Kurê wî lê vedigerîne û dibêje, “Bavo, min berdaye, ew min bernade.”

    Rojên îroj hinan li me jî wek wî dizî kirine, me ew berdane, lê ew me bernadin!

    Kesekî nedizanibû Apê Zirrikî çend salîn e, lê salên wî sed derbas kiribûn. Çîrokên babet-babetî di tûrikê wî de hebûn, yên li ser her du şerên cîhanê, Sala Xelê, Seferbîrligê; çîrokên asebûn û serhildanan, yên sirgûniyê, kujtinê, bidarxistinê, tolgirtinê; yên şênkirin û hilweşandina gundan... Erê, te ku dera Apê Zirrikî bixuranda, te dê di wir de çîrokek, metelokek, qulwerkek û yan jî henekek bidîta. Apê Zirrikî dîrok bû, pirtûkxane bû, entîkxane bû, çîrok û stran bû, ken û girî bû; Apê Zirrikî beşekî ji jiyana gelê me bû. Bi hezaran yên wek wî konên xwe ji nav me bar kirin, me çi sûd ji wan nedît, me ew wenda kirin. Li şûna ku “zanayên me” xwe bikin palasên bin lingên wan da ku ji wan fêrî dersên jiyanê, yên mayîn û nemanê, xapandin û pêkenînê, şevreşî û wendabûnê bibin, “zanayan” kesên wek Apê Zirrikî wek “nezan” û “qeşmer” bi nav dikirin û bi wan qerf û henekên xwe dikirin. “Zanayan” helbestên xwe li ser kesên ji welatên ku kesekî ji me tew nedizanibû li ku ne nivîsandin. “Zanayan” xwaztin me ji gundên me derînin û bi gaveke sihirbazî bikin pizotên agirî. Me hîn nedizanibû navê serokê welatê em tê de dijîn çi bû, “zanayên me” xwaztin me bikin cîhanperwer. Em hîn li trimbêlê siwar nebû bûn, wan xwaztin me têxin hindir zikên mûşekên xeyalî û bigihînin ser hîvê. Erê, “zanayên me” ne tenê ji me xwaztin ku em bêyî nêrdewan xwe têxin hindir xaniyên bilind, lê ji xwe bîr kirin ku li gundên me tenê qub û şkeft hebûn. “Zanayên me” li şûna ku me bi bapîrên me bidin nasîn, wan bi umrê çardeh salîn teoriyên navneteweyî bi me fêrkirin dan û wisa jî li şûna ku yên wek min xwe bi qurbane yekî wek Apê Zirrikî kin da ku jê fêrî hebûn û nebûna xwe bibin, me ew kirin amancên qerf û henekên xwe. Me belavok û beyannameyên bi zimanên biyanî xwendin û şewitandin, me naveroka pirtûkên cîhanperweriyê ji ber kirin. “Zanayên me” ji şaşitiyan fêr nebûn û wisa jî li dû derbasbûna salên pirr dîsa belavok û helbestên xwe nivîsandin, îcar li ser şoreşa Kambodyayê, û ew li şagirtên dibistanên navend, lîseyan, belav kirin, û xort û keçên me belavok bi dizî xwendin, şewitandin û bi dengekî nizim bi hev re bang kirin: Bijî şoreşa gelê Kambodyayê. Hinekan ew wek “Kampotça” jî bi nav dikirin. Di eynî demê de li Kambodyayê serok Pol Pot xwîna gelê xwe vedixwar, mirîd û robotên wî bi hezaran mirovên welatperwer dikujtin û laşên wan diavêtin nav ava çeman, kort û çalan. Heval Pol Pot xwendegeh û zanîngeh girtibûn, şarezayên li bajaran bi bûrciwazîbûnê tawanbar kiribûn û bi darê zorê şandibûn nav dehlan da ku ji wan “mirovên nû” biafirîne, nifşekî robotî wîne holê, nifşekî ku ji serok re bêpirs her “erê” û “bijî” bibêje. Erê, heval Pol Pot goşt û mêjiyê gelê xwe dixwar û me jî belavok dixwendin û digot: Bijî şoreşa Kambodyayê. Wisa ciwanên me yên di lîseyan de mezin bûn û bûn cîhanperwer, bêyî ku cîhanê binasin. Belavok û pirtûkên ajîtasyonê û propagandayê rastiya cîhana me di çavên wan de, û di nav mêjiyê wan de, şaşomaşo kiribûn.

    Çi hebû, çi tunebû: rojekê ji rojan çar cîhanperwerên me, yên ku bi firotina mirîşk û qişrên day û xûşkên wan dabûn ser hev xwe gîhandibûn bajarê Pragê. Li balafirgeha paytextê Çêkoslovakyaya şoreşgêr wan hêstirên kêfxweşiyê barandin, ketin govendê û qîriyan, “şukir ku me xwe li welatekî cîhanperwer gîhand azadiyê.” Lê hêstirên kêfxweşiyê bûn yên poşmanî û rûreşiyê dema hogirên cîhanperwer, polîsên Pragê, gotin wan ku bila yan di cîh de bi xwe bilêtên xwe bikirin, xwe têxin hindir firrokekê û li şûna ew jê hatî vegerin, yan jî ew ê wek girtî li şûna ew jê hatinî bêyên vegerandin. Di nav ewrên li ser bajarê Praga alsor de her çar havalan li çavên hev nihêrîn û nuha êdî, piçekî be jî, fêr bûn ku ramanên di pirtûk û belavokan de ne wek realîteya siyaseta cîhanê ne, ku ew wek erd û asîmên ji hev dûr in. Bibexşîn, Apê Zirrikî, bibexşîn! Heke tu îroj zindî bûyayî min ê xwe li te bigirta û bihatama da ku xwe bikim xweliya bin lingên te û lêborînê ji te tika bikim.

    Çima em ji şaştiyan fêr nabin, ne ji yên xwe û ne jî ji yên komên din? Em ji şaştiyên yên wek Çê Gîvara jî fêr nabin. Erê, Çê şêrê şoreşgêran bû. Wî jiyana xwe ya tiji şadî li şûn hîşt û xwe “ji bo berjewendiya belengazan” kir êzing. Ber bimire, ew bi rastiya li holê hesiya, lê çi bike, mirina tal xwe dabû ber dêrî, çi çare êdî nemabû.

    Me çiqa ji Çê hez dikir; nakeve aqilan! Em diqîriyan: Çê, Çê, Gîvara; Ho, Ho, Ho Çî Mînh! Me çiqa keser kişandin, çiqa hêstir barandin dema Çê dan kujtin! Ber bimire ew rojekê ji kerban re giriyabû û gazinc kiribûn ku “çawa hişk in serên gundiyên Bolîvyayê!” Çê xwe cîhanperwer dizanibû, wek şorêşgêrekî Emerîkaya Başûr, lê dû re pê hesiya ku tenê gelê welatekî dê bikaribe şoreşa wî welatî bi ser xe û ji ber ku ew bi xwe arjantînî bû, ne bolîvî, xelkê Bolîvyayê piştgiriya şoreşa wî nekirin. Çê bi serhişkî çirûska şoreşê di nav çiyan de zindî hîşt ta ku rojekê şivanekî bolîvîyî kal çû cem leşgeran û şûna veşartina wî û hevalên wî ji wan re aşkere kir. Dema zabitê leşgeran şivan hanî ber Gîvarayê brîndar wî ji kalê şivan pirsî, “Malxirabo, ma ne ez ji bo azadiya te şer dikime; te çawa ev yeka hanî serên me?!” Kalê paş stuyê xwe xurand, li erdê nihêrî û gotê, “Tu dê min ji çi azad bikî, Gîvara?! Te û leşgerên dewletê jiyana me herimand. Hêviya min ew e ku ez ji her du aliyan jî rizgar bibim. Ji roja ku we teqeteqa tifingên xwe hanî van derdoran û vir de bizinên me nema êdî şîr didin, guhanên wan ji tirsê hişk bûn.” Agir ket kezeba Gîvarayê mezin û çavên wî yên reşbelek tiji hêstir bûn. Wî kesereke kûr kişand û bi xwe re got, ber dest bi şoreşa Bolîvyayê bikim divabû min hevaltî bi yên wek kalê re danîbûya; ne tenê li ser kaxezê, lê di pratîkê de, bi kirinê.” Dû re, bêyî ku li ruyê serleşgerî binihêre, gotê, “Ez ji bo mirinê amade me, zabito. Fermanê bide, bila daxwaza serokên te wînin cîh.” Zêbit jî dizanibû ku peyayên wek Gîvara her roj ji dayan nabin; wî di kûraniya dilê xwe de meraq kir, xweziya ji destên wî bihata ku bikaribûya vî ciwanmêrê jêhatî ji mirinê biparêze, lê hat bîrê ku ew leşger e û leşgerên baş nafikirin, tenê daxwaza serdarên xwe bi cîh dikin û wisa jî bû. Serleşger kelpetanê di dest hukûmata xwe de bû û hukûmeta wî jî bi encama mêjiyekî biyanî dilipitî: CIA. Livandina destan bi daxwaza mêjî cîh digire û livandina kelpetanan bi ya destan.

    Lo hişên min dîsa ji rewşa ez tê de koç kirine û di nav ramanan de avjiniyê dikine! Kêzikeke reş min dîsa li rewşa min vedigerîne. Kêzik di rê de ye, weqa dilşad xwe li ba dikêye. Çima na? Zikê wê têr e û ji nuha ve kurmikek ji bo xwarina navreyê di dêv de ye. Li van doraliyan her tiştê dilipite ji bo zikê xwe têdikoşe; têrkirina zik yekem amanc e. De çima min li şûna xwarinê daye dû ramanan?! Heke zik ne têr be mêjî dê di rewşek aloz keve. Mêjî tevdêran ji bo têrbûna zik dike çimkî dizane ku zikê birçî nedikare mêjiyekî zîrek zindî bihêle. Mêjî dike ku zik birçî nemîne û zikê têr jî wê tevdêrê dike ku xwîn bi şêweyeke rêk û pêk li mêjî belav bibe. Bi encama vê proseyê yek bi yê din disekine, her du bi hev û din ve dihên girêdan.

    Wey bavo! Ev çi ye! Ez ji çavên xwe bawer nakim! Kengerûyek3 li ser doça xwe ya qalind û dirêj rûniştiye û di nav destên wî de tiştek heye, geh pê ve dinihêre û geh jî gezê lê dixe û bi dilşadî di nav diranên xwe de dihêre. Ez û lêwir kûr-kûr li çavên hev dinihêrin. Çavên min wî dibirrin û mêjiyê min biryarê digire ku hêrîş bikim, xwarina wî ji destan derînim û têxim devê xwe. Zikê min birçî ye; tiştek nedikare min rawestîne. Ez ji wî mezintir im, xwarina wî heye, ya min tuneye.

    Lawirê kukim xwe ji ber min badide, wekî ku bibêje “Dest ji min berde û bi riya xwe ve biçe, ez naxwazim bi te re şer bikim;” Iê ew çi bike jî ez êdî nedikarim xwe ragirim. Av bi devê min ketiye, xwarin nêzik bûye; ez ê dîsa hêrîş kim. Aaax bavo, ax! Va çi ecêb bû?! Wey lawiro tu xêrê ji zarzêçên xwe nebînî! Ma kirinên wilo çi caran bûne! Dema min dest avêt xwarina wî, ew li ser her du lingên xwe yên dirêj û doça xwe ya qalind sekinî, xwarin kir destê çepê û bi yê rastê kulmek avêt min, li ser erdê ramedandim, di bin çavan re li min nihêrî, gezeke din li xwarinê xist, ez li ser piştê hîştim û çû.

    Ez ê ji xwe re piçekî di siya dara han de vêsî bikim. Bibexşîn, kengerûyo! Min şerê xwe di te da, xwazt pariyê li ber devê te ji te bigirim, û dema te li min xist min gotinên xirab ji te re kirin. Erê, li min biborîn; tu ji me çêtir xwarina xwe ji xêrnexwazan diparêzî. Dayên me mirîşk xwedî dikirin, ew qelew dikirin, lê pirraniya hêkên mirîşkan û goştê fêrîg û dîkên me diketin zikên cendirme û mamûran. Ew dihatin û di hindir odeyên gundên me de rolên padîşahan dilîztin. Cendirme cot bi cot dihatin, bi hespên xwe yên zexim û çeleng. Ew di odeyên me de rûdiniştin û hespên wan jî di axuran de ceh û kaya lawirên me dixwarin. Me potînên cendirmeyan ji lingên wan dikişandin, sabûn dixist nav destên wan, ava misîn ya ku zivistanê germ û havînê sar bû li destên wan dikir û destmal ji ser milên xwe dikişandin, dixistin destên wan. Cendirme li ser doşegên me rûdiniştin, me balgî û yastiqên xwe di bin pî û piştên wan de bi cîh dikirin. Ew hukûmet bûn, qanûn bûn; erê, cendirme wek Xwedê û em jî wek berdest bûn. Me dida şopa mirîşkên xwe, çawa ku xelasiya me ji cendirmeyan tunebû, ya wan jî ji me tunebû; me ew digirtin, stuyên wan didan ber kêrê da ku dê û xûşkên me wan birûçîkinin, pak bikin, bikelînin û carine di rûn de biqewirînin, hêt, sepet, dil û kezebên wan bidin ser siniya tiji gêrmî, yan têxin nav tirşika nokan, ewêneyan, holikan, bamiyan, yan nav êxnî û lebeniyê. Cendirmeyn nan û şîva me dixwarin, hêdî-hêdî, bi qurm û çînik; erê, bi usûl dixwarin cendirmeyan. Li dû xwarinê misîn, sabûn, êleganî û destmal dîsa dihatin ber lingên wan da ku ew zehmet nekin û ji şûnên xwe nelivin. Dû re, ger havîn bûya zebeş û kelek ji wan re diketin siniyan, ger payîz bûya tirî; û dema zivistan û biharê misînên çayê, yek li dû yekî, dihatin ber devên cendirmeyan. Wan dixwarin û vedixwarin, gundiyên belengaz jî av bi devên wan diket. Pirr caran cendirme ji bo keyfê, yan bo têrkirina zikên xwe û hespên xwe, bi ser me de dihatin, lê gellek caran jî ji bo karên xwe wînin şûnê, yan ji bo “alîkariyê” ji hukûmetê re berhev bikin. Carine jî ew tev xêzeranên xwe yên ku dibirûsîn dihatin çimkî gundiyên me dîsa li hev xistibûn, serên hev şkandibûn, hev û din rezîl û riswa kiribûn. Cendirmeyan ew dikirin bin feleqeyê, yek li dû yê din. Lingên wan radibûn jor, kûnên wan belot dibûn û qîrîn ji zengilokên wan dihat der, bi dilekî şewitî bang dikirin, “Ez di bextê bavê we de me, bese, li min mexin; ez gûyê we dixwim, mîza we vedixwim, bese li min mexin.” Û cêndirme bersîva wan dida, bi zimanê hukûmetê, “Ez ê di jin û maka te nim ger tu nebêjî şeşara te (kêra te, çoyê te,...) li ku ye.”

    Gundiyên me dema li hev dixistin her şêwe çekên li nik wan hebûna bi kar dihanîn, û ger dabençe, xencer, misas, milêv, kureg û ço li holê nebûna, wan kevir û kêseg diavêtin hev. Gundiyên me li hember hev bêtirs bûn.

    Di wan rojên ku gundî û rêncberên welatê me tê de gûyê cendirmeyan dixwarin, mîza wan vedixwarin; hêk û goştê mirîşkên xwe li şûna ku ji bo zarokên xwe bikin şîv dikirin zikên wan, zanayên me belavok li ser cîhanperweriyê dinivîsandin, didan zarokên xwendegehên bajaran yên ku ew zû dixwendin, di cîh de didan hevalekî ku ew pê bawer bûn, yan dişewitandin. Şoreşgêrên me bi navê “karkerên cîhanê” belavokên xwe dinivîsandm, lê hay ji gundî, cotkar û rêncberên me nebûn, ewên ku li serên hev bû bûn bokeyên wêrek, lê li ber du cendirmeyan dibûn pisîk. Wan kulav û nivînên xwe difirotin da ku bertîlan bidin mamûran, parêzgeran li dij hev û din bi kar wînin û dadmendan razî bikin. Û li dû ku bi encamê li erdê reş diman, bi hatina mewsimeke din re her tişt ji xwe bîr dikirin û ji nû ve dest pê dikirin, xwîna hev vedixwarin, mîza cendirmeyan,...

    Ji bo doz û daxwazên gelên din çavên me bû bûn tas, lê ji bo rewşa gelê me kor bû bûn. Me belavokên xwe dixwendin; hindik dima wan ji ber bikin. Me digot em ê karkerên cîhanê bi yek kin, welatên bindest rizgar bikin, milletan ji dîktatoran azad bikin, di wê demê de ku bav û ap û xalên me, gundî û cînarên me xulamtî ji cendirme û mamûran re; û day, amojin, xalojin, xûşk, dotmam û jinên gundên me jî ji mêrên xwe re, dikirin. Me karê cîhanperweriyê dabû ser milên xwe, dema ku diyên me bû bûn karxaneyên çêkirina zarokan, zarokên poz bi lîk, dest bi qilêr, zikbirçî û nisax, zarokên ku bêyî lênerîn û perwerdekirin mezin dibûn, da ku li dij hev bibin dijmin, ji cendirme û mamûran re bibin kole. Zaroyên ku fersend bi dest dixitin û pênc sinifên xwendegehê bi seri dikirin jî hema di sinifa şeşem, yan heftem, de dibûn cîhanperwerên “devrimcî” yan “sewrewî.” Di eynî demê de xûşkên me çardeh salîn dihatin firotin û hîn bi xwe zarok bûn dibûn dayikên zarokan. Em kor bû bûn û qe nedihat bîra me ku yê bixwazta gelên cîhanê azad bike divabû berê bav û bra, day û xûşkên xwe azad bikirana, ku yê bixwazta karkerên cîhanê bi yek ke divabû berê ap û bavê xwe bi yek kirana, cotkar û rêncberên du-sê gundên devera xwe li gel hev bikirana dost. Me tew rewşa keç û jinên welatê xwe jî bi bîr nedihanî. Keçên welatê me jî, wek lawan, ji zarotiyê bêpar bûn û hîn zarokên çardeh, panzdeh, yan şanzdeh salîn bûn neçar diman şeqên xwe ji mêran re ji hev vekin da ku li ser hesabê jan û êşa hest û bedenên xwe keyf û daxwazên wan bi cîh wînin. Day û xûşkên me bi berbangê re radibûn, hevîr distiran, çirpî dicivandin, agir vêdixistin, nan dipêjandin, taşte amade dikirin û ji mêran re dibirin. Ji wê de rêxa ji bo çêkirina tepikan kom dikirin. Wan mû dihûnandin, tevin radixistin, teşî dirêstin, navre û şîv çêdikirin, kinc dişuştin û di tarîbûna şevên zivistanê yên dirêj de nedikaribûn ji ber girî û qîrîna zarokên nexweş, yan mêrên berzikbirçî, têr razên. Dayên me pale dikirin, mirîşk xwedî dikirin, dewar didotin, dew dikilandin,... Em bi qurbanên day û xûşkên xwe bin, bi dora wan re bigerin. Dayên me em azad hanîn cîhanê, lê em bi encama bêçaretiyê û tarîtiyê gêj bû bûn, yan di nav helwestên biyanî de ketibûn xewn û xeyalan. Heke piçek ronahî di nav gelê me de xewan bibûya jî, me xwelî diavêt ser wê, me qerf û henekên xwe pê dikirin: Me ronahiya navxoyî wek “şevreşiya paşverû” bi nav dikir.

    Diya min çardeh zarok pêşkêşe civata Kurdan kirin, lê jiyanê tenê çel û çar sal dan wê, çel û çar salên tiji jan, hêstir, kul û keser. Ez yek ji wan çardehan bûm û ji çakbextiyê law bûm, lawekî ku ji dest hat xwe ji bavê xwe bidiziya da ku bibe cîhanperwer. Sal derbas bûn, ne min cîhan azad kir û ne jî wê ez.

    Dayê, şîrînê dayê! Baş e tu nedizanî kurê te li vê çolê, di nav cinawiran de, wenda bûye! Bila ez kulavê bin lingên te bûma; heyf e ku dayên wek te lawên wek min bidin cîhanê, jînê têxin giyanên wan!

    Salên min panzdeh bûn dema hevalekî şoreşgêrî ji min mezintir karek da min. Divabû ez hinek belavokan bigihînim bajerekî din. Bi rê ve leşgeran trimbêla ez tê de rawestandin, kaxezên nasnameyê xwaztin û em velo kirin. Min zû tûrikê kaxezan, ber ji trimbêlê peyabim, avêt bin îskemeya şofêr. Ez çiqa tirsiyam! Ger ew tûrika hatibûya dîtin hezar sîlle, kut, pehîn û şiv ê di zêrzemînan de li bedena min ketibûna û heye ku çar-pênc salan bi wî temenî ketibûma girtîgehê. Dema ez gihîştim bajêr ji min re bû meraq ku tûrik vekim da ku bibînim ka li ser wan kaxezan çi hatibû nivîsandin; gelo layiqî ew qas êş û çar-pênc salên jiyana min bûna?! Vekirina tûrikên wisa ji bo me qedexe bû, lê min vekir. Di nav wî de nameyeke tiji silav û bi dehan belavok hebûn. Nivîsên di belavokan de bi durişmên wek “Karkerên Cîhanê Bi Yek Bin!” û “Em ê Li Dij Imperyalîzmê Bi Ser Kevin!” dest pê dikirin û bi sê-çar hevokên bi peyvên “bijî” û “bimre” bi dawî dihatin. Me di belavokên xwe de serê imperyalîzmê dişkand, dema ku gundiyên me bi keviran serên hev dişkandin. Belavokên di tûrik de xwe ji ser welatê me re çekiribûn, karkerên hemî welatan kiribûn yek, mala impiryalîzmê wêran kiribûn, cîhan rizgar kiribûn û “daxwaza gelan” bi ser xistibûn. Erê, di belavokan de gellek gotin li ser welatekî Emerîkaya Başûr jî hatibûn nivîsandin. Xweziya ez di wê çaxê de bû bûma çivîkekî beza da ku bifiriyama wî welatî û bidîta heke kesek li wir gelê min dinase!

    De rabe birçiyê wendabûyî, rabe! Bi giriyê li ser rojên çûnî zikê te têr nabe! Kengurû jî ji gotinên te tiştek fêhm nekir, rebeno!

    (Didomîne… Beş 4 di hejmara meha dihêt de.)

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1