Hêja Ezîz Xemcivînê pirr bihadar!
Ji dil sipas bo nameya te ya li ser wergerra min ya Qur’anê û nerînên rêzdar Jan Dost yên li ser heman mijarê. Li jêr dê bersiva hin gotinên te yê hêja bidim yên ku bi baweriya min hewceyî bersivdanê ne.
Tu kerem dikî:
Ezîz Xemcivîn (EX): „Berî ez li ser babetê bipeyivim ez sipasiyên xwe pêşkêşî te û kovara te mehname dikim bi rastî kovareke hêjaye û xwedî rêz in tu û ew jî,…“
Husein Muhammed (HM): Gelek dilşad im ku tu Mehnameyê û xebatên min binirx dihesibînî. Ez jî berhemên we dixwînim û xebatên we baş dişopînim û bi taybetî jî hezkerek helbestên we me. Herçi Mehname ye, bi rastî ew encama xebatek bêwestan ya gelek rêzdaran e, û hûn jî jê ne bêpar in.
EX: ya din gotara rexnê ya birader Jandost ko li malpera Tirêj weşandiye, derbarî wergerandina te ji qurana pîroz re ez dibêjim ko Jandost tu li berpirsiyariyeke dîrokî haydar kiriye; û ev bi xwe ne her merov lê guh dide, heger Jandost ev rexne bi nermî kiriye xwezî hûn tev de û hin zanyar in me ji bilî we jî li ser karekî wisan birawest in, û bi hev re karibin bigihên encamekê;
HM: Belê, bi rastî jî birêz Jan Dost rexneyên xwe bi nermî kirine, û min di nameya xwe ya wek bersiv ji rexneyên wî re jî di serî de diyar kiriye ku wî ti neheqî li min nekiriye. Bersiva min ne rexneyek bû dijî rexneya wî lê bersivek bû bo zelalkirina hin nerînên min li ser hindê ka min çima hin peyv û gotin di wergerra xwe ya Qur’anê de wisan bijartine wek ku min bijartine.
EX: her karê wergerê cihê wê bilind e, lê divê tu zanibî ko pertûka pîroz nabe ko yek şaşitî jî têde hebin {ebeden} û nabe jî ko ez yan Jandost û kî be gotinekê ji te re bişînim tu bibêjî ez dê wek te bikim madem a rast a te gotiye…
HM: Belê, nabe şaşîtî di ti wergerran de hebin. Lê di her wergerrê de jî hene. Min ti car inkar nekiriye ku wergerrên min jî bikêmasî ne. Ya rast, wergerrandina Qur’anê bi şêweyek bêyî ti kêmasî qet ne gengaz e. Sedem ne ew e ku ew pirtûkek xwedayî yan esmanî ye. Sedema hê giringtir ew e ku Qur’an berî 1400 salî hatiye nivîsîn û gelek ji gotinên wê pirrwate ne yan jî dikarin bi gelek awayên ji hev cuda bên famkirin. Yê wergêrr jî neçar e wateyekê ji van bibijêre.
Ta ji min tê, ez di sexbêriya wergerrandinê de texsîriyê nakim. Lê ez dîsan jî ji her kêmasiya di wergerrên xwe de berpirsiyar im. Hêvîdar im ku rêzdarên mîna te û Jan Dost û her kesek din, ya/yê bikare, bikare min ji wan kêmasiyan agadar bike daku ew bên kêmtirkirin. Lê dîsan jî kêmasî dê hebin. Ger mirov li dû wê rêbazê bimeşe ku nabe ti kêmasî di berhemê de hebin, ew rêbaz baş e. Lê ger mirov rabe bibêje ku qet (ebeden) nabe ti kêmasî hebe, hingê mirov hîç nikare ti tiştekî bike.
EZ: Wek nimûne: Gava Jandost ji te re gotiye ko gotinên { bisilah} te ne rast wergerandiye ew î ji te re ne gotiye ko divê tu {rehîm} bike dilnerm, na lê gotiye peyva rehîm wek dilnerm tê, ewêhingê divê tu lê birame û peyveke rast û dirustir li şûnê bibîne.
Ez jî dikarim ji te re bibêjim ko Celadet Bedirxan wisan dinivîsand:
{Bi navê yezdanê pak ê dilovan û mihirvan} li gor wî dilovan: "rehman e" û mihirvan wê "rehîm" be ..lê ko min ev û hin wergerên din ji te re gotin jî divê tu li wan vekolîn bikî û dawiyê şêwira gelek oldar bikî û ev di nerîna min de seredana welêt jê re giring e.. ji ber babeteke wisan bi nirx wek Jandost jî gotiye gelek sal ji temen jê re divên…..
HM: Bi baweriya min peyva “dilnerm” ya ku Jan Dost pêşkêş kiriye kêrî “rehîm” tê lewre min got ku ihtimal e wê bi kar bînim.
Min jî bîstiye ku li şûna peyva ”rehîm” hin kes di kurdî de peyva “mihirvan, mihrevan, mihreban û hwd” bi kar tînin. Lê bi rastî mirov dikare bibêje ku peyva “mihirvan” ji xwendevanên îroyîn yên kurd re bêwate ye. Ew qet nayê bikaranîn. Min xwestiye zimanek wisan bi kar bînim ku xwendevanên kurd yên “sade” tê bigihin, ne dema wergerra min dixwînim, herdem xwe bispêrin ferhengan.
Jixwe wateya “mihirvan” ne zelal e yan jî ew peyv pirrwate ye. Bo nimûne, diktatorê niha yê Tirkmenistanê Saparmyrat Niyazov (Türkmenbaşi) di çapa tirkmenî ya pirtûka xwe “Ruhnama” de wiha bangî gelê xwe dike: “eziz halkym, mähriban milletim”. Ev gotin hem di wergerra wê pirtûkê ya tirkî û hem jî di ya inglîzî de wiha hatine wergerrandin: “gelê min yê ezîz, miletê min yê hezkirî”. Di Qur’anê de kesê peyva “rehîm” dibêje, ji Yezdan rehm û dilovaniyê dixwaze. Lê Niyazov ji gelê xwe rehmê naxwaze, ew ji gelê xwe re dibêje ku jê hez dike. Ev tenê mînakek e ku “rehîm” û “mihirvan” ne hevwate ne.
EX: ez te sipas dikim bi rastî heger min vegera te li Jandost kiriye ne xwendiba min nizanî bû ko tu nefsa { Husên Mihemed} yê kovara mehname ye.. ya din jî te ji Jandost re gotiye gerek te li malpera { mehname} belav bikira, gerek te ev ne gotiba ji ber ko Jandost rexneyên xwe bi serbestî dibêje û gelekî bawer e bi peyva { Rexne û rexnegirtin nanê rojê ne} û tu navbil {ferq} ez û ew û tu jî di nav Mehname û Tîrêj de nabînin…
HM: Ez tika dikim ku tu dîsan li nameya min ya ji Jan Dost re vegerrî û bibînî ka min li vê rastê çi gotiye. Ger tu bi sexbêrî û hişyarî bixwînî, tu dê bi asanî û zelal bibînî ku min ji Jan Dost re negotiye ku bila ew rexneya xwe di Tîrêjê de neweşîne. Herwiha min jê re negotiye ku divê ew di Mehnameyê de bide weşandin. Min tenê jê re got ku bila wî ew rexne ji min re jî şandiba daku min hay ji rexneya wî biba û min sûde jê wergirtiba.
EX: ez gelek dilxweş im gava dibînim ko xortên ên weke we li hev guhdarî dikin û xwezî nivîskarên me tev de wilo bin û ne mîna qeşmeran bin. Ew qeşmrên ko serê me daxistine û ro pêde li ser pelên kovaran ji hev re xeberan didin û mînakên wan pir in û heger ev tevlihevî di nav wan de çê dibe destên hinekan li dûv meselê ye.. di gotara Xalis Misewer de hatiye ko yên weke Brahîm Mehmûd ko navê sed û pêncî şêst nivîskarî xistiye ber derasa xwe ev jî şermeke mezin e, û ne yê wateya rexnê ye, xuya ye ko Birahîm çi armancên bi rexnekirin nînin ; ji ber rexnên wî tiştên taybetê taybet anîne ziman, min bi xwe pertûka wî nedîtiye lê min pirê wê di malperên kurdî de xwendine, lê ez rexna malperên kurdî yên ko ji van qeşmeran re belav dikin jî rexne dikim; û ez dibînim ko ew jî şirîkê gunehê qeşmer û bavê qeşmeran ne…
HM: Ji ber ku ev beş ne li ser min yan jî li ser rexneya birêz Jan Dost ya li min e, hewceyî bersivdanê nabînim. Lê ez jî bi te re hevbîr im ku divê em guhdarî hev bikin û bi rexneyên maqûl hev ji kêmasiyan agadar bikin. Bo vê qenciya te yê hêja û kek Jan Dost ez ji dil sipasdar im.
Silavên germ ji birakê te
Husein Muhammed