Rêzdar Jan Dostê hêja,
Gelek sipas bo ku te ji qenciya xwe kerem kiriye û dest avêtiye kêmasiyên bi baweriya te di cerribandina min ya wergerrandina hin beşên Qur'anê de hene. Armanca vê nameyê ne ew e ku te tawanbar bike û bibêje ku te bi van rexneyên xwe neheqî li min û wergerra min kiriye lê mebest jê pêşkêşkirina hin sedeman e bo diyarkirina hindê ka min çima hin beşên Qur'anê wiha wergerrandine. Ez dê yek bi yek bi gotinên te ve biçim û xwiya bikim ka bi te re hevbîr im yan na, û çima belê yan na.
Jan Dost (JD): Wergerandin di wêjeya milletekî de tê wateya jîndarîya wî milletî û dewlemendîya wêjeya wî, çi ku di rêya wergerandinê re ziman zengîn dibe û hêza zimên tê xuyakirin, ew yek jî li ser milê kesên ku bi wergerandinê radibin dikeve. Ji ber vê yekê di bawerîya min de wergerandin ne hêsantirîn xebateke wêjeyî ye weke ku hinek guman dikin, berevajî wê zortirîn xebata wêjeyî ewe yek berhemin ji zimanekî xurt û xwedîlêderketî wergerîne zimanekî dî.
Husein Muhammed (HM): Ta vir bi temamî bi te re me. Wergerrandinên min di warên cuda yên wêjeya cîhanê de – tevî hemî kêmasiyên min jî – cerribandin in bi armanca xurtkirina wêjeya kurdî bi rêya wergerrê. Ez wergerrandinê qet karek asan û hewante nabînim. Dizanim ku wergerrandin jivandar e lewre xwe lê dicerribînim. Ya rast, ez bi xwe zû bi karên asan ve dikerrixim, lewre ger wergerrandin karek asan ba, min dê ji mêj ve hêlaba.
JD: Min wergerandina birêz Hussein Muhemmed xwend û bi rastî dema min dît ku wergerandina Quranê ye, ez seyr mam û min got gelo êdî em dikin wergerandinek bi rêk û pêk bibînin an na, min dilê xwe xweş kir û kovara Mehname vekir ya ku ew wergerandin mîna diyarîyekê pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Bi rastî ez bi kêfxweşî çûme jivana vê gava cegerdar û bi hêz( wek ku dihate xuyakirin) lê dema min hinekî xwend min dît çi bi lez û bê guhdan û lêvegerîn yan jî nezanîya bi zimanê Erebî ,, hela tu zimanê pîroz yê Quranê li alîkî deyne,, hatine nivîsandin, ev wergerandin tevî ku mirov divê xwedîyê wê spas jî bike ji bo avêtina vê gavê, lê di nerîna min de di hundurê vê gavê de hin cinayet hene derheqa zimanê kurdî de li alîyekî û derheqa Quranê de li alîyekî din.
HM: Bextiyar im ku wergerra min kariye wiha ji te re bibe mereq. Hêvîdar im ku bi saya rexne û destnîşankirina kêmasiyên heyî em bikarin gavine baştir biavêjin.
JD: Em [m]înakâ [y]ekemîn bêjin, di wergerandina bismillahê e ku bi Erebî wehaye: bismillahirrehmanirrehîm.
Wergêr navê xwedê yê Rehîm yê bi wateya dilnerm û dilovan kiriye Cegerdar!! Ev cegerdar bi xwe gotineke ji vê dema me ye yanî temenê wê naghê sed salî, ji du peyvan pêk tê ceger bi wateya kezeb ê, û dar bi wateya xwedî weke paşek a van di peyva nêçîrvan de, bi vî awayî wateya Cegerdar dibe xwedî ceger, weke em dizanin xwedî ceger ew kesê dilêr û dilawer û netirs e, belkî di hin wateyên xwe de jî kesê bêrehm e berevajî mebesta wergêr ji peyva bihevxistî Cegerdar e, mînak: yek berxekî digurêne yê dî dipirse: hey malmîrat çawa cegera te hebû te ew berxik gurand!!
HM: Bi baweriya min, wateya min dayî "cegerdar" jî rast e lê madem tirsa têgihiştina wê bi wateyek din heye, ez dê bi dilşadî peyva "dilnerm" li şûna "rehîm" bi kar bînim. Lê ji ber ku "dilnerm ê dilovan" ji "dilovan ê dilnerm" xweştir li kurdî tê, ez dê wisan bixebitînim.
JD: Di sûretê Elfatihe de ango destpêka Quranê wergêr gotina Elàlemîn bi peyva Gerdûnê wergerandi ye, gerdûn jî nayê wateya ElAlemîn, dibe ku gerdûn çerxa felekê û cîhan be, bes Al alemîn peyvek e wateya wê komên hebûnê ne, xelk û erd û ezman û lawir û cin û hwd...
HM: Peyva "gerdûn" di kurdî de wateya hemî hebûn û heyberan dide lewre ti şaşîtî tê de nîne ku li şûna "'alemîn" bêt bikaranîn. Ka, te bi xwe ti hevber yan bergind nedaye ku baştir wek wergerra "'alemîn" bi kar bêt.
JD: Di sûretê Elnas de( mirov) werger xwe di ser peyva Xennas ya di wî sûretî de tê, qevaztîye û wergerandina xwe weha seqet hiştîye.
HM: Sipas bo vê agadarkirina giring. Belê, wergerandina peyva „xennas“ hatiye jibîrkirin. Bi rastî ti bandorek bingehîn li naveroka peyamê nekiriye lê dîsan jî wek kêmasî dipejirînim.
JD: Di sûretê ku werger nav lê kiriye Berspêde de, ayeta ku dibêje ji xirabiya wan yên pif dikin.... ew bi xwe yên pif dikin girêkan û sihran dirêsin jinin weha jî di Quranê de hatîye werger jin di wergerandina xwe de ne anîne meydanê, ango ne diyare yên pif dikin jinin yan mêrin, di Quranê de elneffasatî fîl uqed e yanî jinên ku pif dikin girêkan!!
HM: Tradisyona îslamê her cûn sihr, sihrbaz û sihrbazî nefret kiriye. Lewre min jî li şûna „jinên pif dikin girêkan“ wek „yên pif dikin girêkan“ nivîsiye. Ya giring ne ew e ka kî – jin yan zelam – vî karî dikin, lê ya giring ew e ku yê lavaker (duaker) dixwaze xwe ji vê „xirabiyê“ biparêze. Loma min ne ji bêsexbêrî lê bi zanetî „yên pif dikin girêkan“ bi kar aniye.
JD: Di sûretê ku navlêkiriye Bawerîya pak de li şûna gotian Semed a Quranê herheyî danî ye, wateya Semed ew e: xwedayê ku bi xwe û bê alîkarîya tu kesî debara xwe dike.
HM: Bi rastî ez di wergerrandina peyva „semed“ de tûşî gelek asteng û dijwariyan bûm. Min li wergerrên Qur’anê yên bi gelek zimanan nerî lê di peyva „semed“ de kesî li hev nekiriye. Bo nimûne, binere hin wergerran:
Çar wergerrên inglîzî:
YUSUFALI: Allah, the Eternal, Absolute; (ebedî, bivê-nevê)
PICKTHAL: Allah, the eternally Besought of all! (yê bi ebedî her kes / tişt daxwazê jê dike)
SHAKIR: Allah is He on Whom all depend. (yê her tişt girêdayî wî)
KHALIFA: "The Absolute GOD. (yê bivê-nevê)
Wergerrek frensî:
Le Seul à être imploré pour ce que nous désirons (Yê bi tenê yê em daxwazên xwe digihîninê)
Wergerrrek elmanî:
der Absolute (Ewige Unabhängige, von Dem alles abhängt) (yê bivê-nevê, yê her serbixwe, yê her tişt ser bi wî)
Wergerrek spanî:
Dios, el Eterno (Xwedayê herheyî / ebedî)
Di her yek ji van wergerran de peyva “semed” piçekê yan gelekê ji hev cuda ye.
Di wergerra tirkî ya li ber destê min peyva “samed” wernegerrandî hatiye bikaranîn. Lê ne di tirkî û ne jî di kurdî de kesên ne pisporî zimanê erebî yan Qur’anê nizanin ka mebest ji “semed” yan “samed” çi ye. Lewre min jî qîma xwe bi wernegerrandîhêlana wê neaniye.
Ez pirr baş jê agadar im ku peyva “semed” dikare hem bi wateya “herdem-heyî / ebedî” û hem jî bi wateya “hertişt-heyî / nehewcedar” û ta bi hin wateyên din jî bêt têgihiştin. Lewre min peyva “herheyî” daye wê. Ev peyva “herheyî” di kurdiya nûjen de bi taybetî bi wateya peyva “herdemheyî / ebedî” tê famkirin. Lê heman peyv dikare wateya “ya / yê hertişt heye” jî bide. Lewre min bi zanetî peyva “herheyî” bi kar aniye, vêca xwendevan kîjan ji wateyên gengaz bidiyê, dikare rast be û ti kêmasiyek mezin nakeve naveroka peyamê. Di dema wergerrandina vê ayetê de peyvine mîna “bêminet”, “têr”, “nehewcedar” jî hatin bîra min lê min “herheyî” ji wan hemiyan bikêrhatîtir hesiband.
JD: Di Sûretê navwergerandî Bizîng de ayeta çaremîn Quran dibêje: jina Wî ya êzinghilgêr, ango jina Ebû Leheb apê Muhemmed Jina êzinghilgêr, ew jî leqebek li wê jinikê hatîye kirin ku di pirtûkên jînnameya Muhemmed de tê nivîsandin ku vê jinê Mehemmed diazirand û êzingên stirî û dirkê li rêya wî û ber derîyê wî datanîn, lewma jî bû sezayî wê leqebê di Quranê de, li vir dixwazim bala werger bikişînim ser xaleke girîng di wergerandina pirtûkeke pîroz mîna Quranê de, ji ber ku hin ayetên wê hene ji derve de diyar xuyane lê eger bi kûranî diçî dinêrî wateyeke din heye, yên ku Quran bi erebî wate kirin û şirovekirin gotin ku stûnekî giring di fehmkirina Quranê de heye navê wê jî sedemên daketian ayetan li ser pêximber, bi erebî dibêjinê Esbabunnuzûl , îcar bêyî naskirina wan sedeman ne mumkine tu tenê li ayetê binêrî û şirove bikî yan wergerînî. Bi vî awayî wergerandina werger ne di cihê xwe de bû yanî wê jina Ebû Leheb ne roja dadkirinê yan qiyametê barê êzingan bîne bi ser mêrê xwe da ke !!!
HM: Gelek ji ayetên Qur’anê dikarin bi ji yekê zêdetir wateyan bên têgihiştin û şirovekirin. Ev yek bûye sergêjiyek mezin ji wergêrrên Qur’anê re. Dîsan bo heman ayetê binere çar wergerrên inglizî ku hin ji wan wateya birêz Jan Dost rast didin û hin jî ya min dayî:
YUSUFALI: His wife shall carry the (crackling) wood - As fuel! -
PICKTHAL: And his wife, the wood-carrier,
SHAKIR: And his wife, the bearer of fuel,
KHALIFA: Also his wife, who led the persecution
Ger sûret bi tevayî bêt xwendin û ne tenê li peyvekê yan ayetekê bêt nerîn, „jina wî dê êzingan bîne“ ji „jina wî ya êzinghilgir“ (ger mebest bi „Êzinghilgir“ bernavê ango leqebê wê be) beraqiltir dixwiye.
Rêzdar Jan Dost min şîret dike ku şiroveyên (tefsîrên) Qur’anê li ber çav bigirim. Ev gotina wî pirr giring e. Lê min bi zanetî xwestiye wê wateyê bidim ayetên Qur’anê ya ku ji wan rast diyar dibe, ne ya ku hin kesan yan rêbazan bi şiroveyên xwe daye wan. Wergerra min ne şiroveya Qur’anê ye lê kurdîkirina ziman û şêwazê wê ye. Min nexwestiye bi zanetî naveroka wê biguherrînim û ne jî mebesta min ew bûye ku wateyên derî tekstên Qur’anê pêşkêş bikim.
JD: Ev bûn çend nimûne ji şaşitîyên ku birêz Hussein Muhemmed nikaribû ji wan bifilite û her weha ew şaşî berdewamin di wergerandina sûretên mayî de jî.
HM: Bêguman ez ji her kêmasiya biçûk jî ya di wergerra min de peyda bibe berpirsiyar im. Lê ya rast min bawer dikir ku tu dê ji van kêmasiyan zêdetir hin kêmasiyên bi rastî jî watedar bibînî. Ez dixwazim hindî gengaz be wergerrên min bisexbêr û bêkêmasî bin. Lê ez ne perfeksiyonist im. Ger tenê ev û yên mîna van bin kêmasiyên min, bawer dikim ku di wergerra xwe de bi ser ketime, û dikarim kêmasiyên wiha biçûk jî rakim.
JD: Ez bi xwe wergerandina Quranê ji bo wêjeya Kurdî karekî girîng dibînim, lê ew kar divê bi salan jêre dem were veqetandin û gelek kes alîkarîya hevû du bikin da ku di encamê de deqekî [x]weşik û spehî û şayik û hêjayî zimanê Kurdî were meydanê.
HM: Ez jî wergerrandina Qur’anê bo wêjeya kurdî giring dibînim. Ger wêje û çandeya me ne li ser Qur’anê ava bûbe jî, bandorek wê ya giring li ser wan hebûye. Em ji Qur’anê bawer bikin yan na, biryar di destê her yekî ji me bi xwe de ye. Lê inkarkirina bandora wê li ser me revîna ji rastiyê ye.
Bi baweriya min jî bi salan dem û delîv bo wergerrandina Qur’anê pêdivî ye. Herwiha herî baş ew dikare bi hevkariya komek zimannas û Qur’an-nasan pêk bêt. Lê nabe mirov ji ber nebûna derfetên wisan ji vî karî bireve. Ger em îro bi derfetên xwe necerribînin, sibê derfetên baştir jî hebin, encam dê ne qels bin. Yên berî min rê li ber min xweş kiribûn. Ta ji min hat, di ser teksta Qur’anê û şiroveyên wê yên erebî re, min herwiha sûde ji wergerrên heyî yên kurdî (ya Seyid Elî Şîlanî, ya Mele Muhemmed Garsî Farqînî û ya Mamoste Hejar) û hin jî yên biyanî (çendîn çapên inglîzî, du tirkî, du fînî, yek frensî, yek farisî, yek elmanî û yek jî spanî) wergirtiye. Wergerra xwe ne kamil û perfekt dihesibînim lê bawer im ku min kariye rê li ber têkoşerên piştî xwe xweştir bikim.
Herwiha te jî bi rexne û destnîşankirinên xwe ev kar pêşve biriye. Bo vê xemxwariya te ez deyndar û sipasdarî te me.
Lê min tiştek pirr mereq kir: Te Qur’ana bi wergerra min di malpera Kovara Mehname de xwend. Te emaila min jî pê re dît. Lê tu rabûyî te rexneya xwe ji malperek din (tirej.com) re şand. Ez qet ne dijî hindê me ku te rexneya xwe da wê malperê. Herwiha nabêjim ku divê te rexneya xwe di Mehnameyê de biweşanda – tevî ku ger sedemek neweşandina di Mehnameyê de hebe jî nizanim. Lê madem armanca te bi wê rexneyê agadarkirina min bû, diviyabû hema te bi emailekê ez ji wê haydar kiribam daku min kêmasiyên xwe li ber çav bigirtana û êdî heman kêmasî nekirana. Nizanim kengî rexneya te di Tîrêjê de derket lê min 10.12.2004 ew dît. Pirr ihtimal bû ku min ew ti car bi çavên xwe nedîtiba, û wisan hem xwewestandina te di ber avê de çûba û hem jî ez ji kêmasiyên xwe bêhay mabama.
Carek din jî sipas bo rexneyên te. Tenê bi destnîşankirina kêmasiyên hev em dikarin bi pêş bikevin.
Birayê te
Husein Muhammed: [email protected]