MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Name
  • Jan Dost: Qurana wergerandî yan guherandî? - rexne li Husein Muhammed
  • Husein Muhammed: Bersiv bo rêzdar Jan Dost li ser wergerandina Qur'anê
  • Ezîz Xemcivîn: Nameyek li ser rexneyên Jan Dost û bersiva H. Muhammed
  • Husein Muhammed: Bersiv bo hêja Ezîz Xemcivîn

  • Qurana wergerandî yan guherandî?
    Rexne li Husein Muhammed
    Jan Dost: [email protected]


    Wergerandin di wêjeya milletekî de tê wateya jîndarîya wî milletî û dewlemendîya wêjeya wî, çi ku di rêya wergerandinê re ziman zengîn dibe û hêza zimên tê xuyakirin, ew yek jî li ser milê kesên ku bi wergerandinê radibin dikeve. Ji ber vê yekê di bawerîya min de wergerandin ne hêsantirîn xebateke wêjeyî ye weke ku hinek guman dikin, berevajî wê zortirîn xebata wêjeyî ewe yek berhemin ji zimanekî xurt û xwedîlêderketî wergerîne zimanekî dî.

    Min wergerandina birêz Hussein Muhemmed xwend û bi rastî dema min dît ku wergerandina Quranê ye, ez seyr mam û min got gelo êdî em dikin wergerandinek bi rêk û pêk bibînin an na, min dilê xwe xweş kir û kovara Mehname vekir ya ku ew wergerandin mîna diyarîyekê pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Bi rastî ez bi kêfxweşî çûme jivana vê gava cegerdar û bi hêz( wek ku dihate xuyakirin) lê dema min hinekî xwend min dît çi bi lez û bê guhdan û lêvegerîn yan jî nezanîya bi zimanê Erebî ,, hela tu zimanê pîroz yê Quranê li alîkî deyne,, hatine nivîsandin, ev wergerandin tevî ku mirov divê xwedîyê wê spas jî bike ji bo avêtina vê gavê, lê di nerîna min de di hundurê vê gavê de hin cinayet hene derheqa zimanê kurdî de li alîyekî û derheqa Quranê de li alîyekî din.

    Em [m]înakâ [y]ekemîn bêjin, di wergerandina bismillahê e ku bi Erebî weha ye: bismillahirrehmanirrehîm.

    Wergêr navê xwedê yê Rehîm yê bi wateya dilnerm û dilovan kiriye Cegerdar!! Ev cegerdar bi xwe gotineke ji vê dema me ye yanî temenê wê naghê sed salî, ji du peyvan pêk tê ceger bi wateya kezeb ê, û dar bi wateya xwedî weke paşek a van di peyva nêçîrvan de, bi vî awayî wateya Cegerdar dibe xwedî ceger, weke em dizanin xwedî ceger ew kesê dilêr û dilawer û netirs e, belkî di hin wateyên xwe de jî kesê bêrehm e berevajî mebesta wergêr ji peyva bihevxistî Cegerdar e, mînak: yek berxekî digurêne yê dî dipirse: hey malmîrat çawa cegera te hebû te ew berxik gurand!!

    Di sûretê Elfatihe de ango destpêka Quranê wergêr gotina Elàlemîn bi peyva Gerdûnê wergerandi ye, gerdûn jî nayê wateya ElAlemîn, dibe ku gerdûn çerxa felekê û cîhan be, bes Al alemîn peyvek e wateya wê komên hebûnê ne, xelk û erd û ezman û lawir û cin û hwd...

    Di sûretê Elnas de (mirov) werger xwe di ser peyva Xennas ya di wî sûretî de tê, qevaztîye û wergerandina xwe weha seqet hiştîye.

    Di sûretê ku werger nav lê kiriye Berspêde de, ayeta ku dibêje ji xirabiya wan yên pif dikin.... ew bi xwe yên pif dikin girêkan û sihran dirêsin jinin weha jî di Quranê de hatîye werger jin di wergerandina xwe de ne anîne meydanê, ango ne diyare yên pif dikin jinin yan mêrin, di Quranê de elneffasatî fîl uqed e yanî jinên ku pif dikin girêkan!!

    Di sûretê ku navlêkiriye Bawerîya pak de li şûna gotian Semed a Quranê herheyî danî ye, wateya Semed ew e: xwedayê ku bi xwe û bê alîkarîya tu kesî debara xwe dike.

    Di Sûretê navwergerandî Bizîng de ayeta çaremîn Quran dibêje: jina Wî ya êzinghilgêr, ango jina Ebû Leheb apê Muhemmed Jina êzinghilgêr, ew jî leqebek li wê jinikê hatîye kirin ku di pirtûkên jînnameya Muhemmed de tê nivîsandin ku vê jinê Mehemmed diazirand û êzingên stirî û dirkê li rêya wî û ber derîyê wî datanîn, lewma jî bû sezayî wê leqebê di Quranê de, li vir dixwazim bala werger bikişînim ser xaleke girîng di wergerandina pirtûkeke pîroz mîna Quranê de, ji ber ku hin ayetên wê hene ji derve de diyar xuyane lê eger bi kûranî diçî dinêrî wateyeke din heye, yên ku Quran bi erebî wate kirin û şirovekirin gotin ku stûnekî giring di fehmkirina Quranê de heye navê wê jî sedemên daketian ayetan li ser pêximber, bi erebî dibêjinê Esbabunnuzûl , îcar bêyî naskirina wan sedeman ne mumkine tu tenê li ayetê binêrî û şirove bikî yan wergerînî. Bi vî awayî wergerandina werger ne di cihê xwe de bû yanî wê jina Ebû Leheb ne roja dadkirinê yan qiyametê barê êzingan bîne bi ser mêrê xwe da ke !!!

    Ev bûn çend nimûne ji şaşitîyên ku birêz Hussein Muhemmed nikaribû ji wan bifilite û her weha ew şaşî berdewamin di wergerandina sûretên mayî de jî.

    Ez bi xwe wergerandina Quranê ji bo wêjeya Kurdî karekî girîng dibînim, lê ew kar divê bi salan jêre dem were veqetandin û gelek kes alîkarîya hevû du bikin da ku di encamê de deqekî [x]weşik û spehî û şayik û hêjayî zimanê Kurdî were meydanê.

    Bersiva Husein Muhammed bo Rêzdar Jan Dost

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1