Birayê hêja Husên Mihemed
Silav
Berî ez li ser babetê bipeyivim ez sipasiyên xwe pêşkêşî te û kovara te mehname dikim bi rastî kovareke hêjaye û xwedî rêz in tu û ew jî, ya din gotara rexnê ya birader Jandost ko li malpera Tirêj weşandiye, derbarî wergerandina te ji qurana pîroz re ez dibêjim ko Jandost tu li berpirsiyariyeke dîrokî haydar kiriye; û ev bi xwe ne her merov lê guh dide, heger Jandost ev rexne bi nermî kiriye xwezî hûn tev de û hin zanyar in me ji bilî we jî li ser karekî wisan birawest in, û bi hev re karibin bigihên encamekê; her karê wergerê cihê wê bilind e, lê divê tu zanibî ko pertûka pîroz nabe ko yek şaşitî jî têde hebin{ebeden} û nabe jî ko ez yan Jandost û kî be gotinekê ji te re bişînim tu bibêjî ez dê wek te bikim madem a rast a te gotiye…
Wek nimûne
Gava Jandost ji te re gotiye ko gotinên { bisilah} te ne rast wergerandiye ew î ji te re ne gotiye ko divê tu {rehîm} bike dilnerm, na lê gotiye peyva rehîm wek dilnerm tê, ewêhingê divê tu lê birame û peyveke rast û dirustir li şûnê bibîne,
Ez jî dikarim ji te re bibêjim ko Celadet Bedirxan wisan dinivîsand:
{Bi navê yezdanê pak ê dilovan û mihirvan}li gor wî dilovan: "rehman e" û mihirvan wê "rehîm" be ..lê ko min ev û hin wergerên din ji te re gotin jî divê tu li wan vekolîn bikî û dawiyê şêwira gelek oldar bikî û ev di nerîna min de seredana welêt jê re giring e.. ji ber babeteke wisan bi nirx wek Jandost jî gotiye gelek sal ji temen jê re divên…..
ez te sipas dikim bi rastî heger min vegera te li Jandost kiriye ne xwendiba min nizanî bû ko tu nefsa { Husên Mihemed} yê kovara mehname ye.. ya din jî te ji Jandost re gotiye gerek te li malpera { mehname} belav bikira, gerek te ev ne gotiba ji ber ko Jandost rexneyên xwe bi serbestî dibêje û gelekî bawer e bi peyva { Rexne û rexnegirtin nanê rojê ne} û tu navbil {ferq} ez û ew û tu jî di nav Mehname û Tîrêj de nabînin…
ez gelek dilxweş im gava dibînim ko xortên ên weke we li hev guhdarî dikin û xwezî nivîskarên me tev de wilo bin û ne mîna qeşmeran bin. Ew qeşmrên ko serê me daxistine û ro pêde li ser pelên kovaran ji hev re xeberan didin û mînakên wan pir in û heger ev tevlihevî di nav wan de çê dibe destên hinekan li dûv meselê ye.. di gotara Xalis Misewer de hatiye ko yên weke Brahîm Mehmûd ko navê sed û pêncî şêst nivîskarî xistiye ber derasa xwe ev jî şermeke mezin e, û ne yê wateya rexnê ye, xuya ye ko Birahîm çi armancên bi rexnekirin nînin ; ji ber rexnên wî tiştên taybetê taybet anîne ziman, min bi xwe pertûka wî nedîtiye lê min pirê wê di malperên kurdî de xwendine, lê ez rexna malperên kurdî yên ko ji van qeşmeran re belav dikin jî rexne dikim; û ez dibînim ko ew jî şirîkê gunehê qeşmer û bavê qeşmeran ne…
li gel rêza min
birayê we Ezîz Xemcivîn