MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Jiyanname: Biserketin û têkçûn
  • Îrfan Amîda: Heyveron
  • Selma Lagerlöf: Stiranên dawetê
  • Ramon Llull: Pesn bo dilberê

  • Pesn bo dilberê
    Ramon Llull (n. 1230 - n. 1320)


    Ka bêje, teyriko, yê ku ji dilbera min re li ser evînê distirî:
    Çima ew min bi evînê şkence dike?
    Teyrikî bersiv da: Ger xwe li ber jana evînê negirî, pa dê bi çi dilbera xwe bievînî?

    Dilberê agirê evînê di dildarî de gurr kir û dil pê neşewitî çiku wisan yê dildar hê pirrtir ew evand. Û di perîşaniya xwe deew agir li dildarî bû derd û derman.

    Yekî dildar digirî û wiha li der dilbera xwe distirî:
    Bileztir evînê dilê dildar digire ji ku birq di çavan de geş dibe yan birûsk di guhan de digurme.
    Û xurttir e ava çavan ji ya pêlên deryayan
    û axîn pirrtir dişibe evînê ji ku berf dişibe spîtiyê.

    Yekî dildar tikîtenê li ber siya darek delal bû. Xelk di ber re borîn û jê pirsîn ka çima ew bitenê ye. Û yê dildar bersiv: Niha, ku min hûn dîtin û guhdariya we kir, bitenê me. Berî hingê bi dilbera xwe re bûm.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1