MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Jiyanname: Biserketin û têkçûn
  • Îrfan Amîda: Heyveron
  • Selma Lagerlöf: Stiranên dawetê
  • Ramon Llull: Pesn bo dilberê

  • Heyveron
    Îrfan Amîda


    Fermannameya jiyaneke taloxkirî li tiliya te ya mijangî û şeveke biheyveron li çiyayên çîroka te ya veşartî disincirî dema ku hatim û min li çûra bûxa xeyalên te yên kevzgirtî xist.

    Ji wê şevê de maçîkirina min a ji çavên te bû zenga zivinga dilê min. Nema dikarim hez bikim.

    Û têgihîştim ku tu êş bi rivînên êşeke dî nakewin.

    Ji şerma qermiçokên bişirîna te ya bi keder dikevim.

    Û di wê şeva ku bi maçîkirina min a ji çavên te mezin dibû de, çi pir dilê min dibijiya xwîzka te ya ku ji bo daqurtinê di erênayê de bû. Û çi pir dilê min dibijiya kenê te yî ku te pê êşên xwe dinixumandin. Û çi pir heyveron dixilmişî bi belegoşka min re li ser bêhna te ya bêbahn mayî.

    Tê gihîştim ku tu êvarên min li sibehên te naxewirin.

    Bi rextên azib di ezabê qebrê de mirinên xwe ditewirim

    Bextê tiliyê te di nav temberiya min de dimehiya dema ku hişê te ji polaya bêrîkirinên ku ji kemînan filitîne dinaliya. Êşên şevê bi kulên te dikewiyan û şopa kewnên rawestiyayî bi xwîna kevokên te yên kurdûnde kil dibûn. Û birqtavên tovedana şûva sînga te... û hetavên dengvedana dilê te... û sîtava mijgulên te... xunava çavên te... gulava lêvên te... di şewareya evîna min û te de, di şêwra hişê min û çiyayên te de, di şevbihêrka laşê min û te de, di şevçiraxa bêhnvedana min û te de nedistirîn. Bi kaniya firmêskên te yên kel lê ketî dimeyinîn şevên xav û me xeyalên baskên çêlkevokên xwe dispartin rehma beyaniyên bextreş û di korxana rojê de me dida pey ewrên ku em dibirin leqata jiyanên stûr û stewr. Û wexta ku em digihîştin tenişta baranên derengbarî, te ez ji nişka ve ji keserên hesreta malzaroka xwe ji şîr ve dikirim. Asoyê min kedî firînên min basko dikir.

    Û tê digihîştim ku tu şiyarbûnên ji mirinê bi derbirînê nadebirin

    Bi perengên pêsîra te li payîzgeha paxila te dimirim.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1