Niha ez ê behsa serpêhatiyeke xweş bikim.
Gelek salan berî niha, li nehiya Svartsjon, li Varmlandê daweteke mezin wê çêbûya. Piştî merasima li dêrê, wê sê rojan li ser hev kêf û şahî bûya. Û herroj ji danê êvarê heta derengê şevê wê dans bikirana.
Ji ber ku wê ewqas pir dans bikirana, girîng bû ku sazbendekî baş bihata peydakirin. Lê serdawetî encumanê nehiyê Nils Elofsson bû, wî nedixwast bangî wî sazbendê Svartsjo bike. Navê wî Jan Ester bû, û encuman baş pê dizanibû ku ew sazbendekî gelekî bi nav û deng e, lê merivekî wisa hejar û feqîr bû, ku gelek caran bi faykê (qazax) diriyayî û pêxas dihate dawetan. Û belengazekî mîna wî, encuman nedixwast li pêşiya merasimê bibîne.
Di dawiyê da biryar da ku bişîne pey sazbendekî ji Josse-harad, ku jêra digotin "Lêdixe-Morten", û jê pirs bikin ka dixwaze were û di daweta wan da sazbendiyê bike.
Lêdixe-Morten, qet saniyekî jî dudilî nekir û pêra bersiva xwe da, got na, ez naxwazim herim dawetên Svartsjo çimkî li wir sazbendekî bêqisûr heye û ji hemû sazbendên navça Varmlandê jêhatîtir e.
Gava Nils Elofsson ev bersiv wergirt, qasidek şande pey sazbendekî nehiya Stora Kîls, navê wî Olle'yê Saby bû.
Lê Olle'yê Saby jî wek Lêdixe Morten bersiv da. Wî jî nedixwast here nehiyeke din ku li wê sazbendekî ewqas navdar wek Jan Ester hebû.
Dema Nils Elofsson, ji Olle'yê Sabyê ev bersiv hilda, rabû xulamek ji sazbend Lars Larsson ra şand, ku ew jî li Ansgardetê li Ulleruds dijiya.
Li gor encuman, Lars Larsson merivekî hal wextê wî xweş bû, xwediyê mêrg û zeviyên baş bû. Merivekî bi aqil û bi firaset bû, ne wek sazbendên din berdûş bû.
Wexta Lars Larsson gudariya qasid kir, pêra Jan Ester anî bîra xwe, gelo çi qewimîbû, ku wan bangî Jan Ester nekiribûn.
Xulam dît ku ya herî baş ew e ku, jêra rastiyê salix bide. Lars Larsson baş guhdariya xulam kir. Paşê lehzekî bêdeng ma û hinekî fikirî. Lê di dawiyê da dîsa jî bersiva erênî da.
Yekşema din siwar bû çû dêra Svartsjo. Ajot çû hevrazê dêrê, ji wir wê berbi dêrê bimeşiyana. Civata dawetê jî êdî xwe rind amade kiribû ku bimeşin.
Ew bi paytona xwe ya yekhespî hate nav civatê, taximek kincên reş li xwe kiribû, û ji sandoqeke biriqî kemança xwe derxist. Nils Elofsson bi rûyekî xweş xêrhatina wî kir. Ev sazbendê han bi dilê wî bû, li gor wî ev sazbendekî wisa bû ku meriv dikaribû pê serbilind be.
Lehzekî piştî hatina Lar Larsson, Jan Ester jî di pilçenga wî da kemança wî, bi meş hate wir. Raste-rast çû nava civata li dor bûkê, eynî mîna ku ew jî hatiye vexwendin bo ku sazbendiya dawetê bike.
Wexta çavê encuman bi Jan Ester ket, wî di cîh da fehm kir ku qeşmerekî li ser navê wî çûye bangî wî kiriye. Lê ne zemanê wê yekê bû ku bela xwe pêde, yan jî wî ji wir biqewitîne. Merasima bûkê êdî amade bûbû û wê dest pê bikira. Loma pêşda çû û ji Jan Ester ra jî got bi xêr hatî.
Dûra herdu sazbendan, li pêşiya rêzê cîhê xwe girtin. Bûk û zava jî ketin rêzê û siwarên bûkê cot bo cot rêzbûn û meşiyan û li dû wan dê û bavên bûk û zavê, û merivên wan ên nêzîk û ji vexwendiyan rêzeke berbiçav pêk hatibû. Dema ku êdî hertişt wisa bi rêk û pêk amade bûbû, siwarekî bûkê çû ciyê pêşiyê û ji sazbenda ra got ku meqamê bûkê lêxin.
Herdu sazbendan kemançên xwe rakirin, dan ber çena xwe. Lê hema wisa sekinîn, bêyî ku deng ji wan derkeve. Di şûna xwe da sekinîn û man.
Çimkî adetekî pir kevn bû li Svartsjo, di nav sazbendan da kî hostatir bûya, pêwîst bû wî serkêşî bikira, pêşiyê wî lêxista û yên din jî li gor wî biçûna.
Siwarê bûkê li çavê Lars Larsson dinihêrî, mîna ku bêje çima lênaxî, lê Lars Larsson jî vegeriya ser Ester û got:
- Divê Jan Ester dest pê bike. Lê Jan Ester qe li xwe daneynî ku yên din jî wî bi navdartir e, û di cîh da got:
- Na, tu kerem bike! got. Naxêr, kerem bike!
Lars Larsson ji cîhê xwe neleqiya. Wisa ji halê xwe razî û bi xwe bawer di şûna xwe da sekinîbû. Lê wî jî şivka kemançê ranekir.
- Divê Jan Ester dest pê bike, û gotina xwe dubare kir. Wî peyvên xwe wisa hişk û bi biryar digot, mîna kesekî ku bi rastî dixwast daxwaza xwe bi cî bîne.
Lê Nils Elofsson pir tûre bûbû çima ku ewê din ewqas li ber Jan Ester digeriya. Nêzîkî Lars Larsson bû û di guhê wî da got:
- Ez fehm dikim ku te gazî wî kiriye û aniye dawetê, bona ku şerefê bidî wî. Lê zû bike, dest pê bike! Nexwe ezê îcar wî belengazî ji vir biqewtînim, bi kotek û rezaletî.
- Belê heqê te heye, divê êdî em dawiya vî îşî bînin. Bi vê gotinê ra çend gavan pêşda çû û berê xwe zivirande ser civatê, da ku herkes wî bibîne. Şivka kemançê ji destê xwe dûr avêt, kêreke kevan derxist û pê herçar têlên kemançê birrî ku dengê xirpîn û çîzîneke bilind jê çû.
- Bila kes li ser min xirab nebêje, ku ez xwe ji Jan Ester mezintir dibînim, wî got.
Lê herweha dihat zanîn ku ew sê sal bû ku Jan Ester li ser meqamekî dixebitî, dikir û nedikir nikaribû dawiya wê bîne. Lê dema ku wî qetandina têlên kemança Lars Larsson bihîst serê xwe bilind kir û bîhneke kûr kişande pişikê û dest pê kir li kemançê xist. Îcar ew meqamê ku ewî çend sal bû nikaribû sererast bikira, niha bi awayekî zelal û hêsan derdixist, di vê navberê da wî jî bi ahenga muzîkê gavên xwe davêt û berbi dêrê diçû. Û civata dawetê heta wê rojê meqamekî weha nebihîstibûn. Evî meqamê han ew civata qelebalix dabû pey xwe û wisa bi lez dibir ku, qet bi carekî nedihate bîra Nils Elofsson ku bisekine û bîhna xwe bide. Û hemû jî wisa kêfa wan bi Jan Ester û Lars Larsson dihat ku dema ketin hundirê dêrê çavên gişkan bi hêsir bûn.