|
|
Du zelam bi hev re digerrîn dema tavilê hirçek pêrgî wan hat.
Yek ji wan zû bi darekê ve hewa ket û xwe di nav çeq û çilûyê wê re veşart.
Yê din, dema dît ku hirç dê êrişî wî bike, xwe berda erdê.
Hirç hat û bi difina xwe ew seh kir û bên kir herdera wî. Lê zelamî hilm û henaseya xwe ragirtibû û mirî dixwiya.

Hirçê zû bela xwe jê vekir ji ber ku, wek tê gotin, hirç dest nakin miraran.
Dema hirç çû ser rêya xwe, zelamî din ji ser darê dahat. Ji tirrane ve ji hevalê xwe pirsî ka çi bû hirçê pistiye guhê wî.
Hevalê wî gotê:
- Hirçê şîretek li min kir. Got: "Ti car li gel wan mirovan negerre yên li ber belayan li hevalên xwe nabin xwedan."
|
|