|
|
Kerek û rûviyek bûbûn heval û soz dabû hev ku hev biparêzin.
Carekê ew bi hev re derketin û çûn nav daristanekê daku çer û nêçîrê bikin.
Hê gelek neçûbûn, wan şêrek li pêşiya xwe dît.
Rûvî baş bi xeteriya heyî hesî. Wî xwe gihand şêrî û jê re got ku dê kerî bo şêrî bide girtin ger şêr soz bide ku ti ziyanê negihîne rûvî.
Paşî rûvî soz da kerî ku ti ziyan nagihe kerî ger xwe biavêje çalek kûr. Ker çû di çala kûr de.

Şêrî êdî zanî ku ker ji destê wî xilas nabe, lew wî pêşî rûvî zeft kir. Paşî bi dilê xwe ket ser kerî jî.
|
|