Rêvingekî kerek ji xwe re kirê kir daku wî bibe cihek dûr.
Roj gelek germ bû û tav û tehre bû.
Piştî demekê, yê rêving rawestî û xwe da ber siya kerî.
Ji ber ku cihê tenê kesekî li ber sîbera kerî hebû, hem yê rêving û hem jî xwediyê kerî got ku mafê wî ye li ber siyê be. Sera siya kerî, herdu bi þerrenîx û nîqaş çûn.
Xwedanê kerî digot ku wî tenê ker bi kirê daye, ne siya wî.
Yê rêving got ji ber ku wî ker kirê kiriye, siya wî jî hatiye kirêkirin.
Şerrenîxa wan ji gotinan giha mist û kulman.
Û dema herdu bi hev mijûl man, kerî bazda û ji destê herduyan revî.