Di sîstem û rêbaza Ola Îslamê de mirov afirander – mexloq-ê herî qec e.
Xweda,
mirov kirîye Xelîfê ser rûyê zemîn û çiqas hebûn li ser erd û asîman
heye
kirîye xizmeta mirovan, wek çîya, deşt, daristan, kişt û kal-zîre`et û
hwd.. Ji
bona mirov karibe her tiştî têxe bin desthiladarîya xwe, Xweda hinek jî
zanîn û
têgîhîştin daya mirovan.
Carna Mirov ji ber pê vedana muzqirtikek zer yê herî piçûk jîyana xwe
wenda dike
û dimire ku mirov ewqas qels û bê hêzê e. Û di alîyê din de mirov
xwedî
hêzekîye ku kara bi wê hêzê dunyayê têxe bin desthiladarîya xwe, ev jî
dayînek
ji qencîya Xweda ye. Li sr vê yekê Xweda di Qur`ana pîrozde weaha
dibêje: “Xweda dixwaze barê we sivik bike. Ji ber ku mirov zeyîf hatîye
afirandin.”
Nîsa, 4:28
Xweda, mirov di dunê de afiranderê herî paybilind- Mukerem û pîroz,
afirandîye.
Qedr û qîmeta Îslamê daye mirovan tu îdolojî û sîstemî nedaya mirovan.
Xweda di
sûrê îsra da waha dibêje; ( Bê guman me zarên Adem qedirbilind
–Mukerem-muqedes- kirîye. Me ewana di reşayî û deryayê de (li ser tariş
û
kelekan) de hilda û me rizqê paqij daye wan. Û me ewana ji pirin
afiranderê ku
me afirandîye bi rûmetir kirîye ) îsra/17,70
Çawa hûn jî dibînin ku Xweda, kerem û qencîya xwe bi mirovan re kirîye
û di dunê
de rola herî mezin, binirx û hêja ya mirovan e. Mirov ji her tiştî
girnigtir û
her tişt ji bona xizmeta mirovan hatîye afirandin. Bi vî awayî Mirov ji
her
tiştî pîroztir e. Ne qanûn ne rêbaz ne îdolojî û nejî tu Ol ji mirovana
pîroztir e.
Xweda, mirov bi şeref û heysîyet afirandîy û bi xweşikbûna cismê jî,
mirov ji
hemî hebûnê din yê jîndar, xweşiktir hatîye afirandin. Mirov bi guh,
çav, dest
û mejûyê xwe qenc kare paqijî ji gemarîyê, rastîyê ji şaşîtîyê, bedewtî
ji ne
bedewtîyê veqetîne, ev jî yek ji qencîya Xwedayê Mezine ku mirov ji
tarişan-
heywan- din cihê kirîye.
Yek ji armancê Ola îslamê ewe ku mirovatîya mirovan bi mirov bi de
zanîn. Di
rûhîyata mirovan de pêjnê mirovî û pêjnên şeytanî heye her dû pêjin jî
dixwazin
mnirovan ji bona daxwazên xwe dîl bigire û bandora xwe li ser mirovan
bihêle.
Dema mirov dibin pêjn –hîsî- ê şeytanî de dimîne, mirov heq û hûqûq nas
nke.
Wextî tişta ne mafê mirova be, bi çi awayî dibne bila bibe mirov wî
tiştî têxe
bin destê xwe. Ji ber vê yekê ewqasa zulm, xwîn, şîn û girîn li dunê
heye.
Armanca Ola Îsalmê ewe ku mirov di bin wî pêjnên nemirovî de nemîne
Îslam berê
mirovan dide ser wê rê ya ku mirov li ser hjatîye dunê ew jî rê ya
fitrîye ku
Xweda em mirov afirandî û layîqê her tiştê pqij û pak e.
Rêbaza Ola Îslamê, mirovan ji koletî û bindestîya qûlê gunehkar derdixe
û
kesayetî û rûmetê dide mirovan. Armanca Îslamê ne ewe ku mirov zanîna
teknîk û
teknolojîyê jê fër bibe, belkî mirov ji Ola Îslamê exalq, edeb, heya,
dil
germî, rû nermî, şefqet, merhemet û Dilovanîyê fêr dibe.
Îslamê girîngîyek bê nîşe daye aqil û aqilê mirovan azad hîştîye.
Aqil: xwedîyê
xwe ji musîbet û xirabî û tiştin heysîyeta mirovan tune dike, di
parêze. Yek
ji pirensîbê Ola Îslamê ewe ku parastina aqilê mirovan e. Parastina
aqilê
mirovan êrkekî civakî ye û divê civak rê nede wan rê û rêbendê ku li
aqil tesîr
dike û aqil ji posisyona wî derdixîne. Wek mey û afyon û tiştin mirovan
serxoş
dike.
Berjewndî û fêda civakê, bi tenduristî givrikbûna yek bi yek ferdên
civakê da
heye. Aqilê mirovan ne tenê yê mirovan e ji berkû mirovên bi aqil çiqas
fêda wî
ji şexsê wî re hebe ewqas jî civak jî mirovên aqilmend fêde dibînin
her wusan
mirovek ku aqilê xwe bi sedem hin tiştên ne xwezayî wenda bike, wê
hemî civak
jê zerarê bibîne û wê bibe barekî giran û têkeve sitûyê civakê. Ji ber
van
sedama parastine aqil êrkekî civakîye û di rêbaza Îsalm de, mey, şerab
û
tiştin aqilê mirova ji sîheta wî derdixîne wek eroyîn û afyon qedexe
kirîye.
Xwedayê Mezin di gelk ayetên Qur`ana pîroz de ji mirovan dixwaze ku
mirov aqilê
xwe bi kar bîne. Di naskirina kesayetîya mirov û qedr û qimet dana ji
kesayetîya mirovan re, aqil rola herî serekî dilîze. Ew hebûna ku aqil
dike
aqil jî zanîn e, ji ber vê yekê Ola Îslamê azadî û serbestî dayaye aqil
ku
mirov bi kar anîna aqilê ancax digihê netîca tiştin îlmî. Di vî warî
de
dixwazim ayetek ji Qur`anê nimûne nîşan bidim
Xwedayê Mezin di qur`ana pîoroz di sûrê Fatir ayetên 27 û 28an de waha
dibêje;
(Ya Muhemed) Ma Te nedît ku Xweda ji `esmana av şand- barand..? Me bi
wê ( avê
) cihê cihê mêwe ku rengê wan jihev cudane hişîn kir û derxist. ( Yanî
vîya
bibine û li ser bi fikire ) Û di çîyan de, cihê cihê xetên sipî, sor û
reşê
tarî û rengê cihê heye. (vana bizane ya Muhemed ) Her wusan ji mirov
heywan û
tarişan jî rengê cihê hene. Di nava qûlê min de, yê herî ji xweda di
tirse
alimin. Bê guman Xweda her tim serdest e û li mirovan dibuhure.
Mirovên zana serê xwe li ber emr û fermana Xweda di çimîne û bejan xwe
di
tewîne. Di hedîsek Pêxember de silavên xweda lê be ( en dereaca herî
bilind
dereca zanînê ye ) Mabest ji zanîna ku di Ayetê derbas dibe, ew
zanîna ku bi
îmanê re hetîye stranê ye. Ji ber ku îman jîyanê axretê garantî dike.
Lê ew
zanîna ku ji îmanê dûr be, tenê di vê dunya derewîn de fêde dide
mirovan.
Em vegerin ser wateya Ayeta ku me li jor nîvîsîye.
Xwada di van herdû Ayetan de, bala mirovan dikişîne ser îlm û zanînê
û ji
mirovan dixweza ku mirov bizane ka çewa barn di bare, giha, nebat û
mêwe çewa
hêşîn dibe, derbasbûna xetên m`eden, xizêne û defîneyên bin erd, bizane
û her
wusan li ser çewa peydabûna jîndaran wek mirov, heywanan û li ser ferqa
di
navbera heywan û mirovna de heye lêkolîn bike. Ji xwe Ayet dibêje; Ya
Muhemed,
Te nedîdt Xweda çewa baran dibarine, yani bibîne, biziane, lê bi
fikire û
bikole...
Ev herdû Ayetên ku me li jor nivîsîn bala mirovan di kişîne ser 6
zanînan û her
zanînek jî bi serê xwe ilmekî ye.
1. Ji hebûna baran û ew zanîna ku çewa baran dibare re ” meteorolojî”
tê gotin
2. Ji ilmê çêbûn û peydabûna baranê re ” kîmya ” tê gotin
3. Ji ilmê hêşînbûn û derketinatina giha û mêwe re ” botenîk ” tê
gotin
4. Ji hebûna cihê cihê m`edan û hebîna xêrê bin erd re ” Jeoloji” tê
gotin
5, 6 ji ilmê ku cihê çêbûna di navbera mirov û heywana de, jî ”
etnolojî û
zoolojî” tê gotin.
Bi vê mîsala han dîyre ku Ola Îslamê çiqas giringî daye aqilê mirovan.
Di
`ezayê canê mirovan de yê herî giring ku mirov bê wî bi kêrê tu tiştek
nayê ew
jî aqil e.
Dilbirîn
19/7/2004