(Di dema ku ev raporta di derbarê naveroka berhema Dr Vanlî de ji aliyê Şahînê B Soreklî ve hatiye nivîsandin ramanên tê de yên Dr Vanlî ne, ne yên Şahîn in).*
Serokê par yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, KNK, Dr Ismet Şerîf Vanlî ber kurtedemekê berhemeke bi zimanê înglizî bo weşanê amade kir, yeke bi sernivîsara “On the ‘Democratic Civilisation,’ A Critical Reading of Abdullah Ocalan’s Work,” (Xwendineke Rexnegirî di Derbarê Berhema Abdullah Ocalan “Şaristaniya Demokratî” de).
Li gor Dr Vanlî, berhema Ocalan ya bi navê “Ji Dewleta Somer ta Şaristaniya Demokratî” di navbera 11/04/2001 û 18/08/2001 de di girtîgeha Imralî de bi tirkî hatiye nivîsandin û ji aliyê PKK ve bi çend zimanan hatiye weşandin. Wî bi xwe nusxeya bi erebî xwendiye. Dr Vanlî yê xwe ber çend hefteyan ji KNK û seroktiya wê paş ve kişandî ji sal 1999 de serokê wê bû û ber wê serokê “Parlemana Kurdistan” bû (ya li Ewropa).
Em ji Dr Vanlî re spas dikin ku ji rindiya xwe berhema xwe ji me re şand. Em ê naveroka wê bi kurtî bi we xwendevanên hêja re parvebikin.
Dr Vanlî di pêşgotina berhema xwe de dinivîsîne ku “Em ji bo damezirandina PKK deyndarê Abdullah Ocalan in” û aliyên erênî yên PKK dihîne bîra xwendevanî (wek afirandina wêrekiya di dilên ciwananên gerîla de û çandina tovên niştimaniyê li nik wan, beşdarkirindana jinan di proseya têkoşîna neteweyî de, afirandina hestê bixwebaweriyê û xwdîlixwederketinê û serhildana li hamber hêzên dewleta tirk). Rasterast li dû wan peyvên pesindariyê nivîskar dinivîsîne ku birêz Ocalan di dadgeha tirkî ya asayişê de, li Imralî, daxwazên xwe yên di derbaê pirsa neteweyî de “daxistin sifrê” û dest bi daxwaza Tirkiyeya demokrat kir.
Dr Vanlî, her weha di pêşgotinê de, diyar dike ku li gor rêbazê KNK hemî kurd endamên yek neteweyê ne û Kurdistan yek welat e. Bi dîtina wî hilbijartina birêz Ocalan wek serokê fexrî yê KNK şaştiyeke siyasî bû “ji ber ku rêxistinên aliyên din bi encamê KNK wek piştgira PKK û ne ya wan hesibandin.” Dr Vanlî dinivîsîne ku wî “bi dirêjiya 5 salên seroktiya KNK çi cudatî nexistibûye navbera beşên Kurdistanê û rêxistinên wan;” ku wî her weha rexne li projeya “Komara Demokratîk” girtine; ku bo wî federalîzm yan konfederalîzm ji destpêkê de dermanê çareserkirina pirsa kurdî û welatên herêmê bûye.
Vanlî guhertina nav û amancên PKK li gor daxwaza serokê wê Ocalan dihîne ber çav û dinivîsîne ku gerîlayên rêxistinê herêma Çiyayê Qendîl ku tê de bi dehan gundên başûrê Kurdistanê hene bi darê zorê ji dest YNK girtibûn û xwe tê de bi cîh kiribûn. Vanlî hinek beyannameyên li dû girtina Ocalan ji aliyê KADEK ve hatibûn belavkirin wek xweteslîmkirina bo Tirkiyeyê bi nav dike.
Vanlî dide zanîn ku KNK di 29/08/2003 de nameyek ji seroktiya KADEK girt ku tê de daxwaza yekkirina KADEK û KNK dikir, ku vê daxwazê ew yeka diyar dikir ku “brayên li Qendîl KNK û amancên wê fêhm nakin çimkî yeketiya KNK bi PKK/KADEK re dê li dij destûrê KNK bûya.” Dr vanlî dû re behsa Kongreya dawîn ya KADEK dike ku di navbera 27/10/2003 û 2/11/2003 de li Qendîl cîh girt û bi encamê navê rêxistinê car din hat guhertin û bû Kongra Gelê Kurdistan. Vanlî dide zanîn ku şandeyeke ji KNK jî wek mêvan di kongreyê de beşdar bû û bêyî rêdana komîteya serek ya KNK û haydariya wî wek serokê KNK endamên şandeyê tevli Kongra Gel bûn. Bi encamê ji 16 endamên komîteya birêvebirina KNK 9 nuha hem di Kongra Gel de û hem di KNK de berpirsiyar bûn. Li gor Dr Vanlî, va gava ne tenê li dij destûrê KNK bû lê her weha dawî dida egera hebûna KNK. Bi encamê ew nema dikaribû wek serokê wê bima. Wî di meha 11emîn ya sal 2003 de daxwaza kombûneke gelemper kir û vê kombûna awerte li dû dora 7 mehan, di meha 6em ya îsal de, cîh girt.
Di derbarê berhema Abdullah Ocalan ya bi navê Şaristaniya Demokratî de, ku di girtîgeha Imralî de hatiye nivîsandin, Dr Vanlî dinivîsîne ku ew di derbarê şêweya ku birêz Ocalan wek ya çareserkirina pirsa kurdî dibîne de ne li gel wî ye ji ber ku birêz Ocalan li dij federalîzmê, li dij mafê çarenivîsê û heta li dij mafê xwebirêvebirina (otonomiya) 22 milyon Kurdên Tirkiyeyê ye. Ew dinivîsîne ku niherîna wî li berhema navhatî ya birêz Ocalan û ragîhandina rexneyên erênî û nerênî di derbarê wê de bo hemî Kurdan in, endam û gerîlayên PKK jî di nav de; her weha bo dostên Kurdan. Ew hêvî dike ku naveroka pirtûka wî wek beşekî ji pêvajoya demokratî ya kesên ku dawîamanc û siberoja wan yek in bihête pejirandin.
Dr Vanlî dest bi rexnegiriya li berhema bi navê Şaristaniya Demokratî dike û birêz Ocalan wek serokekî jîr û ronakbîr yê rêxisineke kurdî bi bav dike; dibêje ku bêguman wî, yanê Ocalan, gellek pirtûkên bi tirkî û yên bo tirkî hatinî wergerandin xwendine û di derbarê Tirkiyeyê û rojhilatê de xwedan zanyariyeke kûr e; di heman demê de “eqlîyeta kurdî baş fêhm kiriye û ew bo amancên siyasî jî bi kar haniye.” Dr Vanlî diyar dike ku birêz Ocalan di berhema xwe de wê yekê ji Kurdan hêvî dike ku hemdemî, modêrn, bin û di derbarê ramanên cuda de bi tolerans bin, lê şûn û rola wî di PKK de li bervaciya vê şîreta wî bi xwe ne. Vanlî birêz Ocalan wek Hezretî Brahîm, Mûsa, Îsa yan Muhemmed nabîne, li gel ku birêz Ocalan bi xwe û hinek mirîdên wî ew wek pêxemberekî dîtine. Ew her weha ne li gel wê yekê ye ku Ocalan “bavê hemî Kurdan e” û dikare pirsa Kurd û Kurdistanê li cîhanê çareser bike, li gel ku ew car li dû carê wê bizavê dike ku di derbarê zanyariya birêz Ocalan û zîrektiya wî de peyvên bi pesindarî têxe rêzê. Li gor wî, “birêz Ocalan ji dîrokê hej dike lê ne pisporekî dîrokê ye.” Ew xwendina pirtûka birêz Ocalan dijwar dibîne çimkî nivîskarê wê tiştan li nav hev dixe, pirrbare dike, pirsa kurdên îroj û yên par û pirsa xwe ya şexsî tevlihev dike û wê bizavê dike ku metodê xwe wek yeke zanistî bi nav bike. Li gor Dr Vanlî, birêz Ocalan her bi giranî di bin bandora ramanên Karl Marks û Engil de dimîne lê li gor wî bi xwe, yanê birêz Ocalan, şûna hemî ramanên ber wî kêm-zêde sepeta gemarê ye; tenê ramanên wî “dikarin mafên mirovan di cîhaneke demokrat de misoger bikin, ne tenê mafên Kurdan, yên Tirkan û yên daniştavanên Rojhilata Navîn, lê yên tevahiya daniştvanên cîhanê.”
Birêz Ocalan di berhema xwe de diyar kiriye ku wî ew nivîsandiye da ku bo berxwedana xwe di Dadgeha Ewropayî de bi kar bihîne. Vanlî mat dimîne û dipirse, Ma gelo dadmendên ewropayî dê dem hebûna ku 900 rûpelên çi peywendî bi proseya dadî re nîne bixwênin? Li gor Vanlî, berhem bêhtir xwe bi civatên kurdî, tirkî û Rojhilata Navîn ve peywendîgir dike, ne ku bi pirsa dadî ya Ocalan ve. Ocalan her weha wê bizavê dike ku ji Kurdan re bibêje, ha va ye çareserkirina pirsa we li gel min e, li gel ku dîtina wî ne çareserkirin lê teslîmbûn e, dinivîsîne Dr vanlî.
Bi dîtina Dr Vanlî birêz Ocalan xwendevanê berhema xwe dixe nav mij çimkî di berhema wî de gellek tevlihevî, pirrbarekirin û çûn û hatina di navbera ramanên wî yên şexsî û pirsên din de heye. Di berhemê de tiştê zelal tenê ew e ku çareserkirina pirsa kurdî dikara bi encama bidestxistina mafê kesan bihêt û bi encama ramana wî ya “şaristaniya demokratî.” Bo birêz Ocalan tenê dîtina wî rast e û hemî rêxistinên kurdî yên din “yan feûdal, yan bûrciwaz û yan jî xwediyên nasyonalîzmeke kevneperest in.” Li vir Dr Vanlî careke din dubare dike ku ew hîn Abdullah Ocalan’ê ber Imralî wek kesayetiyeke taybet dibîne, wek mirovekî ku pirsa kurdî li Tirkiyeyê vejandibe, ciwan di derbarê hestê neteweyî de perwerde kiribin û şûna jinê di têkoşîna neteweyî de pêkan kiribe. Li gor wî, birêz Ocalan li dû girtina xwe hatiye guhertin û nema Ocalanê berê ye. Hema-hema wekî ku bexşandinê bixwaze Vanlî diyar dike ku ew vê berhemê dinivîsîne ji ber ku siberoja milletekî ji siberoja serokekî grîngtir e. Bi gotina wî, amanca nivîsandina vê rexnegiriyê ew e ku çavên gelê kurd di derbarê van pirsan de veke. Di heman demê de ew serkeftina kesên li dû Ocalan hêvî dike û omêdwar e ku tiştek bo azadkirina wî bihête kirin.
Dû re Dr vanlî ji nişkê ve vê pirsê dipirse: Çima Ocalan neçû nav gerîlayan? Li gor wî, “dema Ocalan ji nav baxçeyên Şamê hat derxistin divabû ew çûbuya nav gerîlayan” û ger çûbûya ew ê li şûna ku têkeve girtîgeha Imraliyê bûbûya lehengekî gelê kurd; ger çûbûya nav gerîlayan rêxistina wî nediket vê rewşê, weqa tevlihevî encam nedida “û ev pirtûka wî ya nezelal û tevlihev ê nehatibûya nivîsandin.” Dr vanlî diyar dike ku dema birêz Ocalan hîn li Sûriyeyê bû wî gotibû ku ew naçe nav gerîlayan çimkî ditirse ji aliyê ajanên dewleta tirk ve bihêt kujtin. Ew rexneyê li vê gotinê digire û dibêje ku va bersîva Ocalan canê wî ji yên gerîlayan şêrîntir dike, di wê demê de ku ew xwe hîn jî wek kesekî ku ji gel grîngtir û berztir be dibîne.
Dr Ismet Şerîf Vanlî dubare dike ku rexneya wî ya herî mezin di derbarê berhema Abdullah Ocalan de ew e ku Ocalan di derbarê Kurdên Tirkiyeyê de ne bi mafê çarenivîsê, ne jî bi ramana federalîzmê bawer e, li gel ku ew federalîzmê bo Kurdên Îraqê û Îranê baş dibîne, di wê demê de ku Kurdistana li aliyê Tirkiyeyê beşê herî mezin ji welatê Kurdan e û pirraniya Kurdan li wî alî dijîn. Ocalan weha bawer e ku Kurdên Tirkiyeyê û Tirkên Tirkiyeyê beşekî ji yek neteweyê (neteweya Tirkiyeyê) ne, çawa ku hemî endamên neteweyên li şûnên wek Rûsistanê, Emerîka, Swîsrayê û Belcîkayê endamên yek neteweyê ne. Wekheviya Kurdan û Tirkan di nav heman welatî de, li gor Ocalan, dikare bi encama pejirandina mafên mirovan û mafên şexsî bihête holê, ne bi encama otonomiyê yan ferderalîzmeke di navbere Tirkiyeyê û herêmên kurdî de, dinivîsîne Dr Vanlî. Li gor birêz Ocalan otnomî ramaneke bûrciwazî ye û tecûbeyan îspat kirine ku bi ser nakeve; li milê din, welatên herêmê rê nadin wê yekê ku otonomî bo Kurdan bihête dayîn.
Birêz Ocalan rêxistinên beşên Kurdistanê yên li Îraqê û Îranê wek nasyonalîstên kevnepereste li paş manî dibîne, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê jî di nav de. Ew rexneyan li Dr Ebdurrehman Qasimlo digire ku erfên baş yên Îranê di derbarê endamên neteweyên din de fêhm nekiribûye. Dr Vanlî matmayî radigihîne ku birêz Ocalan di berhema xwe de, ku di sal 2001 de hatiye nvîsandin, wê yekê pêşniyaz dike ku Kurdên Îraqê li gel recîma Seddam Husên bo Îraqeke demokrat kar bikin. Vanlî dipirse, gelo Kurdên Îraqê çawa bikaribûna bi recîmeke ku qirkirina wan dixwazt re bo demokrasiyê kar bikin? Ew rexneyan li tevliheviya di nav ramanên Ocalan de digire ku ji aliyekî ve Tirkiyeyeke demokrat dixwaze û pêşniyaz dike ku Kurd bo demokratkirina Tirkiyeyê bixebitin; ji aliyekî ve rêxistinên Kurdên Îraqê wek kevneperest û feûdal dihesibîne, lê di heman demê de bo wan pêşniyaz dike ku bi recîma Seddam Husên re bo demokrasiyê hevkar bin û dû re, wekî ku PKK rêxistineke başûrê Kurdistanê be, wê daxwazê ji PDK û YNK dike ku xwe bi wê re bikin yek û tev bo federalîzma Kurdistana Îraqê di Îraqeke demokrat de têbikoşin! Di derbarê Kurdên Sûriyeyê de, li gor birêz Ocalan, çawa ku Ereb li hinek aliyan derbas nav erdê Kurdan bûne Kurd jî li alîne derbas nav erdê Ereban bûne. Li gor Dr Vanlî va dîtina birêz Ocalan ne şaş e.
Vanlî didomîne û diyar dike ku birêz Ocalan berhema xwe ne bi amanca çareserkirina pirsa kurdî nivîsandiye lê da ku Tirkiye bi encama dayîna çend mafên azadiya şexsî û civakî bibe endama Yeketiya Ewropayî. “Ocalan wê hêviyê ji Tirkiyeyê dike ku bendên Kopenhaginê, heta ger ne hemiyan jî, têxe kar.” Ew di berhema xwe de diyar dike ku Kurdekî ji Îranê dikare bibêje “ez hem kurd im, hem îranî me” û hêvî dike ku Kurdekî ji Tirkiyeyê jî bikaribe gotineke weha bike. Vanlî xemgîniya xwe di derbarê vê gotinê de diyar dike û di cîh de nabîne ku kurdekî ji Tirkiyeyê bibêje ”ew tirkekî ji herêmên kurdî ye.” Li vir Dr Vanlî behsa stemkariya ku dewleta tirk bi salan li Kurdan kiriye, îhanetkirina wan, biçûkdîtina wan, asîmîlekirina wan dike û dibêje ku bi encamê gellek Kurdên Tirkiyeyê ji kurdbûna xwe şerm kirin û dest bi axiftina bi tirkî kirin. Loma gotina ku ez hem tirk im û hem kurd im li Tirkiyeyê nabe. Dû re Dr Vanlî diyar dike ku li bervaciya Kurdên Îranê, Îraqê, Sûriyeyê, û heta Kurdên li Rûsistanê û civatên kurdî li Ewropayê jî, bo Kurdên li Tirkiyeyê zimanê kurdî di tehlûkeyê de ye. Li gor wî, va tehlûkeya û tehlûkeya jinavçûna nasnameya Kurdên Tirkiyeyê dikarin tenê bi encama federalîzmeke wek ya li Belcîka, yan qe nebe bi encama otonomiyeke wek ya Baskan li Spanya, ji holê rabe. Ew dayîna serkeftina federlaîzma DYE bo dewleta tirk wek nimûneyekê, ji aliê Ocalan de, di cîh de nabîne çimkî dîroka Emerîka û ya Tirkiyeyê ji hev cuda ne û Emerîka welatekî weha ye ku muhacirên ji hemî aliyên cîhanê lê cîhwar bûne û îroj xwe wek emerikî dizanin. Dû re Dr Vanlî bi dirêjî rewşa Baskên li Spanya dide ber çav û herêma otonom ya baskî li Spanya dide hember rewşa Kurdan û mat dimîne ku çawa birêz Ocalan daxwaza otonomiya bo Kurdan wek ramaneke “feûdal” dibîne. Dû re Vanlî rewşa federalîzma li Belcîka dide ber çav û diyar dike ku birêz Ocalan bêguman bikarhanîna 3 zimanan li Belcîka şaş fêhm kiriye çimkî li bervaciya texmîna wî her 3 ziman ne ku weha bi hêsanî û dilşadî li Belcîka tevlihev in lê bo her zimanekî herêmeke erdnigarî heye û, li gel baştirbûna rewşê di van salên dawîn de jî, ta nuha li xweşiya xelkê flêmî nahêt, wek nimûne, ger kesek, heta ger tûrîst be jî, li herêma wan bi frensî biaxife, lê ji axiftina bi înglizî re keyfa wan dihêt. Bi gotineke din, bo Dr Vanlî zor grîng e ku erdnigariya aliyê Tirkiyeyê ji Kurdistanê bi encama sîstêmeke federal yan otonom bihête parastin da ku zindîmayîna nasname û zimanê kurdî li Tirkiyeyê bihête misogerkirin. Bo wî, ew hêviya ku tirk û kurd weqa bi dil û can hev bipejirînin û zimanên wan bi xweşî û rindî li hemî aliyên welêt bi hev re bihên axiftin ne mentiqî ye û daxwaza mafên demokratî û azadiya şexsî, wekî ku birêz Ocalan ji “komara demokratî” hêvî dike, domandin û zindîhîştina ziman û nasnameya kurdî misoger nake. Li gor Dr Vanlî, dîtina birêz Ocalan di derbarê Swîsrayê de jî şaş e. Ew wek hemwelatiyekî Swîsrayê, wek kesekî ku va bûn bêhtir ji 50 salan li wir cîhwar e, raber dike ku çima dîtina birêz Ocalan ya di derbarê ferderalîzma swîsrî de şaş e. Vanlî bi dûr û dirêjî di derbarê dîroka balkêş ya Swîsrayê de dinivîsîne û diyar dike ku yeketiyeke di navbera daniştvanên wî welatî de di sedsala 13emîn de dest pê kiriye, ku li Swîsrayê 4 zimanên fermî hene (yek ji wan ji aliyê tenê bi hezaran hemwelatî ve dihêt axiftin), ku hemî dokûmentên dewletê bi 3 zimanan dihên çapkirin, ku her deverekê ala xwe ya taybet heye, ku kantonên swîsrî bankên xwe yên awarte hene, taximên pisporê hene, ku endamên her herêmeke swîsrî bo amancên ku bo wan bi sûd in hemwelatiyên Swîsrayê ne lê di heman demê de her endamê kantonekê yan civata bi zimanekî cuda diaxife xwediyê nasname û mafên taybet e. Vanlî dipirse, gelo di komara Ocalan ya demokratî de Kurdan maf hebe ku ala Kurdistanê li ser bankeke kurdî bi cîh bikin, yan taximên Kurdistanê yên sporê, wek yên Skotlendayê û herêminde dine otonom hebin? Dû re Vanlî dihêt ser Yeketiya Sovyêtî. Li gor wî, birêz Ocalan çendîn car di berhema xwe de diyar dike ku çawa karbidestên Yeketiya Sovyêtî ew şaştiya mezin kirin û komar dan komên neteweyî. Vanlî li vir jî li va dîtina Ocalan mat dimîne. Li gor wî, va tiştê ku birêz Ocalan şaş dibîne, heye ku bo razîkirina Tirkan, belkî tiştê tenê be ku mirov dikare bo wê pesindariya karbidestên Yeketiya Sovyêtî bike. Vanlî bi dirêjî behsa rewşa neteweyan û heta mafên çandî yên Kurdan li Yeketiya Sovyêtî û li Rûsistanê dike.
Di berhema Dr Vanlî de dû re dihêt beşekî bi sernivîsara Ocalan, kemalîzm û Kurdistan. Ew dîtinên Ocalan di derbarê rola Mustefa kemal de nerm dibîne. Abdullah Ocalan di beşê 6em yê berhema xwe de weha nivîsandiye: “Şerê azadiya neteweyî li Tirkiyeyê bi seroktiya Mustefa kemal şerekî pêşverû bû û encama daxwazên du gelan bûn, gelê tirk û yê kurd.” Vanlî van gotinan di cîh de dibîne lê diyar dike ku divêt paşerehên vê pirsê bihên şîrovekirin. Ew bi firehî di derbarê destpêkirina tevgera kemalîst de dinivîsîne, Peymana Sêvrê û naveroka wê bi bîr dihîne û raber dike ku Mustefa Kemal Kongreya 1em ya tevgera xwe li Erzurum, Kurdistanê, di 23/07/1919 de bi rê xistibû. Wî xwe wek yê ku hatibe hawara Kurdistanê, wîlayetên rojhilat, lehengê bo piştgiriya Xelîfe û îslamê bi Kurdan dabû nasîn. “Mustefa Kemal destên şêxên olî yên Kurdan di dema kongreyê de radimûsan da ku xwe wek musilmanekî baş bi wan ve bide xuyakirin.” Ew di kongreya Erzurum de wek serokê tevgerê hat hilbijartin çimkî Kurdan baştir dîtin ku bi Tirkan re hevpeyman bin û nekevin bin karbidestiya ermeniyên komonîst ku di wan deman de wîlayeta Qersê xistibûn dest xwe. Serekeftina yekem ya leşgerî bi seroktiya Mustefa kemal li Qefqasê bû, ku serkeftineke bi saya Kurdan bû, Kurdên ku her weha di şerê Anadolê de beşdar bûn, Vanlî diyar dike. Dû re raber dike ku çawa Mustefa kemal û tevgera kemalîst xiyanet bi Kurdan re kirin û çawa peymana Sêvrê di sal 1923 de li Lozanê hat pûçkirin.
Vanlî bendine ji rêbazê komara Tirkiyeyê dixe rêzê. Yek ji wan bend 12 ye ku dibêje: “Ewên bi tirkî nexwênin û nenivîsînin nikarin wek endamên parlemanê bihên hilbijartin.” Û bend 88: “Her kesê ku bi rêya hemwelatiya tirkî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye tirk e.” Van bendan di destûrê ku di sal 1961 û 1982 de hatî guhertin de her wek xwe dimînin. Vanlî bendên ku zimanê kurdî û bikarhanîna wî qedexe dikin jî dixe rêzê.
Li dû raberkirina bendine ji destûrê Tirkiyeyê ku di nav 80 salên derbas bûnî de hebûna Kurdan û zimanê wan xistin nav tehlûkeyeke mezin Dr Vanlî li berhema birêz ocalan vedigere û van peyvên wî raber dike: “Bingeha Komara Tirkiyeyê wekî ku Ataturk ew damezirandiye ne nijadperest e (…). Dema komar durişma ‘Bextiyar e yê bikaribe bibêje ‘Ez Tirk im’ bi kar dihîne mebest parastina moralê Tirkan e.” Vanlî ne li gel vê yekê ye û diyar dike ku ev slogan û yên wek “Tirkek bi cîhanê ye” li Kurdistana Tirkiyeyê dihên bikarhanîn û heta li kêleka kaş û giran bi tîpên mezin dihên nivîsandin. Ew her weha rexneyan li Ocalan digire ku bo bizava Ataturk ku Mûsil û kerkûkê bike beşekî ji Tirkiyeyê pesna wî dide, “wekî ku wî pîroz bike ku dixwazt Kurdistana Îraqê jî bûbûya beşekî ji Tirkiyeyê.” Di wê demê de ku Vanlî gotina Ocalan ya di dema dadkirina li Imralî de, di sal 1999 de, ku Tirk û Kurd wek du neteweyan diyar dikirin wek durist dibîne, ew ne li gel Ocalan e dema dibêje ku welatê Tirkan û Kurdan yek welat e, Tirkiye ye. Li gor Vanlî, mirov dikare bibêje ku wan yek dewlet heye, lê ne durist e bibêje ku wan yek welat heye. Bo wî navê welatê Kurdan Kurdistan e, ne Tirkiye, û va welata ber ku Tirk bihên herêmê hebûye. Vanlî berhemên gellek dîrokvanan dide ku hebûna Kurdistanê îspat dikin lê Mustefa kemal û dewleta wî heta bi vî navî be qedexe kirine û bi milyonan kurd wek tirk bi nav kirine, weha Vanlî.
Li gor Abdullah Ocalan, stratêciya herî baş bo Kurdan ew e ku her komeke ji wan “di welatê ew lê dijîn de bo demokrasiyê û wekheviyê bixebitin ji ber ku demokratbûna wan dewletan ê bibe egera demokratîzekirina Rojhilata Navîn û va yeka dê rê ji şêweyeke yekbûnê re veke, yeke wek Yeketiya Ewropayî.” Va stratêciya ku birêz Ocalan wek ya xwe dizane berê ji aliyê hin kesan ve bi şêweyekê yan ya din hatiye behiskirin. Bo Dr Vanlî heye ku tiştekî wisa bo siberojeke dûr be, û heta ger rojekê pêkan be jî ew dikare tenê li dû çareserkirina pirsa kurdî bihête holê, ne ku pirsa kurdî bi encama wê bihête çareserkirin. Ew dipirse, Ma gelo Tirkiyeyê maf hebe ku bibe endama Yeketiya Ewropayî yan yeketiyeke di navbera welatên Rojhilata Navîn de ger ew berê bêhtir ji 20 milyon Kurdên li Tirkiyeyê wek neteweyekê nepejirîne! Vanlî dibêje ku van peyvên Ocalan tenê gotin in û heye ku ew bi xwe jî pê ne bawer be. Ew dîsa dubare dike ku van gotinên Ocalan encamên wê hêviyê ne ku Tirkiye têkeve nav Yeketiya Ewropayî.
Dr Vanlî dû re dihêt ser Yeketiya Ewropayî û wê bi rêznegirtineke rêk û pêk bo mafên Kurdan tawanbar dike. Ew dibêje ku parlemana ewropayî di 15/11/2000 de şert û mercên enadmtiya Tirkiyeyê di nav dokûmenteke bi 29 bendan de pêşkêşe serdariya Yeketiya Ewropayî kir, ku di nav wan bendan de çareserkirina pirsa kurdî, şênkirina gundên Kurdan û vegerandina şêniyên wan jî hebûn lê dema Yeketiya Ewropayî şert û mercên xwe derbas Enqereyê dike ew bendên di derbarê Kurdan de jê radike. Dr Vanlî dipirse: Ger Yeketiya Ewropayî bo parlemana xwe ne rêzgir be, de dê çawa bo Kurdan û mafên wan rêzger be? Vanlî bi dilekî şewitî rexneyan li Yeketiya Ewropayî digire û diyar dike ku wî li gellek şûnan, di civînên fermî de û di kombûnên hinek parlemanên ewropayî de ew yeka ji Yeketiya Ewropayî xwaztibûye ku bo pirsa endamtiya Tirkiyeyê mafên siyasî yên gelê kurd li wir bide ber çav, ku wî bi navê KNK çendîn name nivîsandine lê wisa diyar e ku Yeketiya Ewropayî di dema şerê hêzên tirk û gerîlayên PKK de û li dû rawestandina şer giraniyeke rêk û pêk nedaye pirsa kurdî. Li dû raberkirina dilsariya ji Yeketiya Ewropayî Vanlî ji nişkê ve vê pirsê dipirse: “Lê gelo em bikaribin gazinc û lomeyên di derbarê dîtinên Yeketiya Ewropayî de bikin bi zanibûna ku Abdullah Ocalan demeke kurt li dû girtinê heman daxwazan di derbarê Kurdan de dike û çareserkirina pirsa kurdî bi aştiyê û mafên şexsî ve girê dide?”
Dr Vanlî baweriya birêz Ocalan di derbarê ku Dadgeha Ewropayî ya Mafên Mirovan ê bikaibe pirsa kurdî û pirsa wî bi xwe çareser bike de, ku wisa diyar e Ocalan di berhema xwe de gellek caran xistiye rêzan, wek ramaneke xeşîmtiyê, wek “naïve” bi nav dike. Ew diyar dike ku Dadgeha Ewropayî ya mafên Mirovan nikare pirsgirêkên siyasî çareser bike, ne jî di rêbazê wê de tiştekî xwe bi mafê çarenivîsa gelan ve girê bide heye.
Dû re Vanlî dihêt ser şêweya nivîsandina birêz Ocalan ya di derbarê Kurdan de û pênûsa wî wek yeke îhanetkirinê bi nav dike (“The Offending Pen of Abdullah Ocalanprimitive nationalism) dihesibîne. Vanlî diyar dike ku bêguman gellek şaştiyên wan rêxistinan hene, lê di heman demê de gellek şaştiyên PKK jî hene, li gor wî. Vanlî dîtina Ocalan ku partiya wî li beşên din yên Kurdistanê rêxistinên di bin navên din de bi rêxe jî durist nabîne û diyar dike ku yekem partiya bi vê nolê, rêxistina bi navê “PAK” li başûrê Kurdistanê wenda bû û tiştek bi ser nexist. Ew her weha rexnegirtina Ocalan ya di derbarê endamên serek yên rêxistina xwe de di cîh de nabîne û diyar dike ku wan rexneyên Ocalan dipejirandin û fermanên wî bi cîh dikirin. Di wê demê de ku birêz Ocalan pejirandina rexnegiriya li PKK dixwaze û heta bi sûd dibîne de, ew rexnegiriya ku li gor wî dikare bibe egera jinavçûna PKK tehlûke dibîne û “mafê berxwedanê” dide rêxistina xwe, dinivîsîne Vanlî.
Dû re Dr Vanlî dihêt ser rêxistina Ocalan û dipirse “Gelo yeke demokrat be?” Ew diyar dike ku navê PKK bi daxwaza Ocalan bi xwe di bihara bakurî ya sal 2002 de hat guhertin û bû KADEK da ku rêxistin xwe ji lenînîzmê bi dûr xe. Di meha 11emîn ya sal 2003 de navê rêxistinê dîsa dihêt guhertin û dibe Kongra Gelê Kurdistan, îcar ‘“ji bo bicîhkirina ramanên serok Ocalan yên di derbarê şaristaniya demokratî de.”’ Li gor Dr Vanlî hemî van guhertinan bi fermana Ocalan bi xwe bûn, bi rêya advokatên wî. Her weha li gor wî, hemî peyv û ragîhandinên ku demokrasiyê bi nav dikin, û hemî hêlehopa di derbarê “civata medenî” de, tenê gotin in çimkî her tiş bi daxwaza yek mirovî dibe, Abdullah Ocalan. Li gor Dr Vanlî, Ocalan dikare tiliyên xwe têxe nav her tiştî û her pirsê, ew jî bi rêya peyayên xwe yên li derve ku daxwazên wî bi cîh dikin û yên li gel Ocalan sed ji sedî ne dilsoz bin bi şêweyekê ji şêweyan radiwestînin, heta wek xayin bi nav dikin.
Beş 14 ji berhema Dr Vanlî xwe têkele stratêjiya “berxwedana adilmend” ya PKK dike ku birêz Ocalan di pirtûka xwe de şîrove dike. Li gor Vanlî, Ocalan dinivîsîne ku serdariya rêxistinê stratêciya “berxwedana adilmend” şaş bi kar haniye. Ocalan di beşê 9emîn yê pirtûka xwe de weha dinivîsîne: “Dewlet ji aştiya bi Kurdan re nafilite (…) Kurd tenê dixwazin mafê jiyanê, azadiya çandî û demorasiyeke rêk û pêk di welatê xwe de (ku Tirkiye ye) bi dest xin. Startêciya PKK ya adilmend di derbarê mafê berxwedanê de berpirsiyartiyeke mezin e û li ser milê dewletê erk e ku bersîvê bide wê.” Li gor Vanlî, dema gerîla bo vê stratêciyê dihêt kujtin ew ne ji bo serxwebûna Kurdistanê dihêt kujtin, ne ji bo cîhgirtina federalîzmeke di navbera Kurdan û Tirkan de û heta ne ji bo mafê otonomiya kurdî. Gerîla maşeyeke di dest Ocalan de ye û bo daxwaz û amancên wî bi xwe dimire, ku bo neteweya kurdî ne çi amanc in, li gor Vanlî.
Beş 15 ji berhema Dr Vanlî bi vê sernivîsarê dest pê dike: PKK, KGK, Serokê Neteweyî yê Wan, Mirîdtiya ji Ocalan re û pirsine din.
Dr Vanlî dinivîsîne ku dema berhema wî li amadebûnê bû, di adara 2004an de, birêz Ocalan bi rêya advokatên xwe ragîhand ku ew ji Kongreya Gelê Kurdistan razî niye û dixwaze PKKyeke nû têxe şûna wê. Ne dûr e ku va gotina bi encama kêşeyên di navbera Osman Ocalan û serdarên din yên KGK de hatinî holê be. Wisa diyar e ku Ocalan meraq li wê yekê kiribûye ku hejmara endamên PKKya nû di navbera 700 û 800 kes de be, kesên sed ji sedî bi wî re.
Vanlî birêvebirina yekmirovî ya PKK/KGK ji aliyê Ocalan ve her weha dixe stuyê konseya rêxistinê ku hîştiye her tişt di dest Ocalan de bimîne. Vanlî li wê yekê dikeva gumanan ku dewleta tirk dihêle advokatên Ocalan di navbera Imralî û çiyayê Qendîl de biçin û bihên û weha bi serbestî ramanên Ocalan belav bikin. Li gor wî, va yeka “demokrasiya ilmî” ya Ocalan ku berê di nav mij de ye dixe nav mijekî hîn siqtir. Li gor Vanlî, navê rêxistinê PKK dibe, KADEK dibe, Kongra Gel dibe, dîsan PKK dibe; çi dibe bila bibe, ew her rêxistina Abdullah Ocalan e. Bernameya rêxistina birêz Ocalan car li dû carê behsa “civata demokratî” dike lê di heman demê de Abdullah Ocalan dike serokê gelê kurd, tiştekî ku bernameya rêxistinê bêyî erê yan na feriz dike. Dr Vanlî diyar dike ku dilê wî bi Tirkan dişewite çimkî Ataturk wek bavê wan hatiye binavkirin, tiştê ku guhertina ramyarî û pêşveçûna rewşenî bo wan dijwar dike. Ew dipirse, Ma gelo pêdivî bi wê yekê hebe ku Kurdan jî Atakurdek hebêt? “Çawa be jî, Ataturk têkçûna dewleta Osmanlî wergerand serkeftineke bo neteweya tirkî lê Ocalan di zindana dewleta Ataturk de dimîne,” li ser zêde dike Vanlî. Bo civatên şaristanî û pêşveçûyî bav û “ata-” navên. Vanlî Înglizan û Frensiyan wek nimûne dide ku li welatên wan heta kesên wek Çêrçil (Churchill) û Dîgol (de Gaulle) be jî wek bav û “ata-” nehatine binavkirin. Heta bi wêne û pûtên wan be li her ofîs û meydana wan welatan nehatine bicîhkirin. Ev e, li gor Vanlî, demokrasiya durist, ne demokrasiya ku tê de serokek wek bavê neteweyekê dihêt ferizkirin. Bi dîtina Vanlî bikarhanîna navê “serok” bo Ocalan ji dema Lenin û Stalîn hatiye û mirîdtiya ji wî re wek mirîdtiya ji serokên dewletên komonîst re ye; cudatî tenê ew e ku mirîdtiya ji serokên dewletên komonîst re bi hilweşandina dîwarê Berlînê re ji nav çû lê mirîdtiya ji Ocalan re her berdewam e. Wêneyên wî di televizyona rêxistinê de li her derê ne, ew li kaşan di nav gerîlayan de dihêt raberkirin, li meydanan di dest xwepêşanderan de ye û her weha. Vanlî diyar dike ku gotareke wî di rojnameyeke PKK de xwendibû Ocalan ne tenê dikir yek ji pêxemberan lê her weha dikir mîna lehengên dîrokiye dagirker wek Aleksanerê Mezin û Naopolyon.
Vanlî şertekî endamtiya di Kongra Gel de diyar dike ku ev e: Piştgiriya endamtiya Tirkiyeyê di Yeketiya Ewropayî de û bikarhanîna vê yekê wek rêyeke ber bi Yeketiya Rojhilata Navîn. Lê bernameya rêxistinê federalîmê yan otonomiyê bo çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê naxwaze, eynî li gor daxwaza Ocalan bi xwe. Vanlî dipirse, Gelo Tirkiyeya ewropayî, Kurdên Tirkiyeyê jî di nav de, wekî ku Ocalan û bernameya KGK hêvî dikine, dê çawa di heman demê de hem ewropayî û hem jî beşekî ji Yeketiya Rojhilata Navîn be; yan gelo Ocalan û rêxistina wî wê bizavê dikine ku sînorê Yeketiya Ewropayî bigihînin Afxanistanê? Dr Vanlî qerfan bi hêviyên stratêjiya “civata şaristanî” (Civil Society) û “şaristaniya demokratî” dike ku Ocalan di wan de gotina rabûna sînorên navdewletî û cîhgirtina yeketiyên berfireh dike. Ew dipirse, Ma gelo me dikaribûye berê serhişkiya dewletên ku Kurdistanê parvedikin rakin û mafên gelê kurd bi wan bidin bipejirandin ku em rakirina sînorên navnetewyî û yeketiya cîhanî bidin ber çavan? Vanlî van şêwe gotinan wek dayîna “hêviyên şaş bo gelê kurd” dihesibîne.
Di bend 16 yê berhema xwe de Dr Vanlî di bin sernivîsara Serokekî di Şûna Pêxemberan de di Rêya bo Çakiya Mirovahiyê de car din li ramana pêxemberbûna birêz Ocalan vedigere. Li gel ku ew bi xwe rasterast nabêje “Ez pêxember im” jî Ocalan di berhema xwe de gellek caran li vê pirsê vedigere û, li gor Vanlî, bi zîrekî wê bizavê dike ku xwe bi Kurdan, bi taybetî bi yên li dû Xwedê ji wan, bide pejirandin ku dawiya pêxemberan nehatiye û ew yek ji wan e. Ocalan gotina bicîhkirina demokrasiyê li seranserê cîhanê dike, sînoran wek Marks û Engels radike û mirovan dixe nav behuşteke çandpirre rengîn lê bêyî ku berê mafên Kurdên Tirkiyeyê wek milltekî misoger kiribin û heta bêyî ku di berhema xwe de ew mafan xwaztibin, li gor Vanlî.
Li dû nivîsandina di derbarê dewletên çandpirr û zimanpirr de ku Ocalan di berhema xwe de gotina wan dike Vanlî di beş 18 yê berhema xwe de mafê çarenivîsê yê gelê kurd dide ber çav û dinivîsîne ku Ocalan azad e ger ew nema bi mafê çarenivîsê bawer be lê ne wî, ne rêxistina wî, ne PDK, ne YNK û ne jî serok û rêxistinên kurdîye din maf hene bi navê 42 milyon Kurdên îroj, heta bi navê Kurdên beşekî Kurdistanê be jî, mafê çarenivîsa gelê kurd înkar bikin. Dû re Vanlî bi dûr û dirêjî li ser pirsa mafê çarenivîsê radiweste, îspatên dîrokî yên hebûna neteweya kurdî pêşkêş dike û diyar dike ku mafê wan bo damezirandina dewleteke serbixwe heye; her weha mafê ku di nav dewletên federal de bijîn ger ew daxwaza wan be. Di heman beşî de ew hinek mînakan dide ku çawa Tirkiye ne dewleteke ewropayî ye û dû re van peyvên li jêr dixe rêzan:
“Bra Abdullah Ocaran rast kir dema PKK bo bizava rizgarkirina Kurdistanê damezirand. Greîlayên apocî şervanên bo azadiyê bûn, ne terorîst. Ber PKK jî Kurdên Îraqê, Îranê û Tirkiyeyê têkoşîna çekdar bo mafên xwe bi rê xistibûn. Dewleta osmanliyan û ya farisî li gel stemkarî û fesada di nav wan de jî nasnameya gelê kurd înkar nedikirin, navê Kurdistan dihat pejirandin û bikarhanîn. Lê di dewleta tirk de bakurê Kurdistanê navê xwe wenda kir û bû koloniyeke bênav, welatekî ji aliyê hêzên leşgerî ve hatî dagirin, zimanê daniştvanên wê qedexe û ji aliyê ekonomî ve li paş.” Li gor Vanlî, heta li Afrîka be jî koloniyeke weha bi îhanetkirina mirovî dagirtî nebûye. Bi encamê, dîsa li gor Vanlî, gotina Ocalan ku Tirkiye dikare bibe welatekî demokrat û endameke Yeketiya Ewropayî, welatekî ku Kurd tê de azad in, şaş e çimkî bêyî azadbûna Kurdistanê, yan bi kêmasî dayîna mafê otonomiyê bo Kurdên di nav sînorên Tirkiyeyê de, mirov nikare Tirkiyeyê wek welatekî azad bi nav bike. Ger Tirkiye rast azadiyê û demokrasiyê dixwaze, ger rast beşekî ji Ewropa ye û dixwze sînoran rake, wê demê pêwîst e berê îspat bike ku ew bi maf û azadiya gelê kurd bawer e û bi kirin vê gotina xwe piştrast bike.
Di beş 19 yê pirtûka xwe de Dr Vanlî bizava îspatkirina wê yekê dike ku hem Tirk û hem Kurd milletên rojhilatî ne, ne rojavayî. Beş 20 bi vê pirsiyarê dest pê dike: Kurd keriyek Dewar in yan Mirovên Berbext (Balix)? Di vî beşî de Dr Vanlî raber dike ku çawa rewşa Kurdên îroj nema wek ya Kurdên demên par e, ku îroj li Kurdistanê bajarên mezin hene û bi hezaran zanyar û rewşenbîr. Li bajarên wek Diyarbekir bi sedhezaran mirov bi hev re Newrozê pîroz dikin û dewleta tirk nikare tiştekî bo rawestandina wan bike. Dr Vanlî diyar dike ku va yeka ta radeyekê bi encama 15 salên şerê PKK li gel dewletê ye lê her weha diyar dike ku dema Kurd ji Kurdistanê diçin nav Tirkiyeyê ew wek Tirkan dibin. Ew diyar dike ku Abdullah Ocalan ê nikaribe bi encama komara xwe ya demokratîk bi Kurdan bide pejirandin ku welatê wan ne Kurdistan lê Tirkiye ye. Bo Vanlî hejkirina welêt wek daya niştimanî tiştekî xweristî ye, ne ku “nasyonalîzma kevnepereste li paş mayî,” wekî ku Ocalan di berhema xwe de bi nav dike. Vanlî vî beşê pirtûka xwe bi van peyvan bi dawî dihîne:
“Kurd ne keriyek dewar in lê hîn wek ciwanekî ku 18 saliya xwe derbas nekiribe bi tevahî negihîştine qonaxa berbextiyê. Her kurdek û her koma herî biçûk ji Kurdan divêt xwe di derbarê pirsên gelê xwe de wek berpirsiyar bibîne. Wan mafê girtina tevdêran heye, bo xatirê azadiyê, bêyî ku li benda fermanên ji kesekî bin; divêt ew kar û têkoşîna xwe bi ko-ordinasyon bikin bo berjewandiya neteweyî.”
Di beş 21 de Vanlî di bin sernivîsara Aştiyeke Neadilmend Xwebêja Neadilmendiyê û Teslîmkirinê Dide de wê yekê diyar dike ku gelê kurd li gor erf û qanûnên navneteweyî maf heye bo azadiyê û bo mafê çarenivîsa xwe têbikoşe. Dû re, di beşê 22yemîn de ew van rêzan dinivîsîne:
”Ger kesên apocî nema bi têkoşîna bo dawîdana dagirtinê û bi mafê çarenivîsê bawer in, ger ditirsin heta bi otonomiya bo herêmên kurdî be jî bixwazin, çimkî serokê wan Apo li nik Tirkan girtî ye, va yeka cîhê xemgîniyê ye lê ew azad in. Ji mafê apociyan e ku bêyî şert û merc li dû Apo biçin, lê mafê çarenivîsa gelê kurd mulkê gelê kurd e, ne yê Apo. Navêt Aboçi gelê kurd wek keriyek dewar bihesibînin û jê hêvî bikin ku bila li gor çanda lenînî / stalînî wek dewêr li dû serok biçin.”
Di heman beşî de Dr Vanlî stratêciya birêz Ocalan “mafê berxwedana adilmend” ya rêxistina wî bo bicîhkirina mafên neteweyî yên Kurdan wek bêsûd dibîne û weha didomîne:
“Abdullah Ocalan ji Kurdên Tirkiyeyê ne ku têkoşîna bo mafê çarenivîsê dixwazêye, lê li bervaciya wê daxwaza raketinê ji wan dike, daxwaza ku bila ji Tirkan parsê bikin û destên wan bo çend mafên xwe ramûsin.” Vanlî li ser van gotinan zêde dike û weha dinivîsîne: “Li bervaciya texmîna bra Ocalan 22 milyon Kurdên Tirkiyeyê nema di cîhana îroj de bo kesekî grîng in. Va jî rewşeke dilxemgîn û gellekî bed e ku bi encama siyaseta parskirinê û destramûsandinê hat holê.”
Beş 23 ji berhema Vanlî xwe têkele beşê dîroka kevnar di berhema Ocalan de dike û di derbarê naveroka wî beşî de rexneyan û rastkirinan diyar dike. Vanlî vî beşî, heye ku bi henek, weha bi dawî dihîne:
“Ez bawer nakim ku Abdullah Ocalan pirtûkên Ghirşman xwendibin lê ew ramana mezindîtina jinê û rola wê di civatê de dispêre ‘civata kurdî di dema kevirî de.’ Rast e, wî Partiya Jinên Azad (…) wek PKK damezirandiye lê ez rola wî di afirandina civateke rojhilatnêzikiye ku tê de jin serbest û serdar bûne nabînim. Mirov ji xwe dipirse, gelo ew tevahiya xwebêja civata jiniye serbest û azad (yanê “archaic society”: Wergêr) fêhm dike, çimkî di civateke weha de jinê azadiya têkiliya cinsî bi mêrê dixwaze re heye û zarok li ser navê jinê dihên qeyd kirin.” Vanlî vê gotina xwe wek “têbiniyeke kêlekê” bi nav dike.
Bi beş 24 Dr Vanlî nivîsara xwe ya li ser berhema Ocalan ya bi du beşan û 900 rûpelan, ku di sal 2001 de li Imralî bi tirkî hatiye nivîsandin û PKK ew bi çend zimanan daye weşandin, bi dawî dihîne. Ew li vir dubare dike ku ew piştgiriya ramanên Ocalanê ber girtinê dike, ku têkoşîna wî û rêxistina wî ya wê demê dê bibin beşekî ji dîroka nûjen ya Kurdan, lê ew ne li gel ramên Ocalan’ê li dû girtinê ye. Ew diyar dike ku nivîsandina vê rexnegiriyê erkekî netewî ye ji bo wî û ew vî karî wek berpirsiyartiyeke li pêş gelê kurd dibîne, bi taybetî ji ber ku daxwazên Ocalan’ê li dû girtinê hema-hema ji sifrê ne zêde ne, ku li bervaciya texmîna Ocalan, heta ger Tirkiye bibe endama Yeketiya Ewrpayî jî, Yeketiya Ewropayî bi encama qanûnên xwe dê nikaribe rolekê di çareserkirina pirsa kurdî de bileyize, ku heta bi Dadgeha Ewropayî ya mafên Mirovan be di rola li hamber Kurdistanê de bi sînor e, ku 4 parlementerên DEP’a berê 10 salan di girtîgehê de man tevî ku ew (Dadgeha Ewropayî ya Mafên Mirovan) li dij bû. Vanlî bo Kurdên Tirkiyeyê pêşniyaz dike ku bo federalîzmeke di navbera aliyê tirkî û aliyê kurdî de têbikoşin û hêvî dike ku gelê tirk jî heman daxwazê bike da ku her du gel bi şaristanî û aştî bi hev re bijîn. Dr Vanlî ji birêz Ocalan re jiyaneke dirêj, û ger pêkan be azadiyê, hêvî dike û berhema xwe bi vê rêzê diqedîne: “Baş yan ne weqa baş, qeder û siberoja hemî Kurdan, partîzanên Ocalan jî di nav de, bi hev de girêdayî ye.” Sed ji sedî ne diyar e lê bawer dikim mebesta wî li vir Kurdên Tirkiyeyê ye.
* Têbinî: Raporta li jor bi du beşan û bi kurtî di SBS Radio / Beşê Kurdî de jî hatiye xwendin. SBS piştgiriya ramanên di raportê de nake.