
16.10.1927 Günter Grass li Danzig ji dayîk bû
1933-44 Xwendina seretayî ta Gemnasiyomê li Danzig xwend
1946 Ji zindana girtiyên şerê cîhanî a diwem hate berdan û mîna karkerekî li Hildesheim karkir
1947 Mamosteyê bişaftina keviran li Düsseldorf
1948-52 Xwendina Akadîmiya huner li ber destê van Professoran Mages û Pankok
1955 Xwendina yekem li pêşberî Grûppa 47 li Berlin bû
1956 Berhema wî a yekem "Die Vorzüge der Windhühner. Gedichte und Grafiken=? mirîşkên ba, helbest û Grafîk". Mala xwe bire Paris. Pêşengeha wî a yekem ji Plastîk û Grafikan li Stuttgart bû
1957 Xelata Grûpa 47 ji "Die Blechtrommel = def a tenekeyî
1959 Roman a wî "Die Blechtrommel" hate weşandin. Senat a bajarê Bremen nexwest xelata toreya bajêr bide Grass
1963 bo endamê Berliner Akademie der Künste= Akadîmiya Huner a Berlîn
1965 xelata Georg-Büchner- wergirt û . doktora şerefê li Kenyon-College,USA wergirt
1968 xelata Fontane wergirt
1976 Bi Heinrich Böll û Carola Stern re Kovara L weşandin û di wê salê de şêwirmendiya nivîskaran û weşanxane li Luchterhand damezirand. Doktor a şerefê li Zankoya Harvard, li USA wegirt
1978 Xelata Alfred-Döblin wergirt.
1979 Film ê "Die Blechtrommel= def a tenekeyî" ji hêla Volker Schlöndorff, ko ji nivîsîna sînaroya a Grass bû, xelata zêrîn a Bundesfilmpreises= xelata filmên yekgirtina Elmaniya wergirt û xelata çûqilya xurmê a zêrîn li festîva Canne wergirt û her weha xelata Academy Award (Oscar) bo baştirîn fîlmê zimanê biyanî di sala (1980) ê wergirt.
1983 Bo rêvebirê Berliner Akademie der Künste= Akadîmiya Hunerê li Berlîn
1990 mamosteyêmêvan ji bo waneya Poetik= Helbestvanî, li zankoya Frankfurt bû. Dektora şerefê li zankoya Posznan wergirt
1999 Mamosteyê Poetik ( Helbestvaniyê) li Zankoya Tübingen.
Di 30.9. 1999 an de, nûçe ji hêla akadîmiya Siwêdî bo dana xelata Nobel, li Stockholmê belav bû, ko Grass xelata Nobel a toreyê wergirt.
Günter Grass niha li bajarê Lübeck dijî, cihê ko Günter-Grass-Haus ( Mal a Günter-Grass) li wir e.
Berhem
Trilogî a Danzig
Die Blechtrommel = defa Teneke(1959)
Katz und Maus= Pisîk û Mişk (1961)
Hundejahre segên salan (1963)
Örtlich betäubt = benca cihînî(1969)
Aus dem Tagebuch einer Schnecke=Meyxaneyek ji pirtûka rojane (1972)
Der Butt=masiyê pehnik (1979)
Das Treffen in Telgte= Hevdîtina li Telgtê (1979)
Kopfgeburten oder Die Deutschen sterben aus= Zayîna seriyan an Elmandimirin (1980)
Die Rättin= Xilt (1986)
Ein weites Feld= Zeviyekî dûr (1995)
Mein Jahrhunder= Sedsala mint (1999)
Im Krebsgang= rêgeha Penceşêr(2002)
Letzte Tänze= dîlana dawî (2003)
Drama
Die bösen Köche=Xwarinçêkerên xerab . Drama. (1956)
Onkel, Onkel= Apo, Apo. Yariyek bi 4 fayîla ye. (1958)
Lyrik = Helbest
Gleisdreieck = şivîl a sêçik(1960)
Die Vorzüge der Windhühner= pêşengiya mirîşkên ba. helbest, Pexşan û xêzkêşan.
Fundsachen des Nichtlesers= Heyokên dîtî ên nexwêner Helbestên kurt û xêzkêşan
Ên dîtir
Widerstand lernen=fêrî berxwedanê bibin. Axaftinên siyasî 1980-1983. (1984)
Zunge zeigen=ziman nîşan bidin. Bîranînên rojane bi xêz kêşanê (1988)
Xelatên wergirtî:
Ji bilî ko xelata Nobel a Literatur, Grass pir xelatên bi nirx ên din wergirtine ji wan:
1965 Grass xelat a Büchnerpreis = Xelat a pirtûka li ser karê xwe ê helbest û pexşan bi navê " worin er kühn= ji kîve ev Dilbazî“xedarî“, ko jiyana me bi tundî rexne dike."
1967 Grass xelata Carl-von-Ossietzky-Medaille wergirt.
1994 akadîmiya Bavariya a ciwaniya huner xelata mezin a toreyê da Günter Grass=Großen Literaturpreis.
1995 Grass Hermann-Kesten-Medaille wergirt, û di sala pey re xelata Thomas-Mann a bajarê Lübeck wergirt.
1. Tişt in bo nexwêneran
Hertişt di hêla pîtan de ye
Mîna armanca ko têkeve çav xwe.
Ew heyok li wir,
Neynûkên xûz an peritî ne,
Ew ên pakindek li şûn xwe hişt
2. Parçe
Bo destxistinê hêsan in.
Kevir baş radayîne di dest de
Û navdest, camên min in.
Di nêvbera wan de,
Azadiya daxwaziyê diqîre.
3. Têkçûn
Eger niha be, ko hêlkên nû Aspîrîn himbêz kiribin
Serê dîkilan diêşe,
Bi ser de jî pêl l, hev dikin,
Çendî nerehet e, çîçik di pêşiya salê de
Ji hêlikê derbikevin
4. Germtir bimîne
Lingê rastê jî, niha diêşe
bi cefa bo pê,
ez keroşkekê dibim,
a ko dikeve nav çerx û dewranan,
li nik guhan.
Çawa çavên birîndar hîn diçirisin,
Çendî gerimtir e, ez,
hetahetayê li ser kaxezê bimînim.
5.Çar xêz
pênûsên qurşînî, hemî tûj bûn
peyv bang dide,
ew ê jibermayî, hîn jî
negotiye bimîne
6. Mîrate
Xanî çû
Tenê kilît man,
Ên ji bo qebo,
Ew jî çûn,
di gel terim pêk ve.
7. Spêdeyeke gerimtir
Piştî ko min,
taximê diranên xwe
ji piyalê hênabûn der,
û siwar kirin, gijbûn
Di neynikê re digirnijîm,
û min rê li destpêka rojê vedikir
8. Ji nav bexçê me
Nûgihayî, an jî bi yedekdiran gez dike,
an jî tenê wêneyan dikşîne,
nimûne, tivir,
beriya kawî bibin
û rengê xwe winda bikin.
9. Bi şûn de
Hîna sivore li hev neciviya bûn,
gwîzên sala par dixwazin,
ên sala par bi te,im in,
û têne şikandin.
10. sipêda yekşembê
çawa bi nazdarî ew li xwe zîvirî,
bi rastî, xemê dixwe,
da neynûkên xurrînê
turumbêla xwe û refrafê wê bişo.
11. Waneya Rengan
Rengê postê, nêzîk, nema zer dimîne
Vemirxane, hîn li sor lezê dike
Ji serkarekî bo ên din,
Lê bi şûn ve, hemî reng giring in,
Bila dûşembeya şîn jî pêwende bibe
Û xwe li gor
rewşa bazarê biguncîne.
12. Li ser Kaxezê
Pêkenîn e venebêje,
kevir gotibû.
Lê meqes
Çiv-çiva xwe ranewestandibû.
13. Vedeng
Ji ber ko min bi eşq
Li ser beqa bejî nivîsî bû,
Di qelebalixa çûn û hatina rê de,
Hinekan beqên xwe ên bejî..
rasterast diyarî min kirin.
14. Heyama bê
Çakêt ê min, li ser sêncê raxistiye,
tête nermijandin,
biyavê ( dûrahiyê) bi bêrîkên vala,
di min û xwe de, bi azadî, dihêle.
15. Dubare
Disotin,
Rengên min ên mayî,
Befir bêhinê dide,
Ew dê hertiştî bi qapût bike.