Peyveka giring
Ji berî her tiştekî, divêt em hemî spasên xwe arasteyî stranbêj û çîrokvegêran bikin. Ji ber rola wan ya kargêr di parastina strana folklorî da. Bi rastî van tuxme mirovan cihê nivîseran girtiye di wextê xwe de û behra pitir rûdanên mêjû, civakî, evînî û hwd. bi şêweyê stranê yan çîrokî li koç û dîwanan vegerrandine û ji dev bo devî hatine veguhastin û heta niha kar dikin ser derûnê mirovê guhdar. Her çend stran yan çîrok, dema dête veguhastin ji kesekî bo yekî dî, yan jî ji deverekê bo yeke dî, hin guherîn lê peyda dibin. Bi taybetî ji alî mofka (fiqrat) ve yan hindek caran navê kesan. Lê tişta giring ew e ku naverok wek xwe dimîne.
Dubare spasên bêpawan bo çîrokvegêr û stranbêjan.
Strana folklorî
Stran giringtirîn û kevntirîn çiqê edebiyata folklorî ye di boçûnên hindek kesan de. Stranên şivan û bêriyan ji berî hemî cûnên stranê hatine gotin. Lê di hindek boçûnên dî da, stranên ayînî ji berî hemî coreyan peyda bûne.
Helbet jiyan û siriştê civaka kurd tê de jiyaye bûne hokarê pêşveçûn û dewlemendiya strana folklorî. Ji ber hindê jî hêja Xaçadur gotiye: "Li cem her mirovekî kurd mirov hest bi şiîrê dike." Ev jî hindê digihîne ku kurd stranan bi hemî tiştî dibêjin. Mîna: dol û nihal, çiya, pesar û nizar, rûbar û sûlav, fÊris û egîda, evîndaran û hwd.
Herwesa dibêje: "Heke kurd hindî stran viyayî jê hez kirî, hind pûte bi çiqên dî jî yên folklorî daba, dê niha folklorê kurdî gelek dewlemendtir ba."
Para pitir stran li koçk û dîwanan hatine gotin û vegêran. Di jiyana kurdewarî da, ev tişt zor mişe bû. Pitiriya şevên zivistanê kar û sineetê gundiyan guhdariya stran û çîrokan bû li koçkên axayan yan muxtaran. Kurdnas Toma Boa dibêje: "Hinek ji stranên folklorî dizivirin çerxê 15 - 16".
Cûnên stranên folklorî
Helbet gelek çiq ji strana folklorî ya kurdî diçin. Ez wek xemxwerekî folklorî li gor baweriya xwe strana folklorî li ser 7 çiqan belav dikim: 1. lawik 2. lorîn 3. heyranok 4. dîlok 5. payizok 6. narînk 7. lavje.
1. Lawik
Çiqê lawikan cihekî pir befire ji qada strana folklorî vegirtiye û gelek berbelav e û di nav stranên dî de taybetiya xwe heye. Ji ber ku ev çiq aliyekî mezin yê civakê digire, mîna rûdanên dîrokî, civakî, evînî, wefadarî, egîdî, qehremanî, serkeftin û dakeftin, mêrxasî û hwd.
Para pitir ji nav stranan dirêj in û li koçk û dîwanan wek şevbêriyê lê tê. Dema stranbêj wesf û pesta egîd û fêrisan, cil û bergên wan, hatin û çûn û siwariya wan dike, rûdanên stranê gelek nêzîkî guhdarî dibin û guhdar wesa hizir dike ku ew jî di nav rûdanan de ye û bi hin ji wan rûdanan radibe. Gelek caran jî ev stran bûne egera hindê ku xort û lawên hozan kirine qurban di rêya bergirîkirinê de daku navê wan jî di wextekê de belav bibe.
Nimûneyek ji strana lawik:
STRANA ŞERÊ TENGA BANIKÊ (1)
Lê lê de lê lê... de lê lê de lê lê axawo me şer e
Lê lê diyarî bila şerê Tenga Banikê
Şade şûdên babê Biro (2) gelek in
Bi sê denga ban dikit:
Silêmanê Qutê, (3) bira dest hilîne.
Lê lê çi gava destê xwe bidime darê cambêzarê (4)
Wezê berê wana dîsan biqulipînim xopana Girkê (5)
Lê lê rabin gidî vê sibê min û vê fermanê
Fermana serê babê Brahîm rabî dîsanê gidî ji Hindistanê
Belê bira bi Xwidê li Şêla Şelamazîkê,
li Tenga Banikê, Mala Mela Erebê (6)
Lê lê bira bi Xwidê lê kirin qesabxane
Lê lê de lê lê... de lê lê de lê lê
Axawo ezê bi Şabaniya (7) mîrat ketim wa bi ber e
Belê çawa li kebara sibê li bangê ewilî vê sibê
Hisar e li ser Babê Biro dîsanê lawo kirine şere
Belê bi Xwidê şadeşûdên Babê Brehîm gelek in.
Belê bi Xwidê sê denga ban dikit:
Silêmanê Qutê, keko dest hilîne waxawo!
Lê lê bira vê sibê, jê bikuje dîsanê keko
Çavrûtê kulavxwarê (8)
Lê lê de lê lê... de lê lê de lê lê
Belê waxawo wezê bi Şabaniya mîrat ketim wa bi kaş e
Wela tivinga destê Silêmanê Qutê vê sibê gidiyo Hediya (9)
baş e
Wela sê denga ban dikit babê Brehîm lawo gidî dest hilîne
Lê lê bira bi Xwidê jê bigire keptanê baş e. (10)
2. Lorîn
Ev core stran li ser zarê jinan diêne gotin û para pitir bi zarokan dibêjin, ca çi li demê nivandinê yan jî hawîşkirinê be.
Lorîn bi du selîqeyan tên gotin, giran û sivik:
Bo nimûne:
A) Selîqa sivik
Ez gorî te sê cara
li bin sîbera sê dara
her ro digirit sê yara
yek bo kil û kildana
yek bo meşkê û eyara
yek bo serê mahînê
yek bo cezmê û derînê
yek bo kit û doxînê
yek bo nermika nivînê.
B) Selîqa giran
Hayê hayê
delalê dilê mino hayê
Ez ê delalê dilê xwe li ha kim
ez ê cotê dezbilînka lê duta kim.
De hayê dilê deyka xwe hayê
babê te çûye seferê,
dilê deyka te ya kore tijî kul e,
ez ê nizanim îro ji kê re vala kim hayê.
3. Heyranok
Heyranok kurt in û bend-bend in. Evîndar van bendan diavêjin ber hev. Ti vedan di van heyranokan de nîne anku behsa her tiştî tê de tê kirin, mîna: ramûsan, memik, bejnûbal û hwd. lew heyranok bûye zarê evîndaran.
Bo nimûne:
Çi êvar e êvara xêra
mela çûne mizgefta, qeşe çûne dêra.
Were ramûsanekê bide min,
ji babê te re minet e, ji diya te re xêr e.
Li ser wefadariya evîndaran:
Rêka gundê me bi berezîv e
di ser de çiya ye, di ber de şûv e
ez ê hingê terka bejna bilind bikim
heta mirî radibin bi kefnê spî ve.
Nimûneyek dî:
Kaniya gundê me bi rewneb e
qûndera lawê min li ser bana teqereqe
xwezî mirada min û lawkê min hasil biba
mirin rêka me hemiyan e her heq e.
4. Dîlok (stranên dawet û şehyanan)
Ev cûn stran sivik in û xweş in bo jiberkirinê. Peyvên van stranan sade ne û zû diçin mejiyê mirovî. Lew li ser zarê her kesî tên gotin.
Ev core stran bi du selîqeyan tên gotin: giran û sivik. Li ber yên sivik dawet û dîlan tên kirin.
Bo nimûne:
Mominê momê momê momê dayê
Mominê momê momê giyana dayê
Mominê çi kir ku kir momê dayê
Mominê çi kir ku kir giyana dayê
Mominê pez bêrî kir momê dayê
Mominê pez bêrî kir giyana dayê
Zerka şîrî bi serî kir momê dayê
Zerka şîrî bi serî kir giyana dayê
Şivana bêbextî kir momê dayê
Şivana bêbextî kir giyana dayê
Ev stran dirêj e û pêdivî nake ku hemî li vir bêt nivîsîn.
Para pitir ji dawetên giran (rehet) selîqa stranên wan jî giran in. Mirov dikare her wan stranan di ber durûna dexlan re anku di ber paletiyê re jî bibêje. Herwesa li şeveroka yan di ber hêska dartevnê re bibêje.
Nimûne:
Osman Osman Osmano, Osman Osmano
Osman Osman Osmano, Hemîdo mêvano
Osman siwarê mahînê, Osman Osmano
Osman siwarê mahînê, Hemîdo mêvano.
Ajot rêka Mêrdînê, Osman Osmano
Ajot rêka Mêrdînê, Hemîdo mêvano.
Ev stran jî dirêj e. Me ev parçe tenê wek nimûne nivîsî.
5. Payizok
Payizok ji navê xwe diyar e ku bi werzê payizê tên gotin. Yan jî dişibînin werzê payizê. Li payizê koçer zozanan dihêlin û ber bi deştan tên. Herwesa dema xirvekirina (berhevkirina) qûtî û hizra rojên reş yên zivistanê tê kirin. Ev cûn stran para pitir gilî û gazin in.
Bo nimûne:
Payiz e, biye mewlê destjêkberdanê
ber rêka jêrî girtî ye mijê digel moranê.
Dilkê min evdala Xwidê dixwazit tavîkek hûrbaranê
Min rebena Xwidê ji xwe re nekiriye ti karûbarê mîrata
vê zivistanê.
6. Narînk
Van cûn stranan jî taybetiya xwe heye di nav civaka kurdewarî de çunkî tenê bo bûk û zavayan tên gotin, mîna li nîşaniyan, xenayan, veguhastinê, li serşokê û hwd.
Nimûne:
Nebêje reş e, nebêje reş e
cihkê te li nav gulên geş e
yarka te ji malên keleş e.
Nebêje nîne, nebêje nîne
tijî mala babê te rupî ne
rabe nextê narînê bîne.
Narînê em hatin te bixwazin
narînê te ji malbabê xilas kin.
7. Lawje
Kurdnas Toma Boa dibêje: Lawje stranên ayînî ne. Di van stranan de behsa dînî pêxemberî (s.x.) û hevalên wî tên kirin. Helbet ev cûn stran ji alî derwêşan ve hatine gotin. Nimûne jî zehf in, mîna: "Çîroka Eyûbî" û "Beyta Sîsebanê" û gelek yên dî.
Peravêj
1. Ev stran bi şerê kurdan û ingilîzan hatiye gotin ku li sala 1919ê qewimiye li geliyekî ser bi navçeya Zaxo ve. Bo zanîn: Xwedê-jêrazî ahirê Seîdê Ebo ev stran vegotiye.
2. Hecî Sadiqê Biro ye û serokê êla Guliyan e û xelkê gundê Behnûnê ye.
3. Silêmanê Qutê rîspiyekî Guliyan e, xelkê gundê Şêrxozekê ye û ji hoza Giraviyan e.
4. Çekek berê ye.
5. Girik gundek e ji gundên devera Sindiyan û dikeve nêzî 15 km bakur-rojhilatî Zaxo.
6. Her sê cih dikevin devera Guliyan û şerên giran lê hatine kirin.
7. Kela Şabaniyê dikeve devera Guliyan li hindavî Tenga Banikê
8. Mebest jê serbazên ingilîzan e.
9. Çekek berê ye.
10. Mebest jê serkêşê hêzên ingilîzan e.
Jêder
- Ebdila Mîr Cafer: Strana folklorî li Iraqê. Bexda 1975.
- Toma Boa: Digel Kurdan. Bexda 1975.
- Ehmed Ebûtêr: Hin vekolînên folklorî. Qahîre 1979.
- Kovara PEYV, jimare 3
Veguhastin ji alfabeya kurdî-erebî: Alî Fikrî Bayrakli