MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 55, gilavêj 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nerînek li berhema Î. Ş. Vanlî ya li ser Abdullah Öcalan
  • Ebdilezîz Xeyat: Cûnên stiranên folklorî yên kurdî
  • Tengezarê Marînî: Nivîskarê Nobel-wergirtî Günter Grass
  • Tosinê Reşîd: Divê em bo guhartinan amade bin
  • Bûbê Eser: Xelek vedibe
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Dadkirina dijminekî mirovahiyê
  • Tosinê Reşîd: Divê di kurdî de tenê yek alfabe bêt bikaranîn
  • Konê Reş: Ji Amade ta Amûdê

  • Divêt yek Alfabê a Kurdî hebe!
    Tosinê Reşîd: [email protected]


    Dr. Felat Dilgeş di gotara ‘Bang ji bo Yekîtîya Alfabê’ da ku di hejmara 54, ya kovara ‘Mehname’ da belav bûye, bala me dikşîne ser pirseke gelekî giring, pirsa Yekîtîya Alfabê a kurdî. Ew ‘Bang’ tê bêjî ji nû va devê birîna kurdaye salên dirêj vedike. Bi rastî hebûna sê Alfabê an ji bo gelê kurd, hema bêjî dijminaye. Sînorên welatê me perçe kirine hindikin, Alfabê jî serbara ser da dibin sînor.

    Lê divêt îro seva du Alfabê an bê gotin. Alfabê a Kîrîlî, rejîma Stalîn bi zor kurdên Yekîtîya Sovêt da pejirandin, piştî têkçûna Yekîtîya Sovêt êdî hema bêjî tu roleke xwe ne maye. Kurdên Yekîtîya Sovêta berê, çiqwas jî hêdî-hêdî, lê derbasî Alfabê a Latînî dibin, çi ku tiştekî normal e, tiştekî şabûnêye. Çiqwas jî Alfabê a bi tîpên Kîrîlî nîşaneke perda hesinî bû, ku navbera kurdên sovêtê û kurdên Kurdistanê da darda kirî bû, lê dîsan ji hinek kurdan ra li hev dihat gor karibûna xwe wê perdê hinekî bilind bikin.

    Piştî mirina Stalîn, yekemîn car Prof. Qanatê Kurdo sala 1957 an di pirtûka xwe “Rêzimana zimanê kurdî; kurmancî”, ya akadêmî da, Alafabê a kurdî, a Celadêt Bedirxan bi kar anî. Dû ra sala 1960 î wî ew Alfabê di ferhenga “Kurdî-Rûsî” da bi kar anî û çiqwas çû, wê Alfabê şûna xwe di jîyana kurdên Yekîtîya Sovêtê da fire kir.

    Gerek bê gotinê, wekî hela sala 1911 Akadêmîya Zanîyarîyê, ya Împêratorîya Rûsîya, dispêre kurdnas û rojhilatnas Hovsêp Orbêlî, wekî Alfabê a kurdî ser bingeha tîpên Latînî damezirîne. Ez bawarim berî vê birîyarê divêt lêkolîna zanîyarî hatibe kirin, wekî baştirîn Alfabê ji bo zimanê kurdî wê ya ser bingeha tîpên Latînî be.

    H. Orbêlî dest bi wî karî dike, lê nagihîne dawîyê. Cenga Cihanîyê, a Yekemîn, Ôorişa Cotmehê, Cenga bajarvanîyê (sîvîl) firsendê nadine wî, wekî wî karî bigihîne sêrî.

    Nîveka salên 20 emîn Îsahak Moragûlov dest davêje wî karî. Dûarojê Erebê Ôemo jî digihîje wî û Alfabê a kurdî ser bingeha tîpên Latînî êdî sala 1928 an amade bû û piştî salekê êdî yekemîn pirtûka kurdî bi tîpên Latînî li Yêrêvanê tê weşandin. Ji 30 Adara sala 1930 î, rojnama ‘Rîya Teze’ bi tîpên Latînî çap dibe.

    Ez dixwazim bêjim, wekî mêla kurdên Yekîtîya Sovêta berê timê jî ser Alfabê a bi tîpên Latînî bûye.

    Hêjaye bê gotinê, wekî ew Alfabê a kurdên sovêtê bi kar dianîn hê anegor dengên zimanê kurdîye, ne ku ya Celadêt Bedirxan. Lê çawan tê xuyayê Celadêt Bedirxan Alfabê a usan damezirand, wekî nêzîkî ya tirkî be û ji bo kurdên bakûr fêrbûna wê hêsantir be.

    Bi fermaneke ji jor hatî, sala 1946 an ji bo wan gelên Yekîtîya Sovêt gişkan, ku Alfabê wan ên serbixwe tune bûn, Alfabên nû ser bingeha tîpên Kîrîlî damezirandin. Ji wan gelan yek jî gelê kurd bû.

    Ji wê salê Alkfabê a Kîrîlî bû a fermî û li Ermenistanê çawan pirtûkên kurdî usan jî rojnama ‘Rîya Teze’ bi wê Alfabê çap dibûn. Dor 50 salî bi kar anîna Alfabê a Kîrîlî, bû hasêgeh navbera kurdên Yekîtîya Sovêt û Kurdistanê.

    Lê çawan min êdî got, em hêvîdarin, wekî Alfabê a kurdî bi tîpên Kîrîlî êdî bû dîrok.

    Usane îro li meydanê du Alfabê kurdî mane, Latînî û Erebî.

    Ta niha ser vê pirsê gelekî hatîye nivîsar û piranîya lêkolînvanan ser wê bawarîyê ne, wekî ji bo dengên zimanê kurdî, Alfabê a bi tîpên Latînî hê kêrhatîye. Paşê jî Alfabê a bi tîpên Latînî kêranîna firsendên têknolocîya rojên me ji bo kurdan hêsantir dike. Li wan deverên dibistanên kurdî tunene, fêrbûna Alfabê a bi tîpên Latînî gelekî ji a bi tîpên Erebî hêsantir e. Ev şertekî gelek giring e ji bo kurdan. Ji ber ku tenê ji bo pareke gelê kurd, a biçûk, firsend heye di dibistanan da zimanê kurdî fêr bibe. Lê ji bo Alfabê a bi tîpên Latînî, heta li wan welatên ku Alfabê a bi tîpên Erebî serdest e, dîsan jî di dibistanan da bi fêr kirina zimanekî avropî ra Alfabê a bi tîpên Latînî jî fêr dikin Usane fêr bûna wê Alfabê li tu dereke cihanê ne problêm e. Lê fêrûna Alfabê a bi tîpên Erebî ji bo piranîya gelê kurd ne hêsan e.

    Hebûna berê sê Alfabê a, niha jî duda, hasêgeheke mezin e ji bo pêşvaçûna zimanê kurdî, nahêle zaravên kurdî nêzîkî hev bibin, peydabûna zimanê standart dijwartir dike.

    Eger em zimanê kurdî bi giştî hilnedin jî, heta ji bo pêşvaçûna kurmancîya jorîn jî cihêtîya Alfabê an zirareke mezin daye. Nivîskarên ji bakûra Kurdistan, ji rojava Kurdistan û ên ji Yekîtîya Sovêta berê, ku bi zaravê kurmancîya jorîn dinvîsin, hêdî-hêdî berbi zimanê standart diçin, zimanê xwe nêzîkî hev dikin. Ev yek ji wan ra li hev tê, ji ber ku ew gişk jî (êdî kurdên sovêta berî jî) bi tîpên Latînî dinvîsin. Haya wan ji nivîsarên hev heye, berhemên hev dixwînin.

    Lê nivîskarên ji navça Bahdînan, ku bi tîpên Erebî dinvîsin, bi piranîya xwe va ji wê prosê der dimînin. Ew hê jî ji çarçova zaravê navçeyî derneketine. Gilî ne seva wan kesan e, ku derketine Avropayê, bo nimûn Xelîl Dihokî, Sidqî Hirorî û çendekên mayîn.

    Ev yek usan jî seva nivîskarên ji Yekîtîya Sovêt dikare bê gotin. Bi taybetî ji salên 60 emîn dest pê kirî wan nivîskaran gelek berhemên hêja çap kirin. Lê ji ber ku ew bi tîpên Kîrîlî bûn, ji Yekîtîya Sovêt der kêm kesan dikaribûn wan bixwîne, ew berhem ji Yekîtîya Sovêt der nehatin naskirin û nirxandin.

    Îro li başûra Kurdistanê, ser wî perçê welatê me, ê azad, gelek kovar û rojname çap dibin, piranya wan di ‘Internet’ ê da jî peyda dibin. Lê ji ber ku ew bi tîpên erebî tên weşandin, giranîya kurdan çi li welêt, çi ji welêt der nikare wan bixwîne.

    Gelo rêxistinên kurdaye sîyasî li başûrî Kurdistan, bi taybetî herdu rêxistinên mezin; PDK û YNK, ku ewqas pirtûk, kovar û rojnaman çap dikin, têlêvîzîyonên wan, ên satêlayît hene, naxwazin gelê kurd gişk bikaribe rojnamê wan bixwîne, kovarên wan bixwîne. Ne axir xwandina kovar û rojnamên wan wê têgihîştina sîyaseta wan hêsantir bike, wê jimara piştovanên wan zêdetir bike.

    Pejirandina Alfabê a Kurdî ser bingeha tîpên Latînî wê gaveke hêja be ji bo rizgarîya gelê kurd ji bandûra ziman û çanda ereba, wê gaveke hêja be berbi yekîtîya gelê kurd, çawan çandeyî usan jî sîyasî.

    Firsenda pejirandina Alfabê a kurdî ser binga tîpên Latînî îro di dest hukumata (yan hukumatên) başûra Kurdistanê da heye. Divêt ew îro wê firsendê bi kar bînin, sibê divek ew firsend êdî ewqas mezin nîn be.

    Tosinê Reşîd: [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1