MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Ebdulrehman Efîf (werger): Lewra ez nexweş im ji hezkirinê
Adonîs (werger: Cankurd): Binxêzikek biçûk di deftera rojê de
'Elaeddîn Seccadî: Bo xatirê jinê
Xelîl Cibran: Li ser jiyanê
Blaise Pascal: Rûla bimejî
Ji Gulistana Wêjeyê -II-


Stirana bilind ya Sulêman

Lewra ez nexweş im ji hezkirinê

Ji Peymana Kevin
Werger ji elmanî: Ebdulrehman Efîf: [email protected]

Bera bi maçên devê xwe maçî min bike; ji ber ko hezkirina te ji badeyê şêrîntir e. Rûnên te bêhnek pirr xweş ji wan bilind dibe; navê te rûnekî rijiyayî ye, loma keçik ji te hez dikin.

Min bi alî xwe de bikişîn, wilo em dixwazin bazdin. Yê qiral ez ajotim odeyên xwe. Em dixwazin xwe kêfxweş bikin û bi kêf bin ji bo te; em hezkirina te ji badeyê buhatir dibînin. Ji dil ew ji te hez dikin.

Ez qehwerengî me, lê gelekî şêrîn im, ey keçikên Orşelîm, wek konên Kêdar, wek berrên Sulêman.

Li min nenerin, ko ez wilo qehwe me ; ji ber rokê ez şewitandime. Lawên diya min bi ser min de hêrsbûn. Ez kirim nehtora rezan ; lê rezê min bi xwe, min nehtoriya wî nekir. Ji min re bêj, tu , yê canê min jê hez dike,tu li ku pezê xwe diçêrînî, li ku bêhna xwe derdixînî di nîrwê de, ji bo ko ez bi şaşî baznedim ber bi keriyên pezê hevalên te de.

Ma tu nizanî, tu ya herî xweşik di nav pîrekan de, de here li şopa berxikan bigere û bizinên xwe li cem konên şivanan biçêrîne.

Ez te wek mihînekê di ber erebana Fîrewin de dibînim. Rûçikên te şêrîn in bi merbendan û qirika te bi benê morîk û mircanan.

Em dixwazin ji te re merbendekê zêrînî çêbikin bi xarin zîvîniyî biçûk.

Dema ko qiral bi vî aliyî de hat, nerda min xweşbêhna xwe diyarî kir.

Hevalê min ji min re goşîkî miskê ye, di navbera memkên min de daliqandî ye. Hevalê min ji min re libek tiriyê kulîlka sewlîyê ye di gulisatnên rezên Engedî de. Biner, hevala min, tu xweşik î ; ya xweşik tu yî, çavên te wek çavên kevokan in. Biner, hevalê min tu xweşik î û şêrîn î. War û cihê me kesk e.

Beştê xaniyên me kinêr in, û banên me sewlî ne.

Ez kulîlkek im li Sharon û di newalê de ez binefşek im. Wek binefşekê di nav stiriyan de, wilo jî hevala min di nav keçikan de. Wek darek sêva di nav darên bejî de, wilo jî hevalê min di nav xortan de. Dilê min dibije, ko ez di bin sîka wî de rûnêm, û berê wî di hindirê devê min de şêrîn e. Ew min dajo kewara badeyê, û evîn nîşana wî ye di ser min re. Ew min bi şêraniyên tirî hênik dike û bi sêvan sar dike; lewra ko ez ji ber hezkirinê nexweş im.

Destê wî yê çepê di bin serê min de ye, û yê rastê min himbêz dike.

Ez we sûnd didim, ey keçên Orşelîm, bi xezalan yan bi mamizên li ser zeviyan, ko hûn dê evînê şiyar nekin, ta ew bi kêfa xwe rabe.

Va ye dengê hevalê min! Biner, ew tê û xwe di ser çiyan re hildipekîne û xwe di ser giran re jî çeng dike.

Hevalê min wek xezalekê ye yan wek mamizekî ciwan e. Biner, ew li piş dîwarê me radiweste û di pencerê re dinere û di ber deraban re.

Hevalê min bersivê dide û bi min re diştexile: rab ser xwe, hevala min, xweşika min, û wer bi vir de!

Lewra, biner, zivistan derbas bûye, baran çûye û derbas bûye.

Kulîlk vebûne li warê me , buhar hatiye, û dengê kevoka bejî tê me.

Dara hejîran girêk girtiye û mêwên tirî bêhna bişkivandinê belav diken. Rab ser xwe, hevala min, û wer, xweşika min, wer vir!

Kevoka min di hêldirên kevirî de, di veşargehên dîwarê tehtî de, bejna xwe pêş min bike, bera ez dengê te bibihîzim; çimkî dengê te şêrîn e, û bejna te jî xweş e.

Ji me re roviyan bigirin, roviyên biçûk, yên rezan talan dikin; ji ber ko rezên me kulîlk dane.

Hevalê min yê min e, û ez ya wî me, ew ê ko keriyê pezê xwe di nav binefşan de diçêrîne. Ta ko roj sar bibe û sîk winda bibin, berê xwe bide vê derê wek xezalekê , hevalê min, yan wek mamizekî ciwan li ser çiyayên belîsanê.

Bi şev ez li nav ciyê xwe li yê ko canê min jê hez dike geriyam. Ez geriyam; lê min ew nedît. Ez dixwazim rabim û li bajar herim û bêm û li ser zikakan û kolanan lê bigerim, li yê ko canê min jê hez dike. Ez geriyam; lê min ew nedît.Hajêdarên bajêr ez dîtim, ew ên ko di bajar de dirin û tên:“ Ma we ew nedîtiye, yê ko canê min jê hez dike? „

Piştî ko min ew hinekî derbas kirin, li wir min yê ko canê min jê hez dike dît. Min pê girt û nema ew berda, ta ko min ew bir malê, odeya diya xwe, ya ko ez jê dayik bûme.

Ez we sûnd didim, ey keçikên Orşelîm, bi xezalan yan bi mamizên zeviyan, ko hûn dê evînê şiyar nekin, ta ko bi kêfa xwe rabe.

Ew kî ji beyabanê hidikişe wek dûmanekê ber bi ezman de, wek bêhnek xweş ji miskê, ji bixûr û biharatên biharatfiroşan?

Biner , ew texterewanê Sulêman e; şêst zilamên xurt li dora wî ne ji yên herî xurt li Îsraîlê.

Hemû bi şûr in û di şer de baş fêrbûyî ne; her yek ji wan şûrê wî di ber noqa wî de ye li himber tirsên şevê. Qiral Sulêman hişt ko jê re texterewanekî ji textê Libnanê çêbikin. Stûnên wî ji zîv çêkir, berpiştên wî ji zêr, û rûniştokê wî erxewan kişand ser û hindirê wî bi textê darên sîsemê raxist. Ey keçên Orşelîmê, derkevin derve û binerin, ey keçikên Zionê, li qiral Sulêman bi taca ko diya wî ew pê tac kiriye di roja daweta wî de, di roja şahiya dilê wî de.

Biner, hevala min, tu xweşik î! Biner, ya xweşik tu yî ! çavên te wek cavên kevokan in di bin serçavka te de. Porê te wek kerîkî bizinan e, ji çiyayê Gilead dadikeve. Diranên te wek kerîkî mîhên hirîjêkirî ne, yên ko ji golê vedigerin ; hemû, berxên cêwî bi dû wan de ne, û yên bê ber di nav wan de tunnene.

Lêvên te wek benekî reng sorvêketî ne, û devê te xweş e.

Cênîkên te li piş serçavka te wek hinarên derzkirî ne. Qirika te wek birca Dawid e, bi sîngek ji bo berxwedanê hatiye lêkirin, pê ve hezar mertal daliqandî ne, mertalin xwerû yên xurtan in. Herdu pêsîrên te wek cêwiyên biçûk yên xezalan in, yên di nav binefşan de ji xwe re diçêrin. Ta ko roj hênik bibe û sîk jî winda bibin, dixwazim ez herim çiyayên miskê û girên bixûrê. Tu bêhempa xweşik î, hevala min, û tu kêmanî di te de tunneye. Wer bi min re , bûka min, ji Libnanê, wer bi min re ji Libnanê, ji serê Amana dakev, bi binî de, ji serê Senir û Hermon, ji warên şêran, ji çiyayên pilingan!

Te dilê min biriye, xwiha min, bûka şêrîn, te dilê min bir bi awirekî tenê ji çavên xwe , bi merbendekê tenê li ser qirika xwe. Evîna te çi xweşik e, xwiha min, bûka delal ! Hezkirina te ji şerabê xweştir e, û bêhna rûnên te bi ser xweşbêhnên biharatan jî dikeve. Ji lêvên te, bûka min, hingivê teze dilop dibe. Hingiv û şîr di bin zimanê te de ne û lewenta cilên te wek lewenta Libnanê ye. Xwiha min, bûka delal, tu gulistanek girtî yî, kaniyek girtî yî, çavkaniyek kilîtkirî yî. Tu wek gulistanek hinaran bi kêf û xweşiyê mezin bûyî bi berin bilindbuha û bi kulîlkên qibrisî û nardê. Narde û zehferan, kirkum û darçîn, bi hemû kelemên bixûrê, misk û aloyê, bi hemû biharatên delal. Tu bîra gulistanekê yî, kaniyek ava zindî yî, ko ji Libnanê diherike. Rabe ser xwe, ey bayê bakur, û wer, ey bayê başûr, û di hindirê gulistana min de her û wer, ji bo ko bêhnên wê bela bibin.

Hevalê min wê derbasî gulîstana xwe bibe û wê ji fêkî û berên bilindbûha bixwe.

Va ez hatim, derbas bûm, xwiha min, bûka delal, gulîstana xwe. Min misk tev biharatên xwe çinî ; min telax tev hingivê xwe xwar ; min bade tev şîrê xwe vexwar, bixwin, hevalên min, û vexwin û serxweş bikevin ji hezkirinê!

Ez razam, lê dilê min şiyar bû. Ev dengê hevalê min e, li derî dixe : ji min re veke, hevala delal, xwiha min, kevoka min, zelala min! lewra serê min tije xunav e û xelekporê min tije dilopên şevê ye. Min kirasê xwe ji xwe daniye, çilo divê ez dîsa wî li xwe bikim ? Min nigên xwe şûştine, çilo divê ez wan dîsa gemmar bikim?

Hevalê min destê xwe xist kuleka kûsê derî, û hindirê dilê min bi evîna wî keliya. Ez rabûm ser xwe , ji bo ez ji hevalê xwe re vekim ; destên min bûn bi misk û tiliyên min bi miska herikandî li ser destikê xilqa derî.

lê dema min ji hevalê xwe re vekir, ew ne li wir bû û dûr çûbû. canê min ji min derket, lewra ew ne li wir bû. Ez lê geriyam, lê min ew nedît ; min bang kir, lê wî bersiva min neda. Hajêdar pêrgî min hatin, yên ko di bajar de digerin, li min xistin, ta ko ez birîn kirim. Hajêdaran li ser dîwar sercilê min ji min sitendin.

Ez we sûnd didim, ey keçên Orşelîm , heger we hevalê min dît, jê re bêjin, ko ez ji ber hezkirinê nexweş im.

Ma çî hevalê te ji yê hevalên din çêtir e, ho, tu ya herî xweşik di nav pîrekan de ? Ma çi dihêle ko hevalê te ji hevalên din çêtir be, ta tu me wilo sûnd didî?

Hevalê min sipî û sor e, hilbijartî ye di nav hezaran de. Serê wî zêrê herî pak e. porê wî kurîşkî ye, reş e wek qirak e. çavên wî wek kevokan in li ser avkaniyan, di şîr de avjeniyê dikin û li cem avên dewlemend rûdinên.

Rûçikên wî gulistanên belîsanê ne, ên di wan de tovê hezbelê mezin dibe. Lêvên wî wek binefşan in, yên ko misk wan av dide.Tiliyên wî wek şivên zêrîn in, tije hişînî ne. Laşê wî wek acê zelal e, bi yaqûtê şîn xemilandî ye. Lingên wî wek sitûnên mermerê ne, li ser pêyin ji zêr in . Bejna wî wek a Libnanê ye, hilbijartî ye wek kinêr e.

Devê wî şêrîn e, û her tiştên wî xweş in. Wilo ye hevalê min ; erê hevalê min wilo ye, ey keçên Orşelîm !

Ma ka hevalê te bi ku de çûye, ho, tu ya herî xwşik di nav pîrekan de ? Ma hevalê te berê xwe bi ku de vekiriye ? Wilo em dixwazin bi te re lê bigerin. Hevalê min daket gulistana xwe, çû ber bi belîsanan de, ji bo pez biçêrîne û binefşan rake. Hevalê min yê min e, û ez ya wî me, yê ko di nav binefşan de diçêre.

Tu xweşik î, hevala min, wek Tirza, şêrîn î wek Orşelîmê, bi hêz e wek leşker. çavên xwe ji min dûr bibe; ji ber ko ew min gêj û şaş dikin.Porê te wek kerîkî bizina ye, yên ji çiyayê Gilead dadkevin. Diranên te wek kerîkî mîhan in, ji şûştingolê tên; hemû berxên wan yên cêwî hene, û hemû jî avisokî ne.

Cênîkên te di bin serçavka te de wek bi derzhinaran in.

şêst xatûn in û heştê cêrî ne û bê jimar keçik in. Lê yek tenê kevoka min e, zelala min e; ew bi tenê ye ji diya xwe re, ew ya herî şêrîn e ji wê re, ya ew aniye vê dinê. Dema keçikan ew dîtin, ew bi şadî pesin dan; xatûnan û cêriyan jî pesnê wê dan.

Ew kî ye, ya ko derdikeve wek sorbeyanî, xweşik wek heyvê, zelal wek rokê, bi hêz wek leşker?

Ez daketim gwîzistanê, ji bo ez guhpikan di newalê de bibînim, bo binerim bê rez bişkivîne, bê hinardaran kulîlk derxistine. Bê ko hayê min ji min hebe, dilbijînekê ez ajotim ber bi qîzek mîran ve.

Vegere, vegere, ho Sulamith! vegere, wer bi vir de, bo em li te binerin! Hûn çi di Sulamith de dibînin dema dîlanê? Pirr xweşik e çûn û hatina te di şimikan de, tu ey qîza mîran! goloverbûna noqa te wek zêrberbendekê ye, ko destê zêrmamostakî çêkiriye. Navka te wek tasek gorover e, û tu carî vexwarin jê kêm nabin. Laşê te wek komek genim e. binefş bi ser de bela kirî ne. Herdu pêsîrên te wek cêwiyên mamizan in.

Qirika te wek kelekî ji acê ye. çavên te wek golên Heshbon li cem deriyê Bat-Rabbim in. Bêvila te wek kela li Libnanê ye, ko li aliyê şamê dinere. Serê te li ser te wek Karmel e. û porê li ser serê te wek erxewan e; qiralek di nav porê te de girtî ye.

Tu çiqasî xweşik û şêrîn î, tu evîna tije xweşbûn e!Bejna te bilind e wek dara xurma, sînga te wek bixûrê ye. Ez şitexilîm: ez dixwazim hilkişim ser dara xurma û ez bi şaxên wê bigirim. Bihêl ko pêsîrên te wek tiriyê li ser mêwan be û xweşbihna bêhnderxistina te wek sêvan be; bihêl ko devê te wek başbadeyê be, ya ko bi xweşî bi ser qirika min de dire û lêv û zimanê min kemende dike.

Ez ya hevalê xwe me, û dilê wî jî dibije min. Wer, hevalê min, de ka em herin nav zeviyan û di bin kulîlkên qibrisî de şevê bibihurînin, ji bo em beyanî herin nav rezên tirî û em bibînin bê mêwê zîl daye û kulîlkên wê vebûne, bê hinardaran kulîlk avêtine . Li vir ez dixwazin hezkirina xwe diyarî te bikim. Sêvên hezkirinê xweşbêhnê didin, û li ber deriyê me berên hêja hene, yên vê salê û salên çûyî: hevalê min, min ji te re hilanîne.

Ax ko tu birayê min ba, yê ko çiçikê diya min mijandiba! min te li derve bidîta, min dê bixwesta ez te maçîkim û kesî nikarîbû bi min de bixeyidiya!Minê bixwesta ez te bajom û te têxim xaniyê diya xwe, odeya wê, ya ko ez anîme dinê. Li wir minê bixwesta ez badeyek darçînkirî bidim te û avdoşek hinarên xwe. çepdestê wî di bin serê min de ye û yê rastê jî min hembêz dike.

Ez we sûnd didim, ey keçên Orşelîm, ko hûn dê evînê şiyar nekin û aciz nekin, ta ko bi xwe, bi kêfa xwe hişiyar bibe.

Ew kî ye, ya ji çolê hildikişe û xwe dispêre hevalê xwe? Di bin dara sêvê de min te hişiyar kir, cê ko diya te, nalîn û ahîn lê kirin, ahîn û nalînên çêbûna te. Min wek muhrekê deyin ser dilê xwe, wek muhrekê li ser zendên xwe. Lewra evîn xurt e wek mirinê û li dijî wê tişt nabe wek cîhana miriyan . Sorhilorê wê agirî ye û pizotek xwedê ye, wilo ko gelek av jî nikarin evînê vemirînin û lehî nikarin wê bin av bikin.

Ko yekî her tiştên li mala xwe firotin û ji bo kirîna hezkirinê jî dan, wê ne bes be, wê têrê nekê .

Xwiha me biçûk e û bê memik e. Ka emê karibin çi ji xwiha xwe re bikin, ko kesî hat û ew ji xwe re xwest?

Ko ew dîwarek ba, me dê kelehek li ser lêkira. Ko ew deriyek ba, me dê ew bi textê kinêr bisparta û bişidanda. Ez dîwarek im, û çiçikên min wek bircan in. Wilo ez di çavên wî de bûme wek yekê ko aştî dîtiye.

Rezekî Sulêman li Baal Hamon heye. Ew rez da hajêdaran, ko her yek ji bo berên wî hezar zîvpereyan bîne. Rezê min ê min e. Ez hezarî ji te re dihêlim, Sulêman, û dusedî ji hajêdarên berên wî re. Tu yî ko di gulistanê de dijî, bihêl ko ez dengê te bibihîzim; heval li te guhdar dikin.

Birev, hevalê min! bibe wek xezalekê yan wek mamizekî ciwan li ser çiyayên belîsanê.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1